Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Neyne serê kesê kesan, Wê bê serê pisê pisan

Neyne serê kesê kesan, Wê bê serê pisê pisan
Têmûrê Xelîl

Van dawîyan kurdekî bi navê Teyrê Birê Gur pirseke ha ji me çend kesan kir:

-Gelî mamostayên hêja Muradov Hamlet, Perwîz Cîhanî, Eskere Boyik: Menaya vê gotina delal ev e gelo? “Kê xirabiyê bike, xirabî digîhije wî”.

”Neke serê kesê kesa
Bira neyê serê pîsê pîsa”.

Bersîva min bo wî camêrî ha bû:

Birayê delal, gotineke pêşîyan ya ha tune. Ew ha ye: ”Neyne serê kesê kesan, wê bê serê pisê pisan”. Li vir gotina ”pis” kur e (gotina ”pismam” ji vir tê, ango ”kurê apê”). Dixweze bêje xirabîyê ji tu kesî ra neke, eger ji bo xirabîya te xirabî neyê serê te jî, wê bê pêşîya kurê te, kurên kurê te, an nevîçirçirkên te. Ev gotina pêşîyan ya gelê me bi cûrê
”Neyne serê kesê kesan,
wê bê serê pisê pisan”
di pirtûka ”Gotinên pêşîyan” ya Xelîlê Çaçan Mûradov da heye, ku van dawîyan weşanxaneya ”Lîs”ê li Dîyarbekirê çap kir.
Bi vê pirsê ra girêdayî di nav gel da serpêhatîyeke bi sernavê “Neheqî li erdê namîne” jî heye, ku di pirtûka Xelîlê Çaçan a bi sernavê ”Cewahirên kurdî” da çap bûye.
NEHEQÎ LI ERDÊ NAMÎNE

Rojek ji rojan kalemêrek dide ser rê, siwarî ji gundekî bi xizmet diçe gundekî mayîn. Di rê da xortekî tûre ji dûr va wî dibîne, temê xwe lê xirab dike, xwe ji xwe ra dibêje: “Heyran, vê çolê kî-kî ye? Ez ku kalê ji hespê bînime xwarê û hespa wî jê bistînim, kê wê bizanibe, ku kê bû?”. Paşê difikire, ku kes nebîne jî, dibe Xwedê bibîne. Gava ranêzîkayî kalê dike, dudil dibe, dixweze him bibe xwedîyê hespê, him jî bê ceza bimîne. Wek dibêjin, ne dixweze destê xwe ji dêrê bike, ne jî ji mizgeftê. Alîkî va jî bihîstîye, ku yê xirabîyê dike, zû-dereng xirabî tê pêşîya wî. Heynese, pey silav-kilavan ra ji kalê dipirse:

-Kalo, mirov ku xirabîyekê dike, çiqas wext şûnda xirabî tê pêşîya wî?

-Car zane, lawê min. Car heye piştî çend rojan, mehan û salan, car jî heye heta çend deh sal dibuhurin.

Xort difikire, di dilê xwe da dibêje: piştî çend salan kê zane çi dibe, wek dibêjin, an kerê bimire, an jî xwedîyê kerê. Û hahanga biryara xwe dide, derbeke cîwar patika situkura wî dixe, kalê ji hespê tîne xwarê, kalê bê hiş dikeve erdê. Li hespê siwar dibe û bayê bezê dide tiradan. Ji ber ku xam e, nikare hespê bîne zevtê, hesp wî qilozî ezmîn dike û yekser davêje ser erdê sipî-sar. Bazinê situyê wî dişkê, wek dibêjin, dengekî wî erd e, yek esman e.

Di wê navberê da kalê ser hişê xwe da tê, çarneçar bi hemdî xwe dide ser rê, ku here qonaxa xwe. Ji dûr va dengê qûrîn-qajîna xort lê tesele dibe. Nêzîk dibe, dibîne, ku xort di nava xwînê da mewicîye, nikare ji cîyê xwe bilive. Kalo xwe bi xwe difikire, ku hespê wî yê amin bi xwe heyfa xwedîyê xwe hildaye, û xort bi destê xwe ser bela xwe vebûye.

Xortê bêbext jî ji zar-ziman ketîye, lalomeyî bûye, bi himzorekî ji kalê dipirse:

-Ne axir min ji te pirsî, ku gava yek xirabîyekê dike, çend salan şûnda tê pêşîya wî, te got heta çend salan jî dikişîne. Ya min qe çend deqeyan jî ne kişand. Te çima ji min ra rast ne got?

Kalê bi çavên zane û kûrfikir lê mêze dike û bersîveke ha didê:

-Min rast gotîye. Qezîya îro hate serê te, ew ji bo neheqîyên te yên berî çend salan in. Lê xirabîya te îro kirîye, piştî çend mehan, an jî çend salan wê bê pêşîya te, eger nehat pêşîya te jî, wê bê pêşîya kurên te, nevîyên te…

Dawîgotin:

Gelek kurdên me vê bêkontrolîya Facebookê bi kar tînin û çi tê ber serê wan çap dikin, belav dikin, nimûneyên zargotina me tevlihev dikin, stiranên radyoya Rewanê xirab dikin, him gotinên wan diguhêrin, him jî sazbendîya wan feş dikin û wek stiranên xwe distirên.
Pir kes jî gotinên berî çend salan yekî ji serê xwe der gotibe, wek gotinên pêşîyan raber dikin. Mesele, dibêjin ”Behr şîn e, av tê da nîne”, bêy ku fêm bikin, ku dema te gotina behr bi kar anî, çawa dikare ew bê av be?

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev