Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 12

Slav û Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!

Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ji bajarê Moskvayê ez Bêlla Stûrkî xêrhatina we dikim. Çawa me pêşda we agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernameya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

 Mijara bernameya me îro derbarê bûyarên herî dawî yên li Rojhilata Navîn, bi taybet ser opêrasyoneke berfireh bi navê opêrasyona Mertala Firatê ku ji roja 24ê Tebaxê ve Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de li başûrê navçeya Cerablusê destpê kir. Van deman pirsa ku herî zêde tê pirskirin, gelo armanca serekî û dawîn ya Tirkiyê li Cerablûsê û li Rojavayê Kurdistanê çi ye? Tirkîya çi dixweze li Cerablusê, armanca wê çiye? Destwerdana Tirkîyê ya Cerablusê ji DAIŞ’ê zêdetir kê kiriye armanc? Balansa hêzan di pirsgirêka Suryayê de çawan e? Herwiha ser mijara serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li Enqerê û li Fransa. Ji bo şirovekirina wan pirsan û mijarên din yên rojane me sîyasetzan, endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê, berpirsê Tirkîyayê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê birêz Abdulbasit Hamo re hevpêyvîinek cê kir

Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameya „Civak û sîyaset“ ya 12 an birêz Abdulbasit Hemo.

Birêz Abdulbasit Hemo di 1964an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sala 1988 an Zanîngeha Helebê ya dewletê, Fakûltêya ênêrjêtîkiyê temam kir. Piştî temam kirina Universîtêyê 5 salan li bajarê Rimelanê li ser sînorê Kurdistana Îraqê li derecê ênêrjêtîkiyê de kar dikir. Ji sala 1980 Abdulbasit Hemo bi êginî tevî xebata sîyasî dibe. Sala 1994an ji bo karê sîyasî berê xwe dide Evropayê û 22 salên dawî di bajarê Dortmunda Almanyayê de kar û xebateke sîyasî û rewa dimeşîne. Ji sala 2010 an de birêz Hemo berpirsê Ewrupayê Partîya Yekîtîya Kurdî li Sûrîyê bû. Sala 2014 an li Hewlêrê 4 partiyên kurdî yên Sûrîyê bûne yek û Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Sûriyê di bin sîwana serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî hat damezirandin. Hêjayî gotinê ye ku Abdulbasit Hemo yek ji demizirênarê wê partiyê ye û vê demê endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê û herwiha berpirsîyarê Partiya Demokrat a Kurdistanê a Sûriyê ye li Tirkîyê ye. Îro jî Abdulbasit Hemo bi êginî karê sîyasetmedarîyê berdewam dike. Abdulbasit Hemo zewicîye, 5 zarokên wî hene. Vê demê di gel malbeta xwe li Almanyayê dijî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de gotar û lêkolînên wî derheqa pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de hatine çapkirin, herwiha ew zû -zû dibe mevanê bernameyên sîyasî ya Mêdya kurdî û biyanî.

Birêz Abdulbasit Hemo re, yê ku vê demê li Stembolê ye, ji stûdyo radyoya Ria taza em bi radyotêlêfonê hatin girêdan

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên endamê polîtburoya Partîya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê birêz Abdulbasit Hemo bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev