CERIBÎNEK MÎNÎMAL – 1

CERIBÎNEK MÎNÎMAL – 1

Em beşek ji pirtûka “Ceribîn”ê ya nivîskarê malpera me Hkovan Baqî raberî we dikin. Wî bo malpera me “Ceribîn”a xwe mînîmalîze kiriye, lewma navê wê “Ceribîna mînîmal” e. Him rexneya edebiyetê tê de heye, him têbiniyên felsefeyê. Fermo, bixwînin û jibîr nekin, berdewama wê jî heye. 

H.Kovan Baqî

Tecawizker û qurbanek di vê gorrê de razaye; te dî ev a ku Derrîda jê’r digo, “Dij-roman” Halbûkî gorr ji bo kesekî hatibû kolan.

Ewkên li pey kanonan, mekanekî bêdawî bexşî qereqterên xwe dikin û lingên hişê wan bi singê hişê xwe ve ditewilînin. Lewma cîhana metnên wan dibin cîhana mîhên mîmetîk.

Halbûkî gorreke teng diyarî qereqteran bikin û hefsarên wan biqetînin, ew ê dinyayên bêhedûhesab î nekeşfkirî bexşî me bikin.

Hê jî nehatiye fêmkirin bê ka qehpikek zêde qehpik e, yan rahîbeyek.

Gava ez dest bi nivîsînê dikim, ruhê min î qehp cilên xwe yeko-yeko ji xwe dike, paşê çermê xwe jî diguro û azadiya metnê dest pê dike.

Baş e ku nivîs her roj min dikuje. Heger sax bûma teqez min ê jî xwe bifiroşta hêza hikumdar.

Nivîskarên qonformîst û pedagogên tiral, hew zanin qûnê gir bikin. Yek cîhaneke dîegetîk li ser me ferz dike, yek jî misêwa dipeyive. Ji wan heye ku em gişk zarok in.

 “Heq,” “azadî” û “dewlet”, hersêk bi hev re di welatekî de hilnayên. Yek ji wan zêde ye.

Dinivîsînim, dîsa dinivîsînim, dîsa dinivîsînim. Paşê nivîsê jêdibim, dîsa jêdibim, dîsa jêdibim. Dûv re jî jêbirinê jî jê dibim. Êdî qinyeta min dikeve cih ku êdî ji bo çapê amade ye.

Belkî jî xwedê ji bo min limêj dike. Lê ez nikarim bihuştekê bexşî wî bikim.

Populîzmê bi xwedê dest pê kiriye. Lewra çare ji vê nexweşiyê re nayê dîtin.

Ji xêndî rasteqîniyê li hertiştî digerim. lewma hertiştî wenda dikim.

 “Tu” û “xwe” şerr bikin! Kî ji we sax ma, ew ya têkçûyî ye.

Min û xwedê bi hev re şerab vexwar. Gava xwedê serxweş ket û dest bi gotina derdê xwe kir, tew min derdên xwe ji bîr kir.

(dûmayîk heye)

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev