Meseleyeke êzdiyan bi kurdayetiyê re tune, mesele çanda olî ya îslamê ye

Meseleyeke êzdiyan bi kurdayetiyê re tune, mesele çanda olî ya îslamê ye
Ali Gurdilî
Hema ez ê gotina xwe di serî de bibêjim û wisa jî berdewam bikim. Di vê meseleyê de êzdî xwe çawa hîs bikin û binasînin, ew ew in. Ev mesele divê ji êzdiyan re were hiştin û mafê ti kesî tune ku rabe li ser vê meseleyê zilm û zorê li êzdiyan bike.
Lewre heta ku em xwe nêxin dewsa êzdiyan, bi hemhestyarî tevnegerin û jana wan, trajediya wan wekî a xwe hîsnekin, em nikarin meseleyê fam bikin. Qeneeta min ev e.
Bi milyonan kurdên misilman, îro bi rihetî û beyî ku şerm bikin dibêjin, em ne kurd in û kurdayetî jî, qet ne xema wan e. Seba çi kes kurdayetiya wan minaqeşe nake? Gelo ma ev meseleya kurdayetiyê, tenê ketiye sitûyê êzdiyan ku bêrawest ev pirs ji êzdiyan tê kirin?!!
Tirs û xofa êzdiyan ew e ku di nav çanda ola îslamê de bihelin û tune bibin. Ji xwe heke ku rewş a wisa berdewam bike, îmkan tune ku êzdî wekî komele, wekî civakek zindî xwe biparêzin.
Meseleyeke êzdiyan bi kurdayetiyê re tune, mesele çanda olî ya îslamê ye ku mafê jiyanê nade êzdiyan. Gelo hûn çima fam nakin?
Ji alîyê redaksyona Riataza da:
Xwendevanên delal, zêde ji kesên ku dibêjin em êzdî ne û ne kurd in, aciz nebin. Ewana bi kurdî dipeyivin, bi kurdî distirên, bi kurdî direqisin, bi kurdî dijîn, xewnên xwe bi kurdî dibînin. Kêdera wan ne kurd e? Ji wan kesan bitirsin, ku dibêjin em kurd in, lê bi tirkî distirên, bi tirkî direqisin, bi tirkî dijîn, xewnên xwe bi tirkî dibînin. Kêdera wan kurd e?

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev