Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Peymana Sevrê û Serhildanên Dema Cûmhûriyetê -1

Peymana Sevrê û Serhildanên Dema Cûmhûriyetê -1
Welat Agirî

Beriya qal û behsa vê peymanê, em dikarin hinekî ser rewşa kurda û ya Dewleta Osmanî a wê demê bisekinin. Di sala 1789an de bi Şoreşa Firansî re deftera împaratoriya dihate girtin û rûpeleke nû vedibû. Êdî dem ne dema siltan, padişah, kayser û kînga bû. Ew gelên di bin bindestiya malbatekê an jî netewekî serî hildidan û gav bi gav rêya azadiyê pê dikirin.

Împaratoriya Osmanî jî gelek mezin bû bin hekîmyeta Osmaniyan de tu ereba bigre heta yûnan, ermenan heta sirpan, kurdan heta makedonan û bulgaran heta macaran, boşnakan heta gurcan cur bi cur milet hebûn.

Wan gelan Şoreşa Firansî xwe re wek mînak girtin û dest bi daxwaziya azadiyê kirin. Sala 1878an de Gelê Sirp ji Dewleta Osmanî veqetiya û pey wan jî gelên din yek bi yek bûn xwedî dewlet. Lê mixabin kurd ji hêsirî û bindestiyê xilas nebûn. Birastî heke em bejin kurd bindistiyê xilas nebûn, ew ê bibe dereweke bêbinî. Dive em bêjin kurda nexwest hêsiriyê xilas bin. Jorê gelek milet hatin jimartin, ma bulgar ji kurdan jêhatîtir bûn? Yan jimara sirpa ya kurda zêdetir bû? Na, aliyê şer û ceng de tu kêmasiyên kurdan ji miletên din tune bûn kêmasiya kurda bêtifaqî bû. Yekîtî navbera Kurmanca de nîn bû û mixabin îro jî nîn e. Ne tenê Sirp, yunan û ermenan, kurdan jî di sedsala 19min de gelek caran serî hildan. Babanan, Bedirxaniyan û pey wan re Êzdînşer û dawiya sedsalê de jî Ubeydûllah Nehrî Osmaniyan re ketin cengê û yek bi yek tek çûn.

A niha pirseke din dertê hemberî me; kurd çima serneketin?

Heke heya vir, em bi kurtasî bûyer û tekoşînên kurda binhêrin, du cur kurd tên dîtin. Yek ên dewletxwaz û yên din jî dîndar an jî oldar. Jixwe ew têkçûyin eserên oldaran bûn. Erê mixabin îro çawa kurd bi rêya biratiya gelan tên xapandin, wê rojê jî bi biratiya olê dihatin xapandin. Peyv û lafiz tên guhertîn lê xapandina kurda daîm û qaîm e, wek berê şiverêya xwe de berdewam e. Alîkî ve mîrên kurd serî hildidan û îlana şer dikirin, aliyê din ve jî yên dîndar piştgirî didan osmaniyan û dibûn bela serê kurdan.

Sala 1914an de Şerê Cîhanê dest pê kir. Rewşa Osmaniyan gelek xirab bû, dewlet nexwaş bû, ber bi mirinê bû. Gelên bindest yên mezin û piçûk bi tekoşîn mafên xwe dest xistin û bûn xwedî dewlet. Wê demê de Kurda dewsa azadiyê koletî hilbijartin û bi hemî hêzên xwe ve piştgirî dan dewleta mirar.

Tiştekî balkeş heye ku divê were behskirin. Kurmanca hewldidan ku Dewleta Osmanî ji têkçûnê xilas bikin û aliyê din ve jî Jon Tirka hewldidan Osmaniyan xerabkin. Dawiya şer de osmaniyan tu serkeftin dest nexwistin û hekîmiyet derbasî Tirka bû. Di serî de ji aliye Tirka gelek soz hatin dayin, peyman hatin çêkirin ku Tirk û Kurd xwediyê dewletê bûn. Lê ev derewek bû, Kurd dihatin xapandin.

Mistefa Kemal derbasî Anatolyayê bûbû û name ji beg û mîrên Kurd re dişand. M Kemal ji Kurda alîkarî dixwast û bi alîkariya Kurda, welatê ji dijmin bihata xilas kirin.

Herçiqas yên azadîxwaz di rêya dewletbûnê de karê pîroz kiribin jî, bi zêdeyî kurd, aliyê Tirka û hemberî Ûris ketin şer.

1920a de destê Tirka de Anatolya mabû. Dewletên serketî û yên têkçûyî li Parîsê kombûn ku peymanekî bînin holê. Ew cara yekemîn bû ku Kurd platformeke înterneyşinil de dihatin nimandin. Şerîf Paşa û heyeta wî li Parîsê Kurd temsîl dikirin.

(dûmayîk heye)

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev