Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

60 hezar şervan li ber deriyê Mûsilê ne

60 hezar şervan li ber deriyê Mûsilê ne
Amadekariyên operasyona rizgarkirina Mûsilê ku amaje li ser heye ew ê bibe hokara gelek rûdanên mezin bi dawî bûn. Guhê hemû kesî li teqîna fîşeka îşaretê ye

Mehmet Salih Bedirxan – Ahmet Özyeter

BasNûçe – Zêdetir du sal li ser dagirkirina Mûsilê ku duyem bajarê mezin ê İraqê ye derbas bû. Tevî dagirkirina Mûsilê û çend êrîşên serkeftî yên DAIŞ’ê ew li heremê bûn hêzeke efsanewî ku nayên têkbirin. Herwiha gelek bajarên stratejîk ê Sûriyê û İraqê dagir kir. Li aliyê din ji ber êrîşên DAIŞ’ê li bi sedan mirov bûn qurbanî. DAIŞ’ê li hin paytextên Ewropa û bajarên Tirkiyê çend caran kir armanc û di encama êrîşên wê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan.

DAIŞ’ê ku bi çekên giran yên Artêşa İraqê êrîşî Herêma Kurdistanê jî kir. Li Şengalê komkujî pêkanî. Lê di demên borî de bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî hêzên Peşmerge DAIŞ’ê li Deşta Mûsil û Kerkûkê lawaz kirin û hêza wan ya êrişê têkbirin û jii xaka Kurdistanê derxistin. Di encama xweragiriya Pêşmergeyan û operasyonên serkeftî yên Pêşmergeyan hat dîtîn ku DAIŞ tê şikestin. Bi taybetî di 12 Mijdara 2015’an de 20 hezar Pêşmerge di Operasyona Şengalê de DAIŞ’ê ji bajêr derxistin. Şikestina DAIŞ’ê di vê operasyonê de bû nîşeneya serkeftina hevpeymanan. Li gor çavdêrên siyasî DAIŞ’ê ji sê paran pareke xaka jêr destê xwe di sala 2015’an de ji dest daye.

Ligel serkeftina li Şengalê, di sala 2016’an de Pêşmergeyan li Mîhwerên Xazir, Guwêr, Başûr û Rojavayê Kerkûkê, Maxmûrê derbeyên giran li DAIŞ’ê dan. Herwiha hemû bajarokên kurdnîşîn ji destê DAIŞ’ê hatin derxistin. Pêşmergeyan di nava van 4 mehên dawî de Mûsil dorpêç kirin û ev jî bû sedem ku DAIŞ di warê leşkerî de tûşî têkçûnê bibe.

Li aliyê din dîplomasiya berz a di navbera Hewlêr – Bexda û Washingtonê de, daxuyaniya Serokê RHK’ê Barzanî ya “em ê mizginiyê bidin xelkê Mûsilê” nîşaneyên destpêka operasyonê ne. Ji destpêka sala 2015’an heta niha ku amadekariya operasyonê dihat kirin, ji ber nakokiyên aliyan dihat taloqkirin.

Barzanî: Ji bo me taybetiya rizgarkirina Mûsilê heye

Piştî serdana Barzanî ji bo Bexdayê û lihevkirina wî û Serokwezîrê İraqê Heyder Îbadî li ser rizgarkirina bajêr amadekariyên leşkerî jî zêde bûn. Di nava hefteyê de Barzanî derbarê operasyonê de daxuyaniyek belav kir. Serokê RHK’ê Barzanî eşkere kir ku kordînasyon û hemahengî di navbera Bexda û Hewlêrê de heye li ser operasyona rizgarkirina bajêr: “Demeke dirêj e hem li navxwe û hem jî li derve li ser amadekariyên Operasyona Mûsilê û jinavbirina DAIŞ’ê nûçe tên belavkirin. Ji bo Kurdistanê giringiya siyasî ya taybet a şikestina DAIŞ’ê û rizgarkirina Mûsilê heye.” Barzanî da zanîn ku ew ê komîteyeke hevbeş a Bexda û Hewlêrê li ser asayîkirina rewşê û kontrolkirina bajêr pêk ve kar bikin.

Nakokiyên li ser Mûsilê

Li aliyê din amadekariyên dewletên hevpeyman yên li dijî DAIŞ’ê jî berdewam dike û rikberî û rageşiya aliyan jî kurtir dibe. Hebûna leşkerên Tirkiyê ya li Başîqayê di navbera Bexda û Enqerê de bûye sedema rageşiyê. Tirkiye ji bo perwerde û rahênana leşkerî bide koma bi navê Heşda Niştimanî hinek hêzên xwe yên li İraqê ber bi Başîqayê be şandibû. Piştî hat iddîakirin ku ew ê şervanên PKK’ê yên Şengalê bi cilûbergên Heşdî Şabî beşdarî operasyonê bibe nûnerên Tirkiyê jî radigîhînin ku ew ê jî di operasyonê de cih bigrin. Hikûmeta Bexdayê jî daxwaza ji Tirkiyê dike ku hêzên xwe ji Başîqayê vekişîne û ew bê destûr hatine. Herwiha ew serweriya Bexdayê binpê dikin.

Rikberiya Enqere – Bexdayê û aktorên din ê hêrêmê weke hesabên Mûsilê yên piştî DAIŞ’ê tên şîrovekirin. Li gor pisporan hem pêdawîstiya aktorên herêmî û hem jî pêdawîstiya aktorên navdewletî bi serkeftina Mûsilê heye. Ji bo Serokwezîrê İraqê Haydar Abadî serkeftina Mûsilê tê wateya bihêzbûna Artêşa İraqê û îstîqara hikûmeta wî. Ji bo RHK’ê jî serkeftina Mûsilê tê wateya çareserbûna pirsgirêka herêmên xala 140 a destûrê û bidawîbûna rêgiriyên di ber serxwebûnê de. Ji bo Îranê jî tê wateya bicihbûna Hîlala Şîe û vebûna riya Tahranê ya ber bi Şam, Lûbnan û Sanayê. Tê gotin ku Tirkiye jî dixwaze di proseya piştî DAIŞ’ê de cih bigre û eger sûnneyên li herêmê bûn xwedî statû parêzvaniya wan bike. Tê amajekirin ku Tirkiye li ser vê meselê bi hin serokên eşîrên sûnne re danûstendinan dike.

Wê bidomê…..

(M.K)

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev