Ferhenga Civaknasiyê / Sosyolojî

Ferhenga Civaknasiyê / Sosyolojî
Ali Gurdilî

Mirov ji bo ku bikaribin bijîn û weke heyîneke civakî jiyana xwe bidomînin, pêdiviya wan bi mirovên din heye. Em ji wê hawirdora sosyal ya ku têkiliyên cihêreng yên mirovî, kom (grub) û saziyan di nav xwe de dihewî ne re dibêjin civak. Ji vê rasteqîniya sosyal ya ku ji jiyaneka hevpar ya mirovan pêk tê re jî, em dibêjin rasteqîniya sosyal. Mijara civaknasiyê jî, rasteqîniya sosyal e.

Li gor ilmê civaknasiyê:
A- Mîna weke şexsan, pirsgirêkên grub, malbat û civakan jî hene û divê ku ew pirsgirêk li gorî pîvan, rê û rêbazên zanistî werin çareserkirin.

B- Ne karê mirovên zanyar e ku ew destê xwe dirêjê nav bûyerên civakî bike û wan, di bin bandûrekê de bihêle. Ew çî û çawa bin, divê wisa bêtin lêkolîn û destnîşankirin. Ango, ne karêkî zanistiye ku em bibêjin ev tişt divê wiha be, em ancax dikarin bibêjin ev tişt wiha ye. Civaknasî girîngiyê dide dîrokê jî û guherînên civakî, bi rêbaza dîrokî dinirxîne.

Di beşên sosyolojiyê yên mîna sosyolojiya ol, malbat, grubên biçûk, turîzm, exlaq, hiqûq, siyaset, perwerde, huner, wêje, spor, muzîk, wextên betal, gund, bajar, aborî, zanayî û di sosyolojiya gelemper de, ji bona şirovekirinên bûyerên civakî û sosyal, rê û rêbazên zanistî bi kar tîne, di vê hewldana xwe de jî, serî li wan zanistên din jî dide.

Taybetmendiyên Civaknasiyê

Mirov dikare behsa gelek taybetmendiyên civaknasiyê bike. Lê yên ku sereke ne, mirov dikare wiha wan bihejmêre.

1- Tevdebûnî: Her zanista sosyal (civakî) li ser yek bûyereka ku di civakê de diqewime radiweste. Lê sosyolojî, li ser hevedudaniya hemû bûyerên civakî radiweste.

2- Pevgihîştandin: Sosyolojî, encamên hemû zanistên sosyal digihîne hevdu (dike yek) û bi vî awayî digihêje encamê.

3- Neterefgirî (Objektîvî-Nesneltî ): Sosyolojî, bi awayekî objektîv li ser bûyer û qewmînên civakî radiweste û li wan hûr dibe. Sosyolojî di dema pêkanîna vê yekê de, ji nirxdaraziyan dûr e. Ango, nesnel e.

4- Sosyolojî ne zanisteka normatîv e. (Sosyolojî, zagonan/delkan danayne): Sosyolojî di lêkolînên xwe de, bi tenê avahiya (bastûra) bûyerên civakî radixe holê. Delkên ku bi wan re têkildar in, danayne.

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev