Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Spasî û bîranîna zanyarê mezin rehmetiyê Emînê Evdal

Spasî û bîranîna zanyarê mezin rehmetiyê Emînê Evdal

Kemal Tolan, lêkonîner

Ez jî nivîskar, zimannas û helbestvanê Êzdî rahmetiyê Emînê Evdal (1906-1964) di 110 saliya wî de bi hurmet bibîrtînim û dibêjimê, gelek spas ji bo zahmet û keda ku we di ber berhevkirina „Bawermendîyên kurdên êzdî“ de derbaskiriye.

Her weha gelekî dilxweșim ku zanyarê mezin rahmetiyê Emînê Evdal jî di nav vê berhema xwe ”Bawermendîyên kurdên êzdî“ de, li ser vî babetê „gorî mîtolojiya Êzdîtîyê ruh-giyan namire“ ku min di malpera  de daye xwanêkirin, rawestiya ye .

Nivîskar, zimannas û helbestvanê Êzdî rahmetiyê Emînê Evdal jî, di berhema xwe – Bawermendîyên kurdên êzdî – de dibêje:

 „Hebandina ruh (Ruhparêzî) – Ruhê nemir û emirê li wê dinê

Bal êzdîyan ruh mîna mûyekî ye tiştekî nebînayî ye, ku dikare ji canê merivan derkeve û carek din bikeve canê wan. Gorî dîndaran, ew yek di xewnê da jî dibe, dema ruh ji canê merivan derdikeve, li cihanê digere û carek din vedigere cîyê xwe yê berê, ango canê merivan. Kurdên êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di canê merivan da tenê ruhek heye.

Gorî bawerîyên kurdên êzdî alan ew dengê wan ruhan in, ku xwe di nav keviran da, zinaran da, darsitanan da û çiyan da veşartine. Gorî wana ruh emir dide merivan, heywanan, teyredeyan, hêşinayê û bi serê xwe ye, tu eleqê wî bi canê merivan va tuneye, ew him di wextê xewê, him jî piştî mirinê ji canê merivan dertê. Gorî êzdîyan wextê mirinê Ezrayîlê ruhistîn ruh ji can derdixe.

Gorî şêxên êzdîyan piştî ku ruhê merivan ji can dertê, dikare derbazî nava canê terewilan, nava hêşinayê be û Ezrayîl biryar dide ka ew ruh wê here buhuştê, an dojehê.

Ew yek, ku ruh bi destî Ezrayîl ji canê merivan dertê û hildiqoşe ezmanan, di qewilên êzdîyan da jî hene. Di wan da tê gotinê:

„Rojek ji rojan e
Mûsa[1] kurê Amrîan e
Axir Ezrayîl lê bû mêvan e:
-Were ji min bixweze, te çi xizmet e
Min te kişandîye hêrat e.
Ezrayîl go:
-Ezê ruhê te bikişînim”[2].

Ev bawerî bal êzdîyan wisa xurt bû, ku wexta nexweşê ber mirinê ruhê xwe dida, ber wî tu kesî deng nedikir, ku ruh bi destî Ezrayîl bi awayekî hêsa ji qelbê nexweş derkeve.

Tenê pey mirinê ra hazir bi dengê bilind û bi qareqar dikirin hewar û gazî, digirîyan, ji ber ku gorî êzdîyan Ezrayîl îdî ruhê wî ji canê wî derxistibû, biribû.

Gava piştî mirinê çevên merivê rehmetlêbûyî vekirî diman, êzdîyan bawer dikir, ku ruhê wî hela ji dinyayê têr nebûye.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di dema çelkirinê jî ruh ser demekê dîsa dikeve canê rehmetî, paşê ji meytê wî dertê û hildifire ezmanan. Ruh dema ji devê mêriv dertê, dora meytê xwe digere[3]. Piştî çelkirinê ra, gava mirî serê xwe bilind dike, dixweze bi hewarîyan ra vegere mal, teze pê dihese, ku yê mirî ew bi xwe ye, û wî çaxî Ezrayîl careke din ruhê wî qewz dike û hildifirîne ezmanan an jî dibe dinya tarî.

Ruh tenê bi destî Ezrayîl dikare bê veger ji canê merivan derkeve. Ezrayîl ejdahakî wisan e, ku meriv jê ditirse, neynikê tilîyên wî dirêj û tûj, çevên wî beloqî, pişta wî zirav, bejina wî bilind e. Gorî merivên sere gava ew ser serê merivê ber mirinê disekine, evê te li wî dinihêre û destxweda ji zar û ziman dikeve, bi xwe va diçe, dixeriqe.

Gorî êzdîyan sawa Ezrayîl li ser wan merîyan pir e, yên ku gunehkarî kirine. Di qewileke êzdîyan da bi zarê kesê mirî tê gotinê:

„Yek ser min ra sekinîye
Çeva weke tas in
Neynika weke das in
Deste risas in
Xwezîya min wî ruhî
Bê sûcî, bê binûs e”[4]- (K.Tolan-Tamamiya vî Qewlê Seremêrgê di 4a de ye.)
.
Gorî êzdîyan Ezrayîl melekê ruhistîn e. Alîkarên wî jî hene: Cibrahîl, Ezrafîl û Mikaîl, ku bi fermana Ezrayîl ruh dibine dinya tarî, an jî dibine ezmanan.

Melekê ruhistîn yê vî awayî bal yûnanan jî heye, ku Hadês alîkarekî melekê ruhistîn e[5]
Derheqa Melekê ruhistîn da bawerîke wisa di nav bawermendîyên ermenîyan da jî heye[6].

Bi vî awayî, gorî Xwedênasên êzdîyan meriv, heywan û hemû ruhber xwedî ruh in, ku ser demekê di canê wan da dijîn, lê piştî mirinê jê dûr dikevin, diçine dinya dinê, bona heta-hetê bijîn.

Di bawermendîyên kurdan û gelek miletên dinyayê da fikira ku ruh namire, wisa tê şirovekirinê, ku ew qedereke wisa ye, ku meriv nikare jê derbaz be, qebûl neke. Ewana wisa jî li ser wê bawerîyê bûn, ku piştî mirina merivan, ne her tişt winda dibe, ango ew tam namire. Ango, ruhê wî rehmanî ye, lê canê wî gorî kurdan tiştekî bê qîmet e. Eva fikreke derheqa fêmkirina cihanê da ne, ango derheqa „dinya ronik”da ne, ku bi sedsalan, heta îro jî berdewam e.

Gorî êzdîyan piştî ku ruh ji qelbê xwe dertê, bona wî jîyaneke nû destpê dibe.

Gorî êzdîyan ruhê merivan, ku navê wî xwedêgiravî di lîsteya Xwedê da nivîsar e, bi rêberîya Ezrayîl û bi alîkarîya komekdarên wî hildifire ezmanan, an jî dikeve binê erdê.

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê kesê rehmetlêbûyî tenê di bin erdê da dikare rehetîya xwe bibîne, lema jî meytê mirî çel dikin. Dema meyt teslîmî xwelîyê dikin, gerekê hemû qeyde û qanûnên dînî bêne parastinê, bona yê mirî di dinya dinê da ji haziran razî be.

Derheqa rehetîya can û ruh da di nava bawermendîyên ermenîyan da jî hene. Ermenî pir caran li ser kevirê mezel dinivîsandin: „Li vir rehetîya te ye“ û bi wê yekê va didan xuyakirin, ku li vir can an jî ruhê wî kesî rehet dibe.

Gorî êzdîyan, ruhên ku li buhuştê an jî li dojehê ne, diçine seredana hevdu, derheqa bextewarî an jî bextreşîya xwe da xeber didin. Ewana jî rojê û tarîyê dibînin, haya wan ji evînê û xirabîyê heye, zanin têrbûn û birçîbûn, serma û germ, qûmistan û warên şînkayî, behr û erd û tiştên din çi ne, ango ew her tişt zanin û texmîn dikin, çi ku merivên zêndî. Dojeh wek hebisan e. Wek ku di „dinya ronik”da meriv ji girtîyên xwe ra xurek û vexwerin dibin, wisa jî di „dinya tarî“ da (li ezmanan, an jî di binê erdê) ruh alî wan kesan dikin, ku li dojehê dizêrin. Ewana para xwe distînin, eger qewim û pismamên wan li vê dinyayê nanê mirîyan derdixin, nan û xwerin di nav kesîb û feqîran da bela dikin.

Fikira dinya tarî û wargehê jîyana mirîyan gelekî baş di hikyata kurdan ya „Gulperî“ da hatîye nitirandinê. Mêrxasê hikyatê Mîrze Mehmûd guh nade şîretê yekî sêrbaz, bona Gulperîya hizkirî ji ecêbeke giran xilaz bike, gerekê li ser xoyeke sipî rûnişta, bi şaşîtî li ser ya reş rûdinê. Xoy wî dibe ber perê ezmanan, qatê heftan, ango dibe binê erdê, dinya tarî. Mîrze Mehmûd bi hêz û qewata batinî ya teyrê sîmir ji dinya tarî derdikeve dinya ronik.

Derheqa ruh û dinya piştî mirinê da em bal yûnanan (huruman), romîyan, ermenîyan, ereban, almanan û gelek miletên mayîn dibînin. „Ruhê merivê di şêr da şehîdbûyî, gorî yûnanan, romîyan û almanan, horî melek datînine ser hespê mirazan û dibine nava dinya ruhberan“ [7].

Xwesma musulman gelekî bawerîya xwe bi dinya pey mirinê ra tînin û gorî wan dinya li ser erdê „lîstik û henek e”[8].

Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku ruhê kesê mirî dikare neçe ezmanan, lê di gorê da, di binê erdê da be, paşê ew ruh derdikeve, dikeve nava heywanan, bengzê wan wardigire, dibe Reşê şevê û li ser erdê dijî.

Gorî êzdîyên navsere gerekê şev rex mezelan ra derbaz nebin, ji ber ku ruh li wan deran rehet dibin, ewana dikarin hişyar bibin, hêrsa xwe rakin, zirarê bidine haziran an jî bi qelbê heywanan ji mezel derkevin û merivan bitirsînin û paşê vegerine warê xwe.

Bawerîyeke wisa bal eşîreteke Amêrîka Bakur jî heye[9].

Derheqa wê yekê da, ku erd û mezel dibine warê ruhê merivan û ruh ji mezel dertê, dibe heywan û di nav me da digere bal kurd û ermenîyên Dêrsimê jî heye. „Merivê mirî piştî mirinê careke din tê dinyayê, vê carê wek heywan, ango di şikilê heywanan va, ew dikarin bi şikilê teyredeyan, minminîkan, mêşan û mûrîyan jî bin. Ango, ruh ji heywanekî derbazî heywanekî din dibe û heta hetayê dijî û ji wî mûyek jî kêm nabe, ji ber ku ewê ber dada mezin bisekine bona bersîvê bide seba karên qenc û xirab kirî“ [10].

.Derheqa jîyana piştî mirinê da ew bawerîyên êzdîyên navçeyên Aparanê û Talînê (komara Ermenîstanê) gelekî balkêş in, ku bi edetê çelkirina por û neynûkan va girêdayîne. Jinên pîr porên xwe kur dikirin û neynûkên xwe jê dikirin, di nav axê da çel dikirin, an jî davîtine nava mezelan, an jî dikirine nava kaxezan û di kol û çalên dîwaran da vedişartin, bona piştî mirinê ruh di rojên oxirmên giran da rastî dijwarîyan neyên.

Ji van edetan zelal xuya dibe, ku gorî êzdîyan li wê dinyayê jî dad û dadgeh hene.

Li Dêrsimê „Gelek caran kurd bi rojan didine ser rê bona ji nexweşekî bizanibin ka cîyê wan li dinya piştî mirinê da li ku ye“ [11].

Bal hinek ermenîyên Ermenîstana rojava jî bawerîyên wisa hene, ku „ruh ji mezel dertê, dikeve qilxê bizinan an jî segan, di nav me da digere, dibêjin, ku ruh dibe av jî û kesek nikare jê derbaz be“ [12].

Aşûrîyên gundê Arznîyê navçeya Kotaykê komara Ermenîstanê jî ser vê bawerîyê bûn[13].

Êzdî dema meyt teslîmî xwelîyê dikin, gerekê hemû gotinên merivên ruhanîyê pêk bînin. Piştî çelkirinê, dema ji mezelan vedigerin, nanê tevirkolan (kesên ku mezel kolane) belav dikin, boy ruhê kesê mirî gotinên xweşbextîyê dibêjin, ser kesê rehmetlêbûyî qewilan dixûnin. Jinên hezinî ser rûyên xwe xûn dikin û porên xwe dibirin, mêr li serê xwe dixin, piştî çelkirinê ser mezel sê rojan agir dadidin û h.w.d.

Bi bawerîya êzdîyan ev yek bona xweşbextîya kesên mirî tê kirinê.

Gorî êzdîyan eger qewim û pismamên kesê mirî van edetên dînî pêk neynin, ruhê kesê mirî wê ji heqê wan bê der, ewê ji alîyê wî da herdem bêne zêrandinê, lê ruh wê ji mezel derketa û li her deran bigerîya.

Ew fikira, ku ruh ji mezel dertê û li her deran digere, an jî ew ruh bengzê heywanan wardigire, ne tenê di nav kurdan da heye, lê di nav bawermendîyên gelek miletan da jî heye.

Heyfhildana xûnê, ango ku heyfa xûnê bi xûnê tê hildanê, ku bi sedsalan di nav kurdan da heye, dide xuyakirin, ku xûna kesê mirî, an jî ruhê wî bi qewateke batinî dikare zirarê bide kesê ku bi destî wî hatîye kuştin. Kesê ku kuştîye bona ji wê yekê xilaz bibe, gerekê haj ji qewat û hêza kesê kuştî hebe, gunehê xwe qebûl bike û bi wê yekê va dawî li zêrandina ruhê kesê kuştî bîne.

Ser bingehê van bawerîyan, ne tenê heyfhildana xûnê, lê herwiha gelek edetên dînî di nav gel da kûr rûniştîye, cîyê xwe mehkem girtîye û di nav merîyan da tiştê herî bi qîmet û sereke ruh bûye û tu kesî jî ev yek înkar nekirîye. Gorî van bawerîyan, ne tenê bal kurdan, lê bal gelek miletên cihanê yên mayîn, li wê dinyayê ruhê kesê kuştî wê tu cara rehet nesekine, heta heyfa wî bi xûnê neyê şûştinê, an jî kesê ku ew bêbextî kirîye, gunehê xwe nede situyê xwe û baxşandinê nexweze.

Êzdîyên navçeya Aparanê dema xûndayînê kesê ku yê mirî kuştîye, dibirin bal mezelê kesê kuştî, ew sê an heft caran dor mezel fitil dida û bawer dikirin, ku gunehên mirî derbazî kesê ku mirî kuştîye dibin. Bi wê yekê va dihate hesibandinê, ku heyf hate hildanê.

Derheqa van bawermendîyan da gelek nivîsên êtnografî û berhemên zargotinê hene.

Di hikyata „Mîrze Mehmûd“ da, ku tê da hêza mar ya batinî heye, em dibînin, ku hêza wî ya ruhê wî ye, ya ku gorî kurdan nemirî ye û li wê dinyayê cîyê wî li cîkî bilind e.

Derheqa jîyana piştî mirinê da di nav edetên çelkirina mirîyan da jî tê texmînkirinê. Piştî ku mirî çel dikin, sê rojan ser mezelê wî kuçik dadidan. Kama ku mirî ser şûştibûn, weldigerandin, derdaneke ji sifir datanîn ser û sê rojan pey hev agir dadidan. Carna av direşandine ser kam. Wê rojê bona feqîr û kesîban nan û xurek bela dikirin. Bi bawerîya êzdîyan ev erefat bona wê yekê dikirin, ku li wê dinyayê kesê mirî kêmasîya nan, avê û ronayê nebîne. Hilbet, ev bawerî bi bawerîya avê û agir va jî tê girêdanê, ku emê li jêrê behsa wan bikin.

Bi vî awayî pirsa pevgirêdana ruhê kesê mirî û merivên wî tê danînê, çimkî êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku li wê dinyayê ruh hewcedarê wan tiştan in, çi ku meriv li vê dinyayê, lema jî merivên saxmayî gerekê alîkarîya ruhê merivên mirî bikin, ango nan û xurek û pere bidine merivên belengaz û bi bawerîya êzdîyan ji wan dayînan beşek jî wê bigihîje kesê mirî.

Pêwendîyên merivên sax û ruhê mirîyan bi pevgirêdanên xûnî-pismamtîyê va bi hevdu va girêdayîne.

Ji vê yekê dîyar dibe, ku ev bawerîya ku di nav êzdîyan da heye, wana mecbûr dike, ku bi her awayî mal û halê xwe zêde bikin, da ku bikaribin daxazên mirîyan jî bi cîh bînin, bona ew li wê dinyayê kêmasîya tu tiştî nebînin. Gava êzdîyê destteng û kesîb ji cînarê xwe nanê bona ruhê mirî dixwest, digot: ”Bira ev nan li wê dinê bibe xêra ruhê mirî, bira ber wextê keve”.

Gorî êzdîyan ruhê hemû qewim û pismamên mirî, ew di mezel da bin, di dojehê an jî di buhuştê da bin, ewana bi hev ra ne, wek ku qewim û pismamên sax li vê dinyayê bi hev ra nin.

Hema ji bo vê yekê jî mezelên êzdîyan li her deran bi serî xwe ne, ango li wir kesên ji miletên din nayêne çelkirin û ew mezel îro em dikarin li gundê Cercerîsê navçeya Aparanê, li gundê Gelto navçeya Talînê û gundên êzdîyan yên mayîn da bibînin. Bi vê yekê va ew ser wê bawerîyê bûn, ku di van mezelan da ruhê wan wê paqij bimîne, ji ber ku dûrî ruhê wan endamên eşîretên din e, yên ku gunehkarî kirine.

Ji ber ku bi bawerîya êzdîyan ruhê hemû merivên wan di goristanekê da nin, ewana salê carekê, di meha nîsanê da (temamîya eşîretê di rojekê da) di eynî sehetê da nanê mirîyan dibine ser mezel, di nav belengazan da bela dikin, bona çevê ruhê mirîyan li rê nemîne.

Di gundên kurdan yên navçeya Aparanê da gava meytê mirî dibirine goristanê, pêşberî çardarê heft nan datanîn û piştî çelkirinê, hema li goristanê di nav kesên belengazan da bela dikirin. Ev edetê êzdîyan dide xuyakirin, ku ruhê kesê mirî gerekê ji roja pêşin da xwedî nan be.

Derheqa emirê li wê dinê da bal îngolîyan jî hebûye û gorî wana: ”Ruhê kesê mirî li wê dinyayê wisa dijî, wek ku meriv li rûbarê dinyayê, ango ser dinya ronik, ew jî hewcê xwerinê, şabûnê, hizkirinê ye”[14].

Fikira ruhê nemir û lazimaya guhdayîna li ser kesên mirî li bal gelên xevsûran û pşavan da jî heye. M. Kovalêvskî derheqa bawerîyên pşavan da dinivîse: ”Malbetên pşavan yên dîndar ocaxeke yekgirtî ne û tiştê herî giring bona wan ew e, ku qedirê mirîyên xwe bigirin. Ewana fikira jîyana xwe di nav pêwendîyên bi merivên xwe yên mirî ra dibînin”[15].

Edetê ku xizmetî ruhê mirîyan bikin, ne tenê bal kurdan, lê herwiha bal gelek miletan bûye deynekî ziyaretî, bawermendîyeke dînî.

Êzdîyên Şengalê heta îro jî çek û rihalên kesên mirî pê ra çel dikin. Ev yek herwiha nîşana wê yekê ye, ku kesên mirî xwedî mal û milkên xwe ne û gerekê bi kêmanî pareke hebûna wan bi wan ra here gorê.

Ev bawerîyên ku piştî mirinê jîyan heye, merivên berî dewrana me gîhandibû wê derecê, ku wana hewil dida ku kesê mirî bê jina xwe nemîne.

Di gelek welatên dinyayê da piştî lêkolînên arkêologîyê dîyar bûye, ku gelek mêr û jin bi hev ra hatine çelkirinê.

Di edetên ayîna dînê êzdîyan da wextê çelkirinê kotel cîkî sereke digire[16].

 Wextê çelkirinê hespê bi kinc û çekên mirî va xemilandî dibirine goristanê û eva yeka nîşana wê yekê bû, ku bi bawerîya êzdîyan li wê dinyayê jî hesp dikare lazimî xwedîyê wê bê, dikare bibe dost û hevalê wî, wek ku li dinya ronik. Sebeb ev bûye, ku êzdîyan wextê çelkirina mirî hespê wî dibirin goristanê. Kotel tenê di dema mirina mêran da tê gerandinê.

Derheqa van yekan da di zargotina kurdan da gelek îzbatî û nimûnên balkêş hene. Ji bo nimûne: ”Bira ruhê min bi te ra here mezel”, ”Bira meytê min bişewite, lê ruhê min bigihîje te”.

Mêrxasa hikyata ”Şemê”Şemê meriva xwe – Besê, ku dixweze ser mezelê mêrê xwe xwe bişewitîne, aza dike.

Bal êzdîyan edetên mayîn jî hene, ku gorî wan li wê dinê emir berdewam e. Ew di wan edetan da jî xuya dibe, ku jina bî an jî jinên pismamên kesên mirî porê xwe jê dikirin û bi mêrê xwe an jî pismamê xwe ra çel dikirin. Hela di ser da jî wek nîşana aminayê û hizkirinê ser çevên xwe pencerû dikirin, li serê xwe dixistin, şîna giran dikirin.“

Çavkanî:
1.    Mûsa milyaketekî êzdîyan e.
2.    Gotîye Qeremanê Ozman, ji gundê Mîrekê, navçeya Aparanê, xudanê vê kitêbê sala 1948an ji zarê wî nivîsîye.
3.    Ji zarê binecîyê Elegezê Ahmê Çolo hatîye girtin.
4.    Gotîye Qeremanê Ozman. 4a- Kemal Tolan – Nasandina Kevneșopên Êzdîyatîyê -Weşanên Perî, Çileyê pêşîn 2006 – rûp.:214-222
5.    M.Bartîkyan. Ruhperest Hêllada an jî Hêllên dîk, Atênk, 1936, rûpel 187.
6.    Yê.Lalayan. Varanda, kovara êtnografîyê, Tîflîs, 1897, rûpel 179.
7.    J.fon Negelein, Das Pferd im Seelenglauben und Tofenkult, ”Zeltsehe des Verleins fur Volkskunde”, cild 2, 1901, rûpel 406.
8.    Quran, Varna, 1909, rûpel 107.
9.    Îstorîya rêlîgîî, Moskva, 1909, rûpel 6.
10.    Andranîk. Têrsîm, Tîflîs, 1901, rûpel 168.
11.    Andranîk. Têrsîm, Tîflîs, 1901, rûpel 169.
12.    Byûrakn, 1899, rûpel 16.
13.    Arşîva Mûzêya Ermenîstanê ya dewletê.
14.    M.Canaşvîlî. Bawerîyên kartvêlan. Berevoka bona şirovekirina cî û warên eşîretên Kavkazê da, çapa 17, Tîflîs, 1893, rûpel 156.
15.    M.Kovalêvskî. Erf û edetên li Kavkazê, Moskva, 1890, rûpel 74.
16.    Kotel dezgehek e, ku dema meytê mirî dibirine goristanê, kinc û çekên kesê mirî datanîn ser zînê hespa wî. Çekên wî bi wî ra çel dikirin.
Kemal Tolan: Ev babeta ji ber arșîva birayê rêzdar û hêja Têmûrê Xelîl hatiye girtin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev