Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Nûçeyên dawî ji Jar Jan Dilpolo taybet ji bo malpera me

Barzanî bibandortirîn kesê dinyayê yê vê hefteyê ye

Televizyona NTV ya Almanî Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî wekî ”Bibandortirîn kesê dinyayê yê vê hefteyê” hilbijart.

Televizyon her wiha li ser Barzanî û serkeftina Pêşmergeyên Kurdistanê analîz-gotareke berfireh nivîsandîye.

Nivîs ji hêla Von Wolfram Weimer bi sernavê ”Bibandortirîn kesê hefteyê Mesûd Barzanî” hatiye nivîsandin. Di nivîsarê de hatiye gotin ku rola Barzanî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de gelekî mezin û girîng e, lewre jî vê hefteyê ew hatiye hilbijartin.

NTV ya Almanî her hefte kesekî yan kesekê wekî ”bandortirîn kesê/a dinyayê hildibijêre û li ser dinivîse.

Di nivîsê de hatiye gotin ku operasyona Mûsilê bi fermana Barzanî destpê kiriye û hindik maye ku Daiş duyemîn bajarê herî mezin yê Îraqê bi tekoşîna Pêşmergeyên Kurd winda bike.

Di nivîsa televizyona navdar de wiha hatiye nivîsandin: “Divê em hemû spasiya kurdan bikin. Ji niha û pêve wê dinya nikaribe li dijî serxwebûna wan derkeve.”

NTV diyar kiriye ku hêzên Pêşmerge bi hêz û qeweteke mezin kar dike, bi pêş dikeve û tevahiya kontrola riya Mûsil-Hewlêrê ketiye destê pêşmerge.

Di nivîsê de her wiha hatiye gotin ku hêza herî bibandor li dijî terora Daişê, Pêşmerge ye û ji bilî têkoşîna bi terorê re, armanceke din a kurdan heye ew jî dewleteke serxwebûn e.

NTV di nivîsarê de her wiha cih daye gotina pêşmergeyekî ku li ber kameraya televizyona BBC-yê gotibû: “Dibe ku ez di vî şerî de şehîd bikevim. Lê dilê min rehet e. Çimkî ez xizmeta miletê xwe bikim.”

Daiş êrîşê Kerkûkê kir, herî kêm 19 kes hatin kuştin

SLXLM
 
Daişê piştî ku şikestinên giran li derdora Mûsilê xwar, bi endamên xwe yên veşarî li nava Kerkûkê çalakiyên xwekujî pêk anî.

Di gelek êrîşên Daişê de li nava bajêr herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest dane. Li hinek deveran şerên di navbera Daişî û pêşmergeyan de şer û pevçûn berdewam dikin.

Li gorî saloxdayîn û agahiyên rayedarên ewlekariya Kerkûkê, terorîstên Daişê êrîş birin ser avahiyên hikûmetê û santrala elektrîkê.

Tê ragihandin ku heta niha 6 polîs şehîd bûne û herî kêm 13 kes jiyana xwe ji dest dane. Dîsa li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 12 çekdarên Daişê jî hatine kuştin.

Di êrîşan de Midûrê Televizyona Turkmeneliyê Ahmet Necmettîn Hançeroglu jî jiyana xwe ji dest da.

Malpera Amakê ku bi ser Daişê ve ye diyar kir ku çalakî û êrîş ji hêla Daişê ve hatine kirin.

Li gorî televizyonên Rûdaw û Kurdistan 24-ê şer û pevçûn di hinek avahiyan de berdewam dikin.

Li Kerkûkê rewşa awarte hate îlankirin û ji ber ku mizgeft girtî ne, nimêja înê jî hate betalkirin.

Midûrê Emniyeta Kerkûkê General Serhed Qadir diyar kir ku şane û hucreyên razayî ev êrîş pêk anîne.

Li hêla din Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm diyar kir ku pêşmerge û timen antî-terorên Kurdistanê kontrola bajêr bi tevahî xistine destê xwe û ewê çend kesên mayî ku niha di avahiyan de xwe veşartine, bêbandor bikin.

Necmedîn Kerîm daxuyanî da Televizyona Rûdawê û got ku Daiş ji ber operasyona mûsilê dixwaze balê bikişîne ser Kerkûkê. Li gorî Kerîm ji ber ku Daiş di sere Mûsilê de derbeyên giran ji pêşmerge dixwe, berê xwe dide çalakiyên wiha.

Carter: Tirkiye û Îraq ser pirsa Mûsilê li hev kir 

SLXLM
 

Wezîrê Parastinê Yê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê Ashton Carter got ku Enqere û Bexda li hev kirine ku Tirkiye jî beşdarî operasyona Mûsilê bibe.

Carter serdana Tirkiyê kir û bi Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim û Wezîrê Tirkiyê Yê Parastinê Fîkrî Işik re civiya.

Ashton Carter piştî hevdîtina bi Serokomar Erdogan re axivî û got: “Ji bo beşdariya Tirkiyê bo operasyona Mûsilê, divê teqez erêkirina Hikûmeta Îraqê hebe.

Tirkiye dixwaze ku di operasyona Îraqê de cih bigire. Lê Îraq bi tûndî li dijî vê daxwaza Tirkiyê ye. Li hêla din li ser Baregeha Başîkayê ku leşkerên tirk tê de ne navbera Tirkiye û Îraqê ne baş e.

Rayedarê Îraqê: Me û Tirkiyê li ser Mûsilê li hev nekiriye

SLXLM
 

Rayedarekî Hikûmeta Îraqê daxuyaniya Wezîrê Parastinê Yê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê Ashton Carter red kir û got ku wan û Tirkiyê li ser operasyona Mûsilê li hev nekiriye.

Rayedarê ku bi şertê navê wî eşkere nekin daxuyanî da BBC-yê got ku ew naxwazin Tirkiye bi tu awayî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.

Tirkiye bi rojan e diyar dike ku ew dixwaze beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe, lê Hikûmeta Îraqê li dijî vê daxwazê derdikeve.

Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî jî diyar kiribû ku ji bo Tirkiye beşdarî şer bibe divê destûrê ji Îraqê bistîne.

Rayedarê Îraqî daxuyanî da Televizyona BBC-yê û wiha got: “Di rizgarkirina Mûsilê de tu bar nakeve ser mile Tirkiyê. Daxwaza me ji Tirkiyê ew e ku li dijî Daişê li kêleka me bisekine. Divê Tirkiye serxwebûna Îraqê binpê neke û hurmetê nîşanî cînartî û dostaniya me bike. Em naxwazin ku Tirkiye yekitiya Mûsilê û yekitiya gelê Îraqê li tu deverê tehdîd bike.”

Rûsya: Em ji êrîşên Tirkiyê yên hewayî biguman in

SLXLM
 

Wezîrê Karên Derve Yê Rûsyayê Sergey Lavrov  diyar kir ku ew ji êrîşên hewayî yên Tirkiyê ku li bakurê Sûriyê dike bi endîşe û guman in.

Lavrov li ser pirsa rojnamegerekî ku Sûriye gotibû ”heke balafirên Tirkiyê asîmanê Sûriyê binpê bike, ewê balefiren wan bixin xwarê” wiha got: “Sûriye welatekî serbixwe ye.”

Artêşa Tirk duh daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku wan li Bakurê Helebê kozik û çeperên YPG-ê bi balafiran bombebaran kiriye û di encama êrîşan de wan ji 160 heta 200 kesan kuştine.

Li ser gotina Lavrov Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku çavê wan ne di ax û welatê tu kesî de ye û bila Rûsya biguman nebe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev