Di dîroka Kurda de girîngiya kilaman

Di dîroka Kurda de girîngiya kilaman
Welat Agirî

Di dîroka êlan, dewletan û şaristanîyan de gelek tekoşîn, şer, ceng, serkevtin û têkçûyin cîhê xwe girtine û hê jî digirin. Dema nifşên nû bixwazin bo nivîseke dîrokî an jî edebî lêkolînekê bikin, pirtûk û gotarên xwe ên nivîskî vedikin û ji wan re çi pêwîst be ji wan berheman hildidin. Lê mixabin em xwedî çand, wêje û dîrokeke nivîskî nîn in. Hin sedem hene ku gelê Kurd ji nivîsê bêpar hîştine.

Ev kîjan sedem in?

Bindestî, hêsîrî, koletî…

Nivîs sê hezar sal beriya mîladê yanî anegorê hesabê îro pênc hezar sal berê li aliyê Şaristanîya Sumer hatibû dîtin. Sumera bo mirovahiyê xizmeteke nuwaze kiribûn. Baş e! Sumer li ku dijîyan?

Li Mezopotamyayê.

Erê nivîs cara yekemîn li Mezopotamyayê hatibû bikaranîn yanî li cîh û warê Kurda. Pey re çi bû?

Wê nivîsê xwe gîhande Çîn û Maçînê, xwe gîhande Ewrûpa û Emerîkayê, xwe gîhande Efrîka û Sîbîryayê, lê mixabin xwe negîhand Kurd û Kurdistanê.

Nehîştin!

Ereb, Faris û Rom bûbûn dijminê çand û zimanê gelekî.

Gelê Kurd hemberî van dijminên xwînxwar çi dikir?

Kurda jî serî hildan û tu car serî netewandin. Ketin cengê, ji şer netirsiyan. Lê ew ne tiştekî hêsan bû ku ji çar alî ve gurên har re serî derxin. Hatin girtin, îşkence dîtin, derd û elem kişandin. Ew şer, ceng, derd û kulên xwe nenivîsîn. Nivîs tune bû, nivîs ji wan re qedexe bû.

Wan jî xwe re rêyeke din dîtin. Ziman bû pênûs û dil bû lênûs dest pê kirin gotin dan ser gotinan. Ser dil û hinavên xwe cêrge bi cêrge bêkesî, tenêtî û neçariya xwe rêz kirin. Bi awazên xwe nivîsandin û xwe gîhandin gund, navçe û bajarên Kurda.

Min jî bo lêkolîna xwe, xwe avîte bextê dengbêja. Min re derbarî Geliyê Zîlanê de agahî lazim bûn. Birastî hin agahî hebûn, lê yên bê rih û can bûn. Min jî compûtira xwe vekir û guhê xwe da dengbêj Nûro û Keremo. Van herdu dengbêjan ser Geliyê Zîlanê duet çêkiribûn.

Dengbêj Nûro, bi axîn û nalîn dest bi kilamê dikir. Me jorê jî got ku serpêhatiyên Kurda di kilama de veşartîne. Erê dengbêj jî ez tesdîq kirim û got:

“Hey lo waê waê waê, heylo waê heylo waê hûn ê li kêleka birayê xwe rûnên, ez ê ji we re bixwînim secerêyên kurda.”

Erê weleh wisan e, secere jî, serpêhatî jî, dîrok jî di binê zimanê wî de bû. Pey re qala derd û bedbextiya Kurda dike û dibê:

“Nayê bîra we”.

Û serpêhatiyan rêz dike. Erê ka yê çawa bihata bîra me? Me ne ew roj dîtibûn û ne jî xwendibûn.

“Nayê bîra we Şêx Seîd Efendî li Dîyarbekira şewitî hatibû xeniqandin”

“Nayê bîra we Xalis Begê Hesenanî li dergê Mêrdînê hatibû îdamkirin”

“Nayê bîra we Xalid Begê Cibrî li Bedlîsê hatibû dardekirin”

“Mala we şewîtiyo we nedît bi çavên xwe birîna sere Geliyê Zîlan.”

Li heta vir heke em analîzeke piçûk li ser kilamê bikin, wê were dîtin kû anegorê tarîxa bûyera dengbêj serpêhatiyan yek bi yek rêz dike.

Bi dû van serpêhatiyan derbasî “Newala Xwînê” dibe. Me gotarê berê de jî anîbû ziman ku Agirî ji aliyê leşkerên Tirka hatibû dorpêçkirin. Alîkarî lazim bû û divê herêmên din jî serî hildana. Bi xwestina fermandar Îhsan Nûrî Paşa ve li Geliyê Zîlan jî şervanên Kurd civiyabûn. Lê şaşî û xeletiya mezin ew bû ku bê wext û bê xeber êrîş birin ser hêzên Tirka û encam mirin bû, wêran bû, talan bû.

“Fermana serê Kurda ketibû destê Dewreş Begê”

Erê Dewrêş beg fermandarekî Tirk bû. Bi sê taxbûr eskerên nizamiyê ajotibû ser Geliyê Zîlanê.

Duwanzdeh gund hatibû şewitandin, xwîn mîna çem û kaniya dikişiya. Xûna zavayên dest bi hine, ya bûkên ser bi xêlî, ya zarok û zêçên Kurda. Dengbêj dewam dike:

“Laş û cinyazê Kurda bi fîşeng û mermiyan hatibû xemilandin.”

Lê li wir behsa bizmara nake. Lêbelê çavkaniyên din de derbas dibe ku ji balafirên Îngiliza bizmar û mix dibarîn ser Kurda.

“Goştê hêsîran bûyê xurê teyrik û teyran, ew mîrata hatiyê serê me Kurda, bila neyê serê gurê serê çiyan.“

Bi dû Dengbêj Nûro re Dengbêj Keremo dest pê dike.

Dengêj êş û kesera Zîlanê bi zimanê dayikekê weha tîne digîhîne guhdaran:

“Ê lê dayêêê lê dayê, lê dayê, lê dayêê. Jineke çinar fenanî Qulingê Nîsanê xwe dabû binê belekiyê, ser min de diqêjiya. Min got ev porkira hanê birîndara sêzde topa na wele sî û du singûya. Ez vegeriyam min got xwişkê çi bû, çi ciriya? Jinik vegeriya got bira tu ji min re dibêjî çi bû, çi ciriya? “

Erê bi gotina dayikê ne hewce bû ku mirov bipirse ka çi diqewimî. Gurê har ketibû Geliyê Zîlan û kale kala berxika ji gelî radibû û xwe digîhand asîmana.

Kurda jî gelek kişandin, ji dijmin kişandin. Bi rastî ya herî zêde jî ji xayînên Kurda kişandin. Herdem tê gotin heke yekîtî hebûya, em îro vî halî de nedibûn. Lê mixabin ew yekitî qet çênebû û wisa dixûyê ku îro jî tifaq hemberî nîfaqê serî ditewîne. Yanî ya bi hêz duh jî nîfaq bû û îro jî ew e.

Kilamên duh derbarî derd û kulan de bûn. Em hêvî dikin ku kilamên pêşerojê mijara xwe biguherînin û şahî, şanazî û serfiraziyê bighînin guhdarên xwe…

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev