Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1804-1813a

Şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1804-1813a

Bi awakî rezadil (bi daxaza dilê xwe) yekbûna Gurcistanê (sala 1804a), Îmêrêtîyê û Mîngrêlîyê (sala 1804a) bi Rûsîyayê ra, serketina mîrlaw Sînsîanov hindava xantîya Gencîyê da (sala 1804a) û pişt ra jî yekbûna xantîyên Qerebaxê û Şêkînê û sultaneta Şûregelê (sala 1805a) bi Rûsîyayê ra, – sînorên me yên Kavkazê derbazî wî berê zincîra çiyayên Kavkazê kirin, û em bûne cînarên ostana Azirbêcanê ya li Farizstanê û xantîya Êrîvanê, di hêleke mayîn da jî em bûne cînarên paşalixîyên Qersê û Axalsixê, ango, wan mentîqa, ku eşîrên kurda jî di nav wan da hene.

Ji wê demê destpêkirî di nav dîroka hukumê Rûsîyayê li ser Kavkazê destbi dewraneke nû bû û eskerên me li Pişkavkazê îdî ne ji bo wê yekê li wêderê ne, ku alîkarîya hevalbendên me bikin, lê bona parastina milkê me ne ji destdirêjayên gelên Farizistanê û Tirkîyê yên nîvbeyanî (nîvhov), ku hukumê tu kesî li ser xwe qebûl nakin û di nav wan da yên pir berbiçav dikevin jî eşîrên kurdan e, ji ber ku mêla wan pir li ser talan û şêlandinan e.

Bi vî awayî, pevçûn û pêwendîyên me bi kurda ra cara pêşin di destpêka sedsala XIXa da bûn.

Rewşa sîyasî ya Kurdistanê di destpêka sedsala XIXa da

Cara pêşin kurd sala 1514a ketine bin hukumê ottomanîyê, di dema ku sultan Selîmê 1ê hindava şahê fariza Îzmayîl da (ji malbeta Sofî) bi ser ket. Selîm, ku di êrîşa xwe da herêma Dîyarbekirê û piranîya perçê Kurdistanê kire bin destê xwe, serokatîya axên zevtkirî siparte Îdrîsê kurd, ku bi esilê xwe va ji Bîtlîsê bû. Ew di wî karî da, ku sipartibûne wî bi ser ket û rûsipî derket. Piranîya kurdên koçer, ku wî çaxî û niha jî binecîyên sade talan dikirin, bi fermana Îdrîs bi destî zorê şandine Erzurumê, Êrîvanê û Qersê û ew li ser axên ekindar bi cî û war kirin. Ew ax ser demeke bê sînor belaş dane kurda, bi şertê ku ew eskera bidin bona parastina sînorên Tirkîyê. Bi wê mihacirkirina kurdên sunî va tirka li besta Erez îdî dikaribûn himberî fariz û teterên şi’î ber xwe bidin.

Ew sînorê, ku piştî zevtkarîya Îzmayîl di navbera Kurdistana Farizistanê û Kurdistana Tirkîyê da hatîye kişandinê, hema bêje bê guhartin heta niha jî maye.

Bi demê ra kurd ji bin hukumê Farizistanê û xwesma Tirkîyê derketin, û di destpêka sedsala XIXa piranîya axa Kurdistanê hema bêje serbixwe bû; tenê bin zordarîya hukumetên Tirkîyê û Farizistanê kurda hinek bac û esker didan. Lê hukumê hukumeta Farizistanê li ser kurda ji yê hukumeta Tirkîyê zêdetir û xurttir bû û hukumê Farizistanê heta li ser hinek kurdên Tirkîyê jî derbaz dibû.

Rêwîyên wan dema temamîya Kurdistanê pareveyî li ser çar beşa dikirin: gorî dereca naskirina hukumê Farizistanê û Tirkîyê li ser kurda û Kurdistanê: Erdelan, an jî Kurdistana Rohilatê, Bakûr, Başûr û Roava.

Erdelan, an jî Kurdistana Rohilatê bi zincîra çiya va ji besta Hemedanê û Kêrmanşahê cihê dibe, axa wê ji Tavrosê destpê dibe diçe hetanî gola Wanê, digihîje heta ber kenarên Kizil-Ozepê; bajarê wê yê sereke Senne ye. Hukumê Farizistanê li ser Erdelanê gelek bû. Sîyaseta ku şahên fariza ji demên hukumdarîya malbeta Sofîya (di sala 1499a da) hindava kurda da derbaz dikirin, gîhande wê yekê, ku di destpêka sedsala XIXa da hukumê Farizistanê li ser kurda diha gelek bû, ne ku hukumê Tirkîyê. Hemû şah herdem serekeşîrekî kurda yê herî bi nav û deng kivş dikirin wek “welîyê” Kurdistanê û dû ra jî zor lê dikirin, ku hukumê xwe him li ser eşîrên Kurdistana Îranê, him jî Kurdistana Tirkîyê bide belakirinê. Ew welîyê kurda, ku li bajarê Sennê dîwana wî hebû, heta di nav kurdên Tirkîyê da jî xwedî hurmeteke mezin bû û di karê hilbijartina şah da rola wî pir bû(1). Welîyên kurd hindava hukumeta Farizistanê da ne hertim amin bûn, lê şahên Îranê di şerên bi Tirkîyê ra hukumê wan welîya li ser kurdên Tirkîyê bi kar dianîn. Hurmeta welîyên Kurdistanê li ser kurdên Farizistanê pir bû û ji ber wê jî piranîya kurda ji hukumetê razî bûn; hinek serleşkerên kurd dibûne karmendên mezin û di rêvebirîya dewletê da rola wan pir bû(2).

Kurdistana Bakûr, Roava û Başûr hema bêje bin hukumê Tirkîyê da bûn, lê di rastîyê da piranîya Kurdistana Tirkîyê hukumê dîwana tirka li ser xwe nas ne dikirin.

Kurdistana Bakûr dikeve di navbera çiyayê Agrîdaxê û deryayên Wanê û Ûrmîyê û zincîra çiyayên Cûlemêrgê û Nemrûdê; paşalixîyên Bayezîdê û Wanê û herêma Cûlemêrgê dikevine nava axa wê. Dema ku farisa Êrîvan û Naxçiwan zevt kirin, wî çaxî Porto sist bû û Farizstanê ew yek bi kar anî û hukumê xwe hema bêje li ser temamîya Kurdistana Bakûr da belakirinê û xwesma li ser paşayê kurda yê Bayezîdê û kurdên wira û hinek jî li ser paşalixîya Wanê; di wan dema da qiralîyeta kurda ya here mezin ya Hekarî bû, ku ji alîyê mîrê kurda va dihate serkarîkirinê û ew li Cûlemêrgê dima. Ewî hukumê tirka qebûl ne dikir û bi Farizistanê ra di nav pêwendîyên dostanîyê da bû. Di deverên mayîn yên Kurdistana Bakûr da hukumê li ser kurdan di dest hukumdarên paşalixîyên Wanê û Mûşê da bûn.

Kurdistana Roava: paşalixîyên Mûşê û Erzurumê diketine di nav axa wê. Xênji kurdên devera Dêrsima çiyayî, ku hukumê tirka qet li ser xwe nas ne dikirin, kurdên mayîn yên Kurdistana Bakûr ji wana zêdetir teslîmî hukumdarên paşalixîyên me li jor qala wan kir, dibûn.

Kurdistana Başûr: paşalixîyên Dîyarbekirê û Mûsilê diketine di nav axa wê. Hukumê Portoyê li ser wana hema bêje qet tunebû û begên kurda yên wira carna serekê mentîqa Suleymanîyê (ji paşalixîya Mûsilê) dikirine bin bandûra xwe, ku Farizistanê ji demên buhurî piştgirîya wî kirîye, ji ber wê jî hukumê wî li ser temamîya Kurdistana Başûr hebû û ewî bi serî xwe navê paşayê Kurdistanê li xwe dikir û bi Farizistanê ra(3) di nav pêwendîyên dostanîyê da bû. Qiralîyetên here mezin li Kurdistana Başûr yên Rêwandûzê, Begdanê(4) û Behdînanê bûn.

Dervayî sînorên Kurdistanê eşîrên kurda li van deran jî diman (piranî bi çend mala va, ku jimara wan di navbera 20 heta 30 mala bû): di paşalixîyên Qersê û Axalsîxê, ku tam bin hukumê paşayên wan herêmên Tirkîyê da bûn (ji ber ku bi jimara xwe va hindik bûn), û di xantîya Êrîvanê da, ku weke 8 hezar mal bûn û bin hukumê serdarê Êrîvanê da bûn.

Bi vî awayî, hukumê Farizistanê li ser kurda ji sînorên di navbera Farizistanê û Tirkîyê derbaz dibû û belayî li ser piranîya axa bakûrê ewî sînorî dibû. Û eger em ewê yekê jî di ser da zêde bikin, ku paşayên tirka yên paşalixîyên hêla Asîyayê bi qanûnê di bin hukumê sereskerê Erzurumê (hukumdarê temamîya Ermenîstanê û Anatolîyayê) da bûn, lê hukumdarîya wan herêma hertim jî di bin destê wan da bûye, ji nisletekê derbazî nisleteke mayîn bûye û hetanî îro jî usa ye, lê wana ne her cara û ne her dema hukumê xwe li ser kurdên bin bandûra xwe da bi kar anîne, wî çaxî wê zelaltir xuya bibe, ku hukumê hukumeta Tirkîyê ya Konstantînopolê li ser kurda ewqas hindik bûye, ku meriv dikare bêje, ku hîç tunebûye.

  1.  Li Farizistanê xênji xantîya û beglikîya, ku bin hukumê şah da bûn, 4 welî jî hebûn: welîyê Erebistanê, welîyê Gurcistanê, welîyê Lûrîstanê û welîyê Kurdistanê. Axên li ser sînorên Tirkîyê û Bayezîdê di bin destê welîyê Kurdistanê da nin û berê Bayezîd jî dikete di nav axa Kurdistanê û niha li wir kurd dimînin. Ev her çar welîyên me li jorê qala wan kir, di dîwana şah da xwedî qulixê bûn û her yek ji wan di xizmeta şah da bûn û dihatine hesibandinê wek karmendên wê û dema şah li Erdebîlê dihate ser text, ew jî hazir dibûn. Wextê ewê prosêsê welîyê Erebistanê gerekê perikekî li ser tacê wî bigirta, yê Gurcistanê – şûrê wî, yê Lûrîstanê – kembera wî û yê Kurdistanê xişirên ji du cewahiran. Eger yek ji wana karê xwe bi cî ne anîya, şah nikaribû bihata ser text. Eger şah tunebûya, destûra welîya hebû navê xantîyê bidine kesên, ku hêjayî wî navîne, ango ew bikin xan. Ew destûr jî gorî wê bû, çika kê ji wan di qulixa xwe da bilindtir e: pêşî welîyê Erebistanê bû, dû ra yê Gurcistanê bû, cîyê sisîya welîyê Lûrîstanê bû û yê çara jî welîyê Kurdistanê bû.

(Ji nameya mîrlaw Sîsîanov ya ji bo mîrlaw Çartorîyskî, ya 29ê çileya paşin sala 1805a, hejmar 43. Cilda 1ê ya “Aktî arxêologîçêskoy komîssîî” {“Dokûmêntên komîsyona arkêologîyê”}, rûpel 823.

  1.  Ser demeke dirêj serkarîkirina temamîya Farizistanê di destê Kerîm-xanê kurd da bûye. Ew serekê eşîra kurda ya Zend bû, ku bi jimara xwe va ne pir bûn û hevalê Nadir paşayê bi nav û deng bû. Dema ku Nadir paşa mir, ewî bi alîkarîya serekê eşîra bextîyara Elî Merdan xan şah Îzmayîlê ji malbeta Sefewîya, ku wî çaxî zar bû, anî ser text. Lê piştî mirina wî ew hate ser text û tacê Farizistanê û 20 sala di bin navê sade – navê “wekîlîyê”, ango hukumdar, hukum di dest wî da bû (ji sala 1759a heta sala 1779a). Dîrokzanên farisa heta niha jî pesinê zên û zîrekîya wî didin, heqîya wî destnîşan dikin; piştî hukumkirina Nadir paşa, ku merivekî gelekî berk û kirêt bû, ewî milet aş kir û ji ber wê ewî di nav milet da navekî baş hîşt. Piştî Kerîm xan Axa Mehemmed xan hate ser text (serekeşîrê Qecera, ku heta niha jî li ser hukum in), û ew wek Kerîm xan baş derneket û derheqa wî da bi xirabî xeber dida.
  2.  Ji nameya mîrlaw Paskêvîç ji bo mîrlaw Nêssêlrodê, ya 3ê hezîranê, sala 1829a, hejmar 187. (Rûpel 785 ya cilda VIIa ya “Aktî arxêologîçêskoy komîssîî” {“Dokûmêntên komîsyona arkêologîyê”}.
  3.  Bi awakî din jê ra “Botan” tê gotin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev