Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Dengê Kurdistan arşîva dîjîtal ya rojnameya ROJA WELAT (1977-78) diweşîne

Dengê Kurdistan arşîva dîjîtal ya rojnameya ROJA WELAT (1977-78) diweşîne

Rojnameya ROJA WELAT ku di şerê azadiya gelê Kurd de ciyekê xwe yê giring û bi rûmet heye, di salên 1977-1978`an de, ji aliyê Kemal Burkay û hevalên wî ve bi zimanê kurdî û tirkî hat derxistin.

Roja Welat, di hoyên gelek giran û dijwar de derdiket; herçend dewleta Tirk hema-hema hemû hejmarên wê kom dikirin, qedexe dikirin, dîsan jî wê bi traja xwe ya 30-40 hezarî di nav Gelê Kurd de dengekî bilind veda. Heta hingê ji ber bandora siyaseta înkarkirinê û piçûkxistinê ya dewleta tirk a kolonyalîst, di nav gel de baweriyeke wisa hebû ku mirov nikare bi zimanê kurdî bixwîne û binivîsîne. Lê ROJA WELAT a ku ne tenê li bajaran, herwisa li gundan, li zozanan jî digihîşte destê xelkê, ev bawerî pûç kir. Belê, ev rojname êdî îsbat û nimûneyek bû di destê hezaran de ku zimanê kurdî jî zimanê nivîsandin û xwendinê ye. Ku kurd jî wek her milletekî, xwedîyê welat û zimanekî xweser in.

Bi kurtî, rojnameyê di wê serdema de hişyarî û pêzanîya neteweyî geştir û bilindtir kir. Ew projeyeke hişyarkirin, ronahîkirin û bi rêzkirinê bû di nav gelê kurd de. Xebateke dîrokî ya serkevtî bû.

ROJA WELAT a ku ronahîyê berdide ser dîroka têkoşîna zadîya gelê me a nêzîk, êdî di înternetê de di xizmeta we de ye. Formata dîjîtal a ROJA WELAT bi xebata Nuri Göçmen ve hatiye amadekirin. Her duwanzde (12) hejmarên orîjînal yên rojnameyê ji arşîva arizî ya Fahrî Ölçer hatine wergirtin.

Dema em wê wek arşîveke dîjîtal pêşkêşî xizmeta xwendevanan, lêkolîneran û xezîneya dîrok û çanda kurdî dikin; em hemû wan kesên ku di derxistin û belavkirina rojnameyê de keda wan hebûye, bi rêz yad dikin.

Dengê Kurdistan

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev