Xaylaza Reşîd

Xaylaza Reşîd
Du helbest ji helbestvana me a delal Xaylaza Reşîd, ku bi zimanê kurdî yê xweş, kurdeyatîya paqij û hisreta di hindava welatê kal û bavan va dagirtî ye.
Erê şevê
Erê şevê
Çi incûzî,
Ker û gêjî,
Kerr û lalî,
Ne hevalî,
Her xeyalî,
Te hat danî
Li hewşa min,
Te tarî kir,
Ev konê min,
Te heyveron,
Kir e çira min,
Te dîsa derd
Kirin e bîra min,
De wer,
Bivîne tu halê min
Ka tu,
Çi tînî li serê min…
Eh çi bêjim,
Te ne zar e,
Ne ziman e,
Te ne erd e,
Ne esman e,
Te ne dem e,
Ne dewran e,
Te çi xem e?
Te ne aş e,
Ne aşvan e,
Te ne şivan e,
Ne jî gavan e,
Ka bêje ka, ez, kê te me ?…
Te ewqas
Canikê mîna min,
Bê xew kirin,
Bê kes kirin,
Ji xwe re birin,
Binax kirin…
Silavek ji dil
Min silavek ji te kir
Silaveke pir bi dil
Te silavam hilneda
Kirime nav êgir da.
Bûme dendika jehrê
Min jibîr kir sozê berê
Bûm zerîya nes û har
Min çiya-banî anî xwar.
Bê ka çi bû ew silav
Ku hinavêm kir alav
Rondik ji çeva rijyan
Xewê şeva min reviyan.
Hêsirê min bûne lewî
Bûme êtîm û sêwî
Mam bê guman, bê hêvî
Ketime çola, bûm rêwî.
Ka bê çi bû ew silav
Şewitandim wek alav
Hêsir çevê min pekand
Xewê şeva min revand.
Bê ka çibû ew silav.

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev