Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan – 2

Gotinên pêşîyan ji pirtûka Xelîlê Çaçan – 2
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 58an e. Ev meseleyên gel yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Gotinên pêşîyan” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.

Serdestîya vê berhemê ew e, ku gotinên pêşîyan kategorîzekirî çap bûne û piranîya wan hûnê cara pêşin di malpera me da bixwînin. Berî çendekê me ji vê berhema folklorî beşên din çap kiribûn, îro jî çend beşên din çap dikin.

Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 58

MÊVAN Û MÊVANDARÎ
Ew mal xirab e,
Mêvan lê neqeside.

Dewê payîzê
Bide ezîzê,
Dewê baharan
Bide neyaran.

Mala bê mêvan,
Gundê bê şivan,
Herdu jî bê guman.

Merîyê camêr
Hertim jî camêr e.

Mêvan ji mêvan hiz nake,
Xweyê malê ji herda hiz nake.

Mêvan ku heye-ezrayîl e.

Mêvan-mêvanê xwedê ye.

Mêvanê bê heyam
Kîsî xwe dixwe.

Mêvanê mal di gund da
Bêyî rûmet e.

Nanê meriv hev deyn e.

Salê carekê-siltanî,
Mehê carekê-mêvanî,
Herro, hergav-kûçkê sanî.

MAL Û KULFET,
MEZIN Û BIÇÛK
Av ya biçûkan e,
Xeber-ya mezinan e.

Ban bi sitûnan disekine.

Biçûka-biçûk gotî,
Mezina-mezin gotî.

Biçûkê malê, şîrinê malê.

Jin û mêrî –
Ken û girî.

Herkes mala xweda mêr e,
Yan rûvî ye, yan şêr e.

Heta nebe qal,
Nabe mal.

Mala meriv,
Gora meriv.

Mala ne destekî,
Ne mistekî,
Dibe şûşa şikestî.

Mêrê şermoke bi kundekî,
Jina şermoke bi gundekî.

Nebînim jina dike hire-hir,
Nebînim ewrê dike gire-gir,
Nebînim ereba dike çire-çir.

Neferê malê têr dikim,
Nav hevalan jî kêf dikim.

Xwezila sêwîyan,
Ne hêwîyan.

Ocax
Nabine pûcax.

Yê bê mezin, bê xwedê ye.

NEXWEŞÎ Û DOXTIRÎ, MIRIN
Hezar salî dinê bî,
Bi zêr û zîv xinê bî,
Tê rokê mêvanê qebrê bî.

Bira dinya ron be,
Bira orta sol û bizmar da be.

Bira ne goristîn be,
Bira şaristîn be.

Heta ez zirav bim,
Tê bimaşî.

Kê ji çavên bin axê şerm dike?

Kê derdê kê zane?

Kê diçe mala mirî,
Her kes derdê xwe digirî.

Mirin bera sor e,
Ber derê hemiyan e.

Mirî, tu usa mirî,
Ku qe nikarî xwe ser çardarê jî bigirî?

Xwedê derd daye,
Derman jî daye.

EVÎNTÎ, SUR Û
SURXWEYKIRIN
Agirê bengîtîyê
Agirekî gurr e.

Bi darê zorbetîyê evîn nabe,
Darê zorbetîyê zû dişkê.

Bike kala, bixwe mala,
Tê çi bikî xortê totikvala.

Bira dilî bi dil be,
Bira tûrê parsê li mil be,
Bira binê tûr jî qul be.

Bi xwazîya
Dest nagihîje baqê kezîya.

Bizin dizî va tê teke,
Lê eşkere dizê.

Bûk e – bi dilê zevê ye.

Ewî hilda lêv e,
Min zanî çi li dêv e.

Çiyayê bê gul,
Merîyê bê sur,
Herdu jî yek in.

Çiyayê bilind bê berf nabe,
Gelîyê kûr bê av nabe,
Qîza gihîştî mala bavê da
Tu car bê yar nabe.

Dar tune,
Ku ba lêneketîye.

Gilîyê xwe bipêje,
Paşê birêje.

Hemû çêlek têne dotin,
Hemû xeber nayêne gotin.

Herça jinê wan rind in,
Mêrê wana ber kund in.

Hînkirîya hîn neke,
Hîn dikî-ji bîr neke.

Mala zevê def û zurne,
Mala bavê bûkê haj pê tune.

Mehbûb ew e,
Dil hebandîye.

Min girt yar e,
Bextê min û te ra bû hewar e.

Mirazê bê dil
Mîna gîhayê bê zil,
Mîna kirasê bê mil,
Mîna meşka bê kil,
Mîna merîyê bê cil.

Pêşa meriv jî
Dibe e’dûyê meriv.

Perda ber çevê
Qîz û xortê bengî ye.

Qîzê bistîne bi çevê kala,
Hespê bistîne bi çevê cahila.

Serî qîz e,
Binî dîz e.

Tas çingîya,
Çi rast, çi derew.

Zewaca bê dil
Mînanî kirasê bê mil.

War-warê hêşîn,
Bext-bextê pêşîn.
Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev