Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Rênas Mîran – yek ji berhemdêrê stranên modern ên bi kurdî

Bernameya radyoya Ria taza diyarî yek ji amadekar, helbestvan, tomarkerê dengê kurdî, kompoziîtor û prodûsêrê navdar, aranjorê muzîka Kurdî ya dewrana me yê herî berbçev Rênas Mîran, ku di salên dawî de bi aranjekirina stranên gelêrî ên Kurdî bi şêweya House Music’ê deng veda, ku niha li bajarê Hamburga Almanyayê dijî, serokê Mala folklora kurdî ye. Rênas Mîran yek ji berhemdêrên Stranên Modern ên bi Kurdî  li ser salên dawîn e. Ewî bi xebatên xwe nîşan da ku ka mirov çawa dikare bi riya çand û hunerê him xizmetê li çanda gelê xwe bike û di heman demê de jî dengê Kurdan bigîhêne cîhanê.

 Rênas Mîran sala 1984 li bajarê Hewlêrê Başûrê Kurdistanê di mala dengbêj Mîran Herkî da ji dayîk bûye. Bi saya ked û xebata bêhempa ewî di nava 20 salên dawî de bi sedan albûmên stranên kurdî yên stranbêjên navdar wek: Şivan Perwer, Hesen Şerîf, Hozan Alîn, Şerîf Omerî, Hozan Dîno, Xêro Abbas, Ciwan Haco, Koma Mizgîn, Rojan Delyar, Hejar Temo, Sener Yildîz, Hejar Temo, Jiyan, Demhat, Destan Dogan, Yilmaz Çêlîk, Gulê, Xalo, Muhabbet, Lloyd Da Meza, Îbrahîm Rojhilat, Firat Îmîrza ronayî dîtine. Rênas Mîran hersal li ser projêyeke nûjêne balkêş ji bo strana Kurdî dixebite. Karê xwe bi navê Kurdish House Project berdewam dike, ku projeya herî berfireh û navdar e. Îsal jî mala Kurdî bi seroktiya Rênas Mîran gele albûmên kilamên kurdî û bîyanî wê dîyarî guhdarvanan bike. Prodûsêrê mezin re em di karên wî de serkeftin û temenê dirêj dixwezin.

Fermo, guhdarîya çend berhemên Rênas Mîran bikin…
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev