Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Andrey Dmitrieviç Saxarov: Nameyên bo piştgirîkirina kurdan

Andrey Dmitrieviç Saxarov: Nameyên bo piştgirîkirina kurdan
Mustefa Barzanî: Nameya sipasdarîyê bo A.D.Saxarov
 
Yûrî Nebîêv

Bextê min lêxist ez bi nameyên du merivên mezin yên sedsala bîstî ra bibime nas, ku derheqa pirsgirêka kurdan da nin. Min bi heyecan û bi awayekî zîzbûyî wan rûpelên zerbûyî weldigerand, ku bi destê hûmanîstê mezin A.D.Saxarov hatibûne nivîsar, min herdem jî texmîn dikir ku fikir û bangên wî pir giring û rojane ne, ku di bangawazîyên wî yên nîveka salên heftêyî yên sedsala buhurî da dihatine gotinê derheqa parastina kurdên Îraqê da. Ew name derheqa yek ji demên herî dijwar yên tevgera kurdên Îraqê ji bo mafên xwe da nin. Û hema di wê demê da dengê yek ji qedirmezinên cihana îroyîn A.D.Saxarov hate bihîstinê bona parastina kurdan. Ji wê demê da cihan misqalekê jî neguhêrîye. Durûtî û xemsarî di hindava rewacên gelên bindest, lîstikên gêopolîtîkîyê yên qilêr yên dewletên cihanê, hetanî niha jî di sîyaseta navnetewî da serdest in. Û îro jî dîktatorê Bexdayê yê bi sirê hêvîya xwe danîye ser wê yekê ku bi balafirên Amêrîkayê yên nûjen û tankên Ûkraînayê ji heq û hesabên kurdan bê der. Ez bawer im, ku weşandina van nameyên jêrê wê sîyasetmedarên kurdan yên vê demê mecbûr bikin zêde bawerîya xwe bi sozdayînên dewletên mezin neynin. Kurd îro jî hewcê wê yekê ne, ku civaka navnetewî kefîltîya mafên wan bide û, hilbet, hewcê piştgirîkirina merivên wek A.D.Saxarov mezin e. Rewşa gelê kurd – ew dexmeya reş e di rûyê merivayê da. A.D.Saxarov ew yek zef rind derc dikir û nameyên wî bi awayekî zelal nîşan didin, ku ew ji kûraya dil ketîye heyra qedera kurdan ya bexbext. Heta berî roja mirina xwe jî guhê A.D.Saxarov li ser rewşa navçeyên kurdan bû. Çendekê berî mirina xwe, dema mecala wî tunebû here Parîsê tevî konfêransa navnetewî ya derheqa pirsa kurdan da bibe, nameyek ji tevgelên wê ra şand, ku emê wê jî li jêrê çap bikin. Kurd tu caran dostên xwe jibîr nakin. Mustefa Barzanî di nameya xwe ya sipasdarîyê da bi dilgermî û dilovanî hîsên gelê kurd gîhande A.D.Saxarov. Em nameya Mustefa Barzanî ji A.D.Saxarov ra jî li jêrê çap dikin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku xanim û hevalbenda A.D.Saxarov – Yêlêna Bonner jî çend caran bi xeberdanan piştgirîya kurdan kirîye.

Ji bo Sêkrêterê Sereke yê NY Kurt Waldheim
Parlamênterên Assamblêya Sereke ya NY ra
Ji Sêkrêterê Sereke yê KM PKYS Leonid Brejnev ra

Name bo piştgirîkirina kurdên Îraqê

Behsên ji Îraqê tên me xemgîn dikin. Gorî wan malûmatîyan leşkerên hukumetê gelek sal in li wir şerekî eman dijî kurdên Îraqê tevrakirine, yên ku têkoşîna bona naskirina mafên xwe dikin. Û di destê leşkerên Îraqê da îro çekên herî nûjen hene, ku welatên dereke dane wan, wek balafir, bombe, tank, lexme; balafirajoyên welatên der tevî wî şerî dibin û heta malûmatîyên spûtnîkên casûsîyê jî bi kar tînin. Dar û deştên Suleymanîyê û warên kurdan yên din dişewitin, bi hezaran jin û zaro têne kuştin. Heftê hezar mihacir mecbûr in ser axa Îranê ji xwe ra sitar bibînin. Miletek tê nuxsankirin, bextreş dibe, ji ber ku bi çekan û birçîhîştinê ew mehrûm kirine.

Heta niha jî haya min ji gavên fermî yên bo parastina kurdên Îraqê tune. Rêxistina Neteweyên Yekgirtî jî tiştekî nake, lê di qanûnnameya wê da tê gotin, ku gerekê bi her awahî derkevine dijî gelkujîyê, ku gunehkarî ye.

Min biryar kir bi vê beyannameyê berê xwe bidime we. Gerekê nehêlin ku bedbextîya Bîaffrê dubare be, ku di şertên mînanî hev dest pê kir û pêşda çû.

Bi bawerîya min pir pêwîst e:

1. Biryara Şêwra Ewlekarîyê derheqa destxweda sekinandina şerê leşkerên hukumeta Îraqê dijî kurdan.
Ji alîyê Şêwra Ewlekarîyê da şermezarkirina wî şerî.

2. Biryara derheqa şandina leşkerên NY bona parastina aşîtîyê li wê herêmê.

3. Biryara derheqa wê yekê da, ku de`w ji wan welatan bikin ku alîkarîya leşkerî dane hukumeta Îraqê, bi lez paşda gazî balafirajoyên xwe û pêşekzanên şêr yên mayîn bikin, ji vir şûnda çekan neşînin, ku dijî kurdan têne bikaranînê.

SMLXL

Bi qedirgirtineke mezin Andrey Saxarov, akademik

2 cotmehê sala 1974an.

Fond 1, Rêz 3, Kîlera yekane a 22, rûpel 8,
Arşîva Saxarov (Moskva)

Ji bo Sêkrêterê Sereke yê NY
Birêz Kurt Waldheim

Ji bo parastina kurdên Îraqê

Di nav bedbextîyên îroyîn da, ku hewcê bi lez tevbûna rêxistinên navnetewî ye – bedbextîya dijwar ya kurdên Îraqê ye. 2ê cotmehê sala 1974 ez berbirî Neteweyên Yekgirtî, bi şexsî we, Sêkrêterê Sereke yê KN PKYS bûm, bi bangawazîya riyan bibînin bona sekinandina şerê bêwijdan, ku hukumeta Îraqê di hindava kurdên Îraqê da pêk tîne û wan çekên nûjen bi kar tîne ku Yekîtîya Sovyet daye wan. Ew bangawazî bê bersîv ma, ew jî dema pirsa jîyana bi hezaran merivan di bin xeterê da bû.

Niha, piştî girêdana peymana di navbera Îraqê û Îranê da, rewşa kurdên Îraqê xirabtir bûye. Ji yekê nîsanê tixûbê bi Îranê ra tê girtin, tixûbê bi Tirkîyê ra girtî ye. Hukumeta Îraqê ber kurdan pêşnîyar dike çekan daynin, ji daxwezên xwe paşda bisekinin, dewsê sozê efûkirinê wê bide wan. Lê gelo heq e, ku bi destî çekan daxwezên miletîyê ji holê bidine rakirin?

Ji Îraqê malûmatîyên diltazîn tên derheqa xelayê û nexweşîyên jihevhildanê da li deverên kurdan, derheqa şerên bi qetil yên nû da. Xwesma ew yek tirseke mezin dike dilê me, ku hukumeta Îraqê nahêle nûnerên Xaça Sor û rêxistinên navnetewî yên din seredana herêmên kurdan bikin. Em ji tecrûbeya dîrokî ya tal zanin, ku li wêderê, li ku perdeya hesinî tê daxistin – li wir hazirîya gunehkarîyê tê kirinê.

Ez careke din bi bangawazî berbirî we dibim alî bi heqî û hûmanîstî çareserkirina pirsgirêka kurdên Îraqê bikin.

Ez bang dikim:

1. Konfêranseke navnetewî derbaz bikin bi tevbûna nûnerên kurdên Îraqê bona amadekirina bernameya bi heqî çareserkirina pirsgirêka kurdan.

2. Leşkerên NY bi kar bînin bona aşkirina wê herêmê.

3. Ji hukumeta Îraqê daxwez bikin rê bidine nûnerên rêxistinên navnetewî bona ew herine herêmên kurdan, destûrê bidine wan kontrolîyê li ser pêkanîna efûyê bikin, mecalê bidin alîkarîya dermanan, xurek, kincan bişînine wir.

Ez bangî We dikim hukumê xwe û xalên qanûnnameya NY bi kar bînin bona parastina mafên kurdên Îraqê, pêşî li gelkujîyê bigirin.

Andrey Saxarov, akademik

28ê adarê sala 1975an

Fond 1, Rêz 3, Kîlera yekane a 22, rûpel 9,
Arşîva Saxarov (Moskva)


Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê

Polîtbyûro


Birêz profêsor Saxarov

SLXLM

Ji bo min kêfxweşîyeke mezin e ji we ra binivîsim û ji navê xwe, ji navê Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê û ji navê tevaya gelê kurd şêkirdarîya xwe ya bêhempa û sipasîya ji dil bêjim bona banga we a helal û hûmanîstîyê ku we ji tevaya cihanê ra got bona piştgirîkirina tevgera gelê me ji bo azadîyê, dêmokratîyayê û heqîyê, ku hûn bi xwe terefdarê wan in.

Wek hûn zanin, kurd şerê dijminê xwe yê dijwar dike û li ber tirsa tunebûnê sekinîye. Artêşa Îraqê, ku xwedî çekên nûjen e, zordestîyê li welatê me yê şîrin – Kurdistanê dike û ew vala dike. Kuştinên bi kom bêhesab pir in. Şerê li Îraqê ku gelê kurd bi mecbûrî ketîye navê, gelkujîya rasteqîn e.

Em bi dilekî kovan dibînin, ku rêxistinên navnetewî, heta NY jî, ne ketine tefekûrîya êş û azarên gelê me û bi tu awahî guh nadine emelên têrorîstîyê û kuştinan.

Lê em pir bi bawer in, ku dengê merivên ser dereceya we, ku li cihanê deng dane û xwedî qedirekî mezin in, wê fikira civaka hemcihanê rasterêkin, wê rêxistinên navnetewî, heta hukumetan jî, mecbûr bikin fêm bikin, ku ev şerekî neheq e û wana bidine bawerkirinê ku pêwîst e bêne hewara gelê me yê azadîhez.

Em ji dil sipasdarê we ne bona hemû hereketên we yên ji bo piştgirîkirina gelê me û em bêhesab şa ne ku dostekî meyî ha qenc û helal heye û hemû merivên Kurdistanê jî bi hîseke mezin va bersîva dilpakîya we didin.
SLXLM

 Dostê we yê ji dil – Mustefa Barzanî

Serokê Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê
Pêşengê Şoreşa kurdan
7ê cotmehê sala 1974an

Wergera ji îngilîsî
 
Nameya A.D.Saxarov bona Konfêransa Navnetewî ya derheqa pirsgirêka kurdan da ku sala 1989an li Parîsê hate derbazkirin

Ez ji bo qedera gelê kurd, zordestîya di hindava wê da, ji bo şehîdên wê pir xemgîn im. Şerê kurdan ya pirsale ji bo xwerêvebirîya miletîyê ye û lema jî şerekî heq e. Ez bangî hukumet, rêxistin û merivên bi sidqê qenc yên hemû welatan, herwiha dayîreyên navnetewî dikim di pêwendîyên xwe yên bi welatên ku kurd lê dijîn da, wê yekê bidine ber çavan ka sîyaseta hukumetên wan welatan di hindava kurdan da çawan e. Tu zordestî, neheqîya miletîyê û sosîalîyê ya desthilatdarîya wan welatan di hindava kurdan da gerekê ji guhdarîya we der nemîne û neyê qebûlkirin. Xwesma gerekê îzbatîyên bikaranîna nebatên jehrî, kuştin û zêrandina zaran, jinan û kal û pîran neyêne jibîrkirinê.

Ez ser wê bawerîyê me, ku Konfêrans gerekê bi pêşnîyar berbirî Assamblêya Sereke ya NY bibe bona pirsa kurdan li Assamblêya Sereke û di komîtêyên wan da bê lênihêrandin.

Bi bawerîya min encama wan lênihêrandina gerekê rêzolyûsyona Assamblêya Sereke be, ku li wir bangî wan dewletan dikin, ku kurd lê dijîn, li herêmên kurdan otonomîya miletîyê bê sazkirinê, rê bidine kurdan di hêla pirsên sîyasî, aborî, dînî û kûltûrî da serbixwe bin.

Hemû îzbatîyên zordestîyê û bêqanûnîyê di hindava kurdan da gerekê bêne şermezarkirinê û mecal bêne qebûlkirinê bona ew yek di paşdemê da neqewimin.

Bi qedirgirtineke bêhempa û bi hêvî – Andrey Saxarov

Fond 1, Rêz 3. Kîlera yekane 49, rûpelên 10-12
Arşîva Saxarov (Moskva). Destxet.

Derheqa nivîskar da

Yuri Nabiev

Serokê Komeleya Piştevaniya û Hevkariya bi gelê Kurd re; Perwerde: Zanîngeha Tbîlîsê ya dewletê

Qeydên dişibine hev