Zîna Edo Taloêva – bêjera yekemîn ya beşa radyoya kurdî li Gurcistanê

Zîna Edo Taloêva – bêjera yekemîn ya beşa radyoya kurdî li Gurcistanê û yek ji hîmdar û rêjîsora têatroya  kurdî ye netewî li Gurcistanê

Radyoya Ria taza derheqa Zîna Edo Taloêva – hunurmenda navdar û stehrkeke geş di esmana stranbêjîya gurcî de (25 salan solîsta koma gurca ya stranêye bi nav û deng ya bi navê “Rêro” bû û bi navê Zêynab Kurdîanî hatiye naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Zîna Taloêva ye), bêjera yekemîn ya beşa radyoya kurdî li Gurcistanê û yek ji hîmdar û rêjîsora têatroya  kurdî ya netewî li Gurcistanê û herwiha rêjîsora têatroya rûsî ya dramatîkîyê ya ser navê Grîboêdov bûye. 20 salên dawî li Amêrîkayê li ştata Merîlêndê maye û çend meh berî wê vegerîya hat bajarê xwe Tbîlîsîyê.

Fermo, guhdarîya bernameyê û hevpeyvîna di gel xanim Zîna Edo Taloêva bikin.
Amadekar û rêvebira bernameyê: Bêlla Stûrkî.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev