Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Hejmara 66an a kovara ”Bîrnebûn”ê derket!

Hejmara 66an a kovara ”Bîrnebûn”ê derket!
Elî Çiftçî

Di vê hejmarê de ev nivîs hene:
Muzaffer Özgür bi sernivisa ”Belgefîlmek li ser gundê Celika” fîlmê ”Dara Mestê” daye nasandin:

“… Dara Mestê ku di destpêka gund de tê xuyakirin û ji xelkê gund va cîhekê taybet digire. Di belgefîlma Dara Mestê de agahiya çand, huner, dîrok û jiyana gund ya rojane; li ser kurdên Anatoliya Navîn û dîroka wan jî agahî hene. Ev kurtefîlma bi kurdî ye û 14 deqqe diajo. Derhêner û senarîstê belgefîlmê rojnameger Adem Özgür e, çend sal in li ser xebatek veng difikirî û armanca xwe ya yekemîn anî şûnê. …”

Nuh Ateş bi sernivîsa Di dahatiyê da ji bo kurdên Almanyayê rêxistineka çawa bi çend destnîşanî pêşbînî ev rastîya civata kurdan a li Almanyayê di gotareka xwe ya li civîneka Komciwan a li Berlînê de dabû, ji ber aktualîya naverokê di vê hejmarê de hatiye weşandin.
Mem Xelîkan kesayetiyekî ji nav kurdên Anatoliyayê, rehmetîyê Mustafa Kurnaz ku bi navê Çîno (Hosteyê dizan) deng dabû dide nasîn û serpêhatîya rehmetî bi van gotinên li jêr bi me re parve dike;

… Rojekê Çîno dihere Qamanê (bajarokê Qişêrê). Dihere gundê fiseka. Li ber malê, jineka belengaz di tuneyîyê de dibîne. Wê jinikê, nav û dengê Çîno bihîstîye. Jê re gotîye; “Mistefa, ez qûrban, xwedîyê mala min mir. Ez, bi serê xwe nikarime zarokên xwe xwedî bikim. Di mal de tiştekî bidim zarokan nema. Em birçînî. Ez, alîkarîya te dixwazim.” Çîno, tu bersîva nade wê û ji wir bi dûr dikeve. Çend rojan şuva Çîno, li pişta pênc hespa ard, sewar (bulgur), ce û genim, çay, şekir barkirî tê ber malê. Ew tiştê anî, dide jinikê û dûr dikeve.
Bi tesbîtên me, li 105 gundên doralî me Çîno hene. Ewana giştikan, navê Çînoyê Cêlikî pêda kirine.

Dizê me yî hoste va ye!.. Çînoyê Cêlikî ye.”

Rohat Alakom bi sernivîsa Di romaneke Orhan Pamuk de Kurdên Stembola nû romana Di serê min de ecêbiyek (Kafamda Bir Tuhaflık) dide nasîn û şirove dike. Di vê romanê de bi giranî serpêhatiyên kesên koçber ku ji Anatoliyê û ji bajarên Kurdistanê ku 50î salên dawî barkirinê Stenbolê, cih girtine.

Dr. Mikaîlî bi zaravayê mikaîlîyên Polatliyê rêzenivîsa xwe ya Sîyarê Têrika bi serpêhatiya Osê ku vedigerê gundê xwe û bi hezkiriya xwe ya berî re çawa hevûdu dibînin û piştre qala zewaca wan dike.

Nuh Ateş bi du Pêkenî– Serhatîyên ji gundekî anatoliyayê bi zaravayê xelika nivisîye.
Yalçin Polat bi sernivîsa Bêjenasiya peyva “kon”ê wiha şirove dike;

… “Kon” wek peyvek şivanî û zozanî ji kûrahiya dîroka kevn ya Îran û Mezopotamya yê gihîştiye devokên kurdî ya nûjen. Lê nijadperestên tirkan vê peyvê wek esil–tirkî didin nasandin, bê ku ev peyva di tirkî de bêye bi kar anîn. Tê gotin, ku jiyana eşîrî û koçberiyê bi Tirkan ve hatiye Anatolê, ji ber wê jî pirraniya peyvên koçberiyê ji tirkî hatine girtine. Wergerîna peyva “kon”ê di tirkî de “çadir” e û ew jî ji farsî hatiye girtine. Tirkan di dîrokê de jî bi Teoriyê Roj–Ziman (Güneş–Dil–Teorisi) hemû gelên cîhanê wek esil–Tirk didan nasandin û Kurd jî wek Tirkên Çiyayî (Dağ Türkleri) îlan dikirin. Di vê teoriyê de tê îdia kirin, ku zimanek kurdî jî tuneye û ev zimanê ku ji aliyê “Tirkên Çiyayî” ve pê tê deng kirin, zimanek şorbeye, ku ji zimanên farsî, erebî û tirkî pêk hatiye…û tenê du–sê sed peyv wek “peyvên nenas” tên qeydkirin û tê îdia kirin, ku gava erebî, farsî û tirkî ji nav hatiye derxistin, wê çaxê kurdî wek zimanek qels xweyî dike, ku tenê ji 2–3 sed peyvan peyda dibe.(3) Îro jî nijadperestên Tirk îdia dikin ku zimanek kurdî tune ye. (Vira bitikînin: http://www.angelfire.com/tn3/tahir/…

Jordan bi têbinîyek kitêba Rohat Alakom ku wê payîzê bi navê “Dîroka Kurdistanê
di çapemenîya swêdî de” derketibû, dide nasîn.

Smaylê Şêxbizeynî bi sernivîsa Kisse gewretit (Gotinên mezinan) bi zaravayê şêxbizeynkî nivisîye.

Afrasiab Shekofteh bi kurtelêkolînekê erdê Kurdistanê di dîrokê de çing hatiye parve kirin û xelkê kurd jê bidûr hatiye xistin û koçber bûne bi sernivisa Reqa xaka kurd û Kurdistanê ye şirove kiriye.

Xizan Şîlan bi helbesta Dara hêvîyê, Kemal Harimci, bi navê Xerîbîyê û Seyfi Doğan bi navê Wegere! helbestên kurdî nivisîne.

H. Hüseyin Deniz rêzenivîsa xwe ya li ser gramera kurmancî bi Demên borî berdewam e.
Seyfi Doğan bi navê wêne resimekî zivistanê hatiye kişandin şirove dike û wiha dibê;
“ …Sê objê dominant ê pir xweş hatine bi cîh kirin. Erd, çîyan û ewr. Wiqasî hikme xwe cih girtine.

Erd û çîyayê di bin berfê da rihet û bêdeng xuya dikine û palpalî bûne. Zîndiyêk li derûdorê tune. Têbêk, wêne ji tofanekê bi şunda hatîyê qeyd kirin. Rengê sîpî hundirî insên fireh dike.Pakîşî, bêkarêt û bêgunehî yê hakime wêneyê ne. Wêne, hêseke bi tenêbûnê û terk kirinê dide. Zîndîya barkiriyê, dunê ji çîya, banîya û ji zinar û keviranan re cîhiştîne. Dunê bi insên şîrin e. Ji bo heremê ku gundên kurd lê bi cîhbuyî, kurd jê re dibên; Roma Rutik. Bi rast jî ew wêne wê dîtinê tastîk dike. …”

Memduh Selîm bi zimanê tirkî li ser jîyana Murat Bozlak û serpêhatiya wî sîyasî bi sernivîsa Mücadeleye adanmış bir ömür Murat Bozlak nivisîye. Birêz Memduh Selîm di vê nivîsa xwe de hem gund û malbata rehmetîyê Murat Bozlak dide nasîn û hem jî serpêhatiya kocberîyê û jiyana wî ya di sîyasî nivisîye.

Kovar li ser malpera www.birnebun.eu tê peyda kirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev