Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdistan di salên şerê Qrîmê da -1

Kurdistan di salên şerê Qrîmê da -1

Me di 56 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa pêşin a bi sernavê ”Kurdistan di salên şerê Qrîmê da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 57
Di dema Şerê Qrîmê da danûsitandinên kurda bi Rûsîyayê ra zêdetir bûn, û herwiha şerkerîya dijî Tirkîyê li navçeyên Kurdistanê yên cihê-cihê da xurttir bûn. Pareke derebegên kurda bi nûnerên hukumeta padşatîyê ra ketine nava pêwendîya. Çend serekên kurda bala xwe dane rewşa sazbûyî û dîtin ku Împêratorîya Osmanîyê piranîya hêza xwe daye şerên li Qrîmê, Balkana û Pişkavkazê, ji ber wê jî bi her awayî hewil didan, ku serxwebûna xwe mehkem bikin. Lê hinek serbaz û derebegên kurda, ku erdê wan nêzîkî cîyê şêr lê dibû bû, bin zordayîna hukumeta Tirkîyê da piştgirîya Împêratorîya Osmanîyê kirin.

Gava qewmandinên di nava şêr da dihatine guhastinê, anegorî wê jî daxaz û fikrên serokatîya derebegên kurda jî dihatine guhastinê.

Eskerên Rûsîyayê çiqasî diketine kûraya Împêratorîya Osmanîyê, xwesma pey şerê Kurukdarîyê, ku Rûsîya 5ê tebaxê sala 1854a wî şerî da bi ser ket, di nava serekên kurda da diha zef kes peyda dibûn, ku dixwestin bi rûsa ra bidin û bistînin.
Ev yek bi dilê dîwana rûsa bû. Wana seba xatirê parastina pişta eskerên xwe, dixwestin danûsitandinên dostanîyê bi kurda ra bidne qewînkirinê.

Ew yek roleke sîyasî ya giring lîst, ku ji kurdên Rûsîyayê du alayên siyarîya hatine amadekirinê û ew tevî şêr bûn,- yek bi serokatîya serbaz Cefer axa û yek jî bi serokatîya Ahmed axa. Ew alayî (di her yekê da 500 siyarî) di nav ordîya Rûsîyayê da bi mêrxasî şer kirin. Bona hevraxeberdanên bi kurda ra û derbazkirina propogandayê di nav wan da bi taybetî xebatkarê eskerîyê-sîyasîyê yê bi nav û deng, serhing M. T. Lorîs-Mêlîkov hatibû hilbijartinê. Ewî pêşnîyar kir, ku serokatîya kurda bi dayîna hedaya û rutbên zabitîyê va bînine hêla Rûsîyayê. Çend zabit û karmendên navdar yên welîxana Kavkazê jî (ji bo nimûne, serhing Bartolomêy, rotmîstr Popko û yên mayîn) ser wê bawerîyê bûn û derdiketine dijî wan kesan, yên ku dixwestin li Kurdistanê sîyaseta têrorê derbaz bikin (derheqa vê yekê da – li jêrê).

Di destpêka şêr da dîwana padşatîyê bi serokekî kurda yê bi nav û deng Qasim xan ra kete nava pêwendîya. Serleşkerê ordîya Rûsîyayê li ser tixûbê Kavkazê-Tirkîyê gênêral Bêbûtov derheqa Qasim xan da digot, ku ew “li wilayeta Qersê serokê herî bi aqil û jêhatî ye”, yê ku “bi zoraya hêza eşîra xwe û kevintirînbûna malbeta xwe ne tenê di nav hemû eşîrên cînar da, lê herwiha di nav hemû binecîyên wilayetê da xwedîyê qedir û sîyaneteke mezin e” (1).

Di destpêka meha çirîya paşin sala 1854a li gundê Qizil-Kilîse, ku nêzîkî Alêksandropolê ye, Lorîs-Mêlîkov rastî Qasim xan hat. Dema hevraxeberdana Qasim xan soz da “tewqê” (eleqa) xwe ji Tirkîyê bibire û ne tenê kurdên bin hukumê xwe, lê hemû kurdên wilayetên Şûregelê û Qaqizmanê jî bîne alîyê Rûsîyayê. Ewî soz da eskerên kurda yên siyarî (800-1000 siyarî) amade bike û rê veke bona eskerên rûs serbest û arxayîn derbazî tabîyên dijmin bin.
Kefîltîya (garantî) dayîna perê mezin û herwiha,- dema êrîşkirina tirka,- dayîna alîkarîya çek û rihala dane Qasim xan. Bilî wê, gerekê hukumeta padşatîyê rutbekî usa bida wî, ku li ordîya Tirkîyê ya wî hebû û herwiha maf û “mecalên usa bide wî, ku nava kurda da navê wî wek navê bavê wîyî rehmetî Huseyn axa bûya”(2).

Bi bawerîya Bêbûtov, kemala lihevkirina bi Qasim xan ra gelekî giring bû, ji ber ku ewê firsend dida ne tenê bi hêzeke biçûk va axa zevtkirî bin destê xweda xweykin, lê herwiha em bi hêvî dikirin, ku serekên kurda yên mayîn jî wê çav bidne wî. Dema Împêratorîya Rûsîyayê şêr da bi ser keve, kurd wê jê ra amin bin,- Bêbûtov bi bawerî got.

Hema pey hevraxeberdanên bi Qasim xan ra binecîyên gundên Zirçîyê, Ubnîyê, Tîgorê, Mewronê, Ekrakê, Pîvikê û yên mayîn bi destî nûnerên ku şandibûne Alêksandropolê elam kirin, ku ew wetendaşîya Rûsîyayê qebûl dikin. Bêbûtov ser wê bawerîyê bû, ku bi tevgelîya Qasim xan “hemû binecîyên ji tixûbên me bigre hetanî Qaqizmanê wê bi şîrhelalî piştgirîya me bikin”(3).

Dîwana padşatîyê kir-pîva, ev hemû tişt da ber hesêb û rutbê serhingê ordîya Rûsîyayê da “serekê malbeta eşîretên wilayeta Qersê” Qasim xan. Lê Qasim xan bi lez ne diket eşkere derkeve dijî Împêratorîya Osmanîyê û li bendê bû çika qewimandin çawa pêşda diçin. Dawî, ew “ji tirka yan ne bû” (ji tirka ne qetîya) û bi pêşnîyarîya serleşkerê ordîya Kavkazê gênêral N. N. Mûravyov, ku sala 1855a kete li ser wê qulixê, ji Qasim xan “rutbê sitandî rakirin”(4).

Lê armanca sereke hatibû destanînê: gelek kurdên ne tenê wilayeta Qersê, lê herwiha yên Bazîdê û Wanê jî tevî şerê dijî Rûsîyayê ne bûn(5). Rast e, navçeyên Kurdistanê yên mayîn da (xwesma li Roavayê) Tirkîya bi ser ket: rûyê mecalên ku hukumeta Tirkîyê bi kar anî, serekên kurda yên ku dijî Qasim xan bûn, bi desteyên xwe va di nava teşkîla ordîya tirka da derketine dijî Rûsîyayê û êrîş birine li ser navçeyên Surmelîyê û Axalkelekê, ku di nav axa Pişkavkazê da bûn(6). Hukumeta padşatîyê wek ku bi Qasim xan ra, dicedand wan kurda jî ji şêr dûr bixe, yên ku derbazî alîyê ordîya tirka bûbûn. Serekê alaya Êrîvanê bangî serek û serbazên eşîrên kurda dikirin, ku êrîşî li ser axa Rûsîyayê nekin û piştgirîya tirka nekin. Di nameya ji Yezdanşîr ra şandî da ber wî pêşnîyar dikirin, ku bi Împêratorîya Rûsîyayê ra dostanîyê daynin û yekîtîyê çê bikin. “Siyarîyên xwe ji hev belav bike, bihêle bira ew aşt bijîn”(7),- di wê nameyê da dihate gotinê.

Lê li Pêtêrbûrgê ne tenê dûrxistina kurda, lê hevkarîya wan bi eskerên rûsa ra dixwestin. Wek ku wezîrê parastinê Dolgorûkov 6ê nîsanê sala 1855a ji serleşkerê ordîya Kavkazê N. N. Mûravyov ra nivîsîye, ew yek dihate hesabkirinê wek “karê bi giringîya dereca yekemîn”. Bi fermana padşê rûsa bi xwe, ewî elam dikir, ku “emê wî çaxî bigihîjine armanca xwe, gava kurd bona piştgirîya me bi temamî dest ji hukumeta Tirkîyê bikişînin”(8). Ber Mûravyov pêşnîyar hate kirinê, ku bona vê yekê hemû firsenda bi kar bîne û ber pera nekeve.

Ev hemû tişt jî alî ne kirin, ku qumandarîya ordîya Rûsîyayê ya li pêşenîya Kavkazê ji rewşa sazbûyî karê keve.

Hema di wan dema da, ku qumandarîya Rûsîyayê qet ne hîvîyê bû, li başûra Qersê, wilayeta kurda ya Hekarîyê da serhildaneke dijî zordestîya tirka destpê bû. Navê serokê wê li serhildanê kirin – “Serhildana Yezdanşîr”. Birazîyê Bedirxan û dijminê wî yê sîyasî Yezdanşîr, wek ku dihate kivşkirinê, alî eskerên tirka kir, ku ew di şerê dijî apê wî da bi ser kevin. Pey girtin û sirgûnkirina Bedirxan ra, dîwana sultanîyê Yezdanşîr kivş kir wek hukumdarê Kurdistana Tirkîyê, lê zûtirekê tirs kete dilê tirka, ku dikare biqewime kurd careke din serî hildin, ew kirine bin hukumê paşê xwe.

Xwesma ew yek nerazîbûna kurda pêşda dianî, gava eskerên sultanîyê dihatine navçeyên Kurdistanê û de`w dikirin, ku eskerîya tirka bikin, bacê bidin û h. w. d.
Di rûyê wê yekê da, ku bi zordestî ji kurda bac hildidan û bi destî zorê esker berev dikirin ji bo ordîya tirka, di navbera eskerên Osmanîyê û binecîyên kurd da herdem pevçûn çê dibûn. Hilbet, tirk bi desteyên eskera va dihatine wan dera(9).

Danûsitandinên Yezdanşîr him bi kurda ra, him jî bi wan aşûrîya, ermenîya û gelên mayîn yên Rohilata Tirkîyê ra hebûn, ku ji tirka ne razî bûn. “Yezdanşîr, ku texmîn dikir dawîya zordestîya dîwana tirka tune,- di “Nûçeya derheqa nerazîbûna kurdên ku di navbera Mûsilê û Dîyarbekirê da dihêwirîn” da, ku ji alîyê Barêgeha sereke ya ordîya Rûsîyayê hatibû amadekirinê, dihate gotinê,- serhildana eşkere amade kir dijî Sitembolê û dixwest bi wê yekê va kurdên bin hukumê xwe ji zordestîya û zêrandinê xilas bike”(10).

Yezdanşîr û terefdarên wî bi guhdarî dîna xwe didane şerên li pêşenîya Asîya Biçûk û bendî dema destdayî bûn, ku gava Împêratorîya Osmanîyê bikeve tengasîyê, ew dijî wê serhildanê bikin.

Şerê li wê pêşenîyê bona ordîya tirka rind pêşda ne diçû. Jimara eskerên wê pirtir bûn jî, lê ew pey hev dida der (bin diket): 27ê gulanê sala 1854a di şerê li qeraxê gundê Nihostîyê, 3ê hezîranê sala 1854a di şerê ber çemê Çolikê, û dawî 17ê tîrmehê sala 1854a ber girê Çingildînê, nêzîkî Bazîdê (niha – Doxûbayazîd). Ev derdayîna axirîyê tirka ji qudûm êxist, ji ber ku ew mecbûr kir dest ji meremên xwe yên bona êrîşî li ser Êrîvanê bike, bikişîne; ew Bazîdê da teslîm bûn, li ku gelek cebirxane û xurek hebû. Alaya Êrîvanê ya bin destê Rûsîyayê da li wir şer dikir (çend dokûmênta da navê wê alaya Bazîdê derbaz dibe).

Rûyê serneketinê da ordîya Tirkîyê sala 1854a li Asîya Biçûk tu çalakî nîşan ne da. Gelên bin destê wê da ev firsend bi kar anîn bona qewînkirina şerkarîya xwe dijî zordesta. Pey teslîmbûna Bazîdê ra piranîya kurda dev ji ordîya tirka berdan û nav wê da tenê ew siyarî man, ku gundên wana rex bêlûkên eskerên Osmanîyê bûn. Dawîya sala 1854a, gava rûsa ordîya tirka ya li qeza Wanê hincirand, û çend kesên ku ji kuştinê filitîbûn ji wê mentîqê hatine derxistinê, ew kurdên mayî jî çûne malên xwe.

Di salên 1854-1855a hêzên Împêratorîya Osmanîyê li Rohilata Tirkîyê piranî li nêzîkî Erzurumê û Qersê bûn, ku bahara sala 1855a ji alîyê eskerên rûsa da hatine dorgirtinê. Li Kurdistanê şertên baş çê bûn bona kurd derkevine dijî zordestîya tirka. Ordîya sultanîyê hêvîya xwe danîbû ser çend barêgehên li bajarên mezin û li ser qereqolên, ku bin destê muxtara da bûn.

Dawîya sala 1854a, Lorîs-Mêlîkov dida kivşê, “kurda di navebra xwe da gilî dikirin derheqa nerazîbûn û neaminaya xwe hindava hukumeta Tirkîyê da…”(11).

Cêribandinên hukumetê, ku xelqê bi destî zorê bibe eskerîyê, zêdekirina heqdayîna baca û zagûnên nû, ku girêdayî şêr va dihatine qebûlkirinê, qet ne bi dilê gel bûn û hêrsa kurda xwesma wî çaxî gelekî radibû, gava eskerên tirka gundên kurda da xweserîtî dikirin. Dema Sitembolê behs sitand, ku Yezdanşîr hêzên xelqên Kurdistanê yên dijî Tirkîyê berevî ser hev kirîye, ew ji serokatîkirina navçeyên kurda yên li Rohilata Tirkîyê bi dûr xist û pey vê yekê ra destdirêjayên merivxurên Osmanîyê hîn zêdetir bûn.

Wek ku serhing Lîxûtîn dibêje, “xweserîtî, neheqî û zordestîya paşayê tirka zûtirekê bûne sebebê wê, ku ne tenê kurd, lê herwiha aşûrî jî dîtin, ku serokatîkirina serekê kurda ji bo wan diha baş e, ne ku ya paşa, ji ber wê jî rabûne dijî dewletê”(12).

Yezdanşîr dît, ku hêrsa milet gelekî rabûye ser emelên dewleta Tirkîyê li Kurdistanê, bangî terefdarên xwe kir eşkere serhildanê tevrakin. Banga wî, ku hebûna xwe ji bin destê osmanîyan derxin, ji alîyê kurdên Hekarîyê, Botanê, Moksê û wilayetên Kurdistanê yên mayîn da bi dilgermî hate qebûlkirinê. Herwaha aşûrî, ermenî û miletên mayîn yên Rohilata Tirkîyê jî gihîştine wî. Şerkarîya tevayî ya hemû miletên bindest dijî hukumetê alî serketina tevgera Yezdanşîr kir.

Çavkanî
1. Arşîva sereke ya Sovyetistanê, fond 38, pencere 30/286, cêrge 861, dokûmênt 79, belge 2. Nama Bêbûtov ji bo gênêral Rêadû ya 13-ê oktobirê sala 1854a.
2. Hema li wir, belge 4.
3. Hema li wir, belge 6.
4. Hema li wir, belge 30-33.
5. [M. Y. Olşêvskîy]. Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê ji bo Kavkazê di salên 1853-1854 -a da. “Rûsîya kevnare”, sal 1884, hejmar 10-12, rûpel 512..
6. A. Karsêv. Malûmatî derheqa kurda da, rûpel 39.
7. P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 24.
8. Hema li wir, serdazêdekirina hejmara 16a, rûpel 30.
9. A. Safrastîan, Kurds and Kurdistan, p. 61.
10. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 1087, dokûmênt 473, belge 1.
11. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 7, dokûmênt 855, belge 8. “Zagûnên bona serokatîkirina kurda”, ku M. T. Lorîs-Mêlîkov 28-ê çirîya paşin sala 1855a amade kiribû.
12. [M. Lîxûtîn], Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854-1855a da…, rûpel 256.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev