Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da -2

Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da -2

Me di 58 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov emê beşa duduyan a berhema bi sernavê “Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Ji berhemên kurdzanên me – 59

Di nav kurdên paşalixîya Qersê da, ango di nav eşîrên Zîlanl (heta hezar kesên şervan hebûn), Cemaldîn  û Sîpikîya (heta 400 kes), Keskanîya (heta 600 kes) û yên mayîn (heta 300 kes) weke 2500 şervan hebûn û Ahmed axa gerekê hukumê me di nav wan da bida belakirinê.

Bi vî awayî, gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov hate bawerkirinê, ku lazim e tenê bi wan eşîrên kurda ra bikevine nava pêwendîyan, ku cînarên mene, ango wî berî sînorên me dimînin. Lê derheqa kurdên, ku dûrî sînor diman, ew ser wê bawerîyê bû, ku “eger em di şêr da bi ser kevin, û em bikaribin meaş an jî perekî baş bidne wana”, ewê bêne pişta me, ji ber wê jî me di şerê salên 1877-1878a da bi eşîrên kurdên ku ji sînorên me dûr diman, tu pêwendî danenîn û em wî çaxî rast derketin.

Gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov ser wê bawerîyê bû, ku bona kurd bikine nava desteya me ya mîlîsa, riya here rast wek me berê jî gotibû ew e, ku ew ber karên xwe va bêne heqiyatkirinê, ji ber wê jî ewî pêşnîyar kiribû, ku di mehê da 10 rûbla bidine her siyarîkî û pê ra jî wana bi nan û av bikin, çek-rihala bidinê.

“Ez niha jî ser wê bawerîyê me, ku ew cûrê min pêşnîyar kiribû, wê diha pir kar ji me ra banîya, ne ku eger em çend kesên navdar – wek serekeşîran û hin giregirên mayîn bi deha hezar rûbla va bertîl bikin. Rast e, gerekê pera bidne kurdên navdar jî, lê gerekê wan kurdan jî ji bîr nekin, ku ketine nava cêrgên mîlîsên me da”,- gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov di nameya xwe ya ser navê gênêral-çawîş Pavlov da nivîsîbû(7).

Em di pêwendîyên xwe yên bi kurdên paşalixîya Qersê da tam bi ser ketin. Lê wek me berê jî texmîn kiribû, ew hêvî û bawerîya, ku me bi Ahmed axa anîbû, hinekî pûç derketin, ji ber ku ewî berjewendîyên xwe yên şexsî li ser aminaya hindava me da digirt(8). Lê dîsa jî, dema di meha çirîya paşin sala 1876a gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov hate Alêksandropolê, ji navê hemû serekên eşîrên kurdên paşalixîya Qersê qasid hatin bal wî û jê ra gotin, ku ew hazir in (wek di şerê berê da) qulixî me bikin û hela di ser da jî pirs-pirsyar ji me dikirin, ku ew berî destpêka şêr çi alîkarîyê dikarin bidin.

Gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov hinek pere wek hedya da wan û emir kir, ku heta eskerên me ji sînor derbaz nebin, bira hemû eşîrên kurda li bendê bisekinin, çika emê paşê çi bêjine wan û temî da wan, ku ew ji serekeşîrên xwe ra bêjin, ku kurd bira heta wê gavê zordestîyê li tu kesî nekin û xelqê talan nekin.

Kurda soz dan, ku wek me bikin û rastîyê jî xweyê sozê xwe derketin. Berî destpêka şêr tu kurdek ji sînor derbaz nebû û ne jî di sînorên me da yekî karê dizîyê û şêlandinê kir. Kurd dema pê hesiyan, ku di navbera me û kurdên ser sînor da gelek xweş e, ecêbmayî man û her firsend bi kar anîn, ku wana bin hukumê xwe da xwey bikin û rakine himberî rûsa. Lê di paşalixîya Qersê da ew yek ji wan ra li hev ne hat.

Bi fermana Samih paşa ji Qersê karmendekî bi navê Bekir beg Hotun ogli şandin bona navên kurdên ji eşîrên Cemaldînli, Zîlan û Keskenî binivîse, seba wana bibine eskerîyê. Kurda ji wî karmendî ra gotin, ku nikarin dijî gotina wî derkevin, lê soz dan, ku wê tenê 1600 siyarîyan bidin. Lê dema ji wan ra hate gotinê, ku pişt ra ew bêne Qersê bona çekên nû bistînin, ew bi a tirka ne kirin û gotin, ku ew nikarin çeka bi kar bînin û nikarin hespên xwe bikine bin ba-bagera Qersê, ji ber ku hespên wana buhane. Di vê rewşê da serekeşîrên kurda Ahmed axa, Meqsûd axa û Reşîd beg gazî li Qersê kirin, ji bo ku bi destî wana bikaribin binecîyên bin hukumê wan da bikine bin tesîra serokatîya tirka. Lê wan serekeşîran jî daxaza tirka bi cî ne anîn, ji ber ku ditirsîyan, ku hukumeta tirka dixweze hespên kurda ji dest wan hilde bona bike nava ordîya xwe, lê kurda jî bike eskerên sade: perçek ji wan bike nava redîfê, lê ji perça mayîn jî destekê saz bike û bi wê nehêle ku kurd ji eskerîya tirka birevin, herine bal rûsa(9).

Lê dema ku tirka destpê kirin bi destî zorê siyarîyên kurd berevî ser hev bikin, kurd bi awakî berk derketine dijî wan û tu daxazeke hukumeta tirka bi cî ne anîn û qasidên xwe şandine bal me bona em wana biparêzin.

Samih paşa ji tirsa, ku kurd bi tevayî dikarin derbazî alîyê rûsa bibin û hela di ser da jî belkî warguhêzî sînorên me jî bibin, hewl da kurda bîne ser rê, ku ew ji sînorên rûsa derkevin, herine kûraya welêt û ji bo wê armancê 16ê sibatê sala 1877a hemû serekên kurda gazî hêwirgeha (îstansyon) Qersê ya têlêgrafê kir û ji Erzurumê bi wan ra bi têlêgrafê kete nava hevraxeberdana(10). Serekên kurda hedya sitendin û qolê (îmze) xwe danîn, ku wê bi a wî bikin, lê bersîvên ne zelal didane Samih paşa, ji ber ku berê da ji xwe ra biryar kiribûn, ku daxazên tirka bi cî neynin. Tirka dîtin, ku belgeyê wan xirab e, destpê kirin ber kurda pelepistûkî kirin, ber serekên kurda digerîyan, hedyayên giranbuha didane çend serekên kurda yên bi nav û deng(11), lê ewê jî gelekî alî tirka ne kir. Dema ku Samih paşa ser demekê li Qersê bû, rastî çend serekên kurda hat û soz da, ku wê ji bo her siyarîkî meaşekî kivş bike (30 qurûş, ku dikire weke 3 rûbl), lê kurd bona ber dilê wî da bên, jê ra gotin, ku ewê bê meaş jî siyarîyan bidine ordîya tirka, lê tenê piştî destpêka şêr(12). Dawî usa bû, ku dema dewletê gazî wan dikir, ku bêne Qersê, ne dihatin, menî digirtin, ku xudêgiravî nexweş in, an jî ji wan ra digotin, ku hema dem hat, ango hema destbi şêr bû, ewê siyarîyên xwe bişînin(13).

Bi vê yekê va hemû hevraxeberdanên serokatîya tirka bi kurdên paşalixîya Qersê ra û bi tirka ra li hev hat tenê çend kurdên kupkupe (serekên dewlemend) bîne alîyê xwe û wana bi kîsî xwe 20 siyarîyên kurd danîne ber sînorên me, ku gerekê malûmatî bidana derheqa nêzîkbûna me da, ji bo ew bikaribin di wextê da haziraya xwe bibînin û birevine kûraya paşalixîyê(14).

Tirka xwesma di wî karî da hinekî bi ser ketin, ku bi kar û barê xwe va hukumê me li ser kurdên paşalixîya Bayazîdê dane sistkirinê. Wek îdî hatîye gotinê, di wî karî da, ku em bikaribin kurdên Bayazîdê bînine alîyê xwe, me hêvîya xwe gelekî danîbû li ser gênêral-çawîş Cefer axa, ji ber ku qedir û hurmeta wî di nav wan kurdan da hebû, ku him di nav sînorên me, him jî li Tirkîyê diman û evê yekê hêvîke mezin dikire dilê me, ku emê tam bi ser kevin(15).

Rastîyê jî Cefer axa hertim jî xwedîyê sozê xwe derketîye, heta ew sax bû kurdên paşalixîya Bayazîdê û hela perçekî kurdên eşîreta Heyderîya, ku wî berî Alla-daxê, li besta Mehemmedîyê diman, tu cara bac ne dane û ne hîştine, ku bal wana hesabkirina binecîya bê derbazkirinê. Dema ku şêwrmend Voînov payîza sala 1876a çû Bayazîdê, kurdên ji eşîra Celalî wî ra gotibûn, ku ewê îznê bidne tirka, ku hesabkirina binecîya bidine derbazkirinê, lê tu eskerekî wê nedine redîfê(16).

Kurdên Heyderî di destpêkê da daxazên kurda ne bi dil û can pêk dianîn, ji ber wê jî di îlona sala 1876a da Samih paşa serekê eşîra Heyderîya Elî axa gazî Erzurumê kir, ku wî çaxî wek midûr serokatî li perçekî kurdên Wanê û hemû kurdên Bayazîdê dikir. Elî axa, ku ji Samih paşa hedya û medalya sitendibûn, soz da, ku ji eşîra Heyderîya 2 hezar siyarîyên çekdar bide(17). Dema ew ji Erzurumê vegerîya, hewl da sozê xwe bi cî bîne û usa kir, ku ew hukumê me yê li ser kurdên Heydarî, ku me bi saya serê Cefer axa bi dest xistibû û ew hukum ne gelekî bi hêz bû jî, ji holê rakir.

Çend roja berî destpêka şêr Cefer axa mir(18). Ji birayê wî û kurê wî ne dihat dewsa wî bigrin(19) û usa bû, ku hukumê me heta li ser kurdên senceqa Bayazîdê yên ser sînor jî derbaz ne dibû.

Li paşalixîya Bayazîdê du giregirên kurda – Şewêş efendî û Îbrahîm axa serokatî li karê berevkirina kurda dikirin. Du zabitên me alîkarîya wan dikirin: Cefer axayê kurd û Tepri-vêrdîyê teter(20). Wana ji paşalixîya Bayazîdê navê heta 6 hezar siyarîyên kurd nivîsîn û di meha çileya paşin sala 1877a pêra gîhandin nîvê wana berev kirin. Cûrê berevkirina wan awa bû: pêşî navê hemû mêrên gihîştî nivîsîn, lê paşê ji wana ew kes hildibijartin, yên ku dikaribûn bi hespên xwe va bên. Ji ermenîya esker berev ne dikirin, lê ber wê va pere ji wana distendin(21).

Kurdên paşalixîya Bayazîdê îdî ewqas ketibûn bin hukumê tirka, ku her daxazeke wan bi cî dianîn, çi bi pera bûya, çi jî bi tiştên din bûya. Wana rûn û berx didane eskerên tirka, heta jinên kurda bi emirkirina dîwana tirka ji bo eskerên tirk gorên rîs çê dikirin(22). Tirka tu cara, heta di demên aş da jî aminaya kurda ya bi vî awayî hindava xwe da ne dîtibûn.

Derheqa wan hemû tişta da, ku li senceqa Bayazîdê da dibûn, me malûmatîyên bi hûrgilî distendin û berî destpêkirina şêr me zanibû, ku dema desteya Êrîvanê êrîş bike, kurdên wira wê piştgirî nekin. Hela ser da jî me zanibû, ku li Bayazîdê wê ji 20 hezar kurda ne kêmtir derkevine dijî me(23).

Bi vî awayî, berî destpêka şêr rewşa herdu alîyan di hêla hukumê wanî li ser kurda awa bû: tenê kurdên paşalixîya Qersê û kurdên hemwelatîyên me alîyê me bûn. Dêrsim dijminaya tirka dajot jî, lê neytral dima. Kurdên mayîn, wek xuya bû, alîyê tirka bûn. Lê kurd ne bo xatirê sultan û Tirkîyê hazir bûn şer bikin, lê seba xatirê îslamê û ji ber wê jî didane dû serekê xwe yê dînî Şêx Ubeydulle. Bûyerên paşdemê dane xuyakirin, ku di rastîyê da kurd ne ji bo bîr û bawerîyên xwe yên dînî derketine dijî rûsa, lê bi hêvîya, ku wê bêy ku ceza bixwin, talana bikin û bawer bûn, ku serekên wan – Ubeydulle û Îzmayîl Hekkî paşa wê di wî şerî da bi ser kevin, ji ber ku ewana çend cara di wê yekê da hatine bawerkirinê, gava Îzmayîl Hekkî paşa çendik çend cara gund û mal û milkên wan şewitandibûn.

Em niha derbazî rêzkirina bûyerên paşerojê dibin û hûnê bibînin, ku gotinên me rast derdikevin.

Çavkanî
7. Binhêre serdazêdekirina hejmara 26a. Nameya gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov ya ser navê serekê barêgehê gênêral-çawîş Pavlov, ya 2ê çileya pêşin sala 1876a, ya hejmara 32a. “Derheqa rewşa kar û barên me di nav eşîrên kurda da”. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
8. Destnivîsa hejmara 4a ya Beşa eskerî-dîrokî ya Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê.
9. Nivîsa hejmara 741ê, rûpel 33. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê (Nivîsên, ku derheqa şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê van demên buhurî da ne).
10. Binhêre serdazêdekirina hejmara 27a, ango perçên ji nivîsên milazim Harûtyûnov û nameyên ku Karkmazyansê ermenî ji wî ra şandine, û di wan da ew hemû firsendên, ku tirka bi kar anîne bona kurdên paşalixîya Qersê bînine alîyê xwe, bi awakî zelal têne ber çeva û di wê da herweha xeberdana Samih paşa bi serekên kurda ra ya bi têlêgrafê heye, ku pir baldar e. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
11. Dîsa li wir.
12. Nameya gênêral-çawîş Dûxovskî ji bo gênêral-çawîş Pavlov, ya 1ê adarê sala 1877a, hejmar 34. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
13. Nameya gênêral-çawîş Dûxovskî ji bo gênêral-çawîş Pavlov, ya 20ê adarê sala 1877a, hejmar 44. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê). (Nivîsên, ku derheqa şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê van demên buhurî da ne).
14. Nivîsa hejmara 1442a. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê. Nivîsên, ku derheqa şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê van demên buhurî da ne).
15. Doklada gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov ya ji bo Împêratorê Mezin, Serekqumandar ya 19ê çileya paşin sala 1878a, ya hejmara 39a. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
16. Nameya şêwrmend Voînov ji bo gênêral-çawîş Dûxovskî. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
17. Nameya şêwrmend Voînov ji bo gênêral-çawîş Dûxovskî ya 5ê îlonê sala 1876a. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
18. Doklada gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov ya ji bo Împêratorê Mezin, Serekqumandar ya 19ê çileya paşin sala 1878a, ya hejmara 30î. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).
19. Dîsa li wir.
20. Tepri-Verdî di alaya kazaka ya Umanê da qulix dikir. Ew ji alayê revî, çû Erzurumê bal mişîr Samih paşa û soz da ku wê temamîya eşîra xwe, ku 500 mal bûn, ji Pişkavkazê derbazî Tirkîyê bike. Mişîr 10 gund wek hedya da wî, ku ermenîya li ber kenarê çepê yê Ferat-Mûradçayê hîştibûn û ji bo xezayê xilaz bibin, ji wan dera banz dabûn, û hela ser da jî zozanên bakûrê Alla daxê jî dane wî. Tapri-Verdî herweha soz da, ku wê ji 500 teteran alayîkê saz bike û bike bin hukumê tirka, bi şertê ku ewê bibe serekê alayê.
21. Destnivîsa hejmara 4a ya beşa eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê.
22. Perçekî nameya gênêral-milazim Têr-Xûkasov, ku ewî ji gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov ra şandîye, ya 5ê çileya pêşin sala 1876a, ya hejmara 3a. “… Her maleke senceqa Bayazîdê mecbûr e van tişta bide merivê ku serokatîyê kivş kirîye: her maleke kurda gerekê du mîya û 16 pût rûn û cote gorên rîs bide, lê kurdên, ku pez-dewarên wan tunene, gerekê dewsê pera bidin. (Nivîsa hejmara 1443a. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê. Nivîsên, ku derheqa şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di dema salên 1877-1878a da nin).
23. Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ya ser navê gênêral-çawîş Pavlov, ya 2ê çileya pêşin sala 1876a. (Nivîsên hejmarên 1443 û 82a, ku derheqa şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê van demên buhurî da nin. Arşîva Barêgeha Eskerî ya herêma Kavkazê).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev