Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”
Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhema ji wê rêzenivîsê ya 62 ye. Ev nimûneyên zargotinê yên li jêrê me ji pirtûka nivîskar Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 4 pirtûkên wî yên din ra çap bûye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berheman ji kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî, ku ji vê rêzenivîsê di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Ji nimûneyên zargotina me – 62
Wezîr çawa paşa, jina xwe û hevalên xwe cêribandin
Rojekê wezîrekî padşayekî dibêje, ka ez paşayê xwe, ku ewqas jê ra helal im, jina xwe û hevalên xwe bicêribînim, çika ji wana kê bi min ra helal e.
Ew pezekê di mala hevalê xwe da serjê dike, dike nava sipîçalekê, dike çewalekî, tîne mala xwe û ji jina xwe ra dibêje:
-Jinik, welle, min dijminekî xwe kuştîye, zû bike em veşêrin, ku xelq pê nehese. Miqat be, ku ev gilî ji devê te dernekeve.
Jina wezîr hela di ser da dixeyîde, ku ew dibêje ji kesîkî ra nebêje. Ew dibê:
-Mêrik, xwe ez dijminê serê te nînim, ku ji xelqê ra bêjim?
Ewana selekî tewlê derdixin, dikolin, dikine çal û dîsa sel didine ser. Pêlekê şûnda wezîr bahaneyekê li jina xwe digire, li wê dixe. Jinik dengê xwe nake û rast tê bal padişê û dibêje:
-Padşayî sax be, welle, mêrê min merîk kuştîye, anîye di tewla me da, di bin selekî da kirîye çal.
Padşa qewazê xwe dişîne pey wezîr, wî digrin tînin. Padişa ji wezîr ra dibêje:
-Wezîr, kulfeta te rast dibêje, ku te mêrek kuştîye, anîye di tewla xwe da çal kirîye?
-Rast e, padişa, welle min mêr kuştîye,- wezîr cabê dide.
-Eger wisan e, tu gerekê cezayê bikişînî.
Ew qirarê derdixe, ku wezîr darda bikin.
Sibê bi hazirîya binecîyên bajêr wezîr tînine meydanê, ku darda bikin.
Wextê wezîr tînin, ku darda bikin, ew di bin çavan da li cimaetê dinihêre, texmîn dike, ku ew merîyên wî, ku ewî di wezîrtîya xwe da qet guh nedida wana, niha digirîn, xwe reş-mişot kirine. Lê ew merîyên mayîn, ku ewî wana ser merîyên xwe ra digirt, qet xeman naxun.
Wextê dixwezin kap bavêjine situyê wî, ew ji padişê ra dibêje:
-Padişayî sax be, tu min darda dikî. Hîvîke min ji te heye, ku cinyazê wî merîyê kuştî bînî vira, bira cimaet bibîne.
Paşa dest xwe da qewazên xwe dişîne mala wezîr, qaşo wî “cinyazî“ ji bin selê derdixin, tînin.
Wezîr hîvî dike, ku meyt ji çewêl derxin. Wextê meyt ji çewêl derdixin, dinihêrin, ku dewsa meyt, cendekê pezekê jê derket.
Paşa ji kirina xwe poşman dibe û dibêje:
-Baş e, ev hemû ji bo çi bû, ku te ev yek kiribû?
-Eva gişk bona wê yekê bû, ku min hûn cêribandin,- wezîr dibêje,- ez ewqas sal wezîrê te bûm, em ewqas nêzîkî hev bûn, te ne got, ez bi gotineke jinekê, ew jî ku min bi xwe ne dîtîye, çawa vî mêrikî darda dikim. Jina min, ku ewledê min jê heye, seba sîleyekê ez anîme ber dardakirinê; hevalên min, ku min ew ser merîyên xwe ra digirtin, qet gilîk nedigotin, qet hêsirek ji çavên wan nedihat.
Bona wê yekê jî ez wezîrtîyê ji te ra nakim. Jina wisa û hevalên wisa jî ji min ra ne lazim in.
Ew serê xwe hildide û ji wî şeherî terkeserî dibe, diçe.
Qesabî comerd
Merîk hebû, gelekî ji hespa xwe hiz dikir. Jina mêrik evê yekê texmîn dike û rojekê ji mêrê xwe ra dibêje:
-Mêrik, tu ji min zef hiz dikî, yan hespê xwe?
-Tu gotinên ha çima dibêjî jinik, ez ji te jî hiz dikim, ji hespê xwe jî.
-Gerekê tu min û hespa xwe tevayî bişînî bazarê, çika ez biha têm firotan, yan hespê te.
Mêrik dibê: -Jinik, tiştên wisa şerm e, ezê çawa te bişînime bazarê, xelqê ji min ra çi bêje?
Jinik dibê: -Hergê tu min û hespa xwe tevayî bişînî bazarê, ezê ji te ra jintîyê bikim, yanê na ez jintîyê ji te ra nakim.
Mêrik dibîne, ku jina wî lê bûye qeda, ew gazî xulamê xwe dike û dibêje:
-Kuro, hespa min û jina min tevayî bibe bazarê!
Ew qîmetekî wisa dide ser hespê xwe û jinê, ku tu meriv di ser da neçin. Wextê birinê ew vê temîyê jî li xulam dike:
-Kuro, eger vî qîmetê ha na, hezar qîmetên wisa jî bidine te, tu razî nebî. Êvarê hespa min û jina min careke din vegerîne, bîne.
Xulam jina axê û hespê hildide û berê xwe dide bazarê. Kê tê hespê û jinê bazar dike, wextê buhayê wan dibihên, jê direvin. Wextê merivek tê çev li jinê û bedewîya wê dikeve, hiş û aqilê wî ji sêrî diçe, dibê – bi Xwedê mîlyonekê jî ji bo vê jinê bixwezin, ezê bidim, bikirim.
Mêrik tê nêzîkî xulam dibe, li hespê û kulfetê dinihêre, dibê: -Kuro, tu vê hespê û kulfetê difiroşî?
Xulam dibê: -Erê axa, ez herduyan jî difiroşim.
-Lê qîmetê wan çi ye?
Ew qîmetê axê jê ra gotibû dibêje. Mêrik nemerdîyê nake, ew çiqas pere dixweze, mêrik dijimêre, ku bidê, xulam dibê – ez kulfetê nafiroşim – û dixweze ji wir here. Mêrik ew perên ku ewî xwestibûn, davêje ser, şemaqekê li patika situkura wî dixe û jinikê hildide, dibe.
Axa dinihêre wê xulam hesp di dêst da hat, lê jina wî tune. Ew notila gurekî har li xwe dikeve, qirika xulam digire, dibêje: -Kanê jina min?
Xulam çi hatîye serê wî, ji axê ra dibêje. Ew bi xulam ra tevayî diçine bazarê, pirs-pirsyaran dikin, dibên – welle birê Qesabî Comerd ew kulfeta bir. Axa diçe cem birê Qesabî Comerd, hîvî-reca-dîlekan lê dike, ku jina wî lê vegerîne. Tu lavayên axê cem wî derbaz nabin û ew jina wî nadê.
Axa diçe bal Qesabî Comerd, ber wî gilîyê xwe û birê wî dike. Ew gazî birê xwe dike û dibêje:
-Kuro, ewî ne bi dilê xwe jina xwe anîye bazarê; vê sehetê jina wî merivî bidê, bira here, şerm e.
Birê wî gura wî nake û înkar dike, ku jina wî lê vegerîne. Paşî wê yekê Qesabî Comerd birê xwe dikuje û jina wî didê, paşda dibe.
Axa gelekî ber xwe dikeve, ku mêrik di rûyê kirina wî û jina wî da birê xwe dikuje.
Wextekî axa diçe çarsûyê, lê dinihêre wê kulfetekê û çend zaran difiroşin. Axa yekser jina Qesabî Comerd nas dike. Ewê û zarên wê dikire, tîne mala xwe. Axa gazî jina Qesabî Comerd dike, dibêjê:
-Hûn çima ketine vî halî? Lê Qesabî Comerd kîdarê ye?
Jina Qesabî Comerd digirî, derheqa kesîbîya xwe da ji wî ra qise dike, ku Qesabî Comerd ji şerman serê xwe hildaye û terkeseratî dinyayê bûye.
Axa ji wana ra xanîkî mînanî xanmanê xwe çê dike, mal û hebûnê dide jin û zarên wî, ew weke zarên xwe xwey dike.
Rojekê axa û jina xwe li heywangehê rûniştibûne, lê dinihêrin, ku merîkî belengaz wê hatîye ber heywangehê, ji wana tiştan dixweze, parsê dike. Axa destxweda Qesabî Comerd nas dike, xulamê xwe dişîne pey wî, tînine serê jorîn.
Axa dibê:
-Kesîb, tu mêrê mezin î, çima li nav şeher digerî, parsê dikî. Were cem min, ezê xebateke sivik bidime te.
Qesabî Comerd pê ra qayîl dibe. Ew ji jina xwe ra dibêje: -Jinik, ji me ra nan-xwerinê bîne.
Jin ji wan ra nan, xwerinê tîne, ewana nan dixun. Paşî nanxwerinê axa ji Qesabî Comrd ra dibêje:
-Kesîb, navê te bi xêr?
Ew ji şerman navê xwe nabêje û navekî din li xwe dike, dibê – navê min Çerkez e.
Axa dibê: -Çerkez, lê mal û halê te, jin û zarên te tunene?
Ew ji şerman dibê, ku jin û zarên wî jî tunene.
Axa tîne deste kincên mînanî kincên xwe jê ra dide dirûnê, dişîne himamê, paşî çend rojan jê ra dibêje:
-Çerkez, were em îro herine mala birê min, ewî gazî me kirîye.
Qesabî Comerd pê ra razî dibe, û ewana diçin.
Axa pêşî diçe mala jin û zarên Qesabî Comerd, ji wana ra dibêje, ku hazirîyê bibînin, ez û merivek emê bêne mala we, lê hûn neyên, li rûyê wî merivî nekevin, heta ez nebêjim.
Xulese, wextê ewana tên, nêzîkî wî xanmanî dibin, Qesabî Comerd dinihêre ew dîsa hatin ber derê axê, çimkî ew xanman derem-derem mînanî yê axê hatîye çêkirinê. Wextê diçine hundur, dibînin, ku heta dem û dezgehên di wî da jî notila yên axê ne.
Axa û Qesabî Comerd dixun, vedixun, wextê rabûnê axa dibê – ezê îda herim. Qesabî Comerd jî dixweze here, axa wî çaxî jê ra dibêje:
-Qurba, tê di kuda bêyî, eva îdî mala te ye.
Qesabî Comerd şaş-metel dimîne û dibêje:
-Axa, tu çima li min dikenî? Eger naxwezî, ezê ji cem te herim.
Wî çaxî axa gazî jin û zarên Qesabî Comerd dike û dibêje:
-Qurban, eva jin û zarên te, ev jî mala te.
Ew û jin û zarên wî xwe davêjine hemêza hev, ser hev da digirîn. Qesabî Comerd nizane, ku ew kes ew meriv e, ku bona wî birê xwe kuşt û jina wî paşda vegerand û ji axê ra dibêje:
-Axa, Xwedê hebîne, tu çi meriv î, te bona çi ev merdanî ji min ra kir, ku bira ji birê ra nake?
Wî çaxî axa diçe enîya Qesabî Comerd û dibêje:
-Ez çi jî bikim, hela nîvê kirina te dernayê. Tê bîra te, te seba min û namûsa min birayê xwe kuşt û jina min li min vegerand.
Ewana hêja di ser hev da digirîn û dibine birayên hev yên heta-hetayê.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev