ZEMBÎLFIROŞ

ZEMBÎLFIROŞ
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema pêncîûnehan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê varyanteke destana “Zembîlfiroş” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 59

Zembîlfiroş xortekî feqîrî-belengaz bû, bacêrda ji xwerra selik difrot, pê wê karê zarê xwe xuey dikir.

Rojekê jî selikê xwe hilda, soqaqêrra çû, çû ber mala mîrra derbaz bû.

Kulfeta mîr pencerê ra berjêr nihêrî, Zembîlfiroş dît. Zembîlfiroşî gele bedew bû, dilê wê kete Zembîlfiroş, dilekî na, hevt dila hebanb.

Benî-xatûnê zû-zû kire ser carîêd xwe, got: -Herin Zembîlfiroş soqaqê bigrin bînin, bêjin mîr gazî te dike, wê qismetekî bide te.

Du carîya da pey hev, çûn cem Zembîlfiroş gotin: –

-Zembîlfiroş, lawkê delal,
Te sineta selikê du al,
Hinek husnê Ûsif li bal.

Zembîlfiroş, selika tînî,
Soqaq-soqaq digerînî,
Nan û avek pê distînî,
Kulfetê xwe pê didebrînî.

Zembîlfiroş lawkê dîndar,
Tu kerem ke em herin mal,
Mîr te dixaze mexsûs dîndar.

-Hûn carîngê mine delal,
Min bihîstîye mîrî ne li mal,
Selika kêra bikim bazar.

Zembîlfiroş lawkê feqîr,
Te sileta selikêd hêjîr,
Tu gotina xwe neke ji bîr.

Carîa dîsa got: -Zembîlfroş, tu bi mera nekevî eynatê, were em herin, tu bihakî giran dayne ser selikê xwe, mîrî ney timaye, wê qismetekî zef bide te.

Ewan carîa ew law danî,
Derî dadan, dergevanî,
Law li ber bû lêp nizanî.

Zembîlfiroş hatibû ji derda
Silavek xatûnê veda,
Xatûn got: -Tu ser serî, herdu çeva.

-Hey xatûna mine delal,
Ezê selika kêra bikim bazar,
Zarê min birçîne, dikin zar-zar.

-Kuro bese bike vê gotinê,
Min tu ne anî bona selik firotinê,
Min tu anî bona kêfê xinê.

-Hey xatûna mine gez tê,
Were em xeberdin ji cimaetê,
Ev xeber eslê minra bêqeyde tê.

-Zembîlfiroş lawkê feqîr,
Tu kerem ke ser doşaka mîr,
Bikşîne qelina wezîr.

Lawûk were misiletê
Vê şixulêda kara me tê,
Esilê tera gune ne tê.

Zembîlfiroş gelekî fikirmîs bû, xatûn Benî kulfeta mîr bû, got: -Ez bi xwe jî kurmancekî tewakel, wekî ez pêra rabim-rûnêm, wekî mîr pê bihese, ez kuda jî herim, wê min bigre, kulfet û zarava me xeza bike.

Got: -Xatûna mine gerden herîr,
Hedê min çîye ez bêm ser doşeka mîr,
Ez nakişînim qelina wezîr.

Zembîlfiroş lawkê avas,
Tu gerek xwe bikî qeyas,
Were razê nav kurk û libas.

Lawûk were misiletê,
Vê şixûlêda kara me tê,
Esilê tera ew lêp ne tê.

-Xatûna mine gerden temam,
Tu şerbeta kas û du cam,
Tu serda pê li min heram.

Kuro bese bike filan û bêvana,
Were razê nav doşek lihêfa,
Her tim tevde gul û sêva.

Benî xatûnê bişkoşkê pêsîra xwe vekir, memikê xwe qerqaş nîşanî Zembîlfiroş kir, tevizîk canê Zembîlfiroş ra çû.

Paşê Zembîlfiroş kenîya, xanim şa bû.

Xatûn kenîa xwe miftele kir,
Sur carîa aşkele kir,
Husna şabûnê carîa vekir.

-Werin temezîa bidin ber kofîa,
Bikin govend li van cîa,
Gede hatîe hedayetê.

Zembîlfiroş avek dixueste,
Çil carî berda dadiweste,
Lê xatûnê av anî da deste.

Gede ji dest girt ave,
Kerbê daye dil u nave.

Zembîlfiroş qesrêda girtî bû,
Gelekî siqilmîş bû, hêrs bû,
Got: -Ji malê heta mezelê,
Her rêk diçe ji bircê kelê.

Zembîlfiroş hervaz dinêrî,
Zef û zef difikirî,
Berjêr dinihêrî, dikewgirî,
Kelek hatê, rûnişt girî.

Zembîlfiroş fikirmîş bû, got: -Ezê xwe bircê kelêra bavêm.

Zembîlfiroş xwe bircê qesrêra avît jêr, ket, hevekî rehet bû û ravû revî.

Zembîlfiroş diçû male,
Elê pêra genc û qale,
Got: -Kanê risqê herdu tifale?

-Jinik, min xatûnek dîvû li jor,
Ewê selik sitendin zor,
Ewe bi qewet bû, gele bi zor.

Pey gotina Zembîlfiroşra Elê serê xwe xist, grîa û got: -Zembîlfiroş, ne eva du roje tu çûy, xelaye, zarê min birçîna mirin, te çi anî serê min.

-Jinik rave tendûrê dade,
Dîzê bide ser mîna her car,
Lazime îşev bivî necar.

Elê got, wey xudê mala te xirabke, te çi aniye ez deynim ser tendûrê.

Jinik hemîn tiştek cem min tune, tu rava dîzikê bide ser tendûrê, hine kevir bike dîzikê, bira bike qilpe-qilp, zaru wê bi guman bin, heta dereng wê razên, îja emê sibê ravin tiştekî bikin.

Elê grîa, zûke-zûka zara bû.
Zembîlfiroş çawa got, Elê usa jî kir.
Elê rabû dîz da ser tendûrê, xêleke şevê çû, zaru razan, ew bi xwe jî ravûn, birçî razan.
Nêzîkî berbanga sibê Benî xatûn xwe hişyar bû ki Zembîlfiroş tune, ravû kincê xwe xwe kir, çû cem pencerê, lê nihêrî ki pencere vekirîe, grî hatê, grîa, ewê jî xwe mîna Zembîlfroş avît, ket soqaqê, çû here mala Zembîlfroş. Ezman bi steyrka tijî bû, mîna tendûra zimzimî.
Xatûn Benî çû gihîşt mala Zembîlfroş, rabû ser kulekê, kulekêda nihêrî Zembîlfiroş wê nav cîê jina xwe da razaye.
Benî xatûnê nemerdî kir, xwe kuleka Zembîlfroşda avît, vî çaxî tevezîk hate Elê.
Benîê kincê xwe êxist, taqa kirasê xwe ket nav cîê Zembîlfroş, pê şa bû, devê xwe kir gerdena Zembîlfroş, ramûsa. Zembîlfiroş westîa bû, xwe hişîar nebû, Elê hişîar bû, paşê elamî Zembîlfiroş kir, Zembîlfiroş hişîar bû, ew û Benî hevdu şa bûn, Elê qebûl nekir.
Sive safî bû, xatûnê kincê xwe xwe kir, ewê û Zembîlfiroş xebera xwe kirin yek, xatûn vegerîa mal.
Wê sibê jî mîr ji bacarekî dinê hate mal, lê nihêrî xatûna wê ne li male, şaş û met ma.
Lezekî şûnda Benî hate mal.
Mîr got, xatûn Benî, vê sibê şeveqê tu ji kêderê têy?
-Ez çûm nava bacarê.
-Çima?
-Seyranê.
Mîr kerr bû, xatûn Benî hundurda hişt, carî birin derva, yek yek ji carîa pirs kir, çika çima Benî çûye digere.
Yekê got hal-hewalê Benî xatûnê ev, dilê wê ketîye Zembîlfroşê taxa me.
Mîr carî berdan, ew çûn şixulê xwe.
Mîr hat dora xatûnê, got, xatûna min, ev çi eçêb, tu rast dibêjî ki -ez çûme seyranê nava bacêr.
-Belê.
-Hilbet şixulê te çi bû nav bacarê, ne min temî davû te, wekî tu derekêda neçî.
-Dilê min xwest, ez çûm.
Mîr yekî fêldarî binî ra vû, ewî Benî arxayîn kir. Ravû çû ber dêrî, gazî sê ersawila kir, çi gilî-gotinê wî hebûn, ji wanra got, berdan çûn. Sekinî êvarê, tarî, wan ersawila Zembîlfroşî dêstda anîn cem mîr.
Zembîlfiroş taqa kiras-derpê dest û pê wî qeyd-çîdar kirin, Benî xatûn jî tezî kirin û herdu avîtin zîndana bûzê.
Du sehetî din şûnda mîr û hersê ersawilava çûn zîndanê, mîr kêreke tûj girte xwe.
Wexta derê zîndanê vekirin, Zembîlfiroş û Benîyêva têda serma diricifîn.
Çira girtin xwe, çûn hundur.
Mîr emir kir ser xulama got: -Kirasê Zembîlfiroş jê kin.
Xulama kiras jê kir.
Mîr kêr hilda, çû terefî Zembîlfiroş, rengê Zembîlfiroş ji tirsa çû, qudûmê wî ricifîn.
Mîr nêzîkî Zembîlfiroş bû, kêr avît renê Zembîlfroş, wa qet kir. Şewateke zor dilê Benî xatûnê ket.
Xulam jî sekinîne, gudarin, wan jî qebûl nekir.
Benî xatûn piş mîr fitilî, nişkêva milê wî girt, kêr ji destê wî derxist, xulam revîn, derketin.
Benîa kêr bi destê rastê girt, berayê da zikê mîr, zikê mîr qelişî, hûr û rûvîê mîr hatin xar, mîr welgerîa, ket.
Xulam revîn çûn malê xwe, elamî kesî nekirin.
Benî çû mala xwe, berê kilîta qeyd û çîdara anî, vekir, Zembîlfiroş bir mal, himamlemîş kir, birîna wî girêda.
Ravûn ketin nav hebûna mîr, çi lezim bû hildan, çûn mala Zembîlfiroş. Elê zarava hildan, çûn welatekî dinê dûr, çimkî merîyê qebîla mîr gele hebûn. Zembîlfiroş wê zirara xwe ji wan bidîta, lema jî bi kulfetê xweva çûn cîkî usa, wekî dengê axa û mîra lê neê.

Got: Xudoê Qaso, 1927 s.

Nivîsî: Emînê Evdal

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev