Niştecihên Mûsilê ji 3’an yek kurd in

Niştecihên Mûsilê ji 3’an yek kurd in
Dîroknas Dr. Jabar Qadir, derbarê Mûsilê de dibêje, piştî azadbûnê eger Mûsil bibe herêmeke xweser, wê xwedî gelek potansiyeleke mezin be.
Mehmet Salih Bedirxan

BasNûçe – Dîroknas Dr. Jabar Qadir, derbarê Mûsilê de dibêje, piştî azadbûnê eger Mûsilbibe herêmeke xweser wê xwedî gelek potansiyeleke mezin be. Li gor Qadir ku şêniya parêzgeha Mûsilê nêzikî 3 milyon e, ji aliyê cografya û zemînî ve wê ji Kurdistanê jî mezintir be.

Dr. Qadir dibêje, eger Mûsil bibe herêmeke xweser jî wê bibe çend parêzgeh û ji wan wê çend heb kurd bin. Meseleya herî girîng ew e ku kurd li ew deverên kurdi yên di parêzgeha Mûsilê de ne, bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.

Dr. Qadir ku 8 salan li Zaningeha Mûsilê kar kiriye û heremê baş nas dike dibêje, ji 3’an yek rûniştiyên bajarê Mûsilê kurd in û beşeke taxên Mûsilê wek taxên kurdan hatine naskirin. Dr. Qadir balê dikşîne ser aware û koçberên kurdên Mûsilê û dibêje, yek ji encamên vê proseyê wê rewşa van awarayan be.

Dr. Qadir balê dikşîne ser rizgarkirina Mûsilê û dibêjeev yek ji bo Kurdistanê pir girîng e. Li gor Qadir faktora sereke ew e ku metirsiya DAIŞ’ê li ser Kurdistanê nemîne. Heta ku ew DAIŞ li Mûsilê be û bajareke wisa gewre, îmkanên mirovahî, aborî û lojîstîka mezin tê de hebe, ewê gef li Kurdistanê bikin.

Akademîsyen Dr. Jabar Qadir, derbarê rewşa Mûsilê de pirsên BasNûçe’yê bersivandin.

Mûsil îro bûye girêkeke navdewletî. Hemû aktorên sereke yên Rojhilata Navîn û cihanê hewl didin û dixwazin rola wan di rizgarkirina Mûsilê de hebe. Çima ev aktor vê destêwerdanê dikin?

Wekî ku paşxaneyeke dîrokî heye em hemû zanin dema Şerê Yekem ê Cîhanê dema Sykes – Picot di navbera Fransa û Brîtanyayê de ku wê demê ew du hêzên sereke yên kolonyal bûn li deverê li ser Mûsilê gelek danûstandin hebûn. Destpêkê li gor Sykes – Picot bajarê Mûsilê bi piraniya wîlayeta Mûsilê ji bo Fransa hatibû terxankirin. Piştî ku Brîtanya karîbû ji destê Fransa derxe, li hemberî ku Fransa bibe dewleteke xwedî maf li Sûriye û Libnanê. Îro ne Brîtanya ne jî Fransa li wê deverê hêzên sereke ne. Rûsya û Amerîka sereke ne û hevpeymanê her yek ji wan jî hene. Mînak hêzên bi Rûsya re hene, Îran e. Hêzên bi Amerîka re hene, yek jê Tirkiye ye û li ser vê meselê di navbera wan û welatên Rojava de pir caran axaftinên tund tên kirin. Lê herkes dizane Tirkiye di çarçoveya sîstema NATO û Rojava de ye. Bixwaze nexwaze ew proseyeke dûr û dirêj e. Piştî 50 salan ku bûye beşek ji sîstema NATO’yê îro eger bixwaze ew nikare derkeve.

Aktor Îran û Tirkiye ne. Nakokiyên sereke çi ne?

Aliyê sereke milmilaniyên îro ne nakokî di navbera Îran û Tirkiye de heye. Îran dixwaze wîlayeta Mûsil bi rêya hinek derên ku Mûsilê ew bigihê Sûriyê. Ji başûrê İraqê û Îran dikare bigihê Sûriye lê ew deverên ku Îran dikare bi dest bixe ew hemû sûnne yên Sûriyê ne û ew li hemberê Îranê ne. Lê ji bakurê Sûriyê ji bo Îran deriyeke mimkûn e ku derkeve ku ew bikaribe li hûndirê Mûsilê û ji wî jî girîngtir Telafer e. Telefer ku em dizanin berê piraniya rûniştvanên wan tirkmenên şîe bûn. Îro hinek ji aliyê demografiyê ve hatiye guhertin.Lê ew dixwazin behsa Heşdî Şabî ku tê kirin ku divê di Mûsilê de rol bigrin. Ez bawer dikim hejmareke zehf ji wan ew kesen ji parêzgera Mûsilê bi xwe şîe ne. Wekî tirkmenan, wekî şebekan û hwd. Ez dibînim ku îro Tirkiye bi wî rengî helwest digre. Ez bawer dikim curek şertiyetê ji ereban girtiye. Ji jêr ve bi nehênî bi Erebistana Siûdî, weke Urdun û çend dewletên erebî jî alîkarên Tirkiyeyê ne, lê ew nikarin vekirî bêjin em dixwazin Tirkiye di devera Mûsilê de cîh bigre. Yanî ew li jêr perde ye ku sûnne li İraqê li hember gef û metirsiyeke mezin de ne. Ji aliyê şîeyên İraqê û Îran jî di piştî wan de ye. Tenê dewletek dikare roleke girîng ji wê deverê re bigre ew jî Tirkiye ye. Ji ber wê yekê em dibînin Tirkiye bi wî rengî helwest digre û dibêje; “ez ê beşdar bibim. Dewleta İraqê dixwaze naxwaze, çi dibêje nabêje ez ê beşdar bibim.”

Ev alozî ber bi ku ve diçe?

Mimkûn e Amerîka jî bi rengekî pir dijî wê nebe. Herçend ew dizane pirsgirêk aloz dibe. Yanî îro em behsa faktoreke din jî dikin. Ew jî hebûna PKK’ê ya li Şengalê ew jî dixwazin beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibin. Hebûna wan ya li Şengalê, hebûna wan li Maxmûr û li derdora Kerkûkê û ew têkiliyên ku tên behskirin bi Haşdî Şabî re çêbûye, ew hemû wisa dikin ku yanî aloziyên dorûberên Mûsilê aloziyeke ne tenê ya hundirê İraqê, ne tenê ya herêmê ye ya dewletên Îran û Tirkiye belkî, rehendeke cihanê jî digre nava xwe. Yanî her kesek jî ji bo xwe sedemên wê hene.

Sedemên van aktoran çi ne?

Mînak em behsa navbera İraq û Tirkiyeyê bikin hinek rêkeftinên emnî hene di dema Sedam de ku bi Tirkiyeyê re çêbûye. Sala 1978 heta 1982 ku wê demê rejîma İraqê rê da li gor rêkeftinê ku her yek ji wan dewletan dikare bikeve hundirê axa wî welatî heta 30 km ji bo yanî serkûtkirina tevgerên azadîxwaziya Kurdistanê ve çi ji aliyê Tirkiye be yan ji aliyê Başûrê Kurdistanê be. Çi Bakur be, çi jî Başûr be, lê pratîk ew bû tenê spayê Tirkiyê diket hundirê İraqê. Ew di salên 80’an de qewimî, di salê 90’an de zêdetir bû. Hikûmeta İraqê û Parlementoya İraqê nikaribû vê nefikirîna ku wê demê di navbera Sedam û Tirkiyeyê de çêbûne, hilweşînin. Yanî wekî bêjin di qanûnên navdewletî, di têkeliyên navdewletî ya heta îro jî kargeriya wan heye û Tirkiye dikare wê weke belgeyeke bi kar bîne. Belgeyên dîrokî hene û qanûnî hene. Tirkiye dikare bêje; ‘rêkeftinên di navbera me û İraqê de hene ez li gorî wan tevdigerim.’ Mimkûn e di sedeya 20’an de ji 20-30 îttîfaqên emnî di navbera İraq û Tirkiyeyê de çêbibûn. Xalê sereke ew e ku her du dewlet dikarin alîkariya hevûdin bikin li hemberên ew kesên ku di deverên sînorî de aloziyan çêdikin. Herkes jî dizane di deverên sînorî de wî alî an aliyê din dikarin problem çêbikin. Hikûmeta İraqê di fikreke wisa de bû ku bikare di dahatûyê de wê peyman û rêkeftinên di navbera wan û Tirkiyeyê de hene li hemberî Herêma Kurdistanê de bikarbîne. Lê îro em dibînin ew li hemberê wan hatiye bikaranîn.

Ew qeyran wisa berdewam bike rayedarên Heşdî Şebî gefan li Tirkiyeyê dixwin. Hem rayedarên Tirkiyeyê hem jî yê İraqê bi gotinên tund bersivan didin hevdû. Mimkûn e şerek dest pê bike ?

Mimkûn e, Heşdî Şebî û hinek rêxistinên wan hene ku hikûmet jî nikare wan kontrol bike û hinek ji wan dîrek girêdayî Îran an jî Hîzbûllahê ne. Bi taybetî jî bikaribin hinek ji wan rêxistinan Hîzbûllah û wan ê din bên wê deverê. Ew dikarin hinek êrişan bikin. Li hemberî sipahê Tirkiyê, lê ez bawer dikim hêzên İraqî çi sipahî bin, çi jî Heşdî Şebî bin ku bikaribin demeke dirêj xwe bigrin. Lê ew dikarin êriş bikin û hinek operasyonên gerîllayî çêbikin û ziyanê bidin Tirkiyeyê. Lê wekî dewletan li hemberê hevûdin şer nakin, ne DYA rê dide wê, ne jî rewşa İraqê dest nade ku li hemberî Tirkiyê şer bike. Lê ew qebûl jî nake, ew dixwaze li riya Encûmena Asayîşê, li riya şerê DYA’yê û li piştî perdê, li aliyeke dîplomasiyê kar tên kirin ku ew cureyeke koordînekirin û hemahengiyek kirin ku tiştek wisa rû nede. Lê ew rewş pir aloz e û ez bawer dikim mimkûn e tesîrê li ser hinek paşvexistina operasyona azadkirina Mûsilê jî bike.

Operasyona Mûsilê wisa xuya ye ku ji bo RHK’ê jî gelek girîng e û rayedarên Pêşmerge dibêjin em li ser rê ne, me hemû amadekariyan kirine. Girîngiya rizgarkirina Mûsilê ji Kurdistanê re çi ye ?

Rizgarkirina Mûsilê ji Kurdistanê re pir girîng e. Yanî faktorê sereke ew e ku metirsiya DAIŞ’ê li ser Kurdistanê nemîne. Heta ku ew DAIŞ li Mûsilê be û bajareke wisa gewre, îmkanên mirovahî, aborî, lojîstîk mezin tê de heye. Ew karên ku têde tên kirin û gef li Kurdistanê dike. Ew pirsa yekemîn e. Pirsa duyemîn ew e ku pir deverên Başûrê Kurdistanê di demên cuda de kiribûn beşek ji parêzgeha Mûsilê. Yanî Şengal, Zûmar, Şêxan bigre hinek ji wan ji sala 1991’an de rizgar bûn, hinek di sala 2003’an de rizgar bûn. Mînak rejîm li Akrê ye, Akrê bi fermî li ser Mûsilê ye. Mexmûr ji sala 1998’an de bi Mûsilê ve hatiye girêdan. Di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ye lê weke qanûn weke îdare bi fermî aîdê Mûsilê ye. Deverên Kurdistanî ku em nav lê nakin ku deverên kêşe li ser hene, deverên Kurdistanî li derveyê herêmê sahayeke pir mezin e. Bi taybetî li aliyê Mûsilê, ji ber wê yeke herkes dema behsa Mûsilê bike zane ji pênc aliyan bi xwe ku şer lê tên kirin di bin kontrola Pêşmerge de ye. Mînak ew hinek hêz ku ji bo Geyarê hatin destpêkê de hatin Mexmûrê. Ew beşeke ku behs li ser wê derket ku hinek hêzên Heşdî Şebî çûne aliyê Şêxan ji bo amedekariya Mûsilê. Ji ber wê yekê jî Mûsil pir girîng e ji bo Kurdistanê.

Ew ê çarenivîsa Mûsilê çi be?

Îro beşek ji gelên Mûsilê, berpirsên siyasî ên Mûsilê behsa wê dikin ku Mûsil bibe herêmekê û weke herêmeke potansiyela wî jî heye. Mînak ew kesên ku li parêzgeha Mûsilê dijîn nêzikî 3 milyon kes in. Ji aliyê cografya û zemînî ve ji Kurdistanê jî mezintir dibe. Ew pirsek e û pirseke din a sereke ew e ku kurd behs dikin. Eger Mûsil bibe herêmeke jî bibe çend parêzgeh jî wê çend parêzgeh kurd bin. Meseleya herî girîng ew e ku kurd li ew deverên kurdi yên di parêzgeha Mûsilê de ne bibin beşek ji Herêma Kurdistanê.

Ez bi xwe 8 salan li Mûsilê mame û li Zaningeha Mûsilê min kar kiriye. Mûsilê baş nas dikim. Ez dizanim pêkhata rûniştî ye. Eger rewşeke normal li Mûsilê hebe û mirovên kurd bi azadî karibûna xwe îfade bikirana û karîbûna bigotana ez kurd im. Ez bawer dikim hema mimkûn e ji 3’an yek rûniştiyên bajarê Mûsilê kurd in. Beşeke taxên Mûsilê wek taxên kurdan hatine naskirin. Vegera kurdên ku hemû beşeke ji wan reviyane aliyê Duhok û Akrê wan deveran û beşek ku li wir mabin nikarin xwe îfade bikin û bêjin em kurd in. Di rewşeke pir xirab de dijîn. Rizgarkirina Mûsilê beşek ji mafên ew kurdên ku belengaz bûne aware bûne ew jî faktorek girîng e.

Hin rayedarên RHK’ê dibêjin ew li gel Bexdayê rêkeftine ku cihên kurdan vegerin ser herêmê. Ew herêm kîjan in ? Sînorên sirûştî yê Kurdistanê kîjan devera Mûsilê ye?

Ew axaftinên ku wisa dibêjin ti belgeyek wan tune. Sibê rayedarên İraqê wê bêjin ‘min tiştek wisa nekiriye.’ Ew kurd bi xwe di salê 2005’an de li gor destûra İraqê xalek çêkirine ew jî madeya 140’ê ku dibêje “ew pirsên hemû deverên Kurdistanî li derveyî Herêma Kurdistanê ne wê li gor madeya 140 bên cîhbicîhkirin.” Ev yek zêdetirî 10 salan e nehatiye bicîhkirin. Ew axaftina kesan cîddî nîne û Hikûmeta İraqê heta ku kare wan deveran nade. Berî çend rojan di Parlemena İraqê de biryar derkevin behsa ku ew jî qebûl nakin ku mesela parêzgeha Mûsilê ku pir mezin e bibe çend parêzgeh. Deverên ku Mertela, Hemdaniye, Tilkeyfê îro ku beşeke ji wan rûniştiyê wê derê xirîstiyan in, beşeke wan êzdî ne, beşeke wan şebek in ew zêdetir behsa tiştekî din dikin. Behsa ku ew dikin parêzgeheke taybet ji bo wan ’dibêjin Deşta Mûsilê dixwazin ji bo xrîstiyanan bibe parêzgehek.’ Ew meseleyek e. Mimkûn e di destpêkê de wek parêzgeha ew dever çêbibin. Lê piştî ew ê bixwazin çimkî ji bo wan derketiye ku ew tenê dikarin bi asayiş di hundirê Kurdistanê de bimînin. Mimkûn e piştî merheleyeke ku bêjin, ‘em dixwazin bibin beşek ji Kurdistanê.’ Ew deverên din mînak Şengal, daxwaziya kurdan ew e ku Şengal bibe parêzgehek. Weke Duhok, Silêmaniye, Kerkûk, Hewlerê bibe parêzgehek. Rewşa Telafer ez nizanim çimkî zêdetir ew weke min got tirkmenên şîe ne û hinek problema wan heye ku bikevin hundirê kurdan. Lê ew ji deverên şîe pir dûr in û der û dorê wan ji bo wan jî metirsîdar e. Weke di karesata Şengal û Telafer de jî derket ew erebên ku ji bo erebkirina navçeyê anîbûn wan deran ew hemû malên wan talan kirin ew jî pir zehmet e bi hev re jiyan bikin. Ji ber wê yekê ez bawer dikim ew problemên serekî 10 salên din jî berdewam be û çareserî di rewşa îro ya İraqê de kes li benda çareseriyê namîne.

Girîngiya Mûsilê ji bo erebên sûnne çi ye?

Mûsil wek navendeke girîng a nasyonalîzma erebî û aliyeke din jî navendeke girînge ji hêzên misliman re weke Îxvan el Mislimîn. Damazrînerê Îxvan el Mislimîn ji Mûsilê bûn. Hêzên herî sereke yê Îxvanê ji Mûsilê bûn. Navenda Mûsilê weke navenda nasyonalîzma erebî bi taybetî nasîrîzîm pir bi hêz e. Îro hinek nûnerên wan li gel Tirkiye rêkeftinek çêkirine ku ew jî dixwazin bibin herêmek û ew dixwazin bi ve riyê re têkiliyeke baş bi Tirkiyê re hebe weke pêwendiya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê. Dibêjin; ‘mûşterekên me û Tirkiyê pir zêdetir e û li aliyê me jî petrol heye, gaz heye, hemû tişt hene û em dikarin deriyekî vekin ji Tirkiye re. Tirkiyê difikire bi rêyeke din jî bikeve nav me. Ne tenê ji aliyê DAIŞ’ê de, ji aliyê Telaferê de jî dikare.’ Tişteke din jî di destê Tirkiyê de heye ew jî ew e ku dibêje ’PKK li wê derê heye û PKK dixwaze beşdarê operasyonê bibe êdî divê ez li wir bim û biryarê bigrim.’

Li dinyayê dîsponsîneyeke mezin heye piştî rizgarkirina Mûsilê. Berpirsên Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê herdem behsa wê dike ku dibê rêkeftina siyasî li ser rêvebirina Mûsilê hebe berî operasyon destpê bike. Îro em dibînin beriya operasyon destpê bike problem derketine. Piştî operasyonê her beşekî bikeve bin sipahê İraqê, ez baş dibînim ku rayedarên Kurdistanê her dem dibêjin; ‘Pêşmerge nakeve nav bajêr’ ez wê meseleyê dirust dibînim.

Di sala 2014’an beriya ku DAIŞ Mûsilê dagirbike amadekariya referandûma serxwebûnê dihatin kirin. Piştî DAIŞ’ê ew prose hatiye taloqkirin û qeyraneke siyasî jî niha li herêmê heye. Eger Mûsil bê rizgarkirin mimkûn e Kurdistan wê proseyê bi encam bike?

Ez bawer dikim proseya rizgarkirina Mûsilê û proseya asayîbûna rewşa Mûsil û vegera awareyan e. Dem dixwaze, bawer dikim vê carê jî têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûne weke fersendekê ye. Ez ne di wê baweriyê de me ku careke din bikaribin bi hev re danûstendinê bikin federasyonê yan konfederasyonê ava bikin. Di encamê de divê kurd dewleta xwe çêbikin. Wekî din tu çare tune ye. Îro ew tiştên ku dibêjin kurdan erebên şîe an jî bi erebên sunne girêbidin pir kêm bûne. Çend nifşên li Kurdistanê mezin bûne ereb tenê weke turîst û wekî aware dîtine. Têkiliya kurdan bi wan re nema ye û ne jî zimanê wan zanin. Di rewşeke wiha piştî 15 -20 salan êdî li Kurdistanê mimkûn e keseke nemîne bi erebî biaxive. Ji ber wê yekê ez bawer dikim ev proseya dewletbûn, serxwebûn proseyeke mimkûn e. Di rewşa îro ku nakokiyên di navbera hêzên siyasî de hene mimkûn e. Rewşa aborî ne amade be, weke bingehên esasî ji bo çêkirina dewletê rewşa aloz a herêmê heye û rewşa di navbera kurdan de mimkûn e ku îro musaîd nebe lê ew nayê wê wateyê ku ew ji rojevê derdikeve. Mimkûn e ji bo demeke paşve bê xistin û di rewşeke baştir be.

Ez bawer dikim di hemû haletê de rizgarkirina Mûsilê dibe destpêkek ji bo demeke nû di têkiliyên di hundirê İraqê de. Êdî careke din Hikûmeta Bexdayê nikare Mûsilê weke berê îdare bike. Nikarê ew deverên sunne jî îdare bike. Êdî roj bi roj heya ku ew dewletên mezin behsa yekîtiya İraqê dikin, lê ew beriya herkesî dizanin ku tişteke bi wî navê nemaye.

DAIŞ şikestinê li Mûsilê bixwe wê bi dawî bibe? Ew ê ji DAIŞ’ê re proseyeke çawa destpê bike?

DAIŞ li Mûsilê dorpêç kiriye. Ew weke hêzeke nikare derkeve. DAIŞ weke xelkên ku direvin dikare derkeve. Di wê rewşê de ew nikare êriş jî bike. Mimkûn e tiştên din bike, ew karên xwe teqandin, ew karên ku otomobîlan biteqînîn êrişên terorîstî bikin. Lê weke hêzeke weke berê bikaribin êriş bibin ser Kurdistanê an Bexdayê ew nikarin. Ez bawer dikim behsa Tirkiye di hewleke wisa de ye ku rê ji DAIŞ’ê re bê vekirin û bê şer ji Mûsilê derkevin. Ez bawer dikim ew çênabe, DAIŞ jî bajareke mezin wek Mûsilê bi wî rengê mimkûn e bernede. Rêyek wan heye ku ber bi Reqayê de biçin lê em nizanin di dema li Mûsilê deşer destpê bike wê êrişeke li ser Reqayê çêbibe an nabe ew yek. Tenê rêya wan Cezîre ye, ku karibin ji wê derê birevin. Hinek ji wan dikarin bigihijin Reqayê, hinek ji wan dikarin bigihijin dereke din ew problem e û hemû dewletên Ewropa û DYA jî lê difikirin. Ew wisa ye yanî ew cihê ku wan li ku kom dike, ew cihên ji wan wêran bûn ew ê jî belav bibin. Dema belav bûn dikarin herin her dere, hinek ji wan bizivirin welatên xwe mînak wek Erebistana Siûdî, weke Urdun, weke dewletên Ewropayê metirsiya herî mezin ew e.

(M.K)

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev