Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Helbestvanê kurdan yê jibîrkirî

Helbestvanê kurdan yê jibîrkirî

Di dîroka kurdan de navê mirovên gelek taybet û emekdar di nav dewr û zemanan de winda bûne. Hezar mixabin… Helbet sûc sûcê mirovan e jî. Le dîsa jî nenihêrî şert û mercên jîyanê yên giran, ked û xizmeta tu kesî gerekê neyê jibîrkirin. Divê nifşê nû navê wan camêran bizanibe û bişekirîne. Yek ji wan rêzdaran Cerdoyê Esed e /1929-1993/, helbestvan, zargotinzan, wergêr, hîmdarê şanoya kurdî ya gelêrî li Gurcistanê, bendê xweyê sidqê qenc û merîfet, camêr û maqûl, ew timê heyra qedera cimaeta xwe da bû, bi xem û xiyalên gelê xwe va dijît. Hema niha jî, dema derheqa wî da dinivîsim, bengzê apê Cerdo yê nûbar, ew çav-birû, por-gulîyên wî yên reş, timê bi kincên maqûle delal ber çavên min e.

Salên dirêj mamoste Cerdoyê Esed bi radyoya me ra hevkarî dikir. Wan salên buhurî bi dil û eşq bi bîr tînim, dilşad im, ku mecal min ra çê bibû, ez keçeke ciwan û kek Cerdo, me bi hev ra kar dikir û gelek bernameyên xweş bi beşdarbûna wî me amade dikir. Ew amadekarê beşeke radyoya me ya bi ser navê “Dengbêj û aşiqê kurda” bû û radyoguhdarên me gele caran bûne mohtacê bernameya wî ya pir hewas. Ez jî gele car qelîbotkan ji pirtûka wî “Qelîbotkên kurdî” li ser rûpela xwe ya facêbooke da diweşînim. Navê Cerdoyê Esed di nava edebiyeta kurdan da cîkî berbiçev girtîye.

Cerdoyê Esed di 1929’an de li gundê Sabûnçîyê, li herêma Talînê ya Ermenîstanê ji dayîk bû. Sala 1936 di mekteba nehîyê de hîn bûye, şûnda înstîtûta dersdarîyê ya ser navê X. Abovyan temam dike. Paşê mala bavê wî koç kir hate bajarê Tbîlîsîyê. Li Tbîlîsîyê hem li kargehekê de rêveberî dike, hem jî helbestan dinivîsîne. Cara ewlin ewî sala 1943an dest bi nivîsara şiêra kir. Lê sala 1959 li bajarê Yêrêvanê berevoka efrandinêd wî ya ewlin “Şiêr û poêm” ronayî dît. Xudanê we kitêbê di nava xwendevanê kurd da navê şayîrê firaset qazanc kir. Pey ra pirtûkên Cerdoyê Esed yên nû “Ser riya emir”, “Sewta dil”, “Bilûr” û yên mayîn ronayî dîtin. Cerdoyê Esed wisa jî bi karê wergerê va mijûl bû. Helbestên wî di nav demekê kurt de gelek hatin ecibandin; ji aliyekî ve di gelek rojname û kovarên Ermenîstanê û Gurcistanê de dihatin belavkirin û aliyên din de jî di radyoya Yêrîvanê û Tbîlîsîyê de dihatin xwendin.

Gelek helbestên wî ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên kurd ve hatin ecibandin. Berhemên wî hatine tercmekirinê bi zimanen rûsî, gurcî, ermenî, azirî û zimanên mayîn. Efrandinên rehmetî di pirtûkên dersên mektebên kurdî, almanax û neşirên mayîn de cîyê xwe yên layîq girtine. Şayîrê xweyşuretî mezin gelek li ser motîva evîntiyê, welathizîyê û tebîyetê /xwezayê/ nivîsîne. Cerdoyê Esed di nav rewşenbîrên kurd yên Sovêta berê de bi berhemên xwe yên xwezayî yên helbestî di demeka kurt de di nava helbestvanên kurd yên nivşên duduyan de cihê xwe bi rûmet û hêja wergirt. Kesên ku berhemên kek Cerdo şopandine û li ser sekinîne, dîtine ku ne tenê zimanê kurdî xweşik bi kar aniye; ewî di heman demê de bawerî, hest û şêwazê hizrandina felsefî ya gelê kurd jî bi awayekî baş û zelal daye diyarkirin û mirovekî kevneşopî ye. Ji ber ku wî kevneşopî bo parastina nasnameya kurdî wek pêşverû nirxandiye. Di heman demê de helbestvanê xwedî helbestên bi hêz bi wergeran jî wêjeya kurdî dewlementir kir. Di 1971ê de pirtûka ‘Încîl’ ya helbestvanê ermenî Hovhannes Şîraz, ku bi welatperweriya xwe li welatê xwe de bûye lêgênd, wergerand zimanê kurdî û weşand. Di dawiya temenê xwe de Cerdoyê Esed pirtûka helbestan, destana “Wergirê Postê Piling” ya wêjevanê mezin û navdar yê gurcî û rojhilatî ya sedsala 12 an Şota Rûstavêlî wergerand zimanê kurdî. Ewî 25 salên temenê xwe pêşkêşî wergerandina wê destana kilasîkê gurcan yê bi nav û deng kir. Dema ku Cerdoê Esed di 1993an de li Tîflîsê wergera vê berhemê temam kir, pistî demee kin jîyana xwe ji dest de. Lê berhem, di 2007an de li Gurcistanê bi alîkarî û berpirsyarîya nivîskar Keremê Anqosî di weşana Kafkas de hat çapkirin. Rehma Xwedê ruhê te be mamoste Cerdo. Xwedê ji ked û xizmeta te razî be… tu bîra me da nî, emekdarê hêja…. Kerîk ji nûceya ANF NEWS AGENCY yê …”Xebatkarên beşa kurdî ya Radyoya Gurcistanê, pirtûka ”Qelîbotkêd Kurdî” (Fablên Kurdî) ku bi kurdî, lê bi tîpên kîrîlî hatibû weşandin, wergerandin tîpên latînî û weşandin. Ev fablên kurdî ku bi hewildan û bi alîkarîya madî ya rojnamavana û bêjera radyo kurdî li Gurcistanê Bêlla Stûrkî hat weşandin; fablên Cerdoyê Esed bû ku wî ew fablên han ji xisletên ajalan yên çîrokên Kurdî wergirtibû.

Cerdoyê Esed, yek ji wêjevanê kurdî bû ku celeba wêjeyî ya Êpîk’î (lehengî) herî baş bi kar dianî û dihûna. Wî lehengî, şer û qehremantiyên wêjeya devkî ya kurdî bê hempa aniye ziman. Wî di nav rewşenbîrîn kurd yên Yekîtiya Sovyetê de nivîsandina qelîbotkan berdewam kir. Wek tê zanîn qelîbotk ji çîrok û pêkenokan pêk tên û di zargotina kurdî de xwedî cihekî girîng in. Wî jiyana gel ya rojane û ji rêzê, gundî û kedkarên bi karên ji rêzê mijûl dibûn; bi hunera janr gelek caran hûnand. Di weşandina “Qelîbotkêd Kurdî” de armanca xebatkarên radyoya navborî, bi zimanî kurdî û bo zarokên kurd xislet û lehengên şîrîn, cancankî û rindik nebû; di heman demê de armanc, bîrxistina ev helbestvanê hêja bû. Ji ber vê di pirtûka Qelîbotkêd Kurdî de, di heman demê de jînenîgariya sade ya helbestvan Cerdoyê Esed ya ku ji nûva hatiye rêkûpêkkirin jî heye. Pirtûk, di malpera kurdên Gurcistanê www.kurd.ge de hat weşandin û ev pirtûk ji bo zarokan hat pêşniyarkirin.”

Bêlla Stûrkî

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev