Bakur û Rewşa Kurmancî

Bakur û Rewşa Kurmancî
Welat Agirî

Nivîskarê Kurd yê bi nav û deng birêz Têmûrê Xelîl çend roj berê ser rûpela xwe a feysbûkê weha nivîsî bû:

“Gelo ev bawerîya min çiqas rast e?

Ez hatime ser wê bawerîyê ku li Kurdistana Bakur ew kes bi kurdî dipeyivin, ku tirkîya wan xurt e.

Û ew kurd bi tirkî dipeyivin, ku tirkî rind nizanin.”

Pey vê parvekirina kek Têmûr ji herçar perçê Kurdistanê Kurda jî bersîv dabûn û pêncî zêdetir şîrove hatibûn nivîsandin.

Sedî nod ji wan şîrovegeran bi birêz Têmûrê Xelîl re hemfikir bûn, lê çend heb îstîsna hebûn ku heman fikr û ramanî de nebûn. Ez jî dixwazim derbarê vê mijarê de fikrê xwe bêjim, lê divê beriya parvekirina fikra em bi kurtasî ser rewşa bakur bisekinin.

Îro li Tirkiyê herî kêm 25.000.000 Bakurî (Kurmanc) hene. Ji vî bîst û pênc mîlîonî herî zêde 20.000 bi Kurdi dinvîse û dixwîne. Mixabin 24.980.000 Kurd ji nivîsandin û xwendinê bêpar in. Birastî bo nivîsandin û xwandinê em nikarin kesî sûcdar bikin. Ji ber ku perwerdehî lazim e ku meriv binvîse û bixwîne. Haa hin kes bi xîret û xeyreta xwe derfeta tînin holê, ev tiştekî cuda ye û xazila hemî Kurda weha bikira. Di wêlatên din de dewlet bo perwerdehiya welatiyên xwe berpirsiyar e. Lê yên mînanî me ên bêdewlet ne mafdar in ku tiştekî wisa bixwazin û dema dixwazin jî dewlet pêçiya xwe tixe çavê wan û wan poşman dike berdide. Heya niha Dewleta Tirk derfeteke wisa neda Kurmanca û bawerim bi awayekî hêsanî nade jî.

Niha em derbasî fikrên Kek Têmûrê Xelîl bin. Dibêje ewnê Kurdî diaxivin dinvîsin xwediyê Tirkîyeke xurt in. Nivîskarê Kurd li Tirkiyê najî û malbata wî sed û heyştê sal berê ji Bedlîsê derketine û koçî Ermanîstanê kirine. Lê bi fikrê min Kek Têmûr analîza xwe de ji erdê heta ezman rast e, tû kêmasî jî nîne.

Niha dixwazim ji Bakuriyan bipirsim.

Li Tirkiyê kîjan Kurd xwediyê Tirkiyeke xurt in?

Bersîv hêsan e. Ew kesên ku dibistanên Tirka de xwendine û bi taybetî yên zanîngeh qedandine xwediyê Tirkiyeke xurt in. Û ew kesên ku zanîngeh qedandinde an jî yên aliyê perwerdehiyê de xwe gîhandine asteke bilind îro Kurdî dinvîsin, dixwînin û xwedî derdikevin. Lê wek me go îstîsna hene ku dikarim we re mînakekî bidim ”Yucel Aslan”. Ev nîvîskarê me yî delal bi dû dibistana seretayî xwendina xwe ne domandiye lêbelê îro bo zimanê Kurdî xizmeteke nuwaze dike. Yanî heta vir, gotina me ew e ku yên xwendine xwediyê Tirkiyeke baş in û ewnê Tirkî baş xeberdidin Kurdî jî dixwînin, dinvîsînin.
Nava wan şîrovegera de Brêz Bûbê Eser jî hebû. Kek Bûbê Eser heman fikrî de nîne û dibêje :“Kekê Muradov ev ne tespîteke di cih de ye. Ji ber ku gelek ji siyasetmedarên kurdan li bakurê kurdistanê tirkiya wan gelekî xurt e. Loma jî ew her bi tirkî qise dikin. Ji ber ku ji tirkî hez dikin. Ev jî baweriya min e.Silav”

Lê ez wek vî nivîskarê hêja û qedir giran nafikirim ji ber ku, sîyasetmedar an jî kê dibe bila bibe heke merivek zimanê xwe hez neke ew ne ji wî miletî yê. Eger meriv bi ziman û çand Kurd jiyana xwe bidomîne dibe Kurd. Dema elaqa wî/ê bi edet û zimanê Kurda re tune be, bila hezar carî bêje ez Kurd im, bê wate ye, bê mane ye.

Dibe ku we bîhistibe û yên nebihîstibin jî bila bi kerema xwe lêkolînekê bikin. Li Beloçîstanê jî Kurd hene. Ez bi xwe çûm û min rewşa wan dît. Paşnavê hemûyan Kurd e lê ne Kurdî zanin ne jî wek Kurda dijîn. Êdî bûne Pakîstanî. Mixabin îro li Tirkiyê jî, Kurdên wek ên Beloçîstanê hene û ew ne Kurdin, bûne Tirk ji ber ku Tirkiya wan gellek xurt e.

Heke em dîsa vegerin mijara xwe, dixwazim bêjim ku rewşa ziman ne başe, lehiya asîmîlasyonê zarok û mezin dane ber xwe û ber bi Tirkîtiyê ve dibe.

Divê çarek were dîtin û ev birîna xedar bê derman kirin. Ez bi xwe ji Kurdên derveyî welêt hêvîdar im. Divê zane û rewşenbîrên Kurd werin ba hev û çareseriyek bibînin ku ziman ji mirinê xilas bikin. Kujerê zimanê me Tirkî ye, ya hûn ê kujer bidin sekinandin an jî ziman destê kujer bidin xilaskirin…

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev