Rostem diçe Çînistanê

Rostem diçe Çînistanê
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema pêncîduduyan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke wê a bi sernavê ”ROSTEM DIÇE ÇÎNISTANÊ” raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 52
Dive, nave pelewanekî naveyan dive: navê wî-Rostem pelewan, ji mala Zalê.
Pîreke zef belengaz wî şeherîda hebûye. Çi cara tişt pê lazim bûne, ber bi Rostem dihat: ji alîyê kincanda bûya, alîyê xezinêda bûya-ber bi Rostem dihat. Hergê kincê wê tunebûna, Rostem wê sehetê jêra dest dixist ji dikana. Wekî mecala wî jî tunebûya, wê sehetê kincê diya xwe dêxist, dida pîrê û Pîr diçû.
Carekê jî nîvro bû: Rostem lênihêrî pîrê dîsa hat. Pîrê go:
-Rostem, ez bi qurban, şalka min tune.
Rostem wê sehetê şalka diya xwe jê êxist, da pîrê. Pîrê çû.
Ma berêvarê, wextê gazîkirina dîka, avdana hespa bû. Xulam û xizmetkarêd Rostem li wan deran nîbûn. Lê tada Rostem nehat bona hespê wî, çimkî hespê wî tî bû. Rostem rabû hespê xwe bire avê. Wexta nêzîkî kanîyê bû, hesp ji destê Rostem filitî. Rostem lênihêrî eynî ew pîra ku Rostem usa jêra qencî dikirin, wê ser kanîyê ye. Rostem dilê xweda got: “Pîrê wê hespê min bigire”. Lê wextê hesp ber pîrêra darbaz bû, Rostem lênihêrî pîrê hesp negirt. Rostem lê kire gazî, go:
-Diya pîr, hespa min bigire.
Lê pîrê qe guh neda Rostem. Hêrsa Rostem gelekî rabû, pîrêra sond xar, go:
-Pîrê, nizam tu bimirî, qe tê rojekê neêyî cem min tiştekî…
Ma heta sivê. Rostem, teze ji nav cîyê xwe radibû, lênihêrî-pîrê wa hat.
Rostem gotê. -Pîrê, xwedê bela te bide, gelo qe qencîyê min li te tunebûn-te gura min nekir? Te duh nava xelqêda çima ez ber tiştekî hesav nekirim, te çima hespê min negirt?
Pîrê go: -Çima te çi kirîye, tu westîyayî bûyî, wekî te nikaribû hespa xwe bigirta? Çima te şeherekî mîna şeherê Çînûmaçînê ava kir, wekî westîyayî?-ewê ten li Rostem esreda.
Rostem dîsa tu tişt pîrêra nego, tenê go:
-Xwestina te çiye, bêje.
Herneyse enterê diya xwe jî Rostem da pîrê-pîrê çû. Rostem gelekî duşurmîş bû. Axirîyê pelewanekî wan din jî hebû: hin dengbêj bû, hin jî qoçax bû, navê wî Avas bû. Rostem ew pelewan hilda, terkeselî dinê bû. Çûn. Pir çûn, hindik çûn, çûne bajarekî, çûne mala pîrekê. Lê gerekî bêjim-Avasî bilîyan bû û zane. Wextê ji mal derketibûn, Avas ji Rostemra gotibû:
–Çi ku ez bêjim, tu ji gotina min dernekevî.
Mala pîrêda man du-sê roja. Rojekê Rostem şeherda çû. Dîna xwe dayê, wê li nava şeher tiştekî dinivîsin. Rostem pirsî:
-Ew çîye hûn dinivîsin?
Ewê ku dinivîsî got: -Navê merîyane, wê herin bûkê bînin.
Rostem pirsî: -Çawa bûkê bînin?
-Lê çawa, me ji şeherekî din bûkek xwestîye. Niha ser wê rê dêw hene, kes tirsa wan dêwa nikare wê rêra derbazbe. Niha jî ez dinivîsim, kurê çê ji bavçîya kîne, wê herin.
Rostem go: -De navê min jî binivîse.
Herneyse, navê wî jî pirsî, go:
-Navê te çîye?
Go: -Bû -nebû .- Nivîsî.
Ma wexta sivê siyar siyarbûn. Rostem jî siyar bû, gihîşte siyarî çûn. Çûn derketine wî şeherî, kîjanî ku bûke lê bû. Her kes çû qonaxê. Rostem jî çû dîsa mala pîrekê. Wê şevê man li wî şeherî. Sivê zû siyar rabûn. Rostem jî rabû, hat gihîşte siyara. Bûk siyar kirin, rê ketin, hatin, hatine wî cîyî eynî cîyê dêwa bû.
Dêwa kire gazî, go: -Yan em şerkin, yan na: serê merî pênc zêr, lê yê bûk û berbûyê-herkê deh zêr: hevdin bişînin, bira bê, hûn azane.
Hevdan, heta sirê hate ser Rostem, gotin:
-Bû -nebû, ka tu jî pênc zêrê xwe bide.
Rostem go. -Qurba, ez merîkî belengaz, wekî zêrê min hene, ez çima wera digerim, zikê xwe diçêrînim?
Gotin: -Lê axirî?
-Axirî ewe, ka wan zêrê berevkirî bidine min, ezê bivim bidime dêwa, ezê wêderê bêjim-zêrê min tunene: yanê wê min bigirin, yanê jî azakin.
Rostem zêr ji wî merî stendin. Dane destê xwe û qeraxekê sekinî. Dêwa dîna xwe dayê, zêra nayne, kirine gazî, gotin:
-Emê şerkin.
Rostem ji nava siyara qûjîya:
-Çima hûn nizanin emê şerkin?
Wextê destpêbûna şêr, ew siyara yek wêderê nema, gişk paşda revîn, tenê man bûk, berbû û Rostem. Dêwa û Rostem kirine şer heta êvarê. Êvarê dêw çûne cîyê xwe. Rostem, bûk û berbû mane wê bestê. Çi serê dijminê xwe bêşînim, serê te neêşînim-du roja kirine şer. Êvara sisya Rostem hat, şîv tunebû bixara. Berbûyê got:
-Bira, çi ji te veşêrim, çi ji xwedê, îro du roje min û bûkê nan nexarîye, hema ew bûye me îro çende daye te.
Rostem go:-Wekî usane, xûşkê, dizîk heye mêranîkê çêtire, ezê îşev herime dizîya dêwa.
Çi serê dijminê we bêşînim-çû. De Rosteme, yek divêje yekî dinê, tu pelewanî. Çû usa birinc, savar, mesî, xwarin anî, her xwedê zanibe, lê wan roja jî usa dêw qir bûn, diha nayê gotinê. Ji dêwa jî mabûn du pelewan. Sivê dîsa şer kirin, ew herdu jî Rostem kuştin, lê birînên wî jî gelek bûn. Rostem bûk û berbû anîn derxistin yêrê.
Cav dane padşê, wekî bûk hat. Cimaeta şeher bi padşava carekê ber bûkêva hatin. Lê nihêrîn kes pêra tune, xêncî Bû-nebû.
Çi ku Rostem kiribû, carekê berbû padşêra go: padşê merî şandin, ew siyarên ku revî bûn, çûn anîn, û Rostem jî hate cem Avas, li mala pîrê. Avas pirsî:
-Te qe çi kir ?
Rostem go: -Min maleke çûk çêkir, min dêw kuştin, rêya hatin û çûyînê firêqet kir.
Man çend ro. Derbaz bûn. Rokê padşê gazî Rostem kir, wekî tiştekî pêşkêşke. Wexta çûyîna Rostem Avas gotê:
-Herkê ew dibê bixweze pêşkêşa xwe, tu bêje ez tiştekî naxwezim, xêncî şer bi dêwara.
Bi wê formê jî Rostem padşara got, usa, çawa Avas gotibûyê û bi dêwara kire şer. Dêw alt kirin, pêsîra wî şeherî ji wana xilazkir. Riya şeher bê tirs kir. Paşê riya şeherê Çînmaçînê pirs kirin: tu kesî salix nedan, paşê gotin:
-Welleh kalek heye, nêzîkî sed û çil sal emir kirîye, hergê ew zanibe!
Rostem çû cem kalê, ewî ji Rostemra got.
-Dua bike, bira teyrê firinde bê, te bive wêderê.
Rostem û Avas dua kirin, hew nihêrîn teyr hat û got:
-Rostem, ezê we bivim, lê hema nagihînime şeher, çimkî şeherekî usane-şeherê Çînûmaçînê, teyr-tû jî nikare serra derbazbe, baskok dikin ewana.
Rostem û Avas hespê xwe wêderê hiştin, li teyr siyar bûn, çûn. Pir çûn, hindik çûn, nêzîkayî li Çînûmaçînê kirin. Li teyr peya bûn, ewana çûne malekê, gotin:
-Malê, mêvanara çawanî?
Jinikê gotê: -Mêvan hene, mêvanê xwedêne.
Wexta ew pê hisya, wekî avana ji mala Zalêne, got:
-Hûn çi qewî hatine vira?
Rostem got: -Em bona şêr hatine, wekî şeherekî mîna şeherê Çînûmaçînê ji destê dêwa aza bikin. Niha mera bêje, çika çi formê dikarin dêwara şer bikin?
Jinikê got: -Du meydanê şêr hene, yek ya texteye, yek jî sele. Ya texte bi sêrê hatîye çêkirinê, binda motor çêkirine. Wexta gulaşgirtinê, weldigerîne bin xwe, lê ya sel usane, eynî meydane, ne mixenetî.
Rostem û Avas hev şêwirîn, çika sivê kîjan meydanê bikine şer.
Avas gote Rostem:
-Hûn mala Zalê parsîyê qalinin. Wexta erinê we radivin, kevir ber we teyax nakin. Tu sivê zû here ser meydana texte: heta ku pelewanê dêwa bên, erinêd teyê ravin, meydanê bin teda bişkê.
Go, wê formê jî ew şev derbaz kirin.
Sive heftê du miletî safî bû, we, wan jî, te jî. Rostem rabû gazî xwedê xwe kir, çû ser meydana texte, heta ku dêw pê hisyan wekî “pelewanek hatîye ser me şer”, erinê Rostem rabûn, meydan binda şikest. Pelewanê dêwa hêja cav dane motorçî, wekî “motorê bide xebatê”. Paşê dereng pê hisyan, wekî motor şikestîye. Çi serê we neêşînim, serê dijminê we biêşînim, Rostem wê rojê çend pelewan kuştin. Rojtira dinê cav dane wî, wekî herin meydana kevirî. Wê rojê jî, mîna roja ewlin şer kirin.
Êvarê, wexta Rostem dihate mal, Avas birînê wî derman dikir. Tu cara xwarina kesî nedixarin, lê soz jî dabûne xwayê wê malê, ku têda bûn, kû: “Gava me padşê dêwa avît, emê te bikine padşê şeher”.
Padşê jî xulamê xwe şande pey wî merîyê xwayê malê û got.
-Tu nikarî mêvanê xwe jerdadayî bikî?
Malxwe malê gotina padşê anî sêrî. Êvarekê, wexta Rostem ji şêr hat, çû pêşîyê, go:
-Îro çende tu mala mindanî, te qe parî nanê min nexwarîye, keremke, em herine mal.
Lê Rostem nedixwest biçûya, ewî dîsa got:
-Hema were îstekane qawe vexwe.
Wexta Rostem bire mal, berê jerê perwedekirî bû nav qawêda. Wexta îstekan danî ber Rostem, ew bû wê bixara, Avas hate hundur, stekan ji ber Rostem hilda, got:
-Tu westîyayî, hinekî bîna xwe bistîne, ezê vexum, paşê tu.
Wexta ku Avas stekan hilda, Rostem bîna xwe jê girt. Avas go:
-Wekî tu xeyîdî, ez jî venaxum. Gava te hêrsa xwe anî,-stekana qawê li dîwêr xist. Dîwar şewitî. Alavê avîte nav şeher. Mehelek pêda pê şewitî. Avas ji hundur derket, çû cîyê xwe. Rostem usa hêrs bû, çû ku here hundur. Dîna xwe dayê, Avas ser cîyê xwe veleziyaye. Rostem nedixwest pêra xeberde, lê Avas gotêda:
-Lê ez navêjim, hûn, mala Zalê, parsû qalinin: te qe dîwar, mehela şewitî nedî , wekî dişewitî? Ne ew jer bû?
Hetanî Rostem derkete derva, teze îna kir.
Malxwê malê qoçax bû, ji malê derket.
Sivetirê Rostem dîsa çû ser meydana kevirî. Ji pelewanê wana xurt tenê yek mabû, navê wî Eirzin bû: gak dixwar sivê, yek dixwar êvarê. Gava Eirzin danîn dere, pêşêmîk pêva hatin, lê serşêmîk, binşêmîk hatin dere, Eirzin xêncî qoçaxîyê gelekî jî mixenet bû, ewî go:
-Wexta gulaşgirtina me bira yek lingê Rostem bigire.
Gulaş girtin. Yekî lingê Rostem girt. Wexta Rostem lingê xwe paşda avît, lingê wî-heta nîvî sîngê wîda rûnişt. Wextekê Eirzin ew mêrikê lingê Rostem digirt dît û texmîn kir, wekî Rosteme. Xwe avîte ser. Rostem ew qepeçekir. Şûr kişand, carekê ew ji rûyê dinê xilazkir. Koka dêwa lê anî. Şeherê Çînmaçîn ji destê dêwa xilaz bû.
Wexta vegerandinê Rostem û Avas qîzikek jî xwera anîn, navê wê Seyran bû, ew dihate hesavkirinê qîzapa Rostem. Dilê Avas tê hebû.
Çi serê we neêşînim, serê dijminê we biêşînim, çolî-çolîstan, sêfîl sergedan, hêja serê Rostem û Avas ketin xaxê giran, hatin derketin wî şeherî, kîjan ku çendekî berê Rostem ji dêwa aza kiribû. Navê xwe jî danîbû Bû-nebû. Hespê xwe wêderê siyarbûn, ajotin. Pir hatin, hindik hatin, Rostem cîkî gote Avas:
-Peyave, em hinekî rihet bin.
Wexta ku Rostem û Avas peya bûn, hesp tewlandin. Rostem serê xwe danî ser çoka Seyranê, hema wê demê xewra çû. Wexta ku Rostem raza, Avas gote Seyranê:
-Divek em herine mal, Rostem te nede min, rave em hêdî-hêdî herin, Rostemê bê.
Seyran çoka xwe nerm ber serê Rostem hiltîne. Avas siyar dive, Seyranê davê terkûya xwe, hema usa, Rostem xewda dihêlin, diçin.
Dêwê firinde, yê Sipî ji nêçîrê tê, ber bi mala xwe here. Dinhêre Rostem, kurê Zal, vaye razaye. Hema usa razayî digire, tîne mala xwe, ser sêrî darda dike. Ji Rostem dipirse:
-Rostem, tu pelewanê mala Zalî, gelo te qe dest ser destê xwera dîne?
Rostem divê: -Kopekî gewro, divek te ez xewda girtim, tûyê bêjî min tu alt kirî?
Hêrsa dêw radive. Sêlekê sor dike, davêje serê Rostem. Taqe bez ji nav dilê Rostem dihele, tîne xarê.
Dêw sivê radive, diçe rav û nêçîrê. Êvarê, wexta tê, dîsa dipirse:
-Rostem, gelo te dest ser destê xwera dîtine? Rostem cava wî dide: -Kopek, te ez xewda girtime.
Dêw sêleke dinê jî davê sêrî. Çi serê we neêşînim, serê dijminê we biêşînim, bi wê formê şeş sêla davê serê Rostem. Dimîne sêla hefta, ku Rostem bimire.
Jina dêw divêje. -Rostem, malxirav, rast jî hûn mala Zalê parsû qalinin. Tu carekê jî bê-destê te ser destê minrane, tu mala te xirav nave, yan na ma sêlek-tuyê bimirî.
Dimîne êvara mayîn. Wexta dêw ji nêçîrê tê, dîsa dipirse:
-Rostem, gelo te dest ser destê xwera dîtin?
-Belê, eşedbila, dest ser destê minra-destê dêwê Sipîye, wekî Rostem pelewanê mala Zalê girt, şeş sêl avîtine sêrî, şeş taq bez ji nav dilê wî helandin.
Wê formê jî Dêwê Sipî Rostem vedike. Gotina gotîya dêwê Sipî çil şevî radiza, ranedibû, çil şevî radibû-ranediza. Ew çil şevê wî bû, wekî ranezabû. Wê şevê raza: gerekê çil şevî temam raza. Jinikê jî hinekî Rostem xwey kir, lê Rostem hê nehatibû ser qam-qanadê berê. Ewî û jinikê alî hev kirin. Dêw kuştin. Jinikê ji Rostem pirsî:
-Tuyê çend roja rê herî, wekî bigihîjî yêra xwe?
Rostem got:-Heft roja.
Jinikê gote Rostem:
-Du birê dêw jî hene, wekî tu mehekê rê herî-ewê sehetekê bên, wê te bigirin: gerekê tu zû bigihîjî yêra xwe. Ezê paşê elametîyê bidime wana, bêjim, wekî Rostem, pelewanê mala Zalê, birê te kuşt, ez jî girêdabûm: ez hema hêja filitîme, min cav wera anî.
Rostem îzina xwe ji jinikê xwest û rê ket. Em bêne ser Avas.
Ew çendek bû Avas çûbû mal. Lê Avas zanibû, wekî dêwê firinde çi anîye serê Rostem û ditirsiya. Wexta Rostem çû, xwe veşartibû. Jina dêw jî teze cav da bira, go;
-Rostem birê we kuştîye, ez jî girêdabûme, hema hêja vebûme, hatime.
Dêwê Sipî pirsî:
-Îro çende çûye?
Go: -Heyşte.
Go: -Wekî usane, boşe, tu tişt pêşda nayê.
Hûn çûn mirazê xwe şabûn, bira Avas û Seyran jî mirazê xwe şabin, hemîn Rostem jî xilaz bû.
Ewe îda.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev