Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ŞERÊ ROSTEM Û EZIRÎF

ŞERÊ ROSTEM Û EZIRÎF
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema pêncîûyekê me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”ŞERÊ ROSTEM Û EZIRÎF” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 51
 Wextekê nava şeherekî qîzek xortek dilê wana ketibû hev: hema bera bavê keçikê xurt bû, ya bavê gede alçax bû, bi wana nikaribû. Dilê keçikê û gede zef hevda hebû, hevdu hebandibûn, ne didanê. Keçikê digot:
-Ez bimirim-erdêrame, sax bimînim-terame.
Gede newêribû ne bixwesta, ne birevanda, gede ro bi ro pûç dibû ji kerba.
Gede rokê nava şeherda çû, lênihêrî pîrek rûniştîye. Selam da pîrê, pîrê jêla nihêrî, selama wî vegirt, go:
-Xortê delal, diya Pîr qurbana tebe, tu tayê dikevî? Tu çira wa ji ruh ketî?
Go: -Diya pîr, qe ji derdê min vegere, derdê min dîye, tu kes nebîne.
Pîrê go: -Diya te qurbana tebe, ji diya xwera beje, ezê derdê te derman bikim.
Gede go: -Dayê, tu derdê min derman bikî, çi bixwezî ezê bidime te.
Go: -Lawo, beje, derdê te çîye?
Gede go: -Qîza flankesê, navê bavê Menşûr, Almast dilketîya mine-ne didine min, ne jî dikarim birevînim, ji kerba wê ez wa bûme, dikeribim.
Pîrê go: -Lawo, wekî tu vir birevînî, wê koka we bînin. Şuxulê xwe gişkî bîne ser hev, keçikê tuyê bivî herî Îranê, mala Rostem, mala Zalê, xwe bavê ber bextê Rostem. Rostem te xilaz neke, kes te xilaz nake.
Eva geda glîyê pîrê kire guhê xwe. Ewî û keçikê hevdu dît. Hergê ewî carekê diheband, keçikê deh cara diheband. Keçikê tivdarekê xwe dît, gede tivdarekê xwe dît, keçikê hilda berê xwe da Îranê. Ro ew ro bû keçik gedeva daxilî nava Îranê bûn. Pirsî:
-Mala Zalê kîjane?
Xortekî da pêşiyê, bir çû mala Zalê. Çû hundurê malê. Kulfetê mala Zalê lênihêrîn eva merîya pûtparêze, ew û keçik. Keçik rûnişt. Gede birin cem Zalê. Zalê jê pirsî, go:
-Qurba, tu çi tevakî?
Go: -Ez pûtparêzim, merivekî alçax.
Go: -Tu van dera çi digerî?
Go, gede rastiya xwe û keçikê, çawa min got, go. Hema Rostem ne li mal bû. Kewkehişa şandibû pey Rostem. Rostem çûbû cem Kewkehişa. Zalê got berdestê xwera, go:
-Vê keçikê bivin herin rind xweykin, heta Rostem tê.
Mala Zalê xwey kirin.
Em ji kêderê xeberdin, şeherê Qeyserê, mala bavê keçikê û gede.
Rabûn, ki keçik tune, mala bavê hema pê hisyabûn dilê wî gedeyî keçikêda heye, derê mala gede girtin: ne gede, ne keçik nedîtin. Cav dane qiralê şeher, qiral emir kir:
-Kî ku evê xeberê minra bêje, keçik kuda çûye, ezê malê dinê bidimê.
Emir kir, telal da gazîkirin, nava şeherê Qeyserê telal Henis hat rastî wê pîrê hat. Pîrê go.
-Telal, qurba, tu îro du ro, sê roje, tu gazî dikî, çi tavaye, ca hela ji diya xwera bêje.
-Qîzik, go, ji şeherê me revîye, qiralê me emir kirîye, kî ki cîyê wê bêje, ezê malê dinê zef bidimê.
Go: -De wekî usane, min bivin cem qiral, ezê ji qiralra bêjim, cîyê wê ez rind zanim.
Pîrê birin cem qiral, telal ji qiralra got.
Qiral go:
-Pîrê, go, tu cîyê keçikê rast bêjî, go, ezê, malê dinê tedim.
Go: -Qiral saxbe, go, keçik niha şeherê Îranêye, ew, gedeva.
Bera pîrê ji xwera şa bive.
Diha qiral emir kir: “Herçî destê wî dar digire, ordî gerekê tivdarekê xwe bivîne, herine ser Îranê şer”. Pelewanekî wî xurt hebû, navê wî Ezirîf bû, kire sereskerê xwe, qumandarîya esker da dêst, go:
-Tu şeherê Îranê usa bikî alt, ustîyê hev bikî.
Ezirîf esker hilda, çadir-xeybetava, esker-leşkerava, berê ordîyê da Îranê. Berbanga sibê dora Îranê çadir-xeybet usa lêxistîye. Cav dane Zal. Zal lênihêrî, belê, çawa divên, usane, hinek tirsyan, hinek netirsyan. Zalê merivekî xwe, navê wî merivî Jîrikê Mila digotin, şand cem, go:
-Kuro, here cem, binhêre çika ev çi eskere?
Jîrikê Mila çû derkete huzûra Ezirîf. Ezirîf jê pirsî, go:
-Tu çi tevakî?
Jîrikê Mila go: -Ez îranîme, ez hatime pirsekê ji te bikim. Eva çi eskere, ev eskerê kuda here?
Go: -Qurba, go, eskerê Ezirîfê, qîzek me, gedekî me revîye hatîye vî şeherî. Em seva wê hatine. Qîza me, gedê me bidin: didin, bidin, nadin-emê şeher alt û ust bikin.
 Jîrikê Mila bi aqil bû, go:
-Ezirîf, go, wekî tu hatî, usa moleta te heft roja me hebe, em bigerin: şeherê meda be, emê qîza te û gede bidin.
Go: -Here, heft roj na, çardeh roj wera molet.
Jîrikê Mila vegerya. De xwera-xwera rex ketin, jê pirsîn. Çû derket cem Zalê. Herçî merivê şeher gişt dora Zalê top bûn. Hineka go:
-Canim, go, Zal xweş be, evê me alt û usta bike, were em keçikê û gede bidin.
Hineka jî go: -Na, navê mala mera çi? Ew xwe bavêje mala Zalê, em jî usa bikin, navê Rostem qels dive.
Hema Gurgîn pelewan şerda mabû. Zal go.
-Gurgîn pelewan, heft nîvê şevê be hine xort hildî, tu cavê bidî Rostem. Rostem ne li male, wê şeherê me zirarê bidê.
Gurgîn pelewan hêrsa wî hat, go:
-Çawa, çira em mirine, emê dewê pêra bibînin. Rostemê bê bi me bikene.
Çadir-xeybet dûrî şeher, kêlaka şeher, ji xwera lêxistin. Gurgîn pelewan têda esker bir top kir. Herçê eskerê wî Ezirîfra şerkir. Şerekî gumreh: gure-gura gurza, şîrqe-şîrqa mertala erd û ezman tev hilanî. Herneyse, eskerê Ezirîf zor da eskerê Îranê: hey zorê didê, hey zorê lê dike.
Xalitî Nebeza hebû. Zalê şande pey Xalit, go:
-Lawo, tu sihîdê mala meyî (zengil dikine linga). -Kaxezek nivîsî, dayê, go: -Xalitî Nebeza, go: heft nîvê şevê be, vî kaxezî bigihînî Fîrdûsî. Xalitê Nebeza kaxez hilda haydê, herkê riya du ro bû, rokê çû, gîhande Fîrdûsî-daê kaxez.
Fîrdûsî kaxez bir da ser çoka Kewkehişa. Kewkehişa kaxez xwend: “Ez hîvî ji te dikim, şeherê me dest dijminda zinêqetîyê da ye, Rostem bişînî, eskerê Ezirîf dor me girtîye, koka pelewana li me anî. Gurgîn pelewan tenêye, Rostem bişînî”. Kewkehişa wê sehetê cav şand, Rostem hat. Kewkehişa kaxez da Rostem. Rostem nihêrî, ki bavê nivîsîye. Rostem çil cot pelewan, hesavê bazirgana, berê xwe da şeherê Îranê. Daxilî kêleka şeher bû. Lênihêrî xirmîna gurz û kebendaye, şerekî girane. Rostem duşurmîş bû, çadir-xeybetê xwe hema cî bi cî lêxist, nehre ser nehira rahişt. Zelzele ket nav eskerê Ezirîf. Gurgîn pelewan şa bû, nehrê Rostem nas kir. Rostem mîna gurekî bikeve nav kerî pez-ew qender şerkir, cendek-cendek sekinî. Cav dane Ezirîf:
-Eskerê Zalê koka eskerê me anî.
Go: -Kuro, hela binhêrin, go, eva çi eskere?
Merivê serwext navda hebûn, go:
-Hebe, tunebe, ev zerpê Rostemin.
Ezirîf nav di eskerê xwe da, go:
-Gişk bi hevra siyarbin, gişk bi hevdura bin, bi hevra Rostem karbin, bidine gurz û tîra, xên ji beg û feqîra gişk li Rostem karbin.
De bû ximîna wan û Rostem, eskerê Ezirîf derbekê hilşiya ser Rostemda, terka Gurgîn pelewan dan. Rostem usa kir: “Gêrî gutran xeber olmedî”. Ezirîf girt, bire cem bavê xwe.
Zalê nihêrî ki Rostem usa bûye, qimilîye, çevê wî tijî xûn bûne.
Şabûn kete nava şeherê Îranê, herçî eskerê Ezirîf, herçî revî tu here, xwe ancax xilaz kirin. Ezirîf tenê ma. Zalê go:
-Lawo, qîz û kur awa hatin, Gurgîn pelewan jî dew pêradanî. Gurgîn go, wekî em bidin keçikê, Rostemê bê me bikene. Dew pêra danî, gele eskerê me jî telef ket.
Rostem go: -Bavo, me heyfa gişka hilda, me ew jî girt, anî. Ezirîf girt, anî.: tu niha çawa emir dikî, ez bikujim, çawa bikim?
Go: -Lawo, mala me maleke mirazbexşe, lema teslîmî te bûye, gere tu bibaxşînî.
Gazî Ezirîf kir, baxşande Ezirîf, da destê sê-çar xulama, Gurgîn pelewan pêra çû, birine tixûbê wî berdan, zivirîn hatin cem Rostem.
Rostem ew keçik, ew gede xwey kirin cem xwe.
Ew çûn mirazê xwe şabûn, tu jî mirazê kurê xwe şabî.
Ewe, kuta bû.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev