Di yekemîn salvegera wefata Dr. Lamara Farê Paşaêvayê de em wê bi rêz û bi hizkirin bi bîr tînin

Guhdaren delal!
Îro 12 tebaxê yekemîn salvegera koça dawî ya jineke rewşenbîr ya bi nav û deng, lêkolîner, kurdnas û rojhilatnas, yekemîn doktora etnografîayê ya kurd Lamara Farê Paşaêvayê temam bû. Sed heyf û korayî, par, sala 2015 an ji ber nexweşîya demdirêj û bêwext, di temenê 75 saliya xwe de Lamara xanim ji nav me koç kir û çû li ser dilovanîya xwe.
Em serxweşîyê ji tevaya malbet û xizmên nemir Lamara Paşaêva re û herwiha civaka kurdên êzîdî ya Sovêta berê re û ji gelê Kurdistanê re dixwezin.
Bila rehma Xwedayê dilovan ruhê te be, cî û mikanê te bihuştî be xanima bi rûmet û qedirbilind. Navê te herdem wê di dil û hizrê gelê te da bimîne.
Fermo, guhdarên ezîz, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza pêşkêşî bîranîna kurdzana bi nav u deng, Dr. Lamara Farê Paşaêvayê bikin.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev