Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan – 2

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan – 2
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 54an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.
Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û beşek ji wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berî heftêyekê me ji vê berhema folklorî beşên bi sernavên “Mêr û Mêranä” û “Jin û jinanî” çap kiribû, îro du beşên din çap dikin.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji zargotina me – 54
DÊ Û BAV, XWÎŞK Û BIRA
Dê bû dêmarî,
Bav bû kavarî.
Berê dê-bavan berbi ewledan,
Berê ewledan berbi çiyan.
Bira tenê mirina birê naxweze.
Bîna dayîka,
Tê ji xaltîka.
Dibê: – Bavê te siyaran kuşt,
Yanê peyan kuşt?
Dibê: -Kuştin, kê kuşt, kuşt.
Ez seba te,
Tu seba kê?
Gîha ser koka xwe şîn dibe.
Heta wana kiras bişewite,
Li minê dil bişewite.
Her gav, herro, hemû gavan,
Lazime qedirê dê û bavan.
Jê ket,
Pê ket.
Jijû destê xwe çêjka xwe dixe,
Dibê: -Çiqas nerm e!
Karik bin selikan da namînin.
Kevirê mezin bê kevirê biçûk nabe.
Kur darê bavê hildide,
Lê qîz – teşiya dê.
Kur hene gul bi ser,
Kur hene ser bi ser,
Kur jî hene xwelî ser.
Kur jî heye, kurik jî heye.
Kur-qîz dest dikevin,
Lê dê-bav dest nakevin.
Kurê bê dar,
Pîra bê zar,
Herdû jî xedar.
Kurê zû zewicandî,
Zeviya zû çandî,
Zor ji xwedê sitandî.
Malê ne bike ji kurê pak ra,
Ne jî bike yê xirab ra:
Yê pak wê rabe çê ke,
Yê xirab wê rabe xirab ke.
Şivanan dar û gopal,
Bûkê pê û par.
Tu çi biçînî,
Tê wê jî hilînî.
Tu bavê minî gavan ra nede çêran,
Ez jî bavê teyî paşa ra nedime çêran.
Wî bavê xwe kuşt,
Ku serî sond bixwe.
Xwîşk dibê birê min heye,
Bira dibê xwîşka min tune.
Ya dest dike,
Qe dê û bav nake.
Yek bera xwe
Binê yê dinê ra nake.
Yek-av e,
Dudu-çav e,
Sisê-dê û bav e.
XEBATHIZ Û TEMBEL
Bira destek hewcê yê dinê nebe.
Bira bêjin lal e,
Lê nebêjin tiral e.
Darbiro, dara bibir,
Gumana xwe ji xwedê nebir.
Destê rehet ser zikê birçî ye.
Du zebeşan bi destekî digire.
Ez axa, tu axa,
Kê golika bajo nav baxa?
Gavan berbi gund bû,
Jina gavan teze şuxulkar bû.
Ji destekî deng dernayê,
Bi kulîlkekê bahar nayê.
Îdare-
Pez û bêder e.
Havîn ku heye,
Dê û bavê feqîran e.
Hebûn li binê loda gîhê da ne.
Her tişt destê hostê xwe da melûl e.
Heta jîr bûm,
Ez jî pîr bûm.
Heta mirinê,
Çev li kirinê.
Mesî bê desî?
Mesî sêrî da digrin.
Meriv bi xebatê namire.
Meriv dûmka dirêj dighîje miraza.
Milka-aş,
Sineta-simteraş,
Mêrê dîwanê-yê pêş nede paş.
Min bûkek anî lez bi lez,
Dayê mal û ga û pez,
Sivka malê dîsa ez.
Nanê êvarê bihêle sibê,
Xebata êvarê nehêle sibê.
Nan da zor e,
Xebatê da kor e.
Nûbara baharê dew e,
Ya merîya bêşeref dike-xew e,
Ya merîya rûreş dike-derew e.
Pêşe çek e,
Berîya xwe ke,
Hewce dibî, derî veke.
Pêşe çek e,
Paşla xwe ke,
Te hewce tê- derî veke.
Sivê zû-rez,
Nîvro-pez,
Êvarê-tu û ez.
Xasîke merivan ya jîr hebe,
Çêlekeke merivan ya pîr hebe.
Xebat penzewara canê isên e.
Xebata êvarê
Meriv erdê dibîne.
Xebat ker e,
Te ço kirê,
Wê here.
Xebatçîyê xwe yî,
Şîrinê xelqê yî.
Xebatçî
Nabe birçî.
Xeteke zêde bavêje beyaran,
Lê neçe ber derê neyaran.
Xizan e,
Dest û pê ziha ne.
Xwedê gotîye:
-Te hereket,
Min bereket.
Xwerin xweş e,
Kirin reş e.
Xew, xem, xwarin-
Hersê jî dijminê xedar in.
Xûşka mine adarê,
Bide min sê rojê baharê,
Gîsko jorda têkime xarê.
Xwerin xweş e,
Kirin reş e.
Yek-yek e,
Dudu komek e.
Yekê-banzdekê,
Bû duda-li hev bada,
Bû sisîya-dû ber vêsiya.
Zivistan derd û kul e.
Baharê – pez,
Payîzê – rez,
Zivistanê – ez.
Zikê min têr be,
Milê minê şêr be.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev