DI HERDU ROMANÊN EREBÊ ŞEMO “JIYANA BEXTEWAR” Û “HOPO” DE TÎPÊN ŞOREŞGER ÊN ROMANTÎK

DI HERDU ROMANÊN EREBÊ ŞEMO “JIYANA BEXTEWAR” Û “HOPO” DE TÎPÊN ŞOREŞGER ÊN ROMANTÎK
Destpêk

Di dîroka neteweyên cîhanê de roman xwedî ciyekî taybet e. Lewra ji celebên berhemên wêjeyî ya herî zêde derfetê dide nivîskar -di bin navê nivîskar de ew îdeolojiya ku pê hatiye şîrovekirin- ku nêrîn û xeyalê xwe bi xwîn û goşt bike, di nav rûpelan de bide xeberdan, derxe pêş, bipesîne û yan reş bike. Loma ev têkiliya bûye eger ku piştî di sedsala 18an de li ser rûyê cîhanê netewedewlet berêka ji bin pêşa împaratoriyan derkevin. Jêdera wan haveynê xwe ji Rojava girtiye, wekî wê wêjeya modern a ku xwe ji kirasê klasîk rizgarkirî jî dest pê kir ji heman çavkaniyê xwe gîhande der û dora xwe. Ji ber vê, dema di sedsala 20an de nexşeya cîhanê bi xet û sînorên nû û nûjen ve hate dabeşkirin, di vê çalakiyê de rola romanê jî hebû. Jixwe gava ku netewedewletekê “serxwebûna xwe” radigihand, pê re ji bo klasîkên cîhanê yên heya wê hingê hatine weşandin wergerîne ser zimanê xwe yê fermî, saziyên ku tenê karê wan werger û weşandin bû ava dikirin. Êdî ji vê şûnda tiştê dima wergerandin û ji wan xebatan wergirtina mînakan bû. Ev axa ku em li ser dijîn jî ji vê yekê para xwe hilda, lê ne ji bo xêra xwediyên xwe!

Gava li ser vê şopê mirov lêkolîna xwe dimeşîne di encamê de ji bo zimanê Kurdî jî rastî çîrokeke ji hinek hêlan ve dişibe vê qewimînê tê, lê di vî dîmenî de hinek cî kêm in û ew serkirdeyê ku di wêneyê neteweyên cîran -wekî Tirkan- çalak in, heta ew bi xwe rê li ber van xebatan vedikin, di wêneyê Kurdî de qet xuya nabe dewlet e, lewra heya nika pêk nehatiye. Lê di wêneyê Kurdî de ew rola sereke ketiye ser milê kesayetiyên xweser; wekî şivan, xulam û kedkaran. Ji bo sedemên vê encama ku îro jî bi hemû jîndariya xwe li jiyanê mêvan e -qet nebe em wê mîna mêvan dihesibînin- û him jî mêvanekî demdirêj e, em nikarin tiştekî jê re bibêjin.

Erebê Şemo

Belê ji wan kesên ku xwestine rê li ber gelê Kurmanc (di romana Erebê Şemo Jiyana Bextewar de wê hingê li dewsa Kurd, Kurmanc hê bêtir li ber çav e, lê di Hopo de berêka ve peyva Kurd jî zêde tê bikaranîn)[1] vekin yek jî şivanekî Kurmanc e. Lê barê li ser milê wî ji taqeta wî der e. Lewma gava rexneyê li berhemên wî bên kirin, divê ew rexne ne tenê li para wî bikevin, lewra ji wê rexeneyê para mezin ya dewletê ye ku hê çênebûyî.

Erebê Şemo yê ku bi xulamtî û şivantiyê derketiye li ser dikê, bi wê nemaye, ew şert û mercên ku di heyama wî de ji bo gelekan bûne sedema bêhêvîtî û sistiyê, seba wî bûne derfeta hînbûnê. Di hemû quncik û keysên jiyana xwe (1897-1978)[2] de xwe fêr dike û dê paşê, yanê di paşerojê de van hînbûn û destxistinê xwe bi civaka xwe re parve bike.
Jiyana Bextewar û Hopo

Di vê nivîsê de emê di nav rûpelên herdu romanên Erebê Şemo (Jiyana Bextewar, 1994)[3] û (Hopo, 2007)[4] de li ser şûnewarên şoreşgeriya romantîk, baweriya bi şoreşa (!) Sovyetê -ku ev jî diyardeyeke realîzma sosyalîst e- û xelaskerê hemû gundî, pale û zehmetkêşan raçavî û gerekê bikin.

Di nirxandinên ku li ser Erebê Şemo û romanên wî tên kirin de[5] ev herdu roman “Jiyana Bextewar” û “Hopo” wekî berdewama hevdu tên nasandin. Bi rastî jî dema ku mirov li van herdu romanan dinihêre wekî du helqeyên li pey hevdu tên xuyanê. Cî, kes û bûyerên tewna herdu romanan li ser hatiye darxistin yek in.

Di Herdu Romanan de Tîpên Şoreşger

Di Jiyana Bextewar (J. r. 36) de ji eşîrên Kurdên Serhedê Sîpkan ji ber zilm û neheqiya Romê ji welatê xwe Entabê[6] ku ev der di navbera çiyayên Sîpanê Xelatê, Eledax, Kosedax û Dumanliyê[7] de ye direvin xwe diavêjine ber bextê Ûris. Lewra wan bi çavê xwe dîtibûn ku mexluqetê Ûris bi tu awayî zilmê li xelkê nake, heta heke qurçek şîr jî bibin ne bi zorê bi pereyên xwe dikirin (r. 122).[8] Loma ew zilma qaymeqam, milazim û paşayê Romê û edaleta Ûris berawirdî hevdu dikin û weldigerine wî aliyê wan (J, r. 36-37). Bi vê destpêkê meriv êdî pê derdixe ku Erebê Şemo yê minetdariya xwe ya ji Ûris re, dilsoziya xwe ya ji Bolşevîkan re û jiyana di bin per û baskê realîzma sosyalîst[9] de zîl vedaye û dê wan bi xwener bide hezkirin. Loma gava rûpel diqulibin, bîn û buxza vê mîsyonê hê bêtir li serçavê merivan dixe. Bi rastî ev yeka di nav rûpelên romanê de, di nav bûyer û qewimînên rojane de teşe digrin, lê gava tê rûpelên 233-234-235 êdî nivîskar xwe zeft nake bi devê qehremanê xwe Sehîd xeberde, wî dide aliyekî bi xwe dest bi vegotinê dike û hevokên bi cînavka “me” yê saz dike.

Ev yeka di Hopo de jî berdewam dike. Lewra bi saya serê eskerê sor  (H, r. 64) Kurdan ji xwe re jiyaneke azad ava kiriye. Bi dil û can diçine “şerê weteniyê” heta jinê wan gava wan dişînin şêr nagrîn û serçavê xwe jî venarûn û mêrê wan jî êdî kilama diavêjine ser “dîwana sovyetê”:

…Kawê, welle em îcar naçin cem şêx û mella,
Em ê destê hev bigrin herine dîwana van Sovêta… (H, r. 18, 50)

Jiyana Bextewar bi teswîra gundekî Serhedê (J. r. 11) dest pê dike, bi danasîna jiyan û edetên Kurmancan berdewam dike, wekî bindarûk, kosegelî, dewat -hatina rovî- (J. r. 13). Di nav xwe de qala gelek edetên qencê wekî mêvanperwerî, mêranî û dilpakiya wan dike (J. r. 126) û ev di Hopo de jî berdewam dike wekî beranberdan, dewat û hwd. (H. r. 157, 164).

Di Jiyana Bextewar rûpelên 17an de hêdî hêdî muqayeseya dewleta Romê û ya Ûrisetê tê xwanê. Jixwe nivîskar di vê mêla xwe ya bal bi Ûris ve de neheq jî nîne. Lewra paşayê Romê bi destê milazim, qaymeqam, kûlak û axayê Kurmancan yên ji wî re bûne noker neheqiyeke gelekî mezin li gelê belengazê bêhêz û bêziman dike. Radibin tên bertîl, xerc û xerecê bi zorê ji wan distînin û hetta ji ber ku li mala wan xwarin xwarine, bi vê kirina xwe ewna rûmetdar (!) kirine, kirya diranê xwe (dîş kîrasi) jî ji wan distînin (J. r. 21-34).[10]
Jixwe loma gelek bineliyên herêmê wekî mala Emerikê ya ji eşîra Sîpkan jî karê xwe yê revê dikin (J. r. 36) û ber bi hêla Qaqizmana ku wê hingê di bin hukmê Ûris de bû direvin. Piştî reveke bişer û tirs xwe digihînine ber şewqet û hemêza Ûristê (J. r. 43). Li wir Ûris wana li nehiya Nexçivanê bi cî dike, diesilîne, bi nan û av dike. Piştî ku li wir bi cî dibin êdî ji xerc, qimçûr, teşîr û olama axayan xelas bûne. Car carna axayên wê derê jî neheqiyê li gel û gundiya dikin, lê ev ne emrê dîwan/dewletê ye (J. r. 47-48). Piştî vê di nav herka bûyeran de êdî ferqa di navbera bolşevîk û emperyalîstan de, di nav Ûris û 14 dewletên Ewropî de (r. 164), di nav gundî, pale û monşevîk/daşnakan de derdikeve pêş. Miletê belengaz heya wê demê ne tenê di bin nîrê Romê de bû, lê bi destê axayên ji Kurmancan -wekî Silêman Beg J. r. 25-, ji Ermeniyan -wek Mirav Beg J. r. 88- ji Eceman -wekî Meşedî Abas Xan J. r. 125- jî dihatine zêrandin û zilm li wan dihate kirin.

Reş û Spî yan jî Qenc û Xirab

Piştî sala 1914an êdî di nav dewletên cîhanê de şerê yekemîn dest pê dike û lewma di nav Ûristê bi xwe de jî şerê bolşevîk û monşevîkan derdikeve. Nivîskar di vê romanê de berêka ve muqayeseyên di navbera Rom û Ûrisetê (J. r. 91-93) jî bi awayekî eşkere berdewam dike. Êdî şerê pale, gundî û kedxwaran gûr dibe û pîrozkirina 1ê Gulanê tê rojevê (J. r. 102). Jixwe êdî dîwanê kolhoz ava kirine, erd, ga û hemû hacetên lazimî wan in dane gundiya. Gundiyan berê olama axayan dikir nika ji xwe re dixebitin.

Erebê Şemo di vê romana xwe de xwe jî wekî karekterekî dide xeberdan, lîstin. Wekî rastiyê, di vir de jî kurê golikvanê gund e û navê wî Misto ye (J. r. 65) û di navbera milet û xebatkarê dewletê de berdevk/wergêr e. Dê paşê jî bibe endamê partiya bolşevîkan (J. r. 95-105, 192, 194), bixwîne, tezên Lenîn hîn be û bi zanebûna xwe ya zimanên Ûrisî û Ermenîkî bixebite ku ev fikra li ser xebata helal ava bûye di nav miletê Kurd e bela bibe[11] û digot Lenîn xweyê kasiba ye, yê bê hewariya wan (J. r. 154, 161). Jixwe piştî van xebatan Kurd hişyar dibin û bi taybetî jî jin (J. r. 116-117), ewna jî xwedî heqê xwe derdikevin û dizanin ku karê wan ne tenê kulîn, dotina pêz û dêwêr û çêkirina tepika ye.

Dîsa bi xêra Ûris û Lenîn xwendin, dibistan dikeve nav Kurmanca -bi taybetî jî Êzdiyan de- (J. r. 181, 189; H. r. 163). Tenê ne evna ne, hê gelek qencî û xêra Lenîn û Sovyetê gihîştiye Kurmanca; wekî ji holê rakirina edetên berê yên di navbera xesî û bûkan de –bûktî- (H. r. 83, 191). Mîna berê êdî xweyê/xwediyê qîzan ne bav û birayê wan in ku wana bidine mêr, lê xweyê qîzan Dîwana Sovyetê ye (H. r. 124). Dayîna qelend berêka ve ji nav Kurmancan radibe, qelendê pêşîn jî ya Zînê ye û jixwe wê bi xebata xwe meqama qîz û jinê di nav milet de guherandiye, (H. r. 205) û keçrevandin ne şanê komînîstan e, (H. r. 246).

Gava meriv vê romanê dixwîne ew têkiliya Kuradan ya bi dewletên ser hikûm re berevajî dibe. Lewra li hemû Kurdistanê -ev peyv carekê tenê di romanê de derbas dibe (J. r. 54)- ji ber neheqî û zilma wan civakeke bibe dilsoz û qurbana dewletê peyda nabe, herdem di navbera wan de dijberî û şer heye. Lê di Jiyana Bextewar û Hopo de Kurd di ber dewletê de bi rûh û can li hember faşîst, daşnak, axa, kapîtalist û emperyalîstan şer dikin, dibine eskerê sor, dikujin, birîndar dibin û tên kuştin, nahêlin zirar bigihêje dewletê (J. r. 242, 250, 251, 252, 253; H. R. 18, 27, 52, 64). Lewra hemû hebûna wan bi saya komînîzmê pêk hatiye, bi wê pêş ketine (J. r. 204) û Jiyana Bextewar bi wê bûye para gelê Kurd (J. r. 253). Bi saya serê dîwanê jiyana bextewar bi pakî berdewam dike (H. r. 263).

Hin Kêmasî

Bi kurtasî emê li vir qala çend tiştên teknîkî bikin. Di hêla îmla û rastnivîsê de kêmasiyên Jiyana Bextewar zehf in. Lê ji ber ku ji tîpên Krîlî hatiye guhestin vê gavê em nizanin ev xeletî ya kê ye. Di alfabeyê de ev herdu tîp (i, ı) li dewsa van herdu tîpên Kurdî (i, î) hatine bikaranînin. Di Hopo de redekteyeke nû hatiye kirin.

Di Jiyana Bextewar û Hopo de du Emerik hene û yan jî Emerik yek e. Ya rastî ya meriv fêm dike Emerikek e. Lewra di Hopo de jî ew heye û mirina wî dibe mijar (H. r. 101, 237-241). Lê nivîskar di derheqê emir û jiyana wî de tevlihevî kiriye. Di serî de kesekî dewletî, kal û kalik e (J. r. 12, 13), lê ji pey re feqîr e, kurekî wî tenê heye -paşê dibe dudu, carna dîsa dibe kalik- (J. r. 70, 160). Her çendî di çend ciyan de qala wî bike bibêje, zarê wî hemû mirine, malê wî ji dest çûye -heke nivîskar bi vê bisekiniya û yan jî bûyer li gor vê bida qewimandin dê bihata fêmkirin-. Tiştê ku herî zêde dibe sebebê tevliheviyê têkiliya Emerik û Sertîb e. Lewra di destpêkê de Sertîb neviyê Emerik e, di dawiyê de ev têkilî nayê xuyanê, meriv tê dernaxe ewna kalik û nevî ne (J. r. 92). Lêbelê gava Emerikê bimre meriv pê dihese ku Emerik kalekî sed û bîst salî ye û ew kalê pêşîn e (H. r. 27, 237-241).

Di nivîsîna navê Sehîd de tevlihevî heye. Di serî de (J. r. 71) Seîd e, paşê dibe Sehîd (J. r. 148) di herdu romanan de heya dawiyê wisa berdewam dike. Herweha navê Xudêda di serî de (J. r. 48) Xudêda ye, lê paşê (J. r. 170) dibe Xudo. Li gel vê emrê wî 120 e (J. r. 49) û paşê gelek sal ser re derbas dibe û îcar emrê wî 100 sal e (J. r. 65). Herweha tevliheviyeke bi vî rengî di derheqê Hopo de jî heye. Di serî de (H. r. 55) Hopo nêzîkî 80 salî emir kiriye û paşê çend sal ser re derbas dibin, îcar emrê wî dadikeve dibe 70 sal (H. r. 188). Ji van xeletiyên maddî yek jî di derheqê navê pîrka Zînê de ye. Di serî de (H. r. 93) navê dayika Zînê “Bêzê” ye. Lê piştî ku dayika wê Bêzê dimre, îcar navê pîrka wê dibe “Bêzê” (H. r. 94-95) û wisa berdewam dike.

Wekî Encam

Tîpên şoreşger xwe ji bo xizmeta gelê xwe dikine qurban, nefspiçûk û xurt in. Civakê gelekî tengasî kişandiye lê bi tena serê xwe nikare xwe ji vê rewşa nebaş bifilitîne. Ji ber vê divê gel perwerde bibe û pêşîkêşekî wan hebe. Qehremanê xêrxwaz, ji her alî ve merivekî qenc e, li hember hemû tengasiyan bi ser dikeve, herdem di xizmeta civaka xwe de ye û alîkariya wan dike.”[12]

Dema mirov bi giştî li romanên Kurdên Qefqasyayê dinihêre ev jî di serî de romana Kurdan ya pêşîn ya Erebê Şemo Şivanê Kurmanca de û bi giştî di wanê din Jiyana Bextewar, Hopo, Dimdim de; di romana Heciyê Cindî Hewarîyê de; di romana Sehîdê Îbo Kurdê Rêwî de di romanên Eliyê Evdilrehman Xatê Xanim, Gundê Mêrxasan, Şer li Çiya de ev tîp derdikevin pêşberî mirov. Ji ber vê jî meriv lehengên van romana û rastiya jiyanê dide ber hevdu resmekî xeyalî pêk tê, ango rastî û roman li hev nagire û romannûs îdealên xwe di bin xêliya realîzmê de pêşkêş dikin.
[1] Erebê Şemo navê romana xwe ya pêşîn ku ev jî gelek salan di nav “Kurmancan” de wekî Şivanê Kurd hate nasîn -ev yek di Hopo, rûpelê 80yî de jî wekî Şivanê Kurd derbas dibe- herî dawîn di sala 2009an de di nav weşanên Lîsê de li gel orijînala wê û bi navê xwe yê rastî derkete pêşberî xwendevanên “Kurd”. Bnr. Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca, Amadekar: Mustafa Aydoğan, Weşanên Lîs, Amed, 2009; Erebê Şemo, Hopo, Weşanên Lîs, Amed, 2007.

Dibe ku di derheqê berhemên wî yên din de jî tevliheviyeke bi vî rengî hebe. Bo mînak berhemeke wî bi sê navan tê zanîn; Tarîxa Şoreşa Oktobrê, Terîqa Rêvolûsya Oktobrê, Riya Şoreşa Oktobrê. Lê ezê li ser peyva pêşîn rawestim. Bi baweriya min ji van navan ya herî rast a Serhedî “Terîqa Rêvolûsya Oktobrê” ye û peyva “terîqê” ne di wateya “rê” de lê di wateya “tarîx”ê de ye. Lewra di nav Kurmancên Serhedê de peyva “tarîxê” îro jî wekî “tarîq” tê bilêvkirin û madem Erebê Şemo ji Serhedê ye, vêca ya rast ev e. Bnr. Remezan Alan, Bendname, Avesta, Stenbol, 2009, r. 194.
[2] Ev dîroka (1978) mirina Erebê Şemo di romana wî Hopo, rûpelê 5an de wekî (1987) hatiye nivîsîn. Ev xeletî di hevpeyvîna ku Bavê Nazê bi Erebê Şemo re di sala 1972an de li Leningradê kiriye de derbas dibe û di rojnameya Axîna Welat, Hejmar: 53, Moskova, 1997 de hatiye weşandin. Lê em nizanin gelo ev xeletiya ya kê ye.
[3] Erebê Şemo, Jiyana Bextewar, Deng, Stenbol, 1994. Vê şûnde dê di metin de wekî “J.” were nîşandan.
[4] Erebê Şemo, Hopo, Weşanên Lîs, Amed, 2007. Vê şûnde dê di metin de wekî “H.” were nîşandan.
[5] Remezan Alan, Bendname, Avesta, Stenbol, 2009, r. 197.
[6] Ev navê wê herêma di navbera Dutax û Patnosê da ye ku îro li ser bajarê Agiriyê ye û vêga jî Kurmancên eşîra Sîpkan yên Serhedê lê dijîn. Erebê Şemo, Jiyana Bextewar, Deng, Stenbol, 1994, r. 11.
[7] Bi rastî jî çawa ku çiya di jiyana Kurdan de girîng in, war û stargeha wan in, ev yeka di romanên wan de jî derdikevin pêş. Bnr. Eliyê Evdilrehman, Xatê Xanim, Belkî, Stenbol, 2004 r. 9, 10, 11.
[8] Ya rastî ev tiştê li vira qala wê tê kirin qewimiye. Kalkê min Hecî Yaqûb dibêje, gava Ûris hatiye gundê me Taxilka, mîna leşkerê Romê nehatiye neketiye nava gund û tu tişt bi zorê milet nestandiye. Çend rojan li tehêla gundê me mane û gava tiştek bi wan lazim bibûya jî bi peretî ji gundiyan dikirîn.
[9] Jixwe Erebê Şemo di hevpeyvîna ku Bavê Nazê pê re kiriye de qala vê dike û wiha dibêje: “Rêbaza min a edebî, riyalîzma sosyalîzmê ye. Lê çima? Ji ber ku ez bi xwe riyalîst û sosyalîst im. Û di nêrîna min de, ev rêbaz dikare hemû aliyên jiyanê ronî bike.” Bavê Nazê, “Hevpeyvîna Bi Erebê Şemo Re Ya Berî 25 Salan, Kovara W, Jimar, 15, Tîrmeh, 2007, r. 32.
[10] Gava meriv îro van dixwîne dibe ku hinek tişt rast neyêne xuyanê, lê ev bûyerana ne xeyalî ne û îro jî şahidên ku wan tiştan piştrast dikin hene. Jixwe belgeyên di dest me de -ev roman jî yek ji wan e- şahidê van in.
[11] Remezan Alan di pirtûka xwe Bendnameyê (r. 194) de dema qala nakokiyên di derheqê jiyana Erebê Şemo de dike qala alfabeya wî li gel Î. Morogûlov dike. Li gor Ayhan Meretowar, Eskerê Boyik û Xelîlê Çaçan ev alfabe latînî ye û li gor Bavê Nazê (ji devê E. Şemo) ev alfabe krîlî ye. Lê gava meriv “Jiyana Bextewar r. 194-195” dixwîne Erebê Şemo dibêje: Mistoyê kurê golikvanê gund -ew Erebê Şemo bi xwe ye- li ser amadekirina alfabeya Kurdî latinî xebitiye û di derheqê tîpên wê alfabeyê de hinek agahiyan jî dide.
[12] Berna Moran, Edebiyat Kuramları ve Eleştiri, İletişim Yayınları, 1994, s. 61

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev