Helbestvan Ferzan Şêr: “Ez bi helbestê hevşa dibim!”

Helbestvan Ferzan Şêr: “Ez bi helbestê hevşa dibim!”
Salihê Kevirbirî

Navê wî yê fermî Taylan Şahan Tarhan e, lê ligel temenê xwe yê ciwan, li derdorên kurdîaxêv û kurdînûs bi navê Ferzan Şêr hate naskirin. Di sala 1986’an de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, ya navendî û lîseyê li Batmanê xwendiye. Niha li Zanîngeha Hacettepe Beşê “Kewandina Fizîkî û Rehabilîtasyonê” ango li beşê “Fizik Tedavi ve Rehabilitasyonê” dixwîne. Di kovara “Ajda”yê de, ya ku ji aliyê hin xwendekarên li Enqereyê dixwendin ve dihat weşandin de edîtorî kir. Di sala 2008’an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perên Kevokan Bifirînin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kulturê” ve hatibû organîzekirin de, “xelata yekemîniyê” wergirt. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên bi navê “W”, “Çirûsk”, “Ajda” û “Tîrojê” de weşiyan. Niha li Batmanê dijî.
Kitêba yekem a Ferzan Şer, “Otopsiya Berbejnekê”, çendek berê ji nav Weşanên Belkiyê, li Diyarbekirê ronahiyê dît. Kitêba dabaşa mijarê 72 rûpel e û ji 42 helbestan pêk tê.
“Dema tîp bi hev ve dizeliqin / Peyv li ser hev diqelibin, Zîloyeke jandar / Diranê xwe di rihê dilê min de radike / Jana min dimije / Helbestan dinivîse” (Ji helbesta bi navê ‘ Jana Zîloyê’)
“Tu pasaport nîne ku / Min di axa xwe de veşêre /Dema di çarenûsa min a bindestî de / Bi tîpên serhildêr dinivîse “kurd” / Ji bilî du welatan / Ji tu deverê vîze dernakeve / Yek jê Girtîgeh / Ê din jî Goristan” (Ji helbesta bi navê ‘Ez Mirîdê Pênûsa Xwe Me’)
Min pirsî, helbestvanê ciwan Ferzan Şêr bi dilgermî bersivand…
******

Ferzan Şêr di nav malbateke çawa de mezin buye, kî ye, çi kes e, ji çi eşîrî ye?

Biracan, ez Ferzan Şêr; bîst û sê salî me, lê bawer bike binçavên min bi qasî terkên Kurdistanê kûr xêz girtine. Li Hezyata Barincê ya bi ser Bişêriyê ya Batmanê ye ji dayik bûme. Ji eşirtî, malbatî filan hez nakim. Wek navê xwe yê fermî, min nasnavê xwe yê feodalî jî avêtiye. Ji xwe ji heznekirina min a ji van têgehên feodal, navbera min û eşira min xera bûye. Lê wekî kes, ez neviyê Cemil Beg im. Em ji mala Beyrem Begê Bişêriyê ne. Em ne wekî eşîr lê wekî malbat, arîstokrat û nîvfeodal in. Tew ez ji wê nîvî jî aciz dibim! Lê malbata min a biçûk, em wekî zana mezin kirin. Dê û bavê min jî xwende bûn. Bavê min di riya “felatê” de berdêl dabû û me jî wekî hemû zarokên kurdan, da pey tola wê berdêlê.
Serpehatiya te û nivisandinê çawa destpê kir?

Di sala 2006’ê de destpê kir. 2006, sala min a yekemîn a zaningehê bû. Hevalên me yên zaningehê ku xwe li çepgiriyê girê didan, bi tevahî tirkîaxêv bûn. Ev yek pir li zora min diçû. Li ser fikra vê meseleya kambax, ez pê hesiyam ku kurdiya min jî gelek qels û lawaz e. Tew bingeha min jî tûnebû jixwe. Bihara wê salê, min ferhengek û pirtûka Ahmet Aras ya bi navê “Siyabend û Xecê” stand. Roj derbas dibûn, lê ez di nav rupelan de her digevizîm, malavayên pel û hibrê nediherikîn. Min jî ji xwe re kir eks û bi ser kurdî ve çûm! Di havîna heman salê de, ez li kursên kurdî digeriyam. Di wê heyamê de, ez pêrgî Mamoste Merdan Newayî hatim. Xwedê jê razî! Camêr, li Batmanê kursa zimên vekiribû. Bi saya cenabê wî, ez gihîştim vê astê û her bi kurdî dinivîsim.
Yekem car nivis-helbesta te kengê û di ku derê de çap bû?
Piştî wê destpêkê, me dest bi weşandina kovara ‘Ajda’ yê kir. Yekem car helbest û pexşanên min di kovara Ajdayê de weşiyan.
Erê jixwe Ajda heye. hinek behsa wê serdemê ji me re bike. Fikir ji kê derket, çend kesan tê kar kir?

Hevalekî me yê zaningehê hebû, Nurulllah Polat. Fikir, fikra camêr bû. Me hev nas nedikir. Li civatekê; ez, ew û kekê Sebehedîn Kayhan ku ji Zanîngeha Teknîk ya Rojhilata Navîn, ODTU’yê bû, me biryar da ku em kovarekê derxin. Her wisa Hesen Tanguner û Ednan Stêrk jî, bi kedên xwe yên girîng alikariya xebatên me kirin. Lê mixabin parvekirin û birêvebirina Ajdayê zêde berdewam nekir. Di serî de arîşeyên aborî û belavkirinê, hinek sedem pêk hatin ku  kovar dawî li weşana xwe bîne. Kovara Ajda ku bi zimanê kurdî-tirkî weşanê dikir, pênç hejmar derket.
Nivîsandin ji bo Ferzan şêr hestên çawa diafirîne?

Tu rastiyê bixwazî, nivîs ji bo min orgazmek e. Nexasim nivîsandina helbestê! Gava dinîvisim, çawa ku pê hevşa bibim, bi min tê. Her wekî din nivîs, di navbera min û civaka min de pêwendiyeke şênber e. Ez deng û qêrîna xwe; bi peyvên xwe, bi hevokên xwe ji civakê re vedibêjim. Di heman demê de, êş û kula civakê jî dîsa bi heman rengî dibersivînim. Di helbestên xwe de, dengê qêrîna dilê xwe û ya civakê dibînim. Ev yek ne ji bo min; lê ji bo hemû ehlên nivîsê wiha ye bawer im. Mesela afirandinê, kûr e. Carinan helbest dike ku ranekevim. Dema radikevim, min şiyar dike. Wekî desthilatdarekê li ser mejiyê min pîyase dike û tevdigere. Lê ev ji bo afirandinê ne bes e. Pêdiviyeke endezyarî heye di afirandinê de. Her wekî ku Rênas Jiyan di nivîsara xwe ya bi navê “Helbest û Îlham”ê de dibêje û digihêje encama ku helbest wekî  problemên matematikî bi endeziyarî tê çareserkirin; di nivîsina min de jî çend têgehên ku her di şikarteyê de vedişêrim, hene: civak, şev, êş, taritî, tazitî… Ev tev de, ji bo hestdarêjtina min girîng in. Lê çavkaniya min a herî qewî civak e. Ji ber ku behra jiyanê di civakê de veşartî ye. Kesê bixwaze avjenî bike, divê ji pêlên civakê netirse.
Tu ji Batmanê yî. Rewşa nivisandina bi kurdi, li Batmanê di çi astê de ye? Kesen dinivisin kêm in, zêde ne, kî û kê ne?

Rewşa Batmanê ji hêla nivîsandinê ve, ne wek Diyarbekirê be jî, baş e. Li vî bajarê ciwan, nivîskarên ciwan hene. Lê kêmasiya mezin nebûna pirtûkfiroşên kurdî ye. Wekî cenabê te jî, jê haydar e, em hê jî pêdiviyên xwe yên zimên, ji Diyarbekirê temîn dikin. Kovar û rojnameyên kurdî kêm têne firotin. Saziyên kurdî, çend heb ne tê de, tevahiya danûstandinên xwe bi zimanê tirkî dikin. Helbet ev rastî, afirênêriya kurdî qels dike. Dîsa jî li gorî civata xwe, li Batmanê nivîskarên ciwan hene.
Çend nav?

Merdan Newayî û Fewzî Bilge serkêşiya nivîsandina bi kurdî dikin. Wekî kesên temenciwan jî; Ednan Stêrk, Janbijan Ar, Ehmed Ronîar, J. K, Berçema Mişrîtan, Reyhan Sarhan, Arîn Zîn… Çendên din jî hene ku min navên wan ji bîr kirine. Yanî têra me hene şikir! Lê mixabin, hemû ji hev bêagahî ne, belawela ne. Kêm caran sohbetên edebî pêk tên. Ciheke ku van nivîskaran bigihîne hev, wan komî ser hev bike tuneye. Lewma jî, ji hev qut in.
Ferzan can, em werin ser delalê ber dilê te, ango kitêba te ya yekem. “Otopsiya Berbejnekê” ji 72 rûpelan pêk tê, ji “Weşanxaneya Belki”yê derketiye ku li Diyarbekirê ye. Bi çend hevokan behsa vê kitêbê ji me re bike…

Te got “delalê ber dilê te”, ezê bêjim, “kulîlka min a yekemîn” an jî “evîna min a yekemîn”. Çiqas bextewar im tu nizanî! Çawa bêjim? Ev kitêb ji bo min, mîna coş û xiroşeke simbêlderketinê ye, mîna xewnên şeytanokî ye, mîna yekem car destgirtin ango maçîkirina keçekê ye. Her wiha hema bêje, coşa çalakiya yekem e, coşa şerê yekem e. Min di rûpela ewil de nivîsandiye; “da ku pêlek li behra kurdî zêde bibe”. Hêvîdar im “Otopsiya Bebejnekê”, niha ev pêl lê zêde kiribe jî. Jê pê ve nizanim çi bêjim. Bawer bike wê tu peyv rêberiya hestên min nekin. Ango wê têrê nekin, hewçend ku dilşa û bextewar im…
Ji bo te helbest çi ye?

Wekî her kes tibêje “her tişt” e. Bi rastî jî helbest ji bo min şer e ku li dijî zordarî û paşverûtiyê dimeşinim. Pê qêrîn û hawara xwe û civakê digihinim hev. Ji bo min evîneke ku her û her pê re dijîm û wê dixim paşîla xwe, bixwe ye. Carê jî ji bo min hevala herî nêz e helbest. Derd, kul û şewatê dilê xwe jê re dibêjim. Gelek bîranînên min pê re hene. Dema pîr bibim -em her ji bo pîrbûnê difikirin li van tiştan- ezê van bîranînan binivîsim. Min li ku, di çi rewşê de helbestên xwe nivîsandine filan ezê tevde di wir de bibêjim.
Pirseke klasîk e, ezê ji te jî bikim; di warê nivisandinê de -çi helbest, çi pexşan- ezizen ber dilê te kî ne? Her weha li ba te asta kîjanê baleberztir e, pexşan an helbest?

Helbest helbet! Ezîza ber dilê min, helbest e! Helbest wareke din e. Bi xwe dinyayek e. Rastiya rastiyê ye helbest. Lewma jî, ji dilê mirov awazên xwe distrê. Bi ya min her tim dil ji mejî dilsoztir e û ez ji bo dilsoziyê dimirim. Ji pexşanan jî hez dikim lê ne wekî helbestê. Lê car heye ku çîrokek ji helbestê jêhatîtir dibe û dike ku ez bigirîm. Hingê ew pexşan, dikeve dewsa helbestê… Ez vegerim ser destpêka pirsa te, vegerim ser ezîzên ber dilê min… Di helbestê Şêrko Bêkes, Ehmed Huseynî, Arşevê Oskan. Herçi pexşan e; ezîzên ber dilê min; Hesenê Metê û Rênas Jiyan in…
Beriya dawî li sohbeta me bînim, bipirsim; gelo xebateke nû heye li ber destê te?

Wekî proje niha dosyeyeke nû amade dikim. Kitêb nû derket li benda bertek ango reaksîyona civakê me. Wekî din îsal zaningeh diqede. Ezê vegerim welatê zarokatiya xwe. Ezê li vir bijîm. Piştre jî, ezê peyva “mişextiyê” ji helbestên xwe veder û mişext bikim.
Destxweş, zênxweş, pênûsxweş; malî ava…
Her destpêkek min mest dike. Her xatir jî mahdê min dixelîne, reng li min diçilmisîne. Mala te jî her ava be. Bi destûra te jî be, bila vê carê, ev civata kurdewar bi gotineke helbestî biqede:
“Tu passaport nîn e ku,
Min di axa xwe de veşêre!”

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev