Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Weşana taybet ya radyoya Ria taza

Pîroz be! Îskoyê Dasinî parlamentarê Gurcistanê ye!!!

Guhdarên heja, 8 cotmehê li Gurcistanê prosêsa Hilbijartina parlamêntoya Gurcistanê bi awayekî dêmokratîk, azad û aşitî birêva çû, ku bû ciyê balkişandin û begemkirina civaka navnetewayî, bi taybetî çavdêrên sazîyên sîyasî ji gelek dewletên Ewropayê û Amêrîkayê. Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê da bi tomerî li 3 hezar 702 mehelên dengdayînê dengê hilbijêran hesab kirin û gorî eserên Komîsyona Hilbijartinê ya êtapa pêşin – Partîya desthilat, Kartûlî Ocnêba “Xeyala Gurcan – Gurcistana dêmokratîk” car din bi ser ket û gorî lîsteya proporsîonal -48, 65 selefên dengan, du partîyên opozîsyon “Tevgera niştîmaniya yekgrtî” -27,12 selef û partîa “Hevalbendiya welatparêzan” – 5, 1 selefên dengan bidest xistin. Partîyên din baryêra 5 selefî darbaz nebûn. Gurcistan 150 parlamêntaran ji bo Parlamênta walêt hildibijêre. Di encama hilbijartinê de gorî lîsteya proporsîonal û ya majorîtaran, êdî xwediyê 100 kursîyan dîyar bûn. Gorî qanûna Gurcistanê, ne dereng 2ê mijdarê êtapa dengdayînê ya duduyan ji bo hilbijartina namzedên majorîtar di 50 mehelên dengdayînê de cardin wê pêk bên. Encamên dawîyê demekê de heta 21 mijdarê wê bêne tomar kirin. Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Gurcistanê da zanîn ku 19 partî û 6 blok tevî karê hilbijartinê bûn. Di vê hilbijartinê da hemwelatîyê me jî Îskoyê Dasinî bû endamê Parlamêntoya Gurcistanê ji alîyê partîya “Xeyala Gurcan – Gurcistana dêmokratîk”.

Li gorî statîstîka fermî li Gurcistanê 12 hezar kurdên êzdî dijîn, lê bi gorî çavkanîyê ne fermî zêdeyî 22 hezar kes in. Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê destpêka salên 90î ji ber pirsgirêkên aborî weke 50 000 kurdên êzdî mihacirî dewletê Evropayê û Rûsyayê bûne. Di hilbijartinên sala 2012an de ewledê miletê me yê rehmetî Tamaz Avdalyan ji alîyê partîa desthilat bû parlamentarê Gurcistanê, ku 2 sal berê ji ber nexweşîya dilî temenê 50 saliya xwe de çû ser dilovanya Xwedê. Ciyê serfiraziyê ye, ku ji alîyê partîa desthilat îcar jî kurdekî êzdî, karzasê bi nav û deng, hiqûqvan, konsûlê bi rûmet yê komara Moldovayê li Gurcistanê Îskoyê Dasinî ji alîyê partîa desthilat bû parlemêntarê Gurcistanê. Şikir wê gavê ra dengê kurdên Gurcistanê di perlamêntoya vî welatî de heye. Loma hemwalatîyê me bi nûnerê xwe serbilind, şad û kêfxweş in, ji ber ku wekîlê miletê me cardin bû parlamêntarê Gurcistanê. Lê cîyê gotinê ye, berî ku Îskoyê Dasinî bibe parlamentar, çawa min êdî got, hiquqvanê jêhatî bû, dadvanê giştî yê Gurcistanê de 27 salan li ser tertîba bilind kar kirîye, du ra bû karzasekî serkeftî, bi saya kar û xebata xwe ya nehêvişandî nav û hurmeteke bilind qazanc kir di nava civaka me û civaka gurçan de. Bi sedan kes, di nav de gelek xort û qizên me jî di îdare û kompaniyayên wî de kar dikin, 3 salên dawîyê ew Konsûle rûmet yê Moldovayê li Gurcistanê bû. Herdu kurên wî Knyaz û Tîtal îro bîznêsa malbetî berdewam dikin.

Guhdarên delal, berî ku em dest bi hevpêyvîna xwe bikin, ezê nasîya we bidim jînenîgarîya Îskoyê Dasinî:

Îskoê Ûsiv Dasinî sala 1958an, 1-ê nîsanê li Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê di maleke êzdiyên xweyê qedir û qîmeteke mezin Ûsivê Simo û Nîna Emerîk ji dayîk bûye. Remetîyan – kek Ûsiv û Nîna xanim 6 ewledên hêja, 3 kur û 3 qîz li pey xwe hîştin. Piştî temamkirina mekteba navîn Îskoyê Dasinî sala 1979-a li Universîtêya Tbîlîsîyê ya dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî ya beşa hiqûqê da dest bi xwandinê dike û sala 1983an zaningeh bi açixî temam dike. Piştî temamkirina zanîngehê salên dirêj çawa parêzerê Dozgerîya Gurcistanê dixebite. Îskoê Ûsiv bi karê civakê ve jî mijûl dibû. Ji sala 1986an heta sala 1993an bêjerê radyoya kurdî ya Gurcistanê bû. Hemendemê da şanogerê têatira kurdî ya Gurcistanê bû.

Îskoyê Dasinî ji salên 1993 heta 2010 an çawa dozgerê sereke li Serdozgerîya Gurcistanê derbazî ser kar dibe. Ji boy kar û xebata xwe ya serketî gelek car ji alîyê hukumeta Gurcistanê ve layîqî qedirname û xelatên bilind bûye. Malbeta Îskoyê Dasinî bi saya xêrxwezî, dostnasî û milethizîya xwe malbeteke bi nav û deng e li Gurcistane.

Salên dirêj birêz Îsko di gel herd kurên xwe kar û barên bîznêsê ve mijûl dibin. Dibê bê gotin di wî warî da gihîştine hêlanên bilind. Em baş dizanin ku Îskoyê Dasinî ne tenê hiqûqvan û karsazekî bi nav û deng e, ew her wiha kesekî dostnas, comerd, welatparêz û dilsozekî miletê xwe ye jî. Ewî alîkarîya gelek malbetên destteng kiriye, di warê çand, hunerî û perwerdeyê de jî alîkarîya madî daye. Sponsorê gelek pirtûkên nivîskar û helbestvanên me ye. Herwiha alîkarîya fînansîyê da jibo avakirina Quba Êzîd û Mala Êzdîyên Gurcistanê. Eseyî ev jî gerekî bê gotinê, ku piştî komkujiya Şengalê û zordarîyên li ser ezdîyên wê herêmê, malbeta Îskoyê Dasinî jî wek bi sedan hezaran êzdîyên cîhanê ji ber trajêdîya Şengalê pir delgiran in. Ewê malbetê kedeke mezin daye ji bo bi dehan koçberên êzdî yên Şengalê ku li bajarê Tbîlîsîyê bi cî û war bibûn. Û gelek car zarokên wan malbetên koçber bi pêşkêşan xelat dikirin û teglîfî Navenda xwe ya ji bo zarokan dikirin, li ku jî zarokên penaber yên ku mukurîya jîyaneke aram û azad dikin, demekî êş û derdê koçberîyê jibîr dikirin. Îskoyê Dasinî û mal-neferên wî timê di şîn û şaya milet de hazir in, xwe dûrî civaka êzdîyan nedixistin. Herdu kurên birêz Îsko – Kinyazê Îsko û Tîtalê Îsko zuretên hêja, wek kal û bavê xwe gelek karên xêrdar dikin û bi saya wê nav û hurmeteke mezin dest anîne di nava civaka Gurcistane de. Ciyê gotinê ye, ku di nava civaka Gurcistanê ya hiqûqzanîyê de Îskoyê Dasinî xwedîyê hurmeteke bilind e. Lema jî kar û emekê wî bilind tê nirxandin. Îskoyê Dasinî xemkêş û dilşewatê gelê xwe ye, bi saya merîfet, maqûltî, dilremî, mevanhiziya xwe bûye hizkirîyê milet. Civaka me jî ked û xizmeta wî ya li ser gel jibîr nake. Hilbet, parlamêntar bûna wî bûyareke nav û nîşan e ji bo me hemûyan.

Rêdaksyona Riataza birêz Îskoyê Dasinî jibo parlamêntarbûnê bi dil û can pîroz dike, di kar û xebatên wî yên parlamêntarîyê û tevgera sîyasî de destxweşîyê û serketinên mezin dixweze. Em bi hêvî ne, ku tuyê karê xwe yê welatparêzîyê berdewam bikî û wek herdem alî pêşketina çanda gelê me bikî. Em şahnaz û serbilind in bi serketina te!

Fermo, em hevpeyvîna xwe di gel birêz Îskoyê Dasinî raberî we dikin.

Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev