Turkiya û siyaseta “Kurd bi Kurdan bikuje” (Ismet Inino û Bin Ali Yildirim wek nimûne)

Turkiya û siyaseta “Kurd bi Kurdan bikuje” (Ismet Inino û Bin Ali Yildirim wek nimûne)
Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd
Ji demên kevin da dewletên ku Kurdistan dagîr kirine siyaseta “serê Kurd bi Kurd bitewîne” û “Kurd bi Kurd bikuje” bikartînin. Li ba rêveberên Turkan hên ji serdema osmanî da hostatî û pisporiyeka mezin di vî warî da heye. Emê li jêr du mînakan bidin: Mînaka “Ismet Inino” di dema Turkiya layîk da, û mînaka “Bin Ali Yildirim” di dema Turkiya îslamî da.
Mînaka Ininoyî (layîkî):
Mustefa Ismet Inino (1884 – 1973) general û siyasetmedarekî navdar bû, li Izmirê ji dayîk bûye, bavê wî Kurde, dayîka wî Turke. Koka malbata wî ji Bedlîsê ye; ew dostekî pir germ yê Mustefa Kemal Ataturk bû, û pir astên girîng di dewletê da standine. Ew ji 1920 – 1921 serokê leşkerê (serokerkan) bû, ji 1922 – 1924 wezîrê dervayî bû, û ji 1925 – 1937 serokwezîr bû. Piştî mirina Ataturk ji 1938 – 1950 bû serokkomarê Turkiyayê û di navbera 1938 – 1972 serokê Partiya Komarê ya Gelêrî (CHP) bû; ew partiya ku Ataturk di sala 1923-an da avakiribû.
SLXLM

Xistina Ismet Inino di wezareta dervayî da di salên 1922 – 1924-an da bi hişmendî hatibû hilbijartin. Ji ber ku peymana Sêverê ku Turkiyayê bi hêzên gewre yên Ewropayê ra sala 1920-an îmze kiribû keys û delîve dabû ku rêveberiyeka serbixwe li bakurê Kurdistanê bê avakirin, û pêkan bû ku ew paşê bibe dewleteka kurdî serbixwe. Rêveberên Turkan bi her awayî karkirin ku wê peymanê têkbidin. Bi ked û xebata Ismet Inino peymana Lousane sala 1923-an kete cihê peymana Sêverê. Zinar Silopî (Qedrî Cemîl Paşa) gotiye:
“Piştî ku netewperestên Turk Yûnanî şikandin û avêtin deryayê, êdî rê nedan ku di peymana Lousanê da ti tişt li ser dayîna mafên Kurdan yên neteweyî bê gotin. Mixabin ti şandî û nimayende ji komeleyên Kurdan li wê kongireyê beşdar nebûn. Tenha nimayendeyê Turkiyayê kurdek li gel xwe anîbû, ew jî parlamenterê ji ber Amedê va Birincî Zade Fewzî Beg bû, û di cara duwem da parlamenter Zulfî Zade Zulfî Beg bû. Wan herdiyan diyarkirin: {Em û Turk em birane, di navbera me da ti cudahî nîne, û em naxwazin ji wan cuda bibin}. Bi vî awyî wan doxmanî û îxanet bi gelê xwe ra kir û laneta gel ta bi ebed li wan hat”[1].
Xistina Inino di asta serokwezîrtiyê da di dema 1925 – 1937-an da jî bi hişmendî hatibû hilbijartin. Di sala 1925-an da Şêx Seîdê Pîran şoreş li dijî Turkiyayê birêve biribû. Piştî ku şoreş têkçû, Turkiyayê serferbriyeka mezin li dijî Kurdan birêve bir (girtin, zîdankirin, bidarvekirin, kavilkirina gundan û awarekirina Kurdan ber bi rojavayê Anatolyayê va). Li ser rêyan bi dehhezaran Kurd mirin. Ev kiryarên wê demê gelkujiyeka (genoside) rasteqîn bû. Ev hemû tişt bi biryara serokwezîr Ismet Inino pêkdihatin.

Ismet Inino di sala 1925-an da got: “Bi aşkereyî em neteweperestin… netewperestî hêmanê hevgirtina me ya yekane ye. Ti bandora neteweyên din di rûyê piraniya Turk da tine ye. Divêt em welatê xwe bi her awayî hemî bikin Turk. Emê ew kesê ku li dijî turkîzmê û daxwaza turkîzmê bin biqelînin”[2].
Jonathan Randal gotiye: “Tevî ku ew Kurd bû, Inino li Kurdan gef xwariye û gotiye: Ji bilî neteweya Turk mafê tikesî nîne ku mafên neteweyî yan gelêrî di vî welatî da bixwaze. Ji ti neteweya din yan nijada din ra ev maf nîne”[3].
Mînaka Yildirimî (Islamî):
Di serdema Turkiya îslamî da rêveberiya turkî mînakekî (ininoyî) nû peyda kir, ew jî birêz Bin Ali Yildirime. Ew kurdekî misilman û sunnî ye. Di sala 1955-an da li gundê Qayê li parêzgeha kurdî Erzincan ji dayîk bûye û li Izmirê perwerde bûye. Ew di sala 2001-an da yek ji damezrînerên partiya AKP ya îslamî ye û endamê parlamentoyê ye ji ber Izmirê va. Ew di kongireya awarte ya duwem da di 22 gulana 2016-an da wek serokê vê partiyê hate hilbijartin. Piştî destjêberdana Ehmed Davutoglu êdî Bin Ali Yildirim roja 24 Gulanê 2016-an bû serokwezîr.
SMLXL

Wisa tê xuyakirin ku Bin Ali Yildirim, li gor axaftin û daxuyaniyên wî, pir dijminahiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) dike. Ti axaftinên wî yan daxuyaniyên wî yên rojnamevanî derbas nabin bêyî ku bi destên xwe rast û çep lêbixe, wek ku bi sûr şer dike û bi şêwazê axaftina xwe dogmatîk mîna Erdogan dike. Ew van herdu partiyan bi terorê tawanbar dike, wan dixe rêza DAIŞ û li ser pêwîstiya têkbirina wan dişidîne.
Ji demekê heya bi demekê Bin Ali Yildirim diyar dike ku Turkiya rê nade pêkhateka siyasî kurdî li bakurê Sûriyayê pêkwere. Di daxuyaniyeka xwe da roja 4. Cotmehê 2016-an  – li gor Ajansa Anatolyayê – ew piştrast dike ku çalakiya “Zirxê Ferat” li bakurê Sûriyayê dê berdewam be heya ku herêma Babê (li bakur rojhilatê Helebê) ji kesên terorîstên DAIŞ, PYD û YPG paqij dibe, û ku Turkiya amade ye bera PYD û YPG ji Mabokê (Minbicê) jî bide.

Rola ku dewleta Turk dabû kurdê layîk Ismet Inino ew rol bi xwe ye ku niha dane kurdê îslamîst Bin Ali Yildirim. Di dema Ataturk da dewleta Turk layîk bû, hîngê baştir bû ku kurdekî layîk şerê Kurdan bike, û niha dewleta Turk îslamîste, hîngê ji bo wan baştire ku kurdekî îslamîst şerê Kurdan bike.

Rastî ewe ku Bin Ali Yildirim bi rola ku dane wî bi temamî radibe. Bi serpereştiya wî niha Turkiya êrişên hovane dibe ser şervanên Kurd û ser gelek bajarên Kurdan li bakurê Kurdistanê. Û bi serpereştiya wî şerê partiya HDP jî tê kirin û şaredariyên bajar û bajarokên Kurdan ji dest wan tên girtin, û dezgehên ragihandinê têne bend û qedexekirin. Bi serpereştiya Bin Ali Yildirim Turkiya bakurê Sûriyayê (rojavayê Kurdistanê) talan dike, daku ti pêkhateka siyasî kurdî li wir pêkneyê.

Eve siyaseta (Kurd bi Kurd bikuje). Ev siyaset dewleta Îranê jî li rojhilatê Kurdistanê bi karanî, dewleta Turkiyê li bakurê Kurdistanê bi karanî, û dewleta Îraqe jî li başûrî Kurdistanê bi karanî. Niha jî pir ked û bizavên germ hene ku Turkiya û hevalbendên wê ji Baath-Îslamiyên sûrî, dixwazin li rojavayê Kurdistanê jî pêkbînin.

Helbete em nikarin rê li ber rêveberên dewletên ku Kurdistan dagîr kirine bigirin ew çi siyasetê hildibijêrin. Lê gelo! Ma dem nehatiye ku em bi vê diyardeya (Kurd bi Kurd bikuje) jidil bifikirin? Ma dem nehatiye ku em li bername û nexşeyekê bigerin emê çawa têbikoşin vê nexwaşiya xeternak ji nav xwe rakin?
[1] Zinar Silopî: Ji bo Kurdistan, rûpel 70.
[2] Graham Fowler û hinên din: Doza kurdî li Turkiya yê, rûpel 19.
[3] Jonathan Randal: Neteweyek di şerpezebûnê da, rûpel 342

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev