Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ – 1

ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ – 1
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstî me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a “Şaxêd kilamêd Evdalê Zeynikê” raberî we bikin.

Berevkar û amadekarên vê pirtûka pîroz Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 60
(Hazir kir H. Cindî)

KILAMA GULÊ Û EVDAL
Evdal got: -Ez ji teyra, teyrê mijim,
Kerba Gulê, Xamûrê kerrî, gêjim,
Cîyê Gul rûnê, ezê tobekim,
Ez rûnanîm, ez nabêjim.

Gulê got: -Evdal, çevê mine reşe belane,
Min rojê heft cara kilê Sibhanê kildane,
Lê heft dengbêjê mîna te,
Bona min jinê xwe berdane.

Evdal got: -Gulê, merûmê, minê bostanekî çandîye, kundirê bezî,
Benda wî girêda ber hêsira çevê xwe û tejî,
Xwedê huba dilê min bavê dilê te jî.

Got: Kamilê Qaso, ji gundê Tilik, li ser nehya Talînê.
EVDAL Û GULÊ
Gulê, ji Xamûrê heya vira,
Min û Gulê bi hevra sitira.

Gulê can, tu dilê xwe nestîne,
Ezê tera bêjim xûşkê,
Tu bêje Evdal bira.

Gulê, tu were em herin mala meye,
Ji tera daynim orxan-doşekê çi dareye,
Herkê xelqê go: -Îkrama Gulê ji tera çîye?
Ezê bêjim îkrama Gulê
Serê heft bavê min zêdeye.
EVDALÊ ZEYNÊ Û SILO
Evdal diçe bal Taharxan Elî,
Dengbêjê wî hebûye, li Qelenîyê,
Evdal diçe wêderê, bi dengbêjê wanra distirê,
Bi Silora, Evdal dibêje:

-Lê, lê, lê. Şamî, Helebî, Dîarbekir
Goveka dinê,
Belekîyê berfê xal nîşanê xwedê,
Li çyayê Elegana kavil,
Deşta Qelenîa xopan,
Xal û nîşanê xwedê ketinê.

Ez Evdalim, Evdalim!
Lawê Zeynê me,
Dengbêjê Memed paşayê
Dewrî undabûm,
Îro çi bû, çi qewimî,
Risqê min daketye
Deşta Qelenîa şewitî,
Cem torinê, ji torina
Mala Şero.

Îro nizam, çi bû, çi qewimî,
Gedekî bê dev û bê diran
Anîye berî pêsîra min dane,
Nizam çira?

Silo got: -Weylo Evdal, weylo kotî,
Pîsî, pintî, qolo,
Ez Silême, Silême,
Ne kinim, ne dirêjim,
Mîna ta rihana dev gelîya,
Li dîwana Tahar axada şax davêjim.
Bê qeme, qirarê mêrê di berê be,
Sibêda min tera gotye,
Ezê rûnîm danzdeh roja,
Danzdeh şeva,
Tera teze ezê bibêjim.

Evdal go: -Heylo Silo,
Li Şamê, li Helebê, li Dîarbekir,
Herçar qirnayê dinyayê
Ez geryame,
Ez Evdalim, Evdalim,
Lawî Zeynême,
Dengbêjê Memed Paşayê
Dewrî unda bûm,
Heya îro min tu kesîra belê nekirye,
Tu donzdeh seheta nebêjî,
Sê roj, sê şev bi hevra bêjî,
Axirîyêda ber torina mala Şero
Tuê ji minra werî raê.

Silo go: -Heylo Evdal, weylo kotî,
Pîsî, pintî, qolî, bêdevo,
Bê dirano,
Te bi xebera han got:
Ziman di devê minda lal bû,
Qudûmê çokê min şikest,
Xweydan kirasê minra avît,
Hingî, nav dengê Evdalê
Lawî Zeynê welatê Qelenîa şewitî be,
Bi qem-qirarê mêrê jê di berê be,
Ezê pêşya dîwana mala Şero
Li dinyayê tu cara nebêjim ez dengbêjim.

Evdal go: -Weylo Silo, weylo kotî,
Pîso, kotî, bê devo, bê dirano,
Qelenîa şewitî ber bi baye,
Vî xezalî ji êvarda erd vedaye,
Ezê Evdalim, Evdalim,
Lawê Zeynême!

Sîngê min deftere,
Zimanê min qelemê dengbêjane,
Hey Silê, agirê kulê li mala te keve,
Minê texmîna te sê roja, sê şeva dikir,
Min te xeberekê te pêşya
Dîwaneke, dîwana torina mala Şero,
Minê te bi xeberek deranîye rayê.

Got: Kotoyê 80 salî, ji gundê Axsê, li ser nehya Aştarakê, komara Ermenîstanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev