Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

HEKÎMÊ KURMANCÎ, DERMANÊ KURMANCÎ

HEKÎMÊ KURMANCÎ, DERMANÊ KURMANCÎ

Zeynelabidîn Zinar, lêkolîner

Berî derketina bizişk û nexweşxaneyan, li Kurdistanê dema yek nexweş diket an birîndar dibû, bizişkên ku ew derman dikirin ji wan re digotin HEKÎMÊ KURMANCÎ û dermanên ku bi kar dianîn jî, ji wan re digotin DERMANÊ KURMANCÎ.

Piraniya wan dermanên kurmancî, ji giyayên çolê dihatin çêkirin. Lê hinek derman jî, ji çermê hin cûre sewal û ajalan çêdibûn. Tiştên wek eyarê mirîşkê, eyarê kîvroşkê, eyarê jijû, eyarê berxê û hwd.

Ew giyayên ku derman ji wan dihate çêkirin jî, tiştê ku tê bîra min KARÎ, GÛRIZ, HÎRO, GÛLIK, PELEWÊZ, TIRŞOK, MEYREMXUR û hwd. bûn.

Carekê bizişkekî Îtalî li Nexweşxaneya Xaça Sor a Stockholmê gote min:

– Li Bakûrê Kurdistanê, xasma li çiyayên Tore gelek bwêrkên (nebat) dermanan hene ku bi hezarê salan berê hatine bikaranîn. Eger meriv karibe xwe bigehîne wê herêmê, bi mercê ku meriv wan giyayan nasbike, meriv dikare sûdeke mezin ji wan werbigire.

Îcar bi umîda ku ciwanên me ji kal û pîrên li gundan bipirsin û wêneyê wan giyayên dermanan bigirin û navê wan ê ku di nava xelkê de tê zanîn binivîsin, wê xizmeteke mezin be.

Ez carekê bûbûm dîdevan ku jinek ji Zaxoyê bi nexweşiya penceşêrê ketibû. Malxweyê wê ew biribû Bexdadê û bizîşkan hêvîya başkirinê tê de nedîtibûn. Piştre hekîmekî Kurmancî ji herêma Hekariyayê dema ew jinik bi dermanê Kurmancî derman kiriye, heta heftiyekê xwîn vereşiyaye û piştre ji penceşêrê filitiye, 15 sal jiyaye û piştre bi fermana Xwedê miriye.

Hêvîdar im ku ciwanên me li ser van babetan lêkolînên xwe berdewam bikin û navê wan dermanan bipeyitînin, digel wêneyên wan jî bikin malê mêjû. Ha xizmeta herî mezin ev e ku bête kirin.

Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev