Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kerr û Kulik – 1

Kerr û Kulik – 1
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 56an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em beşa wê ya bi sernavê  “Kerr û Kulik -1” raberî we dikin, beşa duduyan hûnê piştî heftêyekê bixwînin.
Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 56
Silo kurê Birikê bûye, dêmek, navê wî Silêmanê keçel bûye, jê ra gotine Silêmanê keçel. Silêmanê keçel gavanê Emer begê bûye, ew jî ji qebîla wan bûye.
Silo zefî kesîb bûye. Dêwêr dibe perrê behrê, wira hespekî behrî ji behrê dertê, hesp bê mane nêr bûye. Dertê, mihîneke Emer begê hebûye, navê wê En bûye, hesp lê dikeve, canîyeke wê dibe.
Silo orta sê-çar salan da heqê xwe nesitendîye. Êla Îbrahîm paşa tê, ku dewarên Emer begê bibe ji ber Silo. Silo bi şivê bi wan ra şer dike, dêwêr nade wana. Du merîyên gundê Emer begê dibînin, ba Emer begê pesinê Silo vedidin, yanî qencîya wî dibêjin, Emer beg îna nake, dibê: “Siloyê keçel dikare şer bike?”.
Sibê bi xwe diçe temaşê, dinihêre cerda Îbrahîm paşa hat, Silo bi wan ra kete şer da heta êvarê, tiştek neda wan. Emer beg vegerîya çû mal.
Êvarê Silo dewar bire mal. Emer begê gazî Silo kir, got: “Silo, îdî ji te ra gavanî ne lazim e. Lawê min, tu îsal çend sal e çûyî ber dêwêr, te heqê xwe nesitendîye; heqê xwe bixweze!”. Silo dibê: “Emer beg, ez ji te tiştekî naxwezim; tê bidî min, canûya mihîna En bide min!”. Emer beg dibê: “Belê, min da”.
Canûya mihîna En wê salê mihînek bûye, dêmek, zînê wê hebûye. Silêman hîn dike, lê siyar dibe.
Şûrekî wî hebûye. Diçe Werdekê dixweze. Birayên Werdekê li çolê bûne. Bavê wê nade. Silêman Werdekê direvîne. Êla Îbrahîm paşa pey dikeve, Hesoyê bavê wê jî pey dikeve. Heso zefî kal bûye. Ew û Silo va hev dixin. Werdek kevirekî hildide li serê bavê xwe dixe. Bavê wê dimire, Silêman Werdekê hildide, dibe.
Emer axa (beg) ji alîyê pêz û dêwêr komekê dide Silo. Emer axa dimire, rûspîtîya wan dikeve destê Silo.
Kurê Hesê Dûdê mezin dibin, bi Silo ra dijminatîyê dikişînin, zor li Silo dikin. Îbrahîm paşa kurapê Hesê Dûdê bûye, rîspî bûye, mezinê wan bûye, kurê Hesê Dûdê serkarê eskerên wî bûye.
Pelewanekî Îbrahîm paşayê Salî hebûye, navê wî Ubêtê dîn bûye, navê hespê wî Letîf bûye, siyarê Letîf bûye. Jê ra digotin Ubêtê dîn, siyarê Letîf.
Dibêbjine Silo: “Gerekê tu xercê heft salan bidî”. Silo nikare bide, gazî rîspîyan dike. Şêwra xwe dike, dibê: “Lazim e em ji vira birevin”. Gilîyê gişkan dibe yek, têne ser wê qirarê, ku birevin. Cabê dişînin Îbrahîm paşayê Salî ra, dibê: “Merîyan bişînin bira bê, xercê te berev ke.!”
Îbrahîm paşa merîyan dişîne, Silo dest û pîyên wan girê dide, ji êla xwe ra dibêje:
“Kuro, zû bikin,
Reşal peşan xin,
Peşal şeşan xin,
Giranîyê ser pişta devê xin!
Dibê, çol û çolistan bûn,
Dême dêmistan bûn,
Qûme qûmistan bûn,
Serî sergerden bûn”
Bar kirin çûne Berîyê, cem êla mîrê ereban.
şev danîn. Merivên Îbrahîm paşa jî berdan, ew çûne welatê xwe.
Mîrê ereban Elî Emera sibê rabûn, nihêrîn êleke giran xamê deveyê wan da danîye. Cîyê qişila wan a zivistanê bûye, lema jî dibên xamê deveyan. Elî Emera çend merîyên rîspî dişînin bal Silêmîn, mala Silêmîn, dibê: “Te çima xamê deveyê me da danîye?”. Silêman dibêje: “Serê we bixwe, navekî we vira heye, hereketê we qe tune. Me xwe bi navê we girtîye, hatine. Herkê hûn razî nebin, emê sibê bar kin, herin”.
Ew merîyên wana zivirîn hatin, gotine Elî Emera, go, dibê: “Hûn razî nabin, emê rabin herin”. Elî Emera gotin: “Me ew cî pêşkêşî wan kir”,- êla Silêman paşa kir.
Ewana li wêderê dimînin. Silêman paşa dimire. Jina wî û du kurên wî dimînin. Navê jina wî Werdek, navê kurê wî yekî Kerr, yê din jî Kulik. Herdu jî zaro bûne. Çend sal dikevine ortê, hevekî mezin dibin.
Qîzeke mîrê ereban Elî Emer hebûye, navê wê Têlî Rewşan xatûn bû. Ew keçika mezin dibe, tê wexta mêra, dixwezin keçikê bidine mêr. Elî Emer difikire, dibê: “Em qîza xwe bidine kê pak e?” Gere em bidine wî mêrî, yê ku here Bêcana Îbrahîm paşayê Salî bîne”.
Bêcan jî kihêl e, kiraskirî bûye. Dibê: “Lazim e em defa hewarê xin, ku cimaet bicive. Emê elametîyê bidine cimaetê, ku kê here Bêcanê bîne, wê keçikê bistîne”.
Elî Emera li defa hewarê dixin, cimaeta Kaka, Milla, Mirdêsîya û êla Silêman paşa dicivin. Kerr û Kulik ne di nav da bûne. Kesî hesab bi Kerr û Kulik ra danenîne, gazî nekirinê, gotine: “Ew êtîm in, ew çi ne, ku şixula biqedînin!”.
To, to, Elî Emeran li defa hewarê dixînin,
Li meydanê kirine qîrîn e,
Gotin: “Herçî xwe li ber fîncana teyfûr bitelîne,
Çoka rastê hilîne, ya çepê verast bîne,
Fîncana orta zilfê zêrîn hilîne,
Ser simêlê zere pale narincî da welgerîne,
Here Bêcana Îbrahîm paşayê Salî bîne,
Îşalah wê Têlî Rewşan xatûnê ji xwe ra bistîne!”.
Elî Emera nihêrîn kesekî culet ne kir.
Elî Emera careke din li meydanê kirine qîrîn e,
Go: “Ji mêran, ji şêran, ji xalçî, bavçîyan kî heye, kî tunîne?”.
Herçîyê ji Kerr û Kulikê Silêmînê xweş bûn, gotin:
“Kerr û Kulikê Silêmîn hene, du biran e,
Du beranên kel e qerqaş e çav reş e, çav kil dane,
Herdu jî nehatine, para mane.
He wî, wî, he wî, wî…
Nemînim, Kerr û Kulikê Silêmîn in!”.
Herçê ji Kerr û Kulikê Silêmîn ne xweş in,
Dibêjin: “Kerr û Kulik ku hene, gede ne,
Çawa têxî ber naxireke gundan e,
Bibin herin, sibê heta êvarê hevdu vegerînin,
Êvarê bên, serê malê yek nanê xwe bistînin”.
Kerr dibêje Kulik: “Bira rabe em herine hêsûyê, guhdarîya defê bikin!”. Radibin têne hêsûyê, li hêsûyê guhdarîya defê dikin. Guhê Kerr giran bûne, Kulik dibêje: Kerrê bira, guhê xwe pak bide ser, binihêr Elî Emera çi dibêjin.
Elî Emera careke din li meydanê kirine qîrîn e,
Gotin: “Herçî xwe li ber fîncana teyfûr bitelîne,
Çoka rastê hilîne, ya çepê verast bîne,
Fîncana teyfûr orta zilfê zêrîn hilîne,
Ser simêlê zer, pal e narincî da welgerîne,
Here Bêcana Îbrahîm paşayê Salî bîne,
Îşalah wê Têlî Rewşan xatûnê ji xwe ra bistîne”.
Go: “Ji mêran, ji şêran, ji xalçî, bavçîyan kî heye, kî tunîne?”.
Herçîyê ji Kerr û Kulikê Silêmînê xweş bûn, gotin:
“Kerr û Kulikê Silêmîn hene, du biran e,
Du beranên kele qerqaş e çav reş e, çav kil dane,
Herdu jî nehatine, para mane.
He wî, wî, he wî, wî…
Nemînim, Kerr û Kulikê Silêmîn in!”.
Herçê ji Kerr û Kulikê Silêmîn ne xweş in,
Dibêjin: “Kerr û Kulik ku hene, gede ne,
Çawa têxî ber naxireke gundan e,
Bibin herin, sibê heta êvarê hevdu vegerînin,
Êvarê bên, serê malê yek nanê xwe bistînin”.
Kerr dibêje: “Kulikê Silêmîn e,
Serê min qurbana sêrî be,
Kulikê Silêmîn e, zendê zer hilîne,
Qulçika erebî ber xwe da biçikîne,
Evî kelemî bibe here, defê bide,
Beranê Kaka, Milla, Mirdêsîya ser hev da bidefîne,
Kelem piştê da biçikîne,
Xwe li ber fîncana teyfûr bitelîne,
Orta zilfê zêrîn hilîne,
Ser simêlê kel e pal e narincî da welgerîne,
Îşalah birayê teyê here Bêcana Îbrahîm Salî bîne,
Têlî Rewşan xatûnê ji te ra bistîne”.
Kulik radibe zendê xwe hiltîne,
Qulçika erebî ber xwe da diçikîne,
Xwe li ber fîncana teyfûr ditelîne,
Orta zilfê zêrîn hiltîne,
Ser simêlê kel e pal e narincî da weldigerîne,
Li beranê Kaka, Milla û Mirdêsîya dibe îrîn û intîn e,
Dikin li Kerr û Kulik xînin.
Elî Emera li meydanê dikine qîrîn e,
Dibê: “Navê we heye, hereketê we tunîne:
Herçî gava hûn dest bidine xwe da,
Kerr û Kulik koka we wê hilînin!”.
Kulik ji Kerr ra dibêje: “Kerro bira, me qîza wan nedîtîye, emê çawa herin Bêcanê bînin, gere em qîza wan bibînin, paşê herin Bêcanê bînin”.
Kerr li meydanê dike qîrîn e,
Dibê: “Dilê min hîne hîn e,
Gere Elî Emera qîza xwe bînin,
Kulik qîza wan bibîne,
Paşê here Bêcanê bîne!”
Elî Emera li meydanê dikine qîrîn e,
Dibê: “Kulik lawo, rast e, tuyî cahil î, aqil serê te tunîne!
Qîza me ku heye Têlî Rewşan xatûn e,
Hûr hûr mircan e,
Avê vedixwe, av di gerdenê da dixwêne,
Ser kanîya Paypûrê ye,
Heftê qerebaşî li dorê ye,
Gişkî li formekê ye,
Tenê sayîkî sipî li ser da lê ye.
Here, te begem kirîye, here,
Begem ne kirîye, vegere alîyê malê ye!”
Kulik vegerîya, gote Kerrê Silêmîn e:
“Serê min bi qurban be,
Here Werdeka dê bixapîne, metirsîne,
Barê Horo, Boro tijî gulle, cebirxane ke,
Dûko, Likoyê mirtib, Bixdo, Reşîtê ap li hev bicivîne,
Ew jî xulamê me ne, belkî ji xwe ra talan tînin.
Leylikê zîn ke, teng û qûşan bişidîne,
Banz de ser qaltixa zîn e,
Teng û qûşê Sosikê bişidîne, ji min ra bîne”.
Ew çawa dibêje, birê wî jî diçe wisa li bal diya xwe hiltîne. Naka îdî dikevine mezîlê, diçin. Ser kanîya Paypûrê datînin. Keçik tê, keçikê dibînin û begem dikin.
Kulik ji Kerr ra dibêje: “Kerro bira, em diçin ser xalê xwe da, lazim e em vira hev bicêribînin: hereketê me hebe, emê herin, hereketê me tunebe, hemîn em naçin!”. Kerr dibêje Kulik: “Bira, çavên teyê sor bin, îtbara te tune, tuyê li min xî!”. Kulik dibêje: “Bira, çima ez kor bûme, qey birayên min zef in?!”. Herdu li wêderê li hev dixin, hev dicêribînin.
Ha leyl dane, ca leyl dane,
Boz dikoje der dîwan e,
şer e, şerê herdu biran e,
şîrqe şîrqa gorde misirîyan e,
şerekî bi kefîlî bi deman e,
Nabîne kafir-musulman e!
Kulik pişta Kerr jê distîne,
Kulik li Kerr kire qîrîn e.
Got: “Ezê dil û cegerê te xim serê zergan e,
Teleme kose misirîyan e,
Bavêjime bin lingê menegîyan e!”
Kulik pişta Kerr jê distîne,
Zergê xezebê ji ber gîzmê dikişîne,
Dike zergekê paşpîlê Kerr da biçikîne (yan binihîne).
Kerr xwe ji hespê davêje erdê,
Dibê: “Hû hû, dêwî soro,
Tu bi nêt î seba kevinekê min bikujî?!”
Kulik îcar kilamekê dibêje:
“Dûmanê nav çavên Kulikê Silêmîn da daye,
Nêt e seba kevinekê birayê xwe bikuje,
Dinê da bimîne bê bira ye!”
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev