Serhildana Yezdanşîr ya sala 1854an dijî dagîrkarîya tirkan

Serhildana Yezdanşîr ya sala 1854an dijî dagîrkarîya tirkan

Me di 54 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov berhema bi sernavê “Serhildana Yezdanşîr ya sala 1854a dijî dagîrkarîya tirkan” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 55

Di sala 1834a Mehemmed Reşîd paşa bi ordîya xwe, ku teze şerê bi Mehmmed Elîyê Misrî ra kuta kiribû, ser temamîya Kurdistanê ra derbaz bû, kurd û Kurdistan di nava xûnê da mewicand. Li her dera paşatî ji dest kurda derket û ji wî çaxî da îdî paşatî ji holê rabû, tenê di warên çiyayî da, ku diketine başûrê gola Wanê û Hekarîyê hukum di dest hukumdarên kurda da bûn. Vira hukumê bavê Yezdanşîr(1) gelek bû, ku serekê kurdên Hekarîyê bû. Piştî ku eskerên tirka ji wan deran derketin, temamîya Kurdistana Mezin kete bin destê wî.

Dîwana tirka, ku ji hukumê bavê Yezdanşîr ditirsîya, ji ber ku ew hukum her diçû di nav kurda da zêdetir dibû, piştgirîya neyarê wî kirin, ku birayê wî yê helal Bedir xan bû û tirka hewl didan bi wê yekê va di nav kurda da dutîretîyê pêşda bînin. Lê ew yek ji tirka ra li hev ne hat. Bedir xan, ku bû serekê eşîra Hekarîya, bi rû va xwe hogirê sultan nîşan dida, lê wek birayê xwe dixwest bi serî xwe, bi awakî serbest serokatî li herêmên xwe bike, lê bavê Yezdanşîr û Yezdanşîr bi xwe jî dijminaya hukumeta Tirkîyê dajotin û hewl didan di wê rewşa ji bo tirka giran da heyfa xwe ji wê hildin.

Serkarîkirina Bedir xan bi wê yekê va deng da, ku ewî ji heq-hesabên xaçparêza dihate der. Di wan deman da rex çemê Zab-el-Kebîrê, di deverên Tîyarê û Thomê eşîrên xaldêyên xaçparêz diman (xaçparêzên nêstorîyan), ku xwe hesab dikirin wek zureta (peyhatî) aşûrîyên kevnare. Metranên wan serokatî li eşîrên xwe dikirin û bac didane kurdên cînarên xwe, hema bêje di serkarîkirina xwe da serbest bûn û halê wana xweş bû. Hela di salên 30î yên sedsala 19a da mîsyonêrên Îngilîs û Amêrîkayê hatine Mûsilê û destpê kirin aşûrîyên nêstorîyên bikine protêstant.

Di dema serkarîkirina Bedir xan da, ku hukumê wî hinekî li ser aşûrîyan jî hebû, mîsyonêrê emirkan (Amêrîkî) Hrant di bajarê Aşît da mala mîsyonêrîyê çê kir û ew bajar wan dema navbenda herêma Tîyarê bû. Di nav kurda da deng bela bû, ku xelqên biyanî li Aşîtê Koçk-serayê çê dikin, dixwezin demeke dirêj li vir bimînin û hukumê xwe belayî ser milet bikin û niyêta wana heye di nav kurda da xaçparêzîyê bela bikin. Kurdên ku hetanî wî çaxî bi aşûrîya ra bi aşîtî dijîtin û cînartîyeke qenc bi hevdu ra dikirin, destpê kirin dijminaya hemû xaçpaêza ajotin. Bedir xan ev yek ji berjewendîyên xwe ra bi kar anî û hewl dida hebûna aşûrîyên dewlemend ji dest wan hilde, wana bişêlîne, û ji bo wê armancê destpê kir şervanên kurd berev kirin bona dakute herêma Tîyarê, xudêgiravî ji bo parastina îslamê. Paşayê tirka yê li bajarê Mûsilê – Muhemmed, ku kurda hema bêje hukumê wî li ser xwe lap qebûl ne dikirin, dijî daxazên Bedir xan derneket, li ser riya pêkanîna meremên wî nebû asteng, bi hêvîya ku kurd û aşûrî wê şerê hevdu bikin û herdu jî sist bibin û bi wê yekê va wê bikaribe karê testîqkirina hukumê tirka li warên çiyayî yên Kurdistanê da bide hêsakirinê.

Li sala 1843a Bedir xan herêma Tîyarê kaf-kûn kir, kire kelefe, nîvê binecîyên herêmê yên xaçparêz qir kir, lê di sala 1848a da ew ecêb anîne serê xaçparêzên herêma Thomê jî.

Bi zordayîna dewletên Awropayê hukumeta Tirkîyê esker şandine dijî Bedir xan û bi saya serê wê yekê, ku di navbera kurda da şerê navxweyî çê bû, ji tirka ra li hev hat Bedir xan bigrin û bişînine Cizîrê. Em wê jî bêjin, ku eşîra Yezdanşîr(2) pişta tirka bû, bi wê hêvîyê, ku ewê dewsa Bedir xan(3) bigre.

Di destpêkê da tirka bi rastî jî serokatîya Kurdistanê dane destê Yezdanşîr, lê ji tirsa ku hukumê wî wê li ser kurda xurttir bibe û yek jî ew, ku ew jî dikare wek bavê xwe bi serî xwe serokatî li kurda bike, zûtirekê serokatî ji dest wî girtin û li her dera sultanên tirka danîne ser text û garnîzonên tirka hemû bajarên Kurdistanê yên sereke zevt kirin.

Ji xweserîtî, neheqî û zordestîya paşayan ne tenê kurd, lê herweha nêstorîyan jî ne razîbûn û wana texmîn dikir, ku serkarîkirina Yezdanşîr nermtir û baştir bû, ne ku ya paşayan.

Yezdanşîr, ku ji serokatîyê hatibû avîtinê û wek berê di herêma Cizîrê da di bin hukumê tirka da dijît, lê ew fikra, ku gerekê heyfa xwe û bavê xwe ji tirka hilde, ji serê wî dernediket. Ew bi aşûrîyan ra kete nava pêwendîyan û her wexta li benda demeke bi semt bû, ku dijî hukumê tirka serhildanê bike.

Hal û demên kurda li Kurdistana Tirkîyê bi vî awayî bûn berî şerê sala 1853a. Gava sala 1853a Tirkîya dijî Rûsîyayê şer îlan kir, kurda guh nedane bangawazîyên tirka, ku dest bavêjine çekan û tenê eşîrên kurdan yên ser sînorê Rûsîyayê gurra tirka kirin, bi hêvîya, ku di şêr da ewê bi hêsanî talana bikin û yek jî warên kurda yên koçerîyê di bin hukumê eskerên tirka da bûn. Wan kurda eskerên siyarî dane ordîya tirka. Lê wek ku me ji şirovekirina desteya Êrîvanê texmîn kir, ew siyarîyên kurda kareke mezin nedane eskerên tirka, tenê xelqê dişêlandin û wek ku xuya bû, li bendê bûn, çika ji herdu alîyan kê wê bi ser keve, ku xwe bidine wî alî. Ew serketinên me yên di sala 1854a da hema bêje hemû kurda mecbûr kirin dest ji ordîya tirka bikişînin, herine malên xwe, Kurdistanê. Piştî ku me di şerê Çingilê da zora desteya Bayazîdê bir, di alaya tirka ya li Wanê da gelek hindik kurd mabûn, ew jî piranî ji eşîra Heyderîya bûn, ku li wan dera diman û warên wan piş Alla-daxê bû, rex hêwira eskerên tirka.

Di meha çileya pêşin sala 1854a, gava alaya Wanê (eskerên desteya Bayazîdê) dît, ku desteya me xwe ji paşalixîya Bayazîdê vekişand, ji gundê Bergîrê, ji besta dora Feratê berê xwe da Sûrb Hovhannêsê, kurdên Heydarenli jî ji desteya tirkan derketin.

Yezdanşîr dît, ku eskerên tirkan ji wan deran çûn, ewî ala serhildanê bilind kir. Pêşî kurdên Hekarî hatin gihîştine wî, paşê kurdên Makûyê (bi serokatîya serekeşîrê xwe Têlî beg) û dû ra jî eşîrên Botanê. Pişt ra gelek eşîrên kurda yên mayîn û heta aşûrî jî gihîştine wî(4). Di wan çaxa da li Kurdistanê tenê çend alayên tirka yên bin hukumê paşa, serwêrên senceqa û çend garnîzonên tirka yên sist jî bajara da mabûn, ji ber wê jî kurd tu cîya tûşî berxwedaneke ciddî ne bûn.

Di meha çileya paşin sala 1855a Yezdanşîr Bîtlîs û Mûsil xiste bin destê xwe, dîwana tirka ji wira qewitand û karxeneke mezin û bank jî ketine destê wî. Wî çaxî kurdên êzdî jî xwe gîhandine Yezdanşîr. Serhildan bû ya piranîya eşîrên kurda û hemû aşûrîyên xaçparêz, ji ber wê jî di meha çileya paşin da jimara eskerên Yezdanşîr digihîşte 30 hezarî.

Bona hincirandina serhildanê Kengam paşayê ji Bexdadê ji wira û bajarên mayîn hemû garnîzonên tirka yên sist berevî bajarê Sîîrtê kir û derkete dijî Yezdanşîr, lê di nîveka ewê mehê da rex bajarê Sîîrtê hate hincirandinê(5) û riya revê da ber xwe (xwe li riya revê girt). Wî çaxî îdî serhildan mezîleke pir mezin – ji Bexdadê heta Wanê – hilgirtibû nav xwe. Kurda Şah, Mekis, Medar, Xerzan û gelek warên mayîn zevt kirin. Binecî li her dera rabûbûn û karmendên tirka dikuştin. Tenê ji serekên senceqa 16 kes hatine kuştinê. Pareke eskerên garnîzonên tirka hatine kuştinê, parek jî revîn.

Di meha sibatê da bin destê Yezdanşîr da îdî 60 hezar esker hebûn, lê hinek serkanî jî ew jimar digîhandine heta 100 hezarî. Heta hurum (yûnan) jî, ku li wan deran diman, û heta 2 hezar kesên ji Erebistanê jî ketibûne di nav eskerên Yezdanşîr.

Yezdanşîr pêşnîyarek ji paşayê Wanê ra şand, ku Wanê bihêle û bajar teslîmî wî bike, ji ber ku Yezdanşîr Wan dihesiband wek kubarîya pêşîyên xwe.

Em wê jî bêjin, ku ewî pênc cara ji serekê desteya me ya Êrvîvanê ra jî nivîsîbû û ser wê bawerîyê bû, ku eskerên me hela li Bayazîdêne. Di wan nameyan da ewî hîvî ji serekê desteya Êrîvanê dikir, ku alîkarîya wî bike û ber me pêşnîyar dikir, ku em êrîşî li ser Wanê û Bîtlîsê bikin, ji bona li wira eskerên wî û yên me bigihîjine hev û paşê ji Erzurumê bi hev ra derkevine dijî tirka. Lê ew name di wextê da nedigihîştine me, ji ber ku wan dema desteya Êrîvanê îdî li warên xwe yên ji bo zivistanê da bûn, ku di herêma Êrîvanê da bû.

Lê dîsa jî haya desteya Êrîvanê ji serhildana Yezdanşîr hebû û salixên derheqa wê yekê da ji kurdên paşalixîya Bayazîdê digihîştine me, ku bi dil û can piştgirîya Yezdanşîr dikirin û wî dihesibandin wek serekê hemû kurdên Tirkîyê.

Bi saya serê serekê barêgeha eskerî ya desteya Êrîvanê serhing Lîxûtîn, em pê hesiyan, ku 20ê çileya paşin piranîya eskerên desteya tirka, ku rex Sûrb Hovhannêsê bi cî û war bûbûn, şandine Bîtlîsê, ji ber ku êzîdîyên wira serî hildabûn. Eskerên tirka ji Erzurumê û Kerpî-kyoyê jî dabûne ser rê, diçûne Bîtlîsê. Gelo eskerên tirka çawa dijî kurdên serîhildayî şer dikirin, di desteya Êrîvanê da derheqa wê yekê da malûmatî tunebûn. Me tenê zanibû, ku li ser axa başûrê gola Wanê, rex kela Pehwansê di navbera Yezdanşîr û tirka da şer derketibû û ji tirka 4 hezar kes şehîd ketibûn û pişt ra ew jî paşda vekişîyabû. Dû ra me tu malûmatîyên derheqa şerê di navbera wan da ne sitendin.

Di destpêka meha adarê konsûlê Îngilîs li Mûsilê, Yezdanşîr û çend giregirên kurdên ku serî hildabûn bi hev ra ketine nava hevraxeberdana. Konsûlê Îngilîs hewl dida kurda û hukumeta tirka li hev bîne û wek xuya ye, ewî çend giregirên kurda dabû razîkirinê. Bi gotina wan kurda, ku ev malûmatî gîhandibûne serhing Lîxûtîn, Yezdanşîr bi xwe ji konsûlê Îngilîs wek hedya 400 çewal perên qurûş sitend.

Di nîveka meha adarê da Yezdanşîr bi neferên mala xwe va îdî li bajarê Qesra Gelî, di herêma Cizîrê da dima, ku eger meriv peya biçûya, ji Wanê riya 15 roja bû. Li vira kelake kevnare hebû, ku berê bin destê pêşîyên Yezdanşîr da bû. Kurdên ku li best û beyarên vira diman, tu cara hukumê tirka nas ne kirine, ji ber wê jî Yezdanşîr xwe di nav wan da bê tirs û arxayîn texmîn dikir.

Yezdanşîr dema ku di Qesra Gelî da bû, wira jî haziraya serhildanê didît, lê hewl ne dida destpê bike, ji ber ku mesela peydakirina alifê ji bo hespan hel ne kiribû û li bendê bû, çika emê alîkarîya wî bikin, an na. Ji bo wê yekê ew dîsa bi desteya me ya Êrîvanê ra kete di nava pêwendîyan da.

Di destpêka meha nîsanê da kurdekî bi navê Eslo hate bal serekê desteya Êrîvanê û ji wî ra got, ku Yezdanşîr ew ji Qesra Gelî şandîye bal wî û pêşnîyar kirîye, ku eskerên rûsa êrîş bibine li ser bajarê Mûşê, dû ra jî li ser bajarê Bîtlîsê û Yezdanşîr wê li wan dera xwe bighîne eskerên rûsa. Lê îdî di dawîya meha nîsanê da li paşalixîya Bayazîdê deng bela bû, ku Yezdanşîr bawerîya xwe bi gotinên konsûlê Îngilîs li Mûsilê û paşayê tirka anîye, ji Qesra Gelî derketîye bona di cîyê pêşda kivşkirî da rastî wana bê û li wira hatiye girtinê û wî şandine Konstantînopolê. Ev behs zûtirekê metranê aşûrîya Abraham jî testîq kir û derheqa wê yekê da bi nivîsar elamî serhing Xrêşçatîskî kir (serekê eskerên siyarî yên desteya Êrîvanê). Piştî girtina Yezdanşîr, kurdên ku serî hildabûn, ji hev bela bûn û serhildan temirî.

Bi vî awayî, tirka bêy ku şer bikin, di bahara sala 1855a ji wan dijwarîyên mezin xilaz bûn, ku dikaribûn bihatana serê wan û dikaribûn temamîya eskerên xwe derxistana dijî me. Bona milahîmkirina Kurdistanê medalya taybetî dane wan hemû eskeran, yên ku derketibûne dijî Yezdanşîr û îzbatîya wê yekê jî ew e, ku hukumeta tirka ew serhildan ji bo xwe wek serhildaneke gelekî bi xeter dihesiband.

Yezdanşîr bi lez diket, ku serhildaneke nû destpê bike. Eger ew serhildan di bahara sala 1855a destpê bibûya, dema ku eskerên me destbi şêr kiribûn û dema ku serekqumandarê eskerên Kavkazê îdî gênêral Mûravyêv bû, wî çaxî ew dikaribû ji me ra kareke mezin banîya, meyê bikaribûya bi awakî zû zora eskerên tirka bibira û ewê di Asîya Biçûk da biketana di nav du agira da. Lê ew yek ne qewimî.

Em ser wê bawerîyêne, ku ew serhildan dikaribû zûtir destpê bûya, eger me di meha çirîya pêşin sala 1854a di senceqa Bayazîdê da xwe li sistîyê negirta û bikaribûya besta Mehemmedîyê bixista bin destê xwe, lê ew wî çaxî tenê gihîştine rex çemê Soûk-sûyê, ango em ji Alla-daxê tenê 30 kîlomêtra çûna nava kûraya paşalixîya Wanê, lê me gerekê êrîşî li ser Wanê jî bikira. Wî çaxî rewşa desteya me ya Êrîvanê di hêla stratêgîyê da bi xeter nîbû. Ji alîyê Wanê tenê bermayên desteya Bayazîdê dijî desteya me şer dikirin, ku me di şerê Çingilê da zora wana biribû û ew gelekî sist bûbûn û ji ber wê wana timê xwe ji şerê bi rûsa ra ta didan (hewl ne didan bi me ra şar bikin). Rewşa me li devera Êrîvanê xweş bû, bi saya wê yekê, ku serhing Lîxûtîn bi awakî nermî berbirî kurdan dibû û ewana piştgirîya me dikirin, lê me nikaribû ji alîyê Erzurumê desteya Êrîvanê derxista dijî tirka, ji ber ku tirka piştî ku di şerê Başkadiklerê û rex Kuruk-darayê dabûne der (têk dabûn), temamîya hêza xwe civandibûne ser hev bona parastina Qersê. Eskerên desteya Êrîvanê ser xwe bûn, demeke dirêj li senceqa Bayazîdê da bûn û li wira hêsa bûbûn, ji ber ku wan dema rewş li wir seqirî bû û tu kêmanîya wan ya xurek jî tunebû. Serokatî û eskerên desteyê “bêrîya şêr kiribûn” û gelekî dixwestin êrîş bibine li ser Wanê, lê hemû pêşnîyar û sebebên ji bo êrîşkirinê, ku me raberî serokatîya desteya Êrîvanê dikirin, diketine destê mîrlaw Bêbûtov (ew serekqumandarê eskerên me bû di şerên sala 1853 û 1854a da) û ewî ew piş guhê xwe va davîtin û bêy ku tu sebeba bîne, ferman dida, ku ji Alla-daxê derbaz nebin.

Lê heta wî çaxî jî, gava desteya Êrîvanê li devera Êrîvanê derbazî xanîyên xwe yên ji bo zivistanê bû, ne dereng bû, ku em herine hewara Yezdanşîr. Lê îdî zehmetî çê bûbûn, ji ber ku rêyên berbi Alla-daxê cî-cîna bi berfê va hatibûne girtinê. Lê ew jî zanibû, ku eskerên tirka ji wan riya derbaz bûne û em fikirîn, ku em jî dikarin derbaz bibin.

Derheqa hal û demên serhildana Yezdanşîr û derheqa wê yekê da, çika ew ji me hîvîya çi ye, hela di destpêka meha çileya pêşin sala 1855a li desteya Êrîvanê da mîrlaw Bêbûtov agahdar dikirin.

Di nîveka duda ya meha adarê da belekî ketibûne çiyayê Alla-daxê û berf îdî dihelîya, rê vedibûn û pirsa peydakirina alifê ji bo hespên me jî hatibû helkirinê. Eger desteya Êrîvanê qe na di wan dema da êrîş bikira, Yezdanşîr nedihate girtinê û ewê serokatî li serhildana xwe bikira.

Eger desteya Êrîvanê êrîş bikira, emê bigihîştana serketinên mezin: temamîya Kurdistanê wê derketa himberî tirka û ew serhildan wê belayî li ser Erebistanê û herêmên mayîn yên Tirkîya Asîyayê jî bibûya. Serhing Lîxûtîn jî ser vê fikrê bû, ji ber ku ew bi gelek miletên Asîya Biçûk ra dida û distend û ew jî ser wê bawerîyê bûn(7). Nameyên metranê aşûrîya Abraham jî evê yekê testîq dikin, yê ku dibêje, ku kurd û xaçparêz di kar û emelên himberî dijminê xwe – tirka, ecêb hevdu digrin. Tu şik tune, ku ew serhildan wê gelek tişt berbi başîyê biguhêranda. Di şerê me yê li Asîya Biçûk da, ku sê sala kişand, û em hertim jî bi ser ketine, me tenê bi hildana Qersê va kar û barê xwe xilaz nekira. Me gerekê hildana Qersê ji xwe ra hindik bidîta û ew jî me bi Sêvastopolê ra guhart.

Metran Abraham di nameya xwe ya 30ê adarê sala 1855a da, ku ewî ser navê serhing Xrêşêçatîskî nivîsîbû, dihate gotinê: “Maqûl serhing! Dema hûn haziraya xwe dibînin herine Wanê, ji kerema xwe berî heftêkê min hayadar bikin, ji bo ku ez jî di hêla xwe da haziraya xwe bibînim, bi eskerên xwe va bême hewara we. Êrîşa xwe derengî nexin, ji bo em zûtirîn wext Wanê zevt bikin… Ez hîvî ji we dikim, ku bîr û bawerîyên xwe yên derheqa vê pirsê da bighînine mîrlaw Bêbûtov û wî bidne bawerkirinê, ku ez pişta we sekinîme û ezê bi her tiştî va alîkarîya we bikim… Hema ku eskerên we hatine Wanê, ez soz didim, ku ezê mezîla axa ji bajarê Mûsilê bigre heta Wanê zevt bikim… Ez wê jî bêjim, ku Ezdîn Şêr beg, ku birazîyê Bedirxan beg e, dijî tirka şer kirîye û ji wana 4 hezar esker kuştine. Piştî wê yekê konsûlê Îngilîs, ku li Mûsilê dimîne, bi awakî nemamî wî da girtinê. Hemû kurdên bin destê wî da hîvî ji min dikin, ku ez piştgirîya wan bikim. Min emirî ser wan kir, ku destê xwe nedine xaçparêza, lê bi tirka ra çawa dixwezin bira usa jî bikin”.

Di nameya ewî metranî ya 15ê gulanê sala 1855a da, ku ewî li ser navê qumandarê korpûsa me mîrlaw Bêbûtov nivîsîbû, dihate gotinê: “Hûn hîvî dikin, ku em malûmatîyan bidne we derheqa wê yekê da, çika di bin destê min da çiqas esker hene. Hûn jî zanin, ku ji min ra dijwar e bizanibim çiqas eskerên min hene, ji ber ku ne hukumê min pir xurt e, ne jî pere bin destê min da hene, ku ez bikaribim ji wan ra meaşekî kivş bikim û bi wê yekê va bizanibim, ku jimara wana çiqas e. Ez tenê ji we ra dikarim bêjim, ku di bin hukumê min da 8 herêm hene, ku piranîya binecîyên wan aşûrîne û ewana gişk jî li bendêne, ku hûn pîyê xwe bavêjine Wanê bona ew derkevine pêşîya we. Niha bal me jimara eskerên tirka pir hindik e. Ez niha nikarim bi awakî eşkere bangî kurda bikim, ku bêne alîyê me, ji ber ku hertim paşayên tirka bi xulam û xizmetkarên xwe va li mala min dibine mêvan, lê wek ku di nav milet da dibêjin, him ermenî, him jî kurd li bendêne, ku eskerên rûsa ji sînorên me derbaz bin, berbi me va bên bona ew bighîjine we…”. Malûmatî û pêşnîyarên xût bi wî awayî ji metranê ermenîya yê Azirbêcanê Îsahak jî dihatine sitendinê, ku casûsên wî li Tirkîyê hebûn(9).

Di destpêka sala 1856a hew mabû, ku temamîya Kurdistanê dîsa rabe ser piya. Tevger ji kurdên Reşkota destpê bû, ku hetanî niha jî di wilayeta Dîyarbekirê da dimînin. Zûtirekê êzîdî jî gihîştine wan, ku li zozanên rex Dîyarbekirê diman, paşê tevger derbazî Dêrsimê jî bû. Hema di wan çaxan da kurdên paşalixîya Wanê Wan şêlandin, lê li paşalixîyên Mûşê û Erzurumê da di dema ku ji bo ordîyê esker berev dikirin, di navbera kurda û tirka da pevçûnên mezin bûn. Piştî girêdana peymana aşîtîyê (di adara sala 1856a da) îdî hew tevlihevî çê bû û bêdengîyê Kurdistan hilgirte nav xwe(10).

Çavkanî

1. Navê wî ne bêlî ye.

2. Bavê Yezdanşîr wî çaxî îdî miribû.

3. Bedir xan sirgûnî girava Kendî kiribûn.

4. Hukumeta Tirkîyê pere dane lawên Bedir xan û hîvî ji wan kiribû, ku eskeran berev bikin bona şerê dijî Rûsîyayê. Wana ew pere ser berevkirina kurdan xerc kirin jî, lê wan kurda kirine nava şervanên serhildana Yezdanşîr.

5. Bi malûmatîyên mayîn Sîîrt bi destî Merezdîn hate hildanê, ku serekên êzdîyan bû. Ewî koka 5 hezar nîzamên tirka anîn, paşayê Sîîrtê kuşt, 6 topavêj zevt kirin û bajar ji kokê va hedimand. (Nivîsên derheqa serîhildanên kurdên ku navbera Mûsilê û Dîyarbekirê da diman. Nivîsa surî, ya Barê’geha Sereke, beşa duda, hejmara 2a. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).

6. Qurûş gorî kûrsa wan dema weke 5 kapêkên zîvîn bû.

7. Ew yek “Nivîsên derheqa kurdên Botanê da testîq dike”, ku konsûlê me yê li Helebê maqûl Îvanov sala 1878a ew amade kiribû. Ew nivîs di serdazêdekirina vê berhemê da heye û derheqa wê da emê di beşa 6a da ji we ra bi hûrgilî şirovebikin.

8. Ango, Yezdanşîr.

9. Binhêre serdazêdekirina hejamara 20î. Hesabdayîna serwêrê konsûlxana sereke li Tewrêzê Xanîkov ya ji bo gênêral-milazim Bêbûtov, ya 16ê çirîya paşin sala 1855a, hejmara 1188a. (Ji cilda 11a ya Aktî arxêoplogîçêskoy komîssîî).

10. Nivîsa gênêral-adyûtant Mûravyêv ji bo mîrlaw Dolgorûkov, ya 14ê adarê sala 1856a, hejmara 17a (Rûpel 239 ya cilda 11a ya Aktî arxêoplogîçêskoy komîssîî).

Dîsa ew, ya 19ê adarê sala 1856a, hejmar 41. /Rûpel 269, ya cilda 11a ya Aktî arxêoplogîçêskoy komîssîî).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev