Helbestvan Maria Luise Weissmann

Helbestvan Maria Luise Weissmann
Ji toreya biyaniyan

Tengezar Marînî

Weissmann di 20.08.1899an de, li Schweinfort ji dayik bûye. Wek nivîskareke pexşanê, çîroknivîs û helbestvan tête naskirin. Weissmann di nav maleke ronakbîr de mezin û perwerde bû. Bavê wê profesor û mamosteyê dibistana Gimnaziyom bû. Di sala 1918an de, wek torezanekê derket pêşberî xwendevanan. Berhema wê ya yekem di rojnameya Fränkische Kurier hate weşandin û bû sekretera yekîtiya torevanan li Nürenburg. Ji ber zîrekiya wê, kete redeksyona weşanxaneya Oskar Schloss li Münchenê û di sala 1922an de şû bi xwedanê weşanxaneyê Heinrich F.S. Bachmair kir.
Komhelbesta wê ya yekem ji helbestên wê di navbera 1918-1920an, di bin navê „Das Frühe Fest: Anhenga berwext“, li Pasing û di sala 1922an de hate weşandin.
Hêjayî gotinê ye, ko Weissmann ketiye bin kartêkirina helbestên Rilke û Hofmannthals de. Di pey re hinek berhem û di nav wan de jî 6 Sonett hatin weşandin.
Maria Luise Weissmann, ko carnan bi navê M. Wels jî dinivîsî, li Münchenê, di 07.11.1929an de wexer kir û li Goristana Waldfriedhof hatiye veşartin.

Êvar
Ez herdem pîroz dibim „Kaur“
Û li xwîna xwe guhdar dikim
Gujguj, ji sûlaveke tarî tê
Li giyanê min bipirse
Qeyikvanekî westiyayî ye
Sîbera te, li kendaveke gerînek.
Lê tu nehatî
Demek dirêj bendewarê te bû,
lê li dawiyê, tu di ser kendavê ve anî
• Kaure: oldarê diyaneta Sîxan ya hindî ye û pîroz e

Sonett
Awira xwe guhert! Li min rast hat
û derba mirinê li min da. Erê ez neşemitîm
ne bi dilê min bû, ko bibe dengedeng:
Tenê ji mirina min, vê ronahiya tarî bibe,
awirên xwe dûr bike! Ev nedaristan e
min amade dike mîna birîna giyaneweran,
di demeke nêzîk de; û bêy tu bixwazî
ji bo veşartinê min hişiyar bike, hîn –
dilovanî heye! – û xwe belav dike
û ev awira min ya carekê diyar jî
wêne hatiya kişandin: pêşkêşî Şah î kir
ew ê xwe diguhere Nero bi xwe ye, bi serê tîr ve
fişareke seyr e, ew dîmen diçe:
gelekî teqez dike birîna xwe ya girnijiyane.

Çavên min
Dema tu bihêyî
pêdivî ye çavên min
vegerin tariyê
mîna berbi mirinê ve

Ji dema tu terk kirin:
Xayîn-
Li vê çaxê her dem
Di bin rehma bivir de ne

Evîna Mirî
Min çi kirî
Şêrîniya ronahiya we
tişta we xerab kir
Rûyê min
çima ew mir?
Ez nizanim

Çîroka bûkê
Weha mirî bû
Awir bawer dikir;
Hinarkên sor
Kesê lê nihêrî
ji nû ve ji hiş diketin

Gava ko
Celta serî bidest xwe ve îna
wek berê-
werîs jê vebû
Gava ew celta serî pê ket
Xeber da:

Te çi xwestî
Di wê demê de, di ronahiyê de
Çi ez berbat kiribûm
Ji bo rûyê te
Çima ez mirim
Ez nizanim.

em herdû dizanin
Nizanin çi bûbû
Em xemgînin
Em nêzîkî te ne
li kêleka te ne
erê min bêriya te kiribû

Hîn baştir e tu
destên xwe bidî min.
ew bi wê germahiyê ye
dema hat
agir berda hinavên min?

Kevnar
Husss, evîna min; dev li ser dêv
Em mezin bûn, pîr û kal bûn
Ji dema şîrdanê ve
wisa kevnar mîna daristaneke kevnar

Kevin, mîna heyvê, roniya rûyê min,
tu li asîmanan hezar salî
kevana heyvê ya tenik
ya ez nêçîra wê bûm.

Kevnar mîna deryayê, têrbûna tarî
Ew pêla, ko bêriya te dike, xwe çem te dike
Tîrê hemdemî: bikeve nav me de
Tariya xwîna ezel.

Dil
Zor caran spêdeyek, bayekî hênik
an jî xwe radigire ta nîvro. Sîbera şevê pêrgî te dibe
Zor caran jî êvarek, berjêrbûn li kêleka pesaran
Her dem dengê gava netebûtiya gerok ji dûr tê te.

Werger: Tengezar Marînî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev