Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdistan di salên şerê Qrîmê da -2

Kurdistan di salên şerê Qrîmê da -2

Me di 57 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, ji 3 cildeyên berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji pirtûka profêsor N. A. Xalfîn a bi sernavê ”Têkoşîn ji bo Kurdistanê” beşa duduyan a bi sernavê ”Kurdistan di salên şerê Qrîmê da” raberî we dikin. Ev pirtûka zanyarî sala 1963an li Moskvayê çap bûye.

Piranîya van berhemên giranbuha heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine kurdî.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 58

Dawîya sala 1854a Yezdanşîr bi alaya xwe ya du hezarê va êrîş bire ser Bîtlîsê û ew zevt kir. Serokatîya tirka, di nav wê da qaymeqamê Bîtlîsê, hate qirê. Dû wê ra şervana alaya tirka ya sêhezarê hincirandin û berbi Mûsilê livyan, li ku karxana amadekirina çek-sîliha hebû. Yezdanşîr ew bajar jî zevt kir û gelek çek û sîlih xiste bin destê xwe.

Serhildan belayî li ser axeke mezin dibû. Gelek eşîret û miletên mayîn ser yên heyî da zêde dibûn. Bin destê Yezdanşîr da îdî ordîya 30 hezarê hebû.

Di destpêka sala 1855a da dora bajarê Sêrtê şerekî giran qewimî. Hukumdarê mîrîtîya Bexdayê Kenan paşa bi eskerên xwe va hate vira. Lê çiqasî jî eskerên wî bi barêgeha Sêrtê ra tevayî derketine dijî kurda, Yezdanşîr di wî şerî da bi ser ket û bajar xiste bin destê xwe. Zevtkirina wê herêma mezin û hincirandina gelek eskerên sultanîyê bûn delîl, ku diha gelek eşîret û malbetên kurda tevî wê serhildanê bûn. Ew raperîn, ku eşkere dijî dewletê bû, derbazî ser axeke mezin – ji Wanê bigre hetanî Bexdayê bû.

Şervana çend barêgeh wêran kirin û gelek karmendên serokatîya tirka kuştin. Bi gotina P. Î. Avêryanov “tenê ji serekên navça 16 kes hatine kuştin”(13).

Jimara eskerên ordîya Yezdanşîr zêde dibû û zûtirekê gihîşte 60 hezara (bi hinek malûmatîya – heta 100 hezarî). Erdekî pir mezin ketibû bin hukumê wî(14). Êrîşên eskerên kurda ziyaneke mezin didane hêzên Împêratorîya Osmanîyê li pêşenîya Pişkavkazê. Tirkîya mecbûr ma pareke eskerên xwe ji navçeyên Eleşgirê, Erzurumê, Ûç-Kilîseyê, Bazîdê û heta ji Qersê jî bîne û derxe dijî Yezdanşîr(15).

Li vira halekî usa saz bûbû, ku bona êrîşkirina Rûsîyayê wek dibêjin, “xêra Xwedê bû”, hela di serda jî Yezdanşîr çend cara cêribandibû bi qumandarîya desta rûsa ya Êrîvanê, ku nêzîktir bû, bikeve nava pêwendîya. Di nava nameyên xwe da, yên ku wî serekê wê desteyê ra şandibû, hîvî dikir, ku alîkarîya wî bikin û ber wana pêşnîyar dikir bi tevayî derbeke giran li eskerên tirka xin, xwesma li Erzurumê, ji ber ku piranîya eskera li wir bûn.

Lê di wê demê da, gava xuya dibû, ku serhildan wê diha zêde bi ser keve, desta Êrîvanê îdî ji sînorên Împêratorîya Osmanîyê hatibû dûrxistinê û derbazî xanîyên germ yên ji wira dûrtir bûbû. Bangawazîyên Yezdanşîr ne gihîştine cîyê cî û çiqasî jî qumandarîya padşatîya Rûsîyayê di destpêka sala 1855a da haj ji tevrabûnên li Kurdistanê hebû jî, lê xwe li rêke ne cayîz girt. Ew bi wê yekê va dihate şirovekirinê, ku îdî zivistan ser wan da hatibû û rûyê wê yekê da gelek rê û dirb dest bahoz û bagerê dihatine girtinê. Di nav vê rewşê da ji hukumeta sultanîyê ra li hev hat hêzên xwe berevî li ser hev bike û derxe dijî şervana. Bilî wê, dîplomatîya Brîtanîyayê jî bi aktîvî kete nava şerê dijî şervana.

Komên Îngilîs yên serkarîkir kemaleke mezin didane qewmandinên li Kurdistanê. Eşaretî dane nûnerên Îngilîs yên sîyasî li Rohilata Tirkîyê, bona her firsenda bi kar bînin seba têkdana serhildanê. Bona wî karî dest avêtine bertîldayîna. Casûsê konsûlxana Brîtanîyayê li Mûsilê Rassam(16) bi Yezdanşîr û serekên serhildanê yên mayîn ra destbi derbazkirina hevraxeberdana kir. Bin menîya navçîgarîya di navbera Yezdanşîr û nûnerê Sitembolê da, bi gotina gotîya Rassam “400 çewal qurûş” dane serekê kurda(17). Ji Rassam ra li hev hat nakokîyan û dubendîyan bixe di navbera tevgelên serhildanê û gihîşte wê yekê, ku çend serekeşîr ji tevgerê dûr xistin. Îngilîs ku nêzîkî cîyê serhildanê bûn, alîkarîya praktîk dane eskerên hukumetê di şerê wanî dijî kurda da. Awa, Mak-Koan, ku xudêgiravî text-bext (tesedûfî) ji wir ra derbaz dibû, dema êrîşkirina li ser bingehên kurda, serokatî li topçîyên tirka dikir (18).

Di wê demê da îdî hêzên eskerîyêye mezin yên Împêratorîya Osmanîyê li Kurdistanê hatibûne cîwarkirinê. Eskerên tirka bi karanîna çekên baş, ku wana ji cebirxana Îngilîs sitandibûn, bajar û rêyên sereke xistine bin destên xwe û zor dane şervana. Wana jî çarneçar xwe li çiya û banîya girtin. Yezdanşîr bi xwe li kela malbeta xwe – Qesragelîyê bû, ku li çiyayên wilayeta Cizîrê da bû û dikete başûra Wanê, xwe veşart. Ewî dîsa hêzên xwe berevî ser hev kir bona şerê dijî eskerên hukumetê bike û hîvîyê bû heta berf bihele, belekî bikevine çiya û rê vebin. Casûsên Brîtanîyayê, ku dixwestin wê daxazê şerpeze bikin, eşkere xwe li riya provokasyona girtin. Ji Rassam ra li hev hat Yezdanşîr îqna bike bona rastî qasidê sultan bê seba safîkirina hinek pirsan. Rast e, dîplomatê Îngilîs û merivên Tirkîyê yên fermî garantî (kefîltî) dabûn, ku wê tiştek neyê serê Yezdanşîr, lê dîsa jî ew dîl girtin, sirgûnî Sitembolê kirin û kirine hebsê (19).

Şervana, ku bêy serok û pêşîkêşê xwe man, alîkî va jî dijmin bi hêza xwe zor li wan dikir, berê xwe dane çiya. Li piranîya axa Kurdistanê serokatî dîsa kete destê tirka. Serhildan hate hincirandinê. Lê sebebên ku ew serhildan pêşda anîbûn, ji holê ranebûn. “Nerazîbûn ji holê ranebûye,- M. Lîxûtîn nivîsîye,- milet û hesînên wî hindava tirka da wek berê mane û, rast e, Yezdanşîr niha tune jî, lê dewsa wî bi deha serekên nû dikarin bigrin”(20).

Usa li hev hat, ku piştî binketina serhildanê qasidê Yezdanşîr Esloyê kurd hate bal serekê alaya Êrîvanê û ber wî pêşnîyar kir êrîşî li ser Mûşê û Bîtlîsê bike bona li wira bighîjine şervana û bi hev ra bibine yek. Lê heta serokatîya eskerên rûsa kire mize-miz, îdî dereng bû. Passîvî û şikberîya serokatîyê, bona piştgirîya serhildana kurda bike, ji wê yekê dihat, ku di nava karmendên eskerîyê-sîyasîyê yên Rûsîya padşatîyê da yekşivêtî (hemfikirî) tunebû di nav bîr û bawerîyên wan yên hindava kurda da(21).

Serleşkerê alaya Êrîvanê gênêral Sûslov û xwesma serekê barêgeha alayê Lîxûtîn, ku tesîra wî gelek li ser gênêral hebû, qet jî ne dixwestin danûsitandinên dostanîyê bi serekeşîrên kurda ra pêşda bibin.
Eger rastîyê keve, Sûslov û Lîxûtîn derketine dijî daxaza serokatîya xwe, ku bi dostanî xwe nêzîkî kurdên Împêratorîya Osmanîyê bikin(22).

Serhing Bartolomêy, ku bi sipartin şandibûne bal Sûslov bona ew her mecala bi kar bîne bona kurda bîne hêla Rûsîyayê, bi nerazîbûn hate qebûlkirinê. Ewî ew tabîya qumandarîya alayê bi wê yekê va şirove dikir, ku “serhing berk dixweze her tişt bi serî xwe bike”. Bartolomêy dida kivşê, ku Lîxûtîn “şer dixweze, lê gava bi kurda ra dostanîyê bikin, ew daxaz dibe pêk neyê jî”(23).

Rûyê tabîya wî teherî ya serokên alaya Êrîvanê da, qumandarîya padşatîyê ra li hev ne hat bi serekên kurda ra tevgirêdanên rastene yên usa testîq ke, ku serleşkerê Kavkazê pêşnîyar kiribûn.

Di tebaxa sala 1855a da alaya serhing Xrêşçatîskîy bi riya ber çemê Feratê ra şandine bajarê Melazgirê. Pirsdanîna wî ew bû, ku di navçeyên kurda yên di navbera Eledaxê û Gola Wanê da lênihêrandina bike û ew der bigre ber çavê xwe. Xrêşçatîskîy, ku di şerê bi eskerên tirka ra bi ser ket, Melazgir û gundê Patnosê zevt kir, çû zozanên kurdên sîpikîya û heyderîya, bi wan serekan ra kete nava hevraxeberdanê, yên ku tevî şêr ne bûbûn û li zozana mabûn. Rêwîtîya Xrêşçatîskîy di dokûmêntên resmî da dihate binavkirinê wek “lêkolîn” û hatibû amadekirinê wek gaveke sîyasî hindava kurda da. Qumandarîya padşatîyê hewil dida serekeşîrên kurda razî bike bona carna eskerên wê bêne zozana, ji ber ku koçer hîç cara derneketine dijî Rûsîyayê. Ev gava eskerîyê-sîyasî ji alîyê kurda da bi dilxweşî hate qebûlkirinê. Xrêşçatîskîy bi gelek serekeşîrên kurda û metranê (keşa) aşûrîya mar-şîmûn ra hevraxeberdan derbaz kirin(24). Rêwîtîya Xrêşçatîskîy dikaribû bibûya bingeh bona diha pêşdaçûyîna danûsitandinên dostanîyê bi binecîyên Kurdistanê ra, eger sîyaseta Sûslov û Lîxûtîn ya dûrnedîtî nîbûya.

Rêwîtîya desta rûsa ya biçûk di kûraya Kurdistanê da xwedîyê kemaleke taybetî bû bona şerê li Rohilata Tirkîyê. Dîwana sultanîyê ya li wê navçê gelekî ber xwe diket, ji ber ku difikirîn, ku dibe Xrêşçatîskîy şandine wira bona bi birayê Yezdanşîr – Omer axa ra bikeve nava tevgirêdana. Bin hukumê wî derebegî da çend deh hazar eskerên kurdaye sîyarî hebûn. Pey dîlgirtina birayê xwe ra, ewî li wilayetên Kurdistanê yên çiyayî da şerê dijî tirka berdewam dikir.

Tirs ketibû dilê hukumeta Osmanîyê, ku dema eskerên rûsa piştgirîya Omer axa bikin, ewê serokatî li serhildana dijî tirka ya nû bike. Bi wê ra tevayî, gava behs belav bû, ku alaya rûsa berbi zozanên kurda dilive, ji ordîya tirka ya li Erzurumê weke 1500 kurd revîn(25).

Dîwana padşatîyê ew hemû firsend bi kar ne anî, yên ku rêwîtîya Xrêşçatîskîy raberî wê kiribû. Gunehkarên vê yekê serekên alaya Êrîvanê gênêral Sûslov û Lîxûtîn bûn.

Di destpêka meha çirîya pêşin da bi fermana Sûslov desteya serbaz Korênîskîy hate bi çekkirinê û ew şandine wargê Zîlanderoyê, ku li wilayeta Wanê da bû û dikete navbera Gola Wanê û Eledaxê, û ewê li wira çend gundên kurda zevt kirin(26).

Ev emelê hanê zirareke mezin da tevgirêdanên dostîyê di navbera eskerên rûsa li Rohilata Tirkîyê û eşîrên kurda da, yên ku baş pêşda diçûn. Kar û emelên Sûslov, Lîxûtîn û Korênîskî yên bê aqilane ne hinkûfî sîyaseta rûsa bûn, ku dixwest bi binecîyên Kurdistanê ra nava danûsitandinên baş da be, ya ku ne ku bona xatirê “çavên kurda yên belek” bûn, lê bona kara wan bû. Ew emelên wan ji alîyê serokatîya Kavkazê da bi awakî berk hatine rexnekirinê.

Serekqumandarê pêşenîya Pişkavkazê N. N. Mûravyov rêwîtîya serbaz Korênîskîy hesab kir wek tiştê “bûyî-çûyî”, lê destnîşan kir, ku lazime danûsitandinên dostîyê bi wan kurda ra bikin, ku li ser erdê Rûsîyayê dijîn, xwesma bi wan kurda ra, yên ku di ordîya padşatîyê da qulix dikin(27).

Ji bo rasterêkirina danûsitandinên bi kurdên wetendaşên Rûsîyayê ra, an jî bi binecîyên wan navçeyên Kurdistanê, yên ku ji alîyê eskerên Rûsîyayê da hatine zevtkirinê, Lorîs-Mêlîkov bi taybetî “Zagûnên bona pêwendîyên bi eşîretên kurda ra” amade kir. Di wan da dihate kivşkirinê, ku destpêka şêr da serketina tirka ya demkurt li pêşenîya Pişkavkazê piranî rûyê wê yekê da bû, ku bi dîwana sultanîyê ra li hev hat “bi sozdayîna û hedaya” eskerên kurdaye sîyarî bîne hêla xwe bona êrîşkirinên li ser axa Rûsîyayê. Lê ew serketina sîyaseta tirka di nava kurda da demkurt bû, ji ber ku piranîya wana lap dijî dîwana tirka bûn û ev yek ne tenê wê demê jî hate ber çava, gava kurda îdî hew xortên xwe şandine eskerîya tirka, lê herwiha wê demê jî, wexta kurd eşkere li Kurdistanê serhildan kirin.

Lorîs-Mêlîkov kemaleke giring (piranî ya sîyasî) dida tevgelîya du alayên kurda di şerê dijî tirka da. Ewî pêşnîyar dikir di nava kurda da zagûnên taybetî bi kar bînin, yên ku bi raya wî gerekê “wê demê gumreh bibin, gava kesên wana derbazî pişta me bin…”(28). Rêvebirê wê biryarê, anegorî “Zagûnê”, gerekê zabitê rûs bûya, yê ku gerekê zimanê wan warga bizanibûya, lê cîgir û alîkarên wî jî gerekê du nûnerên “ji malbetên kurda yên bi nav û deng bûna” (Lorîs-Mêlîkov dil hebû Cefer axa ser wê qulixê kivş bike bona kurdên bin hukumê wî da erdê Surmelîyê û Şarûrê biparêzin, lê Ahmed axa jî – erdê wilayeta Qersê û Serdarevê).

Di her olkeke kurda da heq-hesabên xwe dikirin, ku serbazekî kivş bikin, lê bona pêşîlêgirtin û hilanîna her hucet-nerazîbûnên li zozana hatibû plankirinê, ku hilgêr-dagêr û li zivistanê mayîna koçera li wir bidne kêmkirinê. Mehkema di nava kurda da gerekê bi destî dadgeha bi taybetî çêkirî bihata kirinê, ku hinkûfî edetên wan bûya, lê nerazîbûnên kurda bi kesên cî-wargên mayîn ra gerekê “bispêrine ber destê serekên herdu alîya”, lê karên olî-dîndarîyê gerekê bin hukumê qadî da bûya û ew gerekê “ji hukumetê alîkarî bistanda”.

Para “Zagûnê” ya neha gelekî hewaskar e: bi wê hatibû biryarkirinê, ku ew hemû ardimî û serdestî bidne “serekeşîrên kurda, ku berê bin destê pêşîyên wan da hebû”, lê wê yekê ra tevayî jî, “gerekê ne hîştana, ku ew wan zordestîya bi kar bînin, ku pêşîyên wana dema hukumdarîya Tirkîyê û Farizistanê pêk dianîn”(29). Ji vî alî da ew kurd bi mafên xwe weke binecîyên mayîn yên wilayeta Êrîvanê dibûn.

Wek ku ji nivîsara jorê ra xûya dibe, dema amadekirina “Zagûnên bona serkarîkirina eşîrên kurda” dîwana padşatîyê taybetîyên jîyana kurda hildabûne ser hesêb, lê bi wê ra tevayî hewil didan wana ji bin tesîra hinek serekeşîra derxin û dewsa wana kesên ji alîyê hukumetê da kivşkirî daynin, ku bikaribin wana bixine bin tesîra xwe.

Lê ew “Zagûn”, ku welîyê Kavkazê begem kiribû, di nava jîyanê da pêk ne hat. Hema wan dema (13/25-ê çirîya paşin sala 1855a) ordîya tirka, ku li Qersê dora wê hatibû girtinê, teslîm bû. Peymana teslîmbûna Qersê û kela wî ji hêla tirka ji alîyê “komîsarê Îngilîs li rex ordîya Anatolîyayê” gênêral Wîlyams da hate qolkirinê, yê ku berê tevgelekî komîsyona alîyê sînorkirinê da bû, û ewî serkarî li parastina bajêr dikir, ji ber wê jî navê “Qersî” li wî kiribûn. Bi Wîlyams ra tevayî li Qersê bûn usa jî – mihandiz-serhing Leik, çawîş Tizdel û Tomson, doktor Sendwit, dîplomat Çêrçîl û yên mayîn(30). Şer zûtirekê betilî (xilas bû).

Bê feyde bû, ku bona kurdên ser axa Rûsîyayê, ku kêmjimar bûn, “Zagûnên” usa derxin. “Serkarîkirina kurda” ya taybetî ne hate sazkirinê.

Dema şerê Qrîmê careke mayîn dijminaya eşîrên kurda hindava Împêratorîya Osmanîyê da dîyar bûn. Wana qet ne dixwest bona kara tirka şer bikin. Hela di serda, wan dema daxaza binecîyên kurda, ku dijwarîyên dîwana tirka bi kar bînin seba bindestîya xwe ya ji bin destê Tirkîyê bidne sivikkirinê, diha zelal dihate ber çava.

Firsendeke baş ketibû destê Rûsîya padşatîyê, ku daxazên kurda yên dijî tirka bi kar bîne, lê ew yek ji dest çû. Lê gerekê bidne kivşê, ku pêşenîya Kavkazê rola sereke ne dilîst di nava planên ordîya rûsa da.

Giranîya şêr li ser nîvada (nîvgirav) Qrîmê û herwiha li pêşenîya Dûnayê da bû.

Çavkanî:

13. P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 149.
14. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 1087, dokûmênt 1041, belge 2.
15. [M. Y. Olşêvskîy]. Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê ji bo Kavkazê di salên 1853-1854 da – “Rûsîya kevnare”, sal 1884, hejmar 10-12, rûpel 512.
16. Derheqa wê yekê da binhêre: H. P. Pfêyfêr, Rêwîtîya berbi Hindistanê û Farizistanê. Li welatên ruhanîyê – agirperesta, rûpel 132.
17. P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 151.
18. J. M. McCoan. Our new protectorale Turkey in Asia, its geography, races, resourees and government, vol. 1, pp. 78-79.
19. Metranê (keşayê) aşûrîya Abraham dida kivşê, ku konsûlê Brîtanîyayê “bi awakî fesadî” Yezdanşîr da girtinê (P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 155; nama Abraham ji qumandarîya Rûsîyayê ya 30-ê adarê sala 1855a).
20. [M. Lîxûtîn], Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854-1855a…, rûpel 260.
21. Binhêre nameyên gênêral Sûslov û serwêrê dîwana eskerîyê-rêwîtîyê ya serekqumandarê eskerên Kavkazê Kawfman, ku ji hevdu ra şandine (oktobira sala 1855a). (P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 54-57).
22. M. Lîxûtîn di pirtûka xwe da, ya ku dû şêr ra hate çapkirinê, ser bîr-bawerîya xwe ma (“Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854-1855a…, rûpel 153-154).
23. P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 42-43.
24. Arşîva sereke ya Sovyetistanê (li Lênîngradê), fond 932, dokûmênt 459, belge 2 û 5, Malûmatîyên derheqa qulixkirina gênêral Xrêşçatîskîy li navça Kavkazê da.
25. N. N. Mûravyov, Şerê li Kavkazê di sala 1855a da, cild 1, rûpel 223.
26. Derheqa vê yekê da binhêre [M. Lîxûtîn], Rûs li Tirkîya Asîyayê di salên 1854-1855a da…, rûpel 394-397.
27. P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 56.
28. Arşîva sereke ya Gurcistana Sovyet, fond 7, dokûmênt 855, belge 8-9. “Zagûnên” ji 30-ê çirîya paşin sala 1855a; herwiha binhêre P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 65.
29. P. Î. Avêryanov, Kurd di şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra…, rûpel 67.
30. “Bîranînên derheqa kampanîya sala 1855a li Tirkîya Asîyayê (ji arşîva A. M. Dondûkov-Korsakov)”,- “Kevnarîtî û nuhîtî”, cild XIX, Pêtêrbûrg, sal 1915, rûpel 68, 76, 86.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev