Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kerr û Kulik – 2

Kerr û Kulik – 2
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 57an me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Destan û sitiranên kurdan yên êpîkîyê” hildaye, ku sala 1962an li Moskvayê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya Edebîyeta Rohilatê” hatîye çapkirin. Em beşa wê ya bi sernavê  “Kerr û Kulik -2” raberî we dikin, beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.
Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin di pirtûkê da yên Hecîyê Cindî ne.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 57
Radibin bazirganê xwe bar dikin, bazirganê wan bi rê dikeve.
Dilê Têlî Rewşan xatûnê dikeve Kulik. Kerî pez li doxa kanîya avê dixîne. Têlî Rewşan xatûn carîyeke xwe dişîne nava pêz, dibê: “Bêje şivîn xanim gazî te dike”. Carî jî diçe wisa dibêje, dibê: “Xanim gazî te dike”. Şivan ditirse, dibê: “Bêje xanimê min îro tenê pez vir da anîye avê, bira îro bibaxşîne, ez ji vira wa naynim”. Carî dibê: “Xanim gazî te dike, seba wê xeberê nîne”. Şivan dibê: “Lê çima gazî min dike? Ezî neyî dengbêj im, tilîyên min ne tilîyên bilûrvanan in, çokên min ne çokên reqasçîyan in…”.
şivan tê bal xanimê. Xanim gote şivîn: “Ha ji te ra ev çengê zêran, nêrîkî şerjê bike, postê wî, hûrê wî bi rêxê va ji min ra bîne!”. Şivan çû nêrî şerjê kir, postê wî, hûrê wî bi rêxê va anî.
Dû çûyîna Kerr û Kulik ra heft rê bûn. Elî Emera ser her rêkê heft meriv danîbûn ji bona kesek cabê nede Werdeka diya Kerr û Kulik: “Kurê te çûne ser xalan şer”.
Têlî Rewşan xatûn hûr bi rêxê va dike serê carîyeke xwe, post ji jor da lê dike. Carîya xwe hîn dike: “Here, bi kesekî ra xeber mede, xwe bi lalî dayne, Werdeka dê ra bêje: “Elî Emera kurên te xapandin, ser xalan da rast kirin. Were kurê xwe vegerîne. Min berê Kulik gotîye, yanê Kulik bistînim, Kulik çû, bira canê Kerr xweş be, Kerr jî nîbe, bira goştê peza nêr li min heram be!”. Wisa dibêje, carî diçe, wisa jê ra dibêje.
Werdek radibe mihîna qemer derdixe, çekên Silêmanê mêrê xwe li xwe dike, zergên xezebê li ser gîzman da diçikîne, li mihînê siyar dibe, diçe ser Elî Emera, dibê: “Hûn kurekur dûnda bûno, yanê kur ji we nekevin, we çima kurên min xapandin, ser xalan da rast kirin?”. Elî Emera dibêjin: “Ê, kurên te bira cenimê herin, qe venegerin; me gotîye herin?”.
Werdek pey kurên xwe dikeve. Kerr vedigere, para dinihêre, ji Kulik ra dibêje: “Kulik bira –
Dûmanek zirav wê da tê ye,
Tu hew zanî bayê xeybê ye,
Mêrê kulê ye, melekê mewtê ye!”
Kulik dibêje: “Tu ji Silêmanê bavê min nemayî, tu ji dûmanê jî ditirsî? Tu ne ji dola bavê min î, dola Liko, Dûko, Likoyê mirtib î!”
Kulik dinihêre dûmanê ew hildan. Kulik dibê:
Kerro bira,
Serê Leylikê vegerîne,
Teng û qûşan bişidîne,
Serîkî-dudan bibezîne,
Ser wî siyarî da bizivirîne, bê:
“Tuyî dost î?”-
Belkî nehat, dijmin î,
Dagere, emê têkine şer!”
Kerrê bira ser Leylikê vedigerîne,
Teng û qûşan dişidîne,
Serîkî-dudan dibezîne
Ser wî siyarî da dizivirîne,
Dibê: “Tuyî dost î, yan dijmin î?”
Werdekê got: “Siyarê ku heta vira pey we ketîye, teze dost e!”. Herdu li hev dikin. Werdek sîlekê li Kerr dixe, Kerr ji ser hespê dikeve erdê. Çavên Kerr li jêr va li çavên dê dikeve, diya xwe nas dike, dibê: “Dayê, şikir tu bûyî, ne kurê xelqê bû, ser vê rê ez bikuştama, ezê bê xweyî û bê xudan biçûma!”
Werdê dibê: “Lê lawo, ez jinek im, hûn taba min naynin, hûnê çawa taba her heft birayên min bînin?
Birayên min ku hene kurên Hesê Dûdê ne,
Serikên wana tûxtûnîv titûna Mûşê hiltîne,
Her yek qulapekê lê dixîne,
Yê heftan bê par dimîne!”
Kulik vedigere diya xwe dibîne, bi diya xwe ra dike şer, dibê: “Çi tu nola qijikekê qireqira te ye, pey me dikevî, bavê me mirîye, kes tu hesaban bi me ra danayne!”
Werdek dixeyîde, menzîlek ser malê da dizivire. Kerr dizivire ser Werdekê. Kulik bazirganê xwe leng dike, dide sekinandinê, ji diya xwe ra dibêje: “Ji me ra salixê rê bide, eme ne beled in!”
Dê dibêje:
“Kulik lawo hûnê herin
Dêmê dêmistanê ra,
Qûmê qûmistanê ra,
Mexelê devê gewrikan ra,
Bayê lê xe, tûmê hewşanê wê ba bin,
Cot-cot karên xezalan ji ber rabin.
Kulik lawo, tu bêîsaf î,
Tê Sosikê bidî ser da,
Ji ber Sosikê xilas nabin…
Heft rojan wê ava hespa we hebe, ya we wê tunebe, heft rojan şûnda ava weyê hebe, ya hespa we wê tunebe. Sosike li wan deran beled e, yê çîdarê xwe û yê hespa biqetîne, here avê gola reqbeqa vexwe, rojên qalmeqalmên giran te ji nav neyaran dernaxe”.
Diya wana dizivire, bazirganê xwe dajon, diçin. Werda diya wan diçe mala xwe, merîkî dibîne, yan qasidekî, hine pere didê, dibê: “Here nav êla Îbrahîm paşayê Salî, mala Eybaz, bê xa we gotîye: “Îsal çend sal e mêrê min mirîye, we li min nepirsîye, kurên min destteng ketine, ser we da hatine, miqat bin”.
Qasidê te diçe mala Eybaz, evan gilîyan ji Eybaz ra dibêje. Eybaz razî dibe, dibê: “Zef baş”. Qasid dizivire, diçe mala xwe.
Bazirganê Kerr û Kulik diçe
Dêm û dêmistanan ra,
Qûm û qûmistanan ra,
Mexelê deve gewrikan ra,
Ba lê dixe, tûmê hewşanê wê davên,
Cot-cot karên xezalan ji ber radibin.
Kulik Sosikê dide ser karê xezalan, karên xezalan ji ber Sosikê xelas nabin, bi gopalê zîv xezalê digire, dide orta qaşa zîn û tîne.
Ava hespan ya heft rojan hebûye, ya wan tunebûye. Heft rojan ava wan hebûye, ya hespan tunebûye. Şeş rojan Kulik qerewiltîyê dike bona hesp neçine avê, roja heftan Kerr diçe. Kerr radizê, Sosik çîdarê xwe diqetîne, diçe ava golê vedixwe, zik lê diwerime, nava golê da dimîne.
Kerr û Kulik sibê radibin dinihêrin hesp tunîne, serê xwe dixin, digerin, hespan dibînin. Dinihêrin Sosik ji orta golê dernayê. Qetekî dikine sêrî, ji orta golê dertînin, tînine menzîla bêzirgîn.
Recikî doxtir bûye, apê wan bûye, dibê: “Eva meneke ye (kihêl e)”. Tîne tê royê heft kulm xwelî, kulmeke kişmîş li hev dixîne, dide Sosikê, Sosik sibê heta êvarê kişmîşan ji nav xwelîyê dibijêre, dixwe, şeş rojan wisa kişmîşan tev xwelîyê didê.
Kulik tîne şoveke kotanê şeş rojan avê berî ser dide, teng û qûşê Sosikê dişidîne, nava şovê ra rikêf dike. Recik dide dûrbînê, çavên wî pak nebirîye, Kulik zivirî, go: “Apo, Sosike neyar e, yan teyar e?”. Recik go: “Lawo, çawa qêmîşî Sosikê dikî? Sosike teyar e. Xwelîya za ji bin şovê derxist, ji ser serê te ra welgerand. Wekî em rokê jî vira bimînin, yê lap silamet be” – “Na xêr, rabe em deveyan bar kin, herin!”.
Bazirganê xwe bi rê dixin, diçin hevrazê êla Îbrahîm paşayê Salî, hevrazê darikan datînin.
Bêcane bin kon da bûye, Kulik dibê: “Ezê herim, Bêcanê ji bin kon bînim!”. Apê wî nahêle.
Ber mala Îbrahîm paşayê Salî dawet bûye, her heft xalên wî jî di dawetê da bûne, her yek ji wan ser govendekê bûye. Kulik deveyê wan dikişîne tîne, dêmek hesabê talîn tîne. Diranên deveçîkî dikişîne, di netikê da diçikîne. –“Here bêje Îbrahîm paşayê Salî, bê Kerr û Kulik dewê dixwezin!”. Deveçî diçe bal Îbrahîm paşayê Salî, dibê: “Kerr û Kulik dewê dixwezin!”.
Ubêtê Dîn, siyarê Letîfê deveçî dibîne,
Li ber Îbrahîm paşayê Salî disekine,
Dibê: “Paşa, ferman e?”
Paşa jî dibê: “Eybaz zane”.
Eybaz: “Em kal bûne,
Wexta me bi şer ra îda tune!”.
(Eybaz razî nabe boy xatirê xûşka xwe).
Sibetirê Kulik bi Recik va diçin, xwe doxa kanîyê da ditelînin. Seyîsê Bêcanê Bêcanê tîne ser kanîyê, av bide. Kulik Bêcanê ji dêst digire. Seyîs dizivire ba Îbrahîm paşa, dibê: “Kulik Bêcan bir!” Îbrahîm paşa ferman kir, Eybaz razî nebû, lê Ubêt hewar kir, Ubêt got:
“Kuro, Letîf bikişînin,
Zîn û pasûtê wî ser xînin,
Teng û qûşan bişidînin,
Ez lê siyar bim, belkî Bêcanê bizivirînim!”
Ji pa ra pey dikeve, dikine şer,
Ha leyl dane, ca leyl dane,
Boz dikoje der dîwan e,
Şerpe şerpa gorde misirîyan e,
Bîye axir zeman e,
Nebîne kafir-musulman e!
Kulik pişta Ubêt jê distîne,
Dike-nake nikare biqilfilîne.
Ubêt pişta Kulik jê distîne,
Zergê xezebê ji ber gîzmê dikişîne,-
Letîf Sosikê notila gîska dora xwe dibe û tîne,
Ubêt bi nêt e, zergekê paşpîlê Kulik da binihîne…
Recik radibe ji erdê ye,
Zergê dikişîne ji ber gîzmê ye,
Zergekê di paşpîlê Ubêt da diçikîne,
Ubêt ji hespê dikeve erdê ye.
Kerr û Kulik eskerên Îbrahîm paşa gişkî qir dikin. Îbrahîm paşa direve, tenê xalên wan – Eybaz, Çekdîn, Gelhîn, Qeretajdîn dimînin, ewana tenê dimînin. Yê mezin Eybaz bûye; ewan gişka jî li Eybaz nihêrîye.
Eyşo xanim jina Îbrahîm paşayê Salî ye, cabê ji Eybaz ra dişîne, dibê:
“Eybaz e, ha Eybaz e,
Xudanê şara gevez e,
şara xwe ra dibeze!
Xwezila wî çaxî me goştê kar û berxan dixwerin!
Here serê Kerr û Kulik ji min ra hedya bîne,
Min ji xwe ra bistîne!”.
(Salixê didin, ku Eybaz bi jina Îbrahîm paşa ra bûye).
Eybaz bi birayê xwe va siyar dibin, xwe fêza mala ra digihînin. Newalek hebûye, di wê newalê da rûdinên. –“Diha ji vira wê da îzina me tunîne!”.
Kerr dibêje Kulik: “Me Bêcan anî, were em herine mal!”. Kulik dibê: “Na, xalên min nehatine; ku ez bi xalên xwe ra nekime şer, xelqê bêje: “Kulikê Silêmîn hat nola gurekî ji paşîya kerîyê pezek bir”. Heft siyarên wan hatin, di newalê da razan, were em herine ser!”. Kerr dibê: “Na, em naçin ser xalên xwe!”. Kulik dibê: “Tu têyî, were, nayêyî, ezê herim!”. Kulik çû, Kerr ma.
Kulik çû gihîşte xalên xwe. Xale razayî bûn. Kulik her yekî pihînek lê da, got: “Rabin! Hûn hatine şêr, yan hatine velezin razên?”.
Eybaz ji xewê radibe, çavên xwe diqirpîne,
Her heft bira li ser hev da dicivîne,
Yekî nav hespan da dişîne,
Her heft jî banz didin ser qataxa zîn e.
Wêderê li hev dixin.
Mihîna Kulik avên di golan da bi bîr tîne,
Kulik ji nav neyaran dernayîne.
Xal pişta Kulik jê distînin, heft zergan davêne Kulik. Kulik destekî derba wan ji ber xwe hiltîne. Cara dudan dîsa wisa. Cara sisîyan pişta xwe didê, her yek zergekê paşpîlan da dinihînin.
Kerr ji dûr va dibîne,
Dajo û dilezîne,
Xwe bi xalan ra digihîne,
Xalan li hevdu dizivirîne,
Bi derbekê serê dudan difirîne,
Cara dinê serê sisîyan difirîne,
Dudu direvin, dajon, dilezînin,
Kerr dide hêra lingê menegîyan e,
Yekî digire, yek jî xelas dibe.
Kerr dua dike, dua wî qebûl dibe,
Ewê revî jî bayê kotîbûnê hiltîne.
Milekî ewê girtî difirîne,
Û dide sondê, dibê here ji hêsîr ra êş bixebitîne,
Heta Xwedê ji wan ra xayîkî bigihîne.
Ew çû. Kerr hat, Kulik dît. Kulik gote Kerr, go:
“Hilekî, ha hilekî,
Min dît Kerr ji piş Kulik vegerîya şûnda silikî!”.
Kulik got: “Sapoka (gîzme) min bikişîne, min ra avê tê da weyne”. Kerr sapoka Kulik kişand, bire ser kanîyê, av tê wer da, nihêrî herdu gurçikên wî binê sapokan da nin. Av tê da anî, da Kulik. Zanibû Kulikê bimire. Ajotin, çûn menzîla xwe. Deve anîn, bazirganên xwe bar kirin, bi rê xistin.
Kulik gote Kerr: “Bêcanê bikişîne, zîn bide ser piştê. Teng û qûşan bişidîne, ez lê siyar bim, serîkî-dudan bibezînim, hela binihêrim, hecayî zehmet e, yan na”.
Kerr Bêcanê dikişîne,
Zîn ser piştê dixîne,
Teng û qûşan dişidîne.
Kulik xwe ser piştê dixîne,
Serîkî-dudan dibezîne.
Kerr got: “Qe çawan e?”. Kulik gote Kerr: “Qet qisûra wê heye?!”. Kulik got: “Sosikê bîne, ez gulle kim!”. Kerr got: “Na”. Kulik got: “Qîz û bûkên êla Îbrahîm paşayê Salî wê bêne seyrangê, wî çaxî wê bibînin, wê bêjin: “Kulikê Silêmîn li kerekê siyar bûye, hatîye ser me dewê”.
Kulik dibêje: “Kerro bira, ezê bimirim, tu min bidî ser deveyê pêşin, milê min yê rastê rû deveyê da berdî, hêkekê têkî orta destê min. Tu bêjî diya min: “Kulik digot: min dinya kirîye hêkekê, hêk jî li kêvir xist, çû. Dinya ha hatîye, wê ha jî here”.
Kulik dimire. Kerr Kulik dibe dide ser deveyê pêşin, hêkekê dike destê wî, milê wî rû deveyê da berdide. Bazirganê wî bi rê dikeve. Kerr diçe poz û guhê her pênc xalên xwe jê dike, di dezmala xwe da girê dide, tê digihîje bazirgên. Bazirgan diçe digihîje mala Kerr û Kulik.
Mizgînî diçe ji Werdekê ra: “Kurên te hatin. Werdek pêş va tê, pêş kurên xwe va hat, nêzîngî bêzirgîn bû. Kerr pêş diya xwe va çû, çû destê diya xwe. Dê gotê: “Kerro, lawo, ka Kulik?”. Go: “Dayê, em herine ba bêzirgîn. Kulik westîyaye, razaye”.
Çûne ba bêzirgîn. Go: “Dayê, a yê han Kulik e, li ser deveyê. Kulik mir, go: “Bêje diya min, min dinya kire hêkekê, hêk jî li kêvir xist, çû. Bira ti fikara nekişîne; dinya ha hatîye, wê ha jî here”.
Dê dibêje:
“Hey wayê, hey wayê,
Felekê çerxa min çep badayê,
Min îşev di xewna xwe da dît mêşek ketîye devê heft gurayê”.
(Kurê xwe dike mêş, birayên xwe dike gur).
Kerr dezmalê ji cêba xwe derdixîne,
Poz û guhê xalê xwe li ber diya xwe datîne.
Dê dişewite û poşman dibe: “Min çima ev pirsa got?”.
Diçine mal. Cab diçe Elî Emera ra, ku: “Kerr û Kulik hatin. Kulik hatîye kuştinê, Kerr maye, Bêcan anîye”. Elî Emera gotin: “Qîza me kî begem kirîye, emê qîza xwe bidine wîya. Zef jî ewî Bêcan anîye!”.
Elî Emera defa hewarê xistin, cimaet civandin, gotin: “Werin, bira qîza me we bibîne, kî begem kirîye, emê bidine wîya!”.
Qîzikê got:
“Ez ku heme qîz im,
Bejina min dara ter e,
Hizkî ku herçîyê îro çend e hatîye ji boy min,
Bira nanê xwe bixun, nesekinin rabin herin.
Rast e, Kulik hatîye kuştinê,
Bira sax be canê Kerr!”.
Keçikê didine Kerr.
Xilaz bû, çû.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev