Ji Abdullah Kaya kitêba Serhildana Sasonê

Ji Abdullah Kaya kitêba Serhildana Sasonê
“Bir Dag Kavmi, Kayıtdışı Bîr Îsyan” ji nav Weşanên Avestayê derket
Salihê Kevirbirî

Kitêba siyasetmedar û nivîskarê kurd Abdullah Kaya ya bi navê “Bir Dag Kavmi, Kayıtdışı Bîr Îsyan” (Qewmekî Çiyê, Serhildaneke Neqeydkirî) ji nav Weşanên Avestayê derket. Kitêba dabaşa mijarê, behsa serdemeke reş-tarî û tije êş û jan ji me re dike. Bi gotineke din, kitêb bi vegotineke herikbar behsa “Serhildana Sasonê” dike ku di nîveka salên 1930’yî de pêk hatiye.
Abdullah Kaya di amadekirina kitêbê de, ligel ku serî li çavkaniyên nivîskî daye, wisa jî bi kesên ku bûyer jiyane û bi mirovên wan bixwe re daye û standiye, fikir û ramanên wan wergirtiye.
Nivîskarê kitêbê Kaya li ser kitêba xwe wiha dibêje: “Hema bêje herkesê ku hay ji serdema nêz ya Tirkiyeyê heye, “Serhildana Sasonê” bihîstiye. Lê ez di wê baweriyê de bûm ku derbarê tiştên li wir qewimîne de, pir kêm agahî hene. Min xwest perdeya li ser bûyera sernixûmandî ya ku ji dinyaya derve dûr e rakim. Bi ser de jî min xwest ku tirk, kurd û nifşên bên hay ji vê karesata/trajediya pêkhatî bibin.
Abdullah Kaya, di sala 1947’an li Hezoyê (Kozluk) hatiye dinyayê. Piştî qedandina Lîseya Sêrtê, Ji Beşê Îdarî û Siyasetê ya Fakulteya Siyasalê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn dibe. Piştî mufetîşiya salan a burokrasiyê dikeve nava siyasetê. Serdemek Serokatiya Şaredariya Hezoyê dike. Li sazûmana leşkerî ya bi navê JÎTEM’ê tê îşkencekirin û dikeve girtîgehê.
Gelek gotarên Abdullah Kaya di rojname û kovarên cuda de hatine weşandin. Her wiha du pirtûkên Kaya di Weşanên Îletîşîm, Stenbol, 2002 û “Pêrî”, Stenbol 2004 derketine
Bir Dag Kavmi, Kayıtdışı Bîr Îsyan

Abdullah Kaya

Weşanên Avesta, 292 rûpel

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) – Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev