Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di salên 1853-1855a da

Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di salên 1853-1855a da

Me di 51 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov emê berhema bi sernavê “Fikrên sereke yên ji nivîsên derheqa pêwendîyên me bi kurdan ra û karên me yên dijî wan di salên 1853-1855a da” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 52

Bûyerên di salên 1853-1855a da me tînine li ser van bîr û bawerîyan:

1) Piranîya kurda ji bo binketin û têkçûnên ordîya tirka ne tenê ber xwe ne diketin, lê hema firsend biketa wan, ewê bihatana pişta me û wê bi xwe derba xedar bigîhandana tirka, û bextê tirka lê xist, ku me serhildana Yezdanşîr ji bo berjewendîyên xwe bi kar ne anî, an na mal û milkên tirka yên li Asîya Biçûk wê gişk ji dêst biçûna.

2) Kurdên bi jimara xwe va ne pir (li herdu meydana da ji 8 hezar siyarîya zêdetir tunebûn), ku bi zordarîya ordîya tirka Tirkîyê diparastin, kareke gelekî biçûk ji tirka ra anîn. Mêla kurda gelekî li ser dizîyê û qaçaxîyê bû û ew yek ji hukumeta tirka ra dest dida (dihate hesabê wan) û ji bo me jî tenê di destpêka şerê sala 1853a xeter bû, ji ber ku wan dema me hela tivdîra xwe ya ji bo şerkirinê rind ne dîtibû. Hinek cerdên wan dadikutane herêmên me yên ser sînorên Tirkîyê, gelek gund dişêlandin û mal û milkên gundîyan didan ber xwe, dibirin. Hevraxeberdanên me bi wan ra sala 1853a da destpê bûn û tu feyda wan tunebû, ji ber ku wan çaxa ne dihate hesabê kurda, ku derbazî hêla me bin û sebebê wê jî ew bû, ku em hela ji sînor derbaz ne bûbûn, kesî nizanibû, ku şer wê çawa xilaz bibe û eskerên tirk haziraya xwe dîtibûn û kurd jî bin hukumê wan da bûn. Di wan dema ji kurda ra dest dida warên me bişêlînin, lê ne ku yên tirka.

Piştî ku em di şerên Başkediklerê, di girên Çingilê û rex Kuruk-derayê da bi ser ketin û eskerên me destpê kirin berbi axa Tirkîyê va çûn, kurda destxweda destpê kirin rê û dirba bigerin bona bi me ra bikevine nava pêwendîyên dostîyê. Li ser kurda nermayî û bertîl tesîr dikir û ew her tenê ji eskerên me ditirsîyan, yek jî ji bêxemîya xwe ya hindava hukumeta Tirkîyê da, ku dikaribû bibûya bela serê wan.

Ji bo serekeşîrekî ne gelekî navdar berbihêrî û hedyayên me ber tirs û xofa temamîya eşîrê, ku dikare usa biqewime ku mal û milkên wan yên pir qîmet ji dest wan here, ne tiştek bûn. Rast e, kurd dikaribûn koç kirana û ji eskerên me bi dûr ketana, lê sînorên wê yekê jî hebûn.

Em çiqas pêş da diçûn, ewana ji wan dera bar dikirin û warên wan ji dest wan diçûn, nikaribûn dewarên xwe alif bikirana û gerekê ji mecbûrîyetê berbi me va bihatana, aminaya xwe hindava me da nîşan bidana, biketana ber dest û piyên me bona bikaribin vegerine warên xwe û ew yek dihate hesabê me jî, ji ber ku ewanayê ji me ra xurek peyda bikirana û çekên gundîyên ku nikarin rehet bisekinin, ji dest wan hildana.

3) Kurd hazir bûn her kesî talan bikirana: tirka, rûsa, farisa, tetera, ermenîya, xaçparêza û musulmana. Ji bo wan her kes wek hev bûn.

Dema ku tirk ketine devera Êrîvanê, kurdên me bi kurdên Tirkîyê ra tevayî ermenî û teterên me talan kirin. Dema ku desteya Bayazîdê ya ordîya tirka ji girên Çingilê xwe li riya revê girt, kurdên Tirkîyê û yên me destpê kirin bi tevayî gundên tirka û ordîya tirka şêlandin, ku ji wan dera direvîya. Hema eynî tişt li şerê Başkediklerê jî bû. Kurdên Tirkîyê, ku pêşî dijî me şer dikirin, piştî şêr dane dû eskerên tirka û ew şêlandin.

4) Di vê kampanîyayê da kurd ne ku wek esker ji bo me xeter bûn, lê wek miletekî hov û koçbar û ewî miletî dikaribû bi kuştin û talanên xwe va zirareke mezin bida me, dikaribû li ser riya me bibûya asteng û biketa nav axa bin destê me û dikaribû ser demeke dirêj bê ceza bima, ji ber ku temamîya hebûna wan ser pişta hespê wan bû, wana dikaribû arxayîn xwe ji ceza ta bidana û xwe berdana nav çiyayên asê û li wir bihêwirîyana.

5) Ev kampanîya, wek ya di salên 1828-1829a da, da xuyakirin ku cûrê herî baş ji bo bikaribin devera Êrîvanê ji destdirêjayên kurdên hov biparêzin, ew bû, ku ewî şerî derbazî di nav axa neyarên xwe bikin û em çiqas zû di wî karî da bi ser ketana, ango em çiqas dûr û bi lez biçûna, ji bo me ewqas baştir bû.

6) Di hêla mêrxasîyê da kurd him di vî şerî da, him jî di şerên me yên berê bi Farizistanê û Tirkîyê ra, ber kazakên me dadixwarin (ji wana kêmtir bûn, ne digihîştine wan, kazak ser wan ra bûn). Di nav şer da wana her tişt dikir, ku “bi şer ra bilîzin” û her cara nîbû, ku gulleyên wana li nîşanê diketin. Wana eskerîya xwe jî gelek xirab dikirin. Tenê dema ku desteya me paşda vedikişîya, wana dida dû me û ji me ra zehmetî çê dikirin. Ewana, ku her tenê ji bo talanê û dizîyê diketine nava ordîya tirka, hema firsend neketayê bona dizîyê bikin, ew destxweda ji ordîyê direvîyan, berê xwe didane warên xwe.

7) Ew kurdên, ku di nav desteya me da bûn, wana jî kareke mezin ne dane me. Dema me tiştek disparte wana, ku ew bi serî xwe bikin, têk didan (wek mînak, dema bi sipartina me êrîş birine ser Soxanlixê). Lê dîsa jî, eger em ciddî li ser wan bisekinin û ji wana eskerên mîlîs amade bikin, ew dikarin alaya me ya siyarîya bi hêz bikin û ewê ji eskerên mayîn yên ji miletên Asîyayê, ne kêmtir qulix bikin. Amadekirina alaya mîlîsên kurd tiştekî lazim e û piranî jî ji bo wê, ku bikaribin gema kurdên nerehet bikişînin, wana bînine ser riya me û hela ser da jî em dikarin bi hedyayên baş bi destî van kurdên me kurdên Tirkîyê jî bînine alîyê xwe.

8) Di dawîyê da em dixwezin destnîşan bikin, ku meriv nikare bi raya serhing Lîxûtîn ra qayîl (razî) nebe, ku zaneyê pirsa kurda ye û di berhema xwe da awa dibêje: “Em gerekê ji kurda gelek netirsin, qîmetekî mezin nedine wan û ber wana negerin, ji ber ku eger em usa bikin, ewê ber xwe ra herin (ewê xwe mezin bibînin) û wê bifikirin, ku ew ewqas xurt in û em jî ewqas sist in, ku em hewcê wanane. Ez ne li ser wê bawerîyê me, ku eger em bi nermî berbirî kurda bibin, lefekarîya ber wana bikin, emê bikaribin wana bînine alîyê xwe. Tirsa cezakirinê û zoraya çeka me zêdetir tesîr li ser wana dike”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev