Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Sirguna Kurdan

Ji Qefqasyayê Ber Bi Asya Navîn Sirguna Kurdan Derhêner: Salihê Kevirbirî Montaj: Nabaz Ahmed Kamera&Deng&Ronahî: Dimitry Azizov 24 Deqe, Kurdî/Kurmancî, Li Kazakistan û Qirgizîstanê hatiye kişandin Fîlmê documenter ê bi nave “Ji Qefqasyayê Ber Bi Asya Navîn; Sirguna Kurdan” behsa du sirgunên bingehîn ên kurdan dike. Di van sirgunan de gelê kurd, tevî çend neteweyên din ên li Qefqasyayê, bi fermana Stalîn ber bi Asya Navîn ve hatin sirgunkirin. Sirguna yekem sala 1937-ê ji Ermenistan û Nexçîvanê; sala 1944-ê jî ji Gurcistanê ber bi Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê ve pêk hat. Her du sirgun jî di serma û seqemê de pêk hat û di riyan de gelek kes di trênên bar û heywanan de jiyana xwe ji dest dan. Fîlm behsa terkeseriya wan kurdan jî dike ku piştî Şerê Qerebaxê terka Ermenistan û herêmên Kurdistana Sor dike

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev