ŞOPÊN QELEMA TÊMÛRÊ XELÎL

Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurdên Sovyetê

SLXLM
 
Têmûrê Xelîl, vê carê dergehê antolojiyeke bergehfireh li ber me vedike; bi Kurd-manciya xwe’y ezdahî, bi zarê xwe’y maderşahî û nazenîn bang me dike, me vedixwîne û me dibe li çiyayê-n qaf û qafê çiyayên kurdmênc diezimîne. Me li qullik û qewarên veşarî ên sîvanek, spêde û zozanên êşa me digerîne; me dibe li tarîgeh û maxzenên “do”ya me dihikumîne, me û rastiya me yî binerdkirî bi hevdu dihesîne; bêwelatî-bindestî-mihûzî-perperîşanî-tevkujî-sirgûnî-yawerî-birçîbûn û jana me bi bîra me tîne; dihêle ku em bibînin û bihisînin bê çawa em ter’hên Kurd-manc in û ji koka xwe’y saf û esîl, “Ezdahî”yê kişiyane.

Têmûrê Xelîl, bi hilmeke fireh, bi kedeke şayanî şabaşê, bi hûrbînî û kûrbîniyeke edebiyane, xwîner û 35 nivîskar û şa’irên kurd ên Sovyêta kevin (bi wateya xwe’y eslî: qeşageha sirgûnê) bi hevdu dihesîne. Êdî ji vê gavê û şûnde, hukum û zeman ji navê vedikişe – lewra, êdî Edebiyata Kurd-manc dipeyive.

ANTOLOGIYA 35 HELBESTVAN Û NIVÎSKARÊN KURD ÊN SOVYETÊ

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Antolojî

Rûpel: 307

Weşanên NA

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev