Избранные посты Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855a da

Избранные посты Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855a da

Me di 50 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov beşa duduyan a bi sernavê “Pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di sala 1855an da: Li meydana Êrîvanê” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Li meydana Êrîvanê – 2

Piştî seredana serhing Xrêşçatîskî ya li Alla-daxê kurd meh û nîvekê rehet sekinîn, lê ji nîveka meha îlonê ew bi komikên biçûk va dîsa derketine ser riya karwanê û dizî û talanên biçûk dikirin. 27ê îlonê komeke ji 100 kurda li ser riya nêzîkî gundê Gulesorê, ku dikete navbera Sûrb Hovhannêsê û Qerekilîsê, êrîş bire li ser 20 mîlîsên me, ku ji Êrîvanê posteya desteya me dibir. Li ser rê karwanek ji Farizistanê berbi Erzurumê va diçû. Ji wê karwanê hinek kes, xwedîyên karwanê jî di nav da, xwe avîtine ber bextê me, ku em wana biparêzin. Kurda ev hemû dîtin û êrîş birin, bi hêvîya ku farizên dewlemend bişêlînin. Kurda zora wana bir û talanên wan birin.

Serekqumandar bersîva wê pêşnîyara gênêral-çawîş Sûslov ne da, ku ser wê bawerîyê bû, ku wê tiştekî kêrhatî be, eger bi destî tirsfirandinê û bi saya hukumê çeka eşîreke kurda ya usa ceza bikin, ku dizî û talan ji xwe ra kirîye kar. Lê lazim bû kurda bi lez û bi awakî berk ceza bikin ji bo wê yekê, ku wana bi nemamî avîtibû ser posta me û karwanê.

Kurda zanibûn, ku Qers baş ber xwe daye û behsa derheqa wê yekê da, ku xudêgiravî bi êrîşeke xurt Qers ji destê me hatiye hildanê, mîna bayê birûskê li temamîya Tirkîyê bela bû û tirka vir-derewên nebînayî belav dikirin derheqa wê yekê da, ku qaşo zora me birine. Şerê me bi tirka ra şik kire dilê geleka. Di van şertan da û eger em wê jî bidne ber çeva, ku mêla kurda her li ser dizîyê ye, kurd dikaribûn diha arxayîn bûna, ku ew bi awakî diha eşkere û bêwijdanî dikarin xelqê bişêlînin û ji berê va rabine himberî me. Ji ber van sebeba gênêral-çawîş Sûslov bêy ku li benda bersîva serekqumandar bisekine, biryar kir kurda ceza bike.

Malûmatîyên berevkirî dane xuyakirin, ku kurdên ji eşîra Heydarî êrîşî li ser posta me kiribûn, ku li qeza Zîlanderoyê, paşalixîya Wanê, di navbera behra Wanê û Alla-daxê da diman. Ew qeza di nav warên, ku dikevine piş Alla-daxê, cîyê herî pirmeriv e. Dor-berê wê hemî çiyayên usan in, ku rê-pêge lê nakevin û ji ber wê jî kurdên wira diha mêrxas in û ji berê û paşê da karê wan yê yekemîn talan bûye û ew tu cara ne tirsîyane, ku dikarin rojekê ji rojan bêne cezakirinê.

Gênêral-çawîş Sûslov emirî li ser çawîş Korênîskî kir, ku bi 200 kazaka, bi du bêlûka û 100 mîlîsên musulman va bi surî berbi Alla-daxê va herin, nişkêva ser kurdên qeza Zîlanderoyê da bigrin, çi ber we dikeve, kef-kûn bikin û kurda berk ceza bikin, bona ew ji kurdên mayîn ra bibe ders.

2ê çirîya pêşin desteya me ji Sûrb Hovhannêsê derket û 5ê çirîya pêşin nişkêva êrîş bire li ser gundên ewê qezayê(8). Kurd ji kon û çadirên xwe derketin, qet hebûna xwe jî bi xwe ra hilnedan û berê xwe dane girên nêzîk. Eskerên me yên peya û siyarî dane dû wan, çend gulle berdane wan, ew ji hev bela kirin, gelek ji wana kuştin. Eskerên me embarên wan yên nan şewitandin û zûtirekê gund bi lod û merekên xwe va di nav dû-dûxanê da unda bûn. Konên kurda bi cî-nivîna va, eşîyayên malê û xurekên wan va berevî cîkî kirin, kirin qûç û agir berdane wan. Eskerên me yên siyarî temamîya pez-dewarên kurda berev kirin. Kurdên ku revîbûne girên der-dorên wira, dikirine hewar û gazî û gulle berî me didan, lê ji tirsa eskerên me turuş (culet, cesaret) ne dikirin ji çiya dagerin, berbi jêr bên bona mal û milkên xwe biparêzin. Ew dîdem weke sê seheta kişand. Serhevdu 11 gund, 300 kon, du aş, gelek ar û temamîya nan û debara gundîya hatine şewitandinê. Mal û milkên kurda yên ku pirî-hindikî bi kêr dihatin, esker, kazak û mîlîsên me hildan. Dema vegerê desteya me çend hezar serî pez û dewar da ber xwe û bir.

Di dema ewê pevçûnê me di çend gunda da bermayînên posta xwe dîtin, ku hatibûne qelaştinê û pûçkirinê.

Li Zîlanderoyê me çend kurd dîl (hêsîr) girtin. Dema vegerê çawîş Korênîskî ji wana çar kal berdan û ji wan ra got, ku bira ji kurdên xwe ra bêjin, ku ew ji bo dizîyê û talanê û herweha ji bo wê yekê hatine cezakirinê, ku dijminaya me ajotine, xwesma jî ji bo wê, ku avîtine ser posta me û jimara wan diz û qaçaxa ne çend kes bûye, lê herweha bi sedan kes bûye û eger ewana dest ji cerdbaşîyê nekişînin, emê cezayên girantir bidne we û ji bo wî karî emê desteya xwe ser we da bişînin û kevirekî li ser kevirekî nahêlin.

Behsa derheqa êrîşa rûsa da mînanî bayê birûskê li hemû deverên cînar belav bû. Kurd ji her dera dihatin bona pêşîya me bigrin. 300 kurd rex navça Gulerê bi me va derketin, lê me agir ser wan da barand û ew paşda vekişîyan. Berbangê ji Patnosê 500 kurdên mayîn jî hatin, û gava 6ê çirîya pêşin sibe li me safî bû, kurd li dû me ketin, ji dûr va agir dikirin, lê turuş ne dikirin nêzîkî me bin. Temamîya rojê me gulle berî hev da, heta em gihîştine gêdûkekê. Di wî şerî da gelek kurd hatine kuştinê, ji ber ku di destê wan da îdî fişek ne mabûn.

Ev êrîşa kurda ya li ser me, nîşanî wana da ku em çawa bi hêsanî dikarin wana ceza bikin. Cezakirina me gelek berk bû û kurd ne li bendê bûn, ji ber ku hetanî niha li Tirkîyê em bi dilekî qenc berbirî her kesî bûne û haya kurda ji me tunebû, ku eger dem hat, em jî dikarin bêwijdanîya bikin. Ewana ji wê yekê şaş û metel man, ku desteya me ya ne mezin ne tirsîya û weke 100 kîlomêtra kete kûraya warên wan.

Binecîyên Zîlanderoyê destê xwe ji hebûna xwe kirin, di ser da jî gelek kuştî dan. Bi gotina ermenîyên me, zirara kurda bi çendsed hezar rûbla va dihate qîmetkirinê. Piştî wê cezakirinê tu kurdek li ser riya karwanê ya ku berbi Erzurumê va diçe, peyda nebû û li wan dera hal seqirî bû, heta ku em ji Tirkîyê derketin.

Serketineke êrîşa çawîş Korênîskî jî ew bû, ku piştî me hemû kurdên piş Alla-daxê şerê hevdu kirin. Binecîyên Zîlanderoyê xeyba kurdên Patnosê û cîyên mayîn dikirin, ku ew jî tevî talanên li ser rêyên karwana bûne, lê ceza ne xwerine û derba mezin li wan ketîye.

Hemû kesên ji eşîra Heyderîya, ku nêzîkî Alla-daxê diman, ji tirsa ku wê careke din bêne talankirinê, ji wan dera bar kirin û koçê xwe birine ber behra Wanê. Lê vira cî têra gişka ne dikir, ji ber wê jî Elî axa (serekê eşîrê) hîvî ji paşayê Wanê kir, ku destûra wan bide hinek qebîl derbazî ser axa Melazgirê bibin. Paşa destûr da, lê ne ji serekê Melazgirê û ne jî ji serekê eşîra kurdên Sîpikî – Rizgo axa destûr xwest (ew ne bin hukumê paşayê Wanê da bû û dikaribû qet guh jî nede gotinên paşa), ne jî haya wana pê xist. Xênji wê jî Rizgo axa ditirsîya, ku eger ew wan kurda bal xwe sitar bike, ku van dawîya rûsa ew ceza kiribûn, dikare paşdemê da usa biqewime, ku rûs wan jî ceza bikin. Ji dest wê yekê di navbera eşîra Heyderîya û Sîpikanîya da şer derket û di pevçûnekê da kurê Rizgo axa hate kuştinê.

Ev kuştin dijminayîke mezin kire navbera van herdu eşîrên mezin û bi qanûnên eşîrtîyê gerekê xûna mêra li erdê nema, ango, gerekê heyf bê hildanê. Xwîn rijîya û dû ra pevçûn, şer her berdewam bû. Ji herdu alîya gelek kes şehîd ketin û ew eskerên me, ku ji sala 1855a heta sala 1856a li ser axa nêzîkî Tirkîyê bûn, hertim dibihîstin, ku Sîpikanî û Heyderî şerê hev dikin, lê kurdên me digotin, ku ew dijminayî wê bi sala û zemana bajo.

Bi êrîşa me ya li ser Zîlanderoyê karên meyî dijî kurda di şerê Rohilatê da xilaz bû.

Lazim e, ku em derheqa wê yekê da jî çend gilîya bêjin, ku kurda di şerê ewê kampanîyayê da xwe li kîjan rêyê girtibûn. Di destê kurdên Tirkîyê da hema bêje çek tunebûn û wana şerê xwe bi şûr û qema û mertala dikirin, ku ji qamîşên dirêj çê dikirin û şûr li serê wan va dikirin. Bin şûr da bi pûrta qaza dor li qamîş dipêçan, dikirin gilok. Kurda ew gilok bi himzora xwe davîtine neyarên xwe, carna ew digihîşte mezîleke gelekî dûr û ji ber wê jî wana gelek cara nizanibû giloka wan kete kîderê û ew unda dikirin. Piştî her pevçûneke kurda ew gilokên wan li meydana şêr diman. Xênji wan çeka, bal piranîya kurda cotek (an zêde) qirme jî hebû, ku dikirine ber şera reng-rengî ku pişta xwe va girê didan, li alîkî mayîn jî şûr û mertal dikirine ber xwe, ku ji çermê qalin hatibû çêkirin. Rast e, navê kurda derketibû wek eşîrên here mêrxas di Asîya Biçûk da, lê eskerên me, ku gelek cara rastî wan hatibûn û karên wan ketibû hev, bi gotina serhing Lîxûtîn hatibûne ser wê bawerîyê, ku ew tirsonek in. Ewana tu cara ji nêzîk va şerê eskerên me ne dikirin, ew jî wî çaxî, ku çekên di destê wan da tenê ji bo şerê rû bi rû kêr dihat. Wana piranî kom bi kom şer dikirin, û eger çendsed kazakên me berbi wana bilivîyana û îşaretê şer bikirana, kurd wê xwe li riya revê bigirtana.

Derheqa kurdên, ku di nav desteya me da bûn(9), gênêral-adyûtant Mûravyêv(10) di berhema xwe da awa dinivîse: “Em li dû alayê (ya kurda) ketin û gava me ew dîyar kir, ew di rewşeke baş da bû. Wergirtina (xwekirina cila) kurda, xwesma serekên wan, lihevhatî bû, hemû jî çekdar bûn û li ser mihînên xwe yên kihêl bi awakî çapik û çeleng dibezîyan. Em nikarin bêjin, ku ew heyra me da bûn, lema hatibûn di nav desteya me. Sebebekî hatina wan ya bal me ew bû, ku ew bi wê yekê va ji qulixkirina di nav ordîya dijminên xwe û ji dizî û talanên cûre-cûre xilaz dibûn, ku neyarên wan heta di dema aş da û carna heta li ser axa me jî dikirin. Kurd tenê kêrî wê yekê tên, ku talanên xelqê bibin û bi dû neyarên xwe yên têkçûyî kevin, ji ber ku heta dawî wana bişêlînin. Ewana nikarin şerê rû bi rû bikin, ewana herweha nikarin di ordîyê da demeke dirêj qulix bikin. Di van şertan da meriv dibê qey ewê hema di destpêka pevçûna da belayî warên xwe yên koçerîyê bibin. Lê wana usa ne dikir û di dema şêre sincirî da êrîş dibirine ser mal û milkên neyarên xwe, heta yên musulmana jî. Kurd (xênji Ahmed axayê wan, ku hînî me bûbû) hertim xwe ji her awa pêwendîyên bi me ra ta didan. Alaya wan tu cara bi eskerên me ra di rêkê da ne diçûn û her dema xwe çend kîlomêtra ji me dûr digirtin. Ewana hînî jîyana koçerîyê bûbûn û havîna jî dadigerîyan, bin hewa xweş da konê xwe vedigirtin û bi wê yekê va fêrî hewa xirab, baranê, şilopeyê bûbûn. Kurd heta sur-serma bi ser wan da dihat, bi alaya xwe va jîyaneke usa derbaz dikirin, ku nizanibûn sibê wê çi bê serê wan. Di wî karî da serhing Lorîs-Mêlîkov roleke anegor dilîst. Ew hindava kurda da nerm û berbihêr bû, tenê gava lazim bibûya, dikaribû hêrsa xwe ser wana rakira. Jîyana wî awayî bi dilê kurda bû jî, ji ber ku wana her meh heqê xwe distendin û ew heq têra wan û xwedîkirina hespên wan dikir. Wana ew perê ku didane wan bona xwerinê, hema bêje qet xerc ne dikirin, û meriv zendegirtî dima, ku ew bi çi abûra xwe dikin. Û alayên musulmana yên siyarî jî bi wî awayî dijîtin. Pir cara wana xwe birçî dihîşt û eger tiştek jî dikete destê wan, ew malê dizîyê bû, ku carna bi awakî surî davîtine ser gunda û ji xwe ra xurek peyda dikirin. Lê gava di nav wan da ar bela dikirin, çikûzî û çevbirçîtîya wan bi awakî zelal dihate ber çeva”.

Pêşî cêribandin bispêrine kurda, ku ew hinek kara bi serî xwe bikin, wek: ji Qersê heta Soxanlixê zexîrên ku tirka dabûne ser hev, hewl bidin ji dest wan hildin, an jî pûç bikin. Usa xuya bû, ku tu kesî ji kurda çêtir nikaribû ewê sipartinê pêk bîne, ji ber ku haya wana rind ji ewê herêmê hebû, ji ber ku ew gelek cara li wan dera hêwirîne, koçerîya xwe derbaz kirine. Lê wana ew sipartin gelek xirab qedandin û îdî hew sipartine wan, ku bi serî xwe karan bikin. Bi bawerîya gênêral-adyûtant Mûravyêv, vê carê wana “ne bi dilê xwe karê himberî tirkên ji dîn û donekî dikirin û di hêleke din jî, wana hela nizanibû, ku ji me û tirka kê wê xurttir be”.

Alaya kurda ya berê, ku di nav desteya Êrîvanê da bû, baştir bû. Ewê di şêr da bi helalî şer dikir û tu cara serê xwe xwey ne dikir, xatirê binecîyên am û tam nediket.

Em wê jî bikine bîra we, ku di dawîya sala 1855a da bi fermana gênêral-adyûtant Mûravyêv serhing Lorîs Mêlîkov “qanûnên bona serkarîkirina eşîrên kurda” amade kiribû. Ji ber wê yekê, ku pirsa derheqa serkarîkirina kurdên hemwelatîyên Rûsîyayê hetanî niha jî nehatîye helkirinê (derheqa vê yekê da emê di Serê 8a da ji we ra şirove bikin), em ser wê bawerîyê ne, ku proêkta, ku zaneyê pirsa kurda Lorîs Mêlîkov amade kirîye, pir hewaskar e û ji bo wê jî me ew kirîye di nav wan dokûmêntên balkêş da, ku derheqa pirsa kurda da nin(11).

Çavkanî:

8. Ew riya, ku desteya çawîş Korênîskî bi qeza Zîlanderoyê ra derbaz bûye, di berhema Lîxûtîn da bi vî awayî hatîye şirovekirinê: “Çawîş Korênîskî 2ê çirîya pêşin seheta 9a ji Sûrb Hovhannêsê derket, kete ser riya Qerekilîsê. Piştî ku çend kîlomêtra derbaz bû, rêvebirê wî jê ra got, ku ser milê çepê va bizivire û ewqas rê here, ku bighîje gêdûka Alla-daxê. Ewî usa jî kir, lê tarîyê ser wan da girt û ew bi eskerên xwe va li gundekî berpala çiyê – Azo da hêwirîn. 3ê çirîya pêşin nîvro eskerên wî dîsa dane ser rê, ji gêdûka çiyayê Alla-daxê ya bi berfê va nixamtî derbaz bûn, seheta 10a êvarê gihîştine başûrê çiyê û temamîya şevê bêy ku bisekinin, bi rêyên xewle va çûn û rastî tu bendekî ne hatin. Şeva 3ê çirîya pêşin, berbanga 4ê çirîya pêşin eskeran li cîkî bêdeng, rex şikefta Çekemlerê bîna xwe hildan, hêsa bûn, û nîvro dane ser rê, hetanî 20 kîlomêtra jî çûn û gihîştine warekî çiyayî. Ji wira besteke fire û bedew xuya dibû û li dawîya bestê jî, weke 25 kîlomêtra dûr jî qeza Zîlanderoyê kivş dibû û me didît ku gundên kurda di nav gul û sosina da ximximî bûn. Di nav navbenda qezayê ra çemê Herewanê dikişîya. Wê rojê eskerên me 20 kîlomêtra jî çûn û çend kîlomêtra dûrî gundê pêşin, di cîkî seqirî û xewle da şevbihêrîya xwe kirin”.

9. Di wî şerî da me ji kurda du alayî saz kiribûn, ku di her yekê da 500 esker hebûn, alayîk di nav desteya Êrîvanê da bû, yek jî di nav desteya Qersê da bû. Perçekî alaya kurda ya Êrîvanê da kurdên devera Êrîvanê bûn, lê piranîya wan ew kurd bûn, ku li ser axa Tirkîyê, der û dorên Agrîdaxê da diman û sala 1855a hatibûne alîyê me. Serokatî li ewê alayê dikir serekeşîrê kurda yê bi nav û deng Cefer axa (ew ji kurdên Êrîvanê bû), ku me rutbê çawîşê ordîya rûsa dabû wî. Alaya kurda ya Qersê ji wan kurda hatibû sazkirinê, ku ji paşalixîya Qersê (li ser axa Tirkîyê) bûn û sala 1854a careke din hatibûne pişta me. Serokatî li wê alayê dikir serekeşîrê kurda (ji kurdên Qersê) Ahmed axa. Di her alayîkê da dewsgirtîyên (cîgirên) serekên alayê kazakên me bûn.

Kesên ku dixwestin bibûna mîlîs, dihatine kirêkirinê, ango pere distendin. Hemû musulman, di nav wan da kurd jî hîvî û lava dikirin, ku bibine mîlîs û gelek ji wana bi wî şertî dibûne mîlîs, ku serekên wan ne musulman bin, û xwesma jî ne ermenî bin, lê bira zabitên rûs bin, lê eger ew jî nebe, bira kazakên sade bin. Ewana ji me ra şirove dikirin, ku ew ji wê yekê şerm nakin, ku bin hukumê rûsa da bin, lê ji bo xana an jî bega şerm e, ku ew bin hukumê xanekî din, an jî begekî din da bin û herweha ji bo musulmana jî eyb bû, ku ew bin hukumê ermenîya da bin. Lê ev hemû hindava Cefer axa û Ahmed axa da derbaz nedibûn, ji ber ku qedir û hurmeta wana di nav gişka da û li her dera hebû.

10. N.N.Mûravyêv. Şer ji bo Kavkazê di sala 1855a da. Cild 1, rûpel 86-87.

11. Binhêre serdazêdekirina hejmara 21ê. “Qanûnên ji bo eşîrên kurda, ku serhing Lorîs Mêlîkov 30ê çirîya paşin sala 1855a bi fermana gênêral-adyûtant Mûravyêv amade kirîye. (Ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîsîî).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev