Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nasyonalîzma kurdan li Tirkîyê û sîyaseta Îngilîs – 1

Nasyonalîzma kurdan li Tirkîyê û sîyaseta Îngilîs – 1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 2an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (di salên 1917-1923)” raberî we dikin. Beşa pêşin ha tê binavkirinê: ”Nasyonalîzma kurdan li Tirkîyê û sîyaseta Îngilîs -1”. Beşa duduyan emê piştî çendekê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.
Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 56

Bilî sebebê bingehîn -“ji jorê baştir xuya dike”, sebebekî mayîn, ya taybetî jî hebû. Navbenda giranîya pirsa kurda di dema em lê dinihêrin da (salên pêşin yên piştî şêr), ne ku li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rohilatê bû, lê di perçên wê yên bakûr û roavayê da bûn, ku diketine nava axa Anatolîya Rohilatê, ango Tirkîyê. Axa Kurdistana Tirkîyê hema bêje nîvê axa temamîya Kurdistanê bû, li ser wî erdî weke nîvê hemû kurda dijîtin(109). Lê gilî ne tenê derheqa jimarê da ne. Hema xût kurdên Anatolîya Rohilatê di nava sedsalekê da pêşengîya têkoşîna kurda ya azadarîyê dikirin, keda mezin kirine nava wî karî. Û hema li Anatolîya Rohilatê serhildanên kurda yên mezin bûn û li wira bingeh hatine sazkirinê bona rizgarkirina Kurdistanê û xilasbûna ji bin nîrê zordesta. Em hemû sebeba naynin, lê tenê ya sereke destnîşan bikin: tevî ku pêşketina Kurdistanê di hêla civakî-aborî û mexlûqetî-sîyasî da ser dereceke nimiz bû jî, lê perça wê ya Tirkîyê di wî alî da pêşîya perçên dinê ketibû, wek ku Tirkîya bi xwe pêşîya cînarên xwe yên rohilatê ketibû. Ji ber wê jî dereca femdarîya miletîyê li bal kurdên Tirkîyê ji ya birayên wan yên li Îraqê û Îranê bilindtir bû. Lema jî di destpêka sedsala XXa li Tirkîyê nasyonalîzma kurdî pêşda hat, ya ku pêra gîhand di dawîya şerê hemcihanê yê pêşin da di wî karî da serketineke pêşketî dest bîne.

Di wî karî da şertên konkrêt jî rola xwe lîstin, ku dema şerê hemcihanê yê pêşin û piştî wê li erafê (meydana) Tirkîya Asîyayê -li Kurdistana Bakûr û Roava da saz bûbûn. Eger di Kurdistana Başûr da desthilatdarîya dagîrkarîya eskerîyê bû, Kurdistana Rohilatê jî dest qal û cenga û tevlihevîyên hundurîn da ji hev çûbû, lê li Kurdistana Tirkîyê hal pirî-hindikî baştir bû. Tenê pareke axa wê kete bin êrîşa, ew jî tenê carekê. Piştî şêr vira hukumeta navbendî (ya Stembolê) hate dasekinandinê. Lê ew hukumet xurt nîbû û zûtirekê neyara wê peyda bû -tevgera kemalîsta ya miletîyê-azadarîyê, ku ji Anatolîyayê destpê bû.

Rewşa vî awahî ji bo têkoşîna kurda dest dida, ji ber ku firsenda karkirina aza peyda dibû. Çi ku derheqa xetera ji der va ne, ew tenê li Kurdistana Başûr-Roavayê hebû, ku nêzîkî Îraqê û Sûrîyê bû. Paşdemê da kurd ew qezîya ser xwe texmîn kirin, gava firansiz ketine Sûrîyê û Kîlîkîyayê, lê ew dakutan zirar ne gîhande navbendên kurda yên sereke. Rast e, tirs û xofek ji bakûr hebû, li ku ermenîyên daşnak de`wa axê dikirin, lê ew xetera mînanî wê dewleta Ermenîstana daşnaka ya qeşmerîyê bû, ku di destê Antantayê da bûbû wek leyîstokekê û gelê wê jî piştgirîya wê ne dikirin.

Di nav tevgera kurda li Tirkîyê tiştekî balkêş ew bû, ku îdêolog û serekên sîyasî yên wan bi piranî li Stembolê û çend navbendên Rohilata Nêzîk (Qahîre, Beyrut) û Awropa Roava da (piranî li Parîsê) bûn. Lê serhildan li Anatolîya Rohilatê û Başûr-Rohilatê dibû, bi pêşengîya serekeşîra û şêxa, yên ku pir cara bona berjewendîyên xwe şer dikirin û ne gihîştibûne femdarîya miletîyê. Eşîret bi xwe jî, ku giranîya şêr li ser milên wan bû, gelek jîr û jêhatî nîbûn. Ev ferqa di navbera “têorîyê û praktîkê da”, ku tevgera kurda li Tirkîyê dida sistkirinê, roleke bingehîn di qedera kurdên Tirkîyê da lîst.

Di dawîya şerê hemcihanê yê yekê û pey wî ra nasyonalîstên kurd li ser xaçerêyê sekinîbûn. Armanca wan ya sîyasîye zelal û firsendên ku bighîjine wê tunebûn. Berî her tiştî ew yek derheqa alîkarîya ji der va ne, ku hevalbendên têkoşîna kurda gerekê bidanayê. Rewşa veguhastî ew mecbûr kirin bîr-bawerîyên xwe yên berê biguhêrin.

Berî şêr û di salên pêşin yên pey wî ra nasyonalîstên kurd hêvîya xwe danîbûne li ser Rûsîyayê, ji ber ku wê dihesibandin wek azakarê Kurdistanê yê herî bi guman. Tenê hinek ji wana hêvîya xwe danîbûne li ser Îngilîs. Bûyerên şoreşgerîyê li Rûsîyayê, derketina wê ji nav şêr, rewş bi carekê va dane guhartinê. Di nav serekên tevgera kurda da yên usa jî peyda bûn (xwesma di dema destdirêjayên Tirkîyê li Pişkavkazê û Azirbêcana Îranê), ku hazir bûn bi cantirka ra li hev bên, eger ewana razî bibin. Lê kesên ku mêla wan li ser Antantayê bû, pirtir bûn. “14 xalên” prêzîdêntê Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî per û bask dane wan. “Cankurd”(110) destpê kirin bi aktîvî şerê ji bo serxwebûnê kirin, ji ber ku hêvîya xwe danîbûne li ser alîkarîya Antantayê. Wana çend komîtê teşkîl kirin, ku kampanîya propogandîstîyê ya bona “karê kurda” dikirin. Dawîya şêr da Sureya Bedir-xan li Qahîrê Komîteya serxwebûna Kurdistanê (Îstîklalê Kurdîstan) damezirand, û nûnerê wê Şerîf paşa şandine Parîsê bona ber hevalbenda berjewendîyên kurda biparêze. Lê Şerîf paşa tenê wî karî da bi ser ket, ku peywandîyên xurt bi karmendên ermenîyên di sirgûnê, wezîrê Misrê yê berê Poxos Nûbar paşa ra danî, yê ku wekîlê nasyonalîstên ermenîya bû li Antantayê. Bi wî ra peymana taybetî hate îmzekirinê, ku dîplomat û rojnamevanên Awropayê “şaş û zendegirtî” hîştin, ji ber ku wana di nava nîv sedsalî da fêr bûbûn tenê derheqa wê dijminaya kûr da binivîsin, ku di navbera van herdu gela da hebû(111).

Berîya şêr û di salên pêşin yên pey wî ra, nasyonalîstên kurd çend komele û rêxistinên welatparêzîyê û nasyonalîstîyê jî damezirandin. Ya here mezin ji wana Komela daxuliqandina Kurdistanê (“Cemîyetê Taalîê Kurdîstan”) bû. Para propoganda cankurda rojnamên bi zimanê kurdî derdixist: “Jîyan” û “Kordestan” û herwiha bangawazî û berevokên edebî jî(112).

Têkçûna Tirkîyê di nav şêr da û rûxandina rêjîma cantirka ya zulmkarîyê bona serokatîya kurdên ronakbîr (piranî li paytext) delîleke baş saz kirin, û di nav wan ronakbîra da Bedirxanîya cêrga pêşin da bûn: Sureya, Kamûran, sê lawên Cemîl paşa Zade ji Dîyarbekirê (Ekram-beg, Qadrî beg û Omer beg), senator seîd Ebdul-Qadir, Memduh Selîm beg, Mustefa paşayê ji Suleymanîyê, Emîr Elî beg(113). Hema wana ew barêgeha nasyonalîzma kurda saz kirin, ku bîr-bawerîya tevrabûna kurda ya dema piştî şêr bi rêve dibir. Mixabin, ku karê organîzekirinê sist bû û ewê yekê tesîra xwe ya xirab li ser têkoşîna kurda hîşt. Lê ew yek bi derengî bêlî bû.

Şoreşgerê Farizistanê Ebdulqasim Lehutî (esilê xwe va kurd bû), ku li Yekîtî Sovyet dima û ew welatê xwe yê duda hesab dikir, bû helbestvan, di serpêhatîke xwe da ya derheqa pirsa kurda da, ku bi nêrîneke Marksî nivîsî bû û kemala wê ya zanyarî hetanî niha jî heye, ev çar rêyên di nav têkoşîna kurda ya piştî şêr destnîşan kirîye: 1) serxwebûna tam -bernama ronakbîra ye; 2) avtonomîya hundurîn bin hukumê Tirkîyê da -bangeke usa ne, ku bi ser nakeve û tenê komikek piştgirîya wê dike; 3) serxwebûna bin hukumê Îranê -armanca serekên navdar e bi serkêşîya Şerîf paşa, ku serekê dêlêgasyona kurda bû li Parîsê û bi wê pirsê va girêdayî bi wezîrê karên der yê Îranê Moşewar-ol-Mamelik ra hevraxeberdan derbaz kir, ya ku, wek xuya ye, di kabîneta Înglofîla da piştgirîya wê ne kirin; 4) Kurdistana serbixwe bin hukumê Brîtanîyayê da -ev jî daxaza partîa Ebdul-Qadir, Mustefa paşa û serekên kurda yên mayîn e(114).

Lahutî du nîşanên sereke yên nasyonalîzma kurda dabûne kivşê-daxaza berbi serxwebûnê û sistî û ziyandarîya wê fikra sîyasî, ku hazir in wê serxwebûnê bikine bin kontrola welatekî dereke. Bi vî awahî, nasyonalîzma kurda di dema em li ser disekinin da -piranî nasyonalîzma “nivîşkan e”, ku ew jî rûyê şûndamayîntîya civaka kurdî ya wê demê da bû. Di wê derecê da ew ber nasyonalîzma tirka, fariza û hinda û herwiha ber nasyonalîzma hinek ereba (ji bo nimûnê, ya Misrê) dadixwer, lê hinekî ji nasyonalîzma komên Îraqê û Libnanê dihate cudakirinê, ku ew jî wan dema mêla wan li ser Îngilîs an jî Fransîyayê bû.
Rast e, daxaza nasyonalîstên kurda, ya piştgirîkirina ji der va, hinekî dihate efûkirinê, ji ber ku rewşa Kurdistanê ya navnetewî bi taybetî û sext bû. Gelek neyarên serxwebûna Kurdistanê hebûn, him li Rohilata Nêzîk, him jî ji sînorên wê der, ji ber wê jî pêşîkêşên kurda nikaribûn armanca xwe -bernama maksîmûm bi ser xin. Ne bi daxaza dilê xwe mecbûr dibûn hevalbenda peyda bikin, lê ewana jî eger razî dibûn jî, berjewendîyên xwe didane ber çava. Di nav serekên tevgera kurda ya azadarîyê da welatparêzên usa jî hebûn, ku bangên “avtonomîya” an jî “protêktorat” bi armancên taktîkî bi kar dianîn, wek nimûne -bernama mînîmûm. Paşê wana yekser ew bîr-bawerîyên xwe diguhartin û derbazî yên diha radîkal dibûn (ji bo nimûnê, Ebdul-Qadir). Lê di nav wan da xwehiz û xwefiroş jî hebûn, ku xwe li rêyeke usa girtibûn, ku bona berjewendîyên zordestên gelê kurd bûn.

Bi vî awahî, îdêya serxwebûna kurda, ku di dawîya salên 10a -destpêka salên 20î hate meydanê, berfireh nîbû, û em wêya bi dîrokî dikarin efû jî bikin. Lê dîsa jî ew lozûnga serxwebûnê bi xwe bi temamîya zirara wê ya bona gelê kurd, bona têkoşîna wê xwedî kemaleke pozîtîv bû, ji ber ku hêza wê ya yekîtîyê hebû, ew ya gelî bû û temamîya Kurdistanê da bi dilalavî dihate pejirandinê. Ji ber wê jî di welatên Roava da ew lozûng bi dijminatîya eşkere dihate qebûlkirinê, û wek her cara sebebê wê propoganda “casûsên bolşêvîstîyê” nîşan didan(115).

Vira ber çava ye, ku serxwebûna kurda ya rasteqîn ne bi dilê împêrîyalîsta û dagîrkara bû û wana dixwestin wêya bêrûmet bikin û rengê casûsîya ji der va bidnê. Ew tirs jî rind xuya dibe (bona dewrana em lê dikolin ew hinekî ji demê zûtir bû), ku tesîra bûyerên li Rûsîya Sovyetî yên şorişvanîyê li ser kurda zêde dibûn. Lê ev hemû pêşîya wê yekê ne dibû berbend, ku lozûnga serbestîya kurda bona berjewendîyên împêrîyalîzmê û rêaksîya hundur bê feşkirinê.

Bi vî awahî, piştî xilasbûna şerê hemcihanê yê yekê Tirkîya bû navbenda sereke ya şerkarîya kurdaye miletîyê. Têkoşîna li vira tevrabûyî xwedî kemaleke bêhempa bû bona hemû kurda. Ew şerkarî him li meydana navnetewî (girêdayî hazirîya peymana aşîtîyê bi Tirkîyê ra), him di karê sîyasî (piranî li Stembolê, li ku giregirên nasyonalîzma kurda hêwirî bûn), him jî li Kurdistana Tirkîyê bi xwe da (li ku bin serkarîya pêşîkêşa tevrabûnên eşîra berdewam dikirin û disincirîn) hebû.

Nûnerên nasyonalîzma kurda yên sîyasî wê demê xwe diha pir li riya proantantayê girtibûn û mêla kurda zêdetir li ser Îngilîs bû. Serekên kurda hema ji îngilîsa hîvîya alîkarîya ji bo serxwebûna xwe bûn, ji ber ku ewana hêza here zor bûn li Rohilata Nêzîk, û kurda rind zanibû, ku gerekê ji bin deynê wê alîkarîyê derkevin. Şerîf paşa jî alîgirê Îngilîs bû. Îngilîs dû wê yekê ra, ku nûnerên wê yên eskerîyê-sîyasîyê pê xwe avîtine paytextê Împêratorîya Osmanîyê ya jihevketî, destbi amadekirina dêlêgasyona kurda kirin (bi teşkîla lawên Emîn Elî Bedir-xan-Celadet û Kamûran û kurê Cemîl paşa Zade-Ekram-beg), ya ku gerekê di cî û warên Anatolîya Rohilatê da lênihêrandin bida derbazkirinê, bona “ji destê pêşin îzbatîya bistînin derheqa hişyarbûna kurdên wira da”(116). Şerîf paşa li Parîsê ser sazkirina “koma niştimanperwera” kar kir, yên ku gerekê Kurdistana serbixwe îlan bikirana. Ewî eşkere derheqa wê yekê da digot, ku Îngilîs wê yekê dixweze(117). Di meha çileya paşin sala 1919a Şerîf paşa yekser berê xwe da Îngilîs û hîvî jê kir, ku bona damezirandina dewleta kurda alîkarîyê bide(118).

Îngilîs bi serekên tevgera kurda ra ketine nava peywandîyan. Lêkolînerê Tirkîyê yê wê pirsê derheqa wê yekê da awa got: “Îngilîs bi şêxên kurda ra hevraxeberdan daye derbazkirinê derheqa sazkirina “Kurdistana Mezin” da û soz daye wana alîkarîyê bide bona hildana Dîyarbekirê, Ûrfayê û Mûsilê”(119). Bi vê gotina nivîşkan, ku tê da feşkirina îzbatîya heye (îngilîsa tu cara sozê hildana Mûsilê nedane kurda), tê ber çava, ku salên pêşin yên piştî şêr di nava dîroknivîsarîya Tirkîyê ya sîyasî da peywandîyên îngilîsa-kurda qestbende bi rûkî reş hatîye nîşandan. (Nimûneke feşkirina dîroka problêma kurda li Tirkîyê ew e, ku dîroknivîsarîya wan da heyetîya wê problêmê jî tê înkarkirinê). Lê rastîyê, danûsitendinên Îngilîs bi nasyonalîstên kurda ra hêjayî lênihêrandina kûr û dûr e.

Ew peywandî him rastene bûn, him jî surî bûn -bi destî wan îttîlafîsta dihatine pêkanînê, ku mêla wan berbi Îngilîs bû û fermanên Brîtanîyayê yên eskerîyê ji alîyê wan da dihatine qedandinê. Varyanteke safîkirina pirsên tirka, kurda û yên Rohilata Nêzîk yên mayîn, ku ji alîyê Londonê da dihatine amadekirinê, em dikarin bihesibînin wek varyanta dagîrkarîyê an jî “ya Îranê”, gava karûbarê bona parastina berjewendîyên împêrîyalîzma Brîtanîyayê di wê navçê da dixwestin bavîtana ser qeşmer-berdevkên Stembolê. Ew varyant wê li ser Brîtanîyayê erzantir rûnişta û ya sereke, wê ew ji tevlihevîyên sîyasîya der yên cihê-cihê xilaz bikira, ku bi daxazkarîyên DAY, Fransîyayê, Îtalîyayê va girêdayî bûn, û herwiha wê Îngilîs xwe ji fikra cihana musulmanîyê ya xêrnexwezîyê, biparasta, gava ewê êrîş bibira li ser Tirkîya serbest, li ku xelîfê tirka bû, wê rûn berî wî agirî bida, ku hindava fikrên dijî Roavayê û dijî dagîrkarîyê geş dibû.

Zûtirekê piştî girêdana peymana lihevhatinê hinek kesên ji serokatîya Tirkîyê ya nû pêşnîyar kirin sozê avtonomîya bin hukumê Tirkîyê da bidne kurda û wana bînine alîyê xwe. Ew dikaribû bihata hesibandinê wek pêşketineke giring di nav fikirdarîya sîyasî ya serokatîya Tirkîyê da, yên ku berê (him di dema sultanetê, him jî dewrana cantirka da) hîç fikir jî ne dikirin, ku serbestîyekê bidne kurda. Lê di dema wê rewşa sîyasî da, ku piştî xilasbûna şerê hemcihanê yê yekê li navça Rohilata Nêzîk saz bûbû, ew gava tirka tu qîmetekî ne hêja bû. Berî her tiştî, ew gorî berjewendîyên Îngilîs bû, û xuya ye hema wê jî pînc kirîye. Ya duda, hurmet û hukumê sîyasî yên Tirkîyê bi hêz nîbû, lê li wilayetên rohilatê da, ku piranî kurd diman, ew hêz hîç tunebû. Ji ber wê jî, Stembol eger bixwesta jî, wê nikaribûya rêjîma avtonom li Kurdistanê bimeşîne. Ya sisîya, ne hemû nûnerên derebegîya tirka, ku pey têkçûna rêjîma cantirka hatibûne ser hukum, hazir bûn daxazên kurda pêk bînin. Di nav wan da hela şovînîzm û panîslamîstîya tirka ya berê xurt bû, yên ku heyetîya pirsa miletîyê li Împêratorîya Osmanîyê berk înkar dikirin. Dijminatî û neaminaya hindava Îngilîs û hevalbendên wê da li her dera hatine belakirinê. Bilî wê, me wek got, îttîhadîst-pantirka jî çekê xwe danenîbûn, xwesma li mentîqa. Wana hewl dida tevgera kurda bona berjewendîyên xwe bi kar bînin û bi rastî neyarê serxwebûna kurda bûn. Û ya dawî, fikra avtonomîya kurda nikaribû bi dilê kemalîsta bûya, ku hey diçûn xurttir dibûn û tenê bi wê derecê piştgirîya tevgera kurda dikirin, çiqasî ew dijî agrêsorên Roavayê bû (îngilîs, fransiz, yûnan), lê di çarçova hundurîn da kemalîst timê miletçîyên devbixwîn diman, ji ber wê jî dijî miletçîyên kurda bûn.

Bi vî awahî, pey girêdana peymana Mûdrosê ra di civaka Tirkîyê da hêzeke sîyasî tunebû, ku bikaribûya bi ciddî piştgirîya mafên gelê kurd yên bona bi xwe biryarkirina qedera xwe bikira. Û tabîya nasyonalîstên kurda bi xwe jî (gotina me derheqa serekên kurda yên li Stembolê da ne) ne yekgirtî bû. Wana hêvîya xwe danetanî li ser sozdayînên çend karmendên navdar yên Tirkîyê û rast jî dikirin. Li Tirkîyê bi xwe da ewana ji tu alîya bendî alîkarîyê nîbûn. Wana xeyal dikir ji Îngilîs piştgirîyê bistînin, lê di vî alî da jî şansên wan pir nîbûn. Hêvîya wan tenê li ser tabîya Îngilîs (û welatên Antantayê yên mayîn) di hindava pirsa ermenîya da mabû, ji ber ku kurda di wê pirsê da xetera destdirêjayên hindava axa xwe da didîtin. Alîkî va jî wana di wê pirsê da dikaribû hêvîya xwe danîya li ser hêzên sîyasî yên Tirkîyê, ji rasta girtî hetanî miletçîyên çep, ku ji “bûyera Îzmîrê” ya li rohilata Anatolîyayê gelekî engirî bûn (120). Lê ew jî hêvîyeke nîvçe bû bona ser demeke dirêj bi ser kevin.

Nasyonalîzma kurda di wan dema da ewqasî sist bû, ku nikaribû rola sîyasî ya serbixwe bilîze. Ew gerekê bûbûya û rastîyê jî bû amûrê (aletê) leyîstoka sîyasî, ku di hêlekê da împêrîyalîzma Brîtanî, alîyê mayîn da jî hêzên cihi-cihê yên dijî hev, û piranîya wan jî di Tirkîyê da bûn, li Rohilata Nêzîk didane derbazkirinê.

Îdî bahara sala 1919a karbidestên Îngilîs yên li Tirkîyê destpê kirin li ser derecên cihê-cihê bi serekên kurda yên li Stembolê û Kurdistana Tirkîyê ra hevraxeberdan dane derbazkirinê. Pirsgirêka sereke bona îngilîsa wê demê ew bû, ku bikaribin derkevine dijî propoganda îttîhadîsta, ku di nav kurda da dihate kirinê, ji ber ku ew propoganda bi saya xebitandina bangawazîyên panîslamîstîyê û yên dijî Roavayê bi ser diketin(121). Casûsîya Brîtanîyayê hewl dida fikra civaka Kurdistana Tirkîyê bîne alîyê xwe. Îngilîsa di hevraxeberdanên tevî Ebdul-Qadir û Bedirxanîya, ku bi navçîgarîya Noel dihatine derbazkirinê, kurd didane bawerkirinê, ku mêla wana berbi tevgera kurda ye, ku ewana hazir in pêşîya testîqkirina “hukumê ermenîya” li ser kurda bigrin û di konfêransa aşîtîyê da piştgirîya daxazên wan bikin(122). Bi van gotina serê Şerîf paşa û êmîsarê wî li Kurdistanê Helîb Elî beg tije dikirin(123).

Çavkanî
109. Ev malûmatî yên dema nû ne (Chalîand G., Ghassemlu A. R., Kendal, Nazdar M., Roosevelt A., Vanly J. C. Les Kurdes et le Kurdîstan. Les questîon natîonale kurde au Proche-Orîent. Parîs. 1978, rûpel 71: Vanly Îsmet Cherîff Dr. Survey on the Natîonal Questîon of Kurdîstan wîth Hîstorîcal Background. Roma 1971, rûpel 6), lê em dikarin bêjin, ku ew hema bêje di dema em li ser disekinin da jî dikarin derbaz bin.
110. Ev termîn, ku gorî termîna “cantirk” hate çêkirin, ne kete nava nivîsa da. Ji kurdzanên Sovyetî tenê O. L. Vîlçevskî ew bi kar anî (binhêre: Vîlçevskî O. Naveroka bîblîyografî ya weşanên kurdên welatên dereke yên sedsala XX-î.- Zimanên Îranî, 1945, cild I, M.,-L., 1945, rûpel 152).
111. Safrastîan Arshak. Kurds and Kurdîstan. L., 1948, rûpel 77.
112. Laxûtî. Kurdistan û kurd.- “Novîy Vostok”. 1923, pirtûka 4a, rûpel 65-66.
113. Safrastîan A. Kurds and Kurdîstan, rûpel 78.
114. Laxûtî. Kurdistan û kurd, rûpel 66.
115. Longrîgg St. H. Îraq, rûpel 66.
116. Mustefa Kemal rex Dîyarbekirê dêlêgasîyon da girtinê û bi darê zorê ew vegerande Stembolê (Elphînston W. G. The Kurdîsh Questîon.- Înternatîonal Affaîrs. Vol. XXIII, no: 1, January 1946, p. 95).
117. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 37. Şerîf-Paşa-Faîk-bey (xinamîyê wî). Parîs, 20ê çileya pêşin sala 1919a.
116. Bell G. Revîew, rûpel 65-66.
119. Ünal T. Türkîye sîasî tarîhî (1700-1958). Enqere, 1958, rûpel 235.
120. ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 147, belge 9. Noel E. Note on the Kurdîsh Sîtuatîon.
121. Casûsên hukumdarê (şerîf) Mekkayê Huseyn îbn Alîyê ji malbeta Heşîmîya di nav kurda da propaganda panîslamîyê dikirin. Şerîf Huseyn, ku di salêm şêr da hevalbendê Îngilîs bû, piştî betalbûna şêr dixwest planên xwe yên ji bo sazkirina xelîfeta xwe bi ser xîne, lê ev yek dijî planên Londonê bûn. Welîyê berê yê Wanê Heyder-bey li Wanê, Merdînê û wargên mayîn yên Anatolîya Rohilatê da bi tundî propaganda Îttîhadîsta dikir (ASDR, f. AMH, cêrga A, dokûmênt 152, belge 62, 84-85. Rêzîdentê sîyasî li Devtenga Farizistanê ji bo departamenta alîyê karên der û sîyasî yê hukumeta Hindistanê, 29ê nîsanê û 18ê gulanê sala 1919a; belge 92, 97. Wezîrê alîyê karên Hindistanê ji bo cîgirê qiral, 2ê hezîranê, sala 1919a).
122. Dîsa li wir, belge 81. Rêzîdentê sîyasî li Devtenga Farizistanê ji bo hukumeta Hindistanê, 12ê gulanê, sala 1919a.
123. Dîsa li wir, belge 86. Wezîrê alîyê karên Hindistanê ji bo cîgirê qiral, 15ê gulanê sala 1919a.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev