Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

BIHUŞTA PÎROZ Û BÊBEXT

BIHUŞTA PÎROZ Û BÊBEXT

Torinê Torinî, lêkolîner

(Bo salvegera destpêka gênosîda Şengalê ya kurdaye nuh)
Sûmera nivîsîn, ku welatê xweyê kanonên pîroz Kurdistana kevnare, Mêr- Xwedawend li ser çîyayên Kurdistanê li cem hev berav bûne, cema xwe pêk anîne, şaristanî ji vira ber bi der belav bûye…

Xelqê gotin ev çîya çîyayê meye, ev çema çemê meye, ev axa axa meye. Lê bav û kalên kurda ( k- ro-d) gotin: ax axa Xwedêye. Û hatin, ji qûmistanên Erebistanê, ji bestên Asîya navîn, ji Balkana hatin li ser axa kurda hêwirîn. Û kurd li ser axa xwe bûne penaber. Heta destûr nedan ku kurd cangorîyên xwe jî nava axa xweda veşêrin.

Xelqê her êvara, gava tarî dikete erdê û dest bi roja wana ya nuh dibû, daxwaz kirin: Xwedê bide tenê me. Lê kal- bavên kurda her siva, gava ronahîyê da û dest bi roja wana ya nuh bû, dua kirin : “Xwedê were hewara hevtê û du (72) mileta, rêwîyên rêya, serên li ser belgiya, girtiyên hevsa, nefsên tengîya, kesîv- kûsîva, me jî pêra”, bi ewê hêyîyê, ku Xweda bi ardarî wê pêşîyê bigihîje yên hewcekar. Bona kurda hemû meriv bendê Xwedê bûn, lê xelqê xwe destek û bijarên Xwedê hesivandin. Û xwedê bi tagirîkêşî li hemûya belav kir û gava gihîşte kurda bin tûrkê wîda tiştek nema.

Kal- bavên kurda soz û bextê dayî ra amin man, gotin : “ Soz- gotina mêra serê mêra ye”, “Derew dijminê Xwedê ye”. Lê xelqê gotin û bextê dayî gorî berjewendiyên xwe wek kamêlêona her guhartin. Berjewendîyên wana bûne sûr û nehîştin ku dengê hewar-gaziyên bi hezara gênosîda bigihîjne li ber guhê wana.

Xelqê serê mêrkuj firandin, kuştîk kirin du kuştî. Lê kal-bavên kurda tope caw dane destê xwîndar, dor mezelê kuştî sê cara dane gerandin, ew mecbûr kirin xûna kuştî bide, awa hin zarê xwe, hin jî sêwîyên kuştî xweyke-fira bixe.

Kal-bavên kurda bi şêkirdarî çira galaktîka me- Ro parêz kirin, lê xelqê berên xwe ji royê guhartin, kevirên xwe yên tarî- sîah (bi sûmerî- sîva) parêz kirin.. Xwedayê nepak yê kal û bavên kurda tune. Lê xelqê li rex Xwedê şeytanek sêwrandin, ku bêminet hemû hovîtîya û pîstîya bikine stûyê wî, xwe afû bikin.

Merivê pêşin Kurdistana bihuşt da hate dinê. Pey tofanê ra çîyayên Kurdistanê merivan ra bûne star. Gîlgamêş hêşnaya nemirinê Kurdistanê da peyda kir. Û îro ew bihuşt, ew çîyayên pîroz bi simên genî têne gemarkirinê, têne topbarankirinê, kavil û wêrankirinê…

Dibek em- kurd ne ji evê kinyatê ne, em ji steyr û birc- extereke dinê hatine. Dibek Xweda û Taûs- Dûmûzîyê me yê piştovanê Arattayê (Oro- et –to) jî ne yên li evan deran e. Yanê meriva berê xwe ji merivatiyê guhartine, berê xwe dane tenê li xwe. Yanê ev dinya û kosmos bona daqurtandinê hatine çêkirinê, ku yê hevgirtî û bi hêz yê ji xwe sistir dabelîne.

Û em-kurd haj ji pê tunene…

Derheqa nivîskar da

Torinê Torinî

Li kolêca doxtirîyê, Zankoya doxtirîyê ya dewletê li Rewanê, fakûltêya jûrnalîstîkayê ya heman zankoyê xilaz kirîye. Serwêrê para dermanan ya serwêrtîya dermanxanan ya bajarê Gumrîyê û hevt navçeyên Ermenîstanê bûye. Niha serwêrê dermanxanê ye.

Qeydên dişibine hev