Eduard Mörike yê helbestvan

Tengezar Marînî

Eduard Mörike, di 8.9.1804an de, li Ludwigsburga Almanyayê ji dayik bûye. Li wir çû dibistana Latînî û ji sala 1818an ve li Urach seredana dersan û semînaran kir. Sala 1826 dest bi karê Kahintiyê „theology“, li Nüertingen kir, salên 1827/1828an wek redaktor di kovarekê de kar kir. Ji 1834-1843 qeșetî li Cleversulzbach kir. Mörike wek mamosteyê edebiyatê û toreyê kar kir û li Stuttgart, li sala 1855an kete encumana wê. Di sala 1856 bû profesor. Ji sala 1871an ve, dubare vegeriya Stuttgart û li wir jiyana xwe berdewam kir û li wir di 4.6.1875an de mir.

Mörike yê helbestvan:

Mörike helbestvanek bû, xwe qet têkilî siyasetê nekir. Rast e, ew ji hêla bajarê xwe ve hatibû hilbijartin û keșa jî bû, lê hiș, hizir û jiyana wî tore û edebiyat bû. Di binaxkirina miriyan de, ji nișka ve, deq derdiketin û ew êdî dibûne helbest û aforîzm. Wî gelek helbest ji yewnanî û latînî wergerandibûne elmanî. Jiyana Mörike di navbera qunaxa Romantîkê û bicivakkirina toreyê de bû. Wî xwe bi derdora xwe ve mijûl dikir û Îdolên xwe ji nav civakê diafirandin. Mörike mijarên hemereng anîne nav helbestê û bi wî șêweyî formên helbestê hatine guhertin. Mörike jiyana efsaneyî û babetên rojane di toreyê de anîne ba hev.

Eduard Mörike. Helbestvan, çîroknivîs û wergervan bû. Yek ji helbestvanên dibistana Schwaban bû. Schwab, ew miletê, ku li Baden-Würtembergê dijî.

Li jêr çend helbestên wî bixwînin. Werger: Tengezar Marînî

Spêdeya Êlûnê

Cîhan di mijê de hîn jî aram e

Hîn mêrg û daristan xewnan dibînin

Nêzîk, tuyê bibînî, dema berrûk bête hilandin

Asîmanê șîn bête guhertin

Payîz bihêz bibe û cîhan dukel jê derkeve

di nav zêrên germ de biherrike

Șefaqê

Razan nîne, serma çavên min diperxîne

Li wir, ez, dest bi rojê dikim

Ji pencera jora xwe

Hișê min li hev dikeve

Hîn di nav gumanê de, vir ve û wir ve

Pîrhevok çêdibin

-Tirs, îșkence

Gêwa min nema lê têt

Pirs û Bersiv

Tu ji min dipirsî, bo çi tevîhev î

Evîn ketiye dilê min

Û bo çi ji zû ve,

min ranehijte singo?

Bipeyive, çima acenî lezgîn in

Ba li baskan dixe

Û ji kû ve, ev kaniyên șêrîn?

Hûn bi rêyekê de diçin

bager di gopîtka xurtbûna xwe de ye

darê Sihirbaziyê rawestîne

ta tu bigihî ser kaniya șêrîn!

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev