Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Melayê Cizîrî – mîrê qelema edebiyeta kurdî ya sedsala 15an

Guhdarên hêja, guhdarîya bernameya radyoya Riataza “Klasîkên me” derheqa jîyan û hizra Klasîkê kurd, şaîr û nivîskarekî gewre Melayê Cizîrî (z. 1570 Cizir – m. 1640 Cizir) bikin. Di beşa pêşin a bernameyê de emê bi kurtî li ser jiyan û berhemên Melayê Cizîrî, herwiha di derbarê dewr û malbata şaîrê mezin de rawestin. Melayê Cizîrî di dîroka Edebiyata Kurdî ya Klasîk de cîkî giring digire. Melayê Cizîrî an Shex Ehmedê Mehmede Botî ji eşîra Bota ye. Ew jî weka hemî zana û navdarên Kurdên wê demê, li malbateke oldar mezin dibe. Mamostê wî yê pêşîn bavê wî bûye. Dû re li gelek deverên welat xwendina xwe berdewam kirîye. Amed, Hekarî û Hesenkêf ji van deveran in. Destura meletîyê ji Amadê Mela Taha wergirtîye.

 Berhema naskirî ya Melayê Cizîrî ”Dîwan” e, ku bingehê wê ji 114 helbestan pêk tê. Ji bilî “Dîwan”ê hinek helbestên Melayê Cizîrî bi “Dîwan”ê re hatine belav kirin. Di derheqa sala jidayîkbûna Melayê Cizîrî de gelek dîrok hene. Mixabin rastîya dîroka ji dayîkbûna Melayê Cizîrî, kesên dîroknas û nivîskar, nedîtine. Mijara here girîng ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolînvanan ve nehatîye zanînê, ev jî babeta bernameyeke me ya taybet e. Seydayê mezin bi gotina gotîyan di 1570 û wan de li Cizîrê hatiye dinê. Weke ku tê gotin jî, di sala 1640 wan de li Cizîre çûya li ser dilovaniya xwe. Wî bi ra û hizrê xwe demek da vekirin. Di sedsala 15’an wan de, di dema wî de dema hizrê hemdem û nûjen bi Melayê Cizîrî re li Kurdistanê tê afirandin. Melayê Cizîrî di gel Klasîkên me yên mezin wek: Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran di rêza şaîrê hemdinyayê de jî cîyê xweye layîq digirin, efrandinên kîjana bûne durên enzelî di xezîna edebîyeta miletîyê de û yên ku berhemên giranbaha pêşkêşî civaka mirovatîyê kirine. Milet tu caran qedrê qelema xwe winda nekirîye. Efrandinên şaîr ê xwe bi qurne, bi zargotin xweykirine. Di dema xwe de Klasîkê mezin Melayê Cizîrî nav û hurmeteke wisa destanî bû nava miletê kurd de, ku milet ew navkiribû “Pêxemberê ser defterê” yan jî “Pêxemberê qelemê”.

Fermo, guhdarîya kompozîsîyona karwana şêr û kilamên li ser helbestên Seydayê nemir Melayê Cizîrî sêwrandî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev