Şerê kurdan heta teslîmbûna Qersê û destpêka şerê li Erzurumê

Şerê kurdan heta teslîmbûna Qersê û destpêka şerê li Erzurumê
Tevgelîya kurda di dema kampanîya pêşin da: ji destpêka şêr heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li der-dorê Erzurumê. Kar û barên me yên dijî kurda di wê demê da -1
Me di 61 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeya 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov emê beşa pêşin a bi sernavê “Tevgelîya kurdan di dema kampanîya pêşin da: ji destpêka şêr heta teslîmbûna Qersê û ji destpêka şerê li der-dorê Erzurumê. Kar û barên me yên dijî kurda di wê demê da” raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Berhemên kurdzanên me – 62

Hukumeta Tirkîyê dema hate bawerkirinê, ku hema bêje temamîya Kurdistanê pişta wî ye û berê ew bi xwe jî di wê yekê da ne bawer bû, planên mezin da ber xwe û pêkanîna wan gerekê biketa ser situyê mîlîsên kurda. Wana biryar da ordîya Anatolîyayê bi kîsî kurdan bidne xurtkirinê û usa hesabê xwe kiribûn, ku tenê jimara desteya Wanê gerekê bighîje heta 60 hezarî. Ortika (kakilê) ewê desteyê gerekê 6 û nîv bêlûkên peya û 2 taxbûrên siyarîya bi 12 topên giran va bûna û hêwirgeha wan jî gerekê li paşalixîya Wanê bûya.

Pêkanîna wan pirsdanîna, ku plan kiribûn daynine li ser desteya Wanê, gerekê bi vî cûreyî bûna: 1) şervanên kurd gerekê dakutana devera Êrîvanê û li wir tevlihevî bikirana, ji bo ku milet serî hilde, bibe xiringêle, bona ku desteya me ya Êrîvanê nikaribe êrîşa xwe bi ciddî bi rê ve bibe, ji ber ku haya tirka rind ji hêza ewê desta me hebû. 2) gerekê rêyên ji devera Êrîvanê heta Wanê biparastana. 3) eger desteya Êrîvanê destpê bikira ji besta Eleşgirê bi êrîş berbi Erzurumê va biçûya, kurda gerekê li ser wê rê hezar û yek asteng çê bikirana.

Serokatîya desteya Wanê dabûne Faîk paşa û ew gerekê bi alîkarîya Ubeydulle (Ubeyd-Ulle, Ebdulle), Seredli Hemze, Mosûlle efendî û gelek şêx û giregirên kurda yên mayîn ew deste amade bikirana. Di wî karî da rola sereke di dest Ubeydulle da bû.

Lê zûtirekê azirû bû (zelal bû, bêlî bû, eyan bû), ku hesabên hukumeta Tirkîyê, ku kurd wê bi her alî piştgirîya wan bikin, wê bi ser ne kevin.

Hela di meha çileya paşin sala 1877a Ubeydulle cîguhastî senceqa Wanê bû û destpê kir ji temamîya paşalixîya Wanê kurd berev kirin, lê gava 9ê nîsanê sala 1877a Faîk paşa hate Wanê, ango 2,5-3 meha piştî hatina Ubeydulle, li wir tu siyarîkî kurda ne dît. Tirka ji bo wî karî gelek firsendên din jî bi kar anîn, wek karmend û zabitên xwe şandin bona kurda berevî ser hev bikin, lê dîsa jî amadekirina desteya Wanê gelek hêdî pêşda diçû û ne serketî bû jî û di nav temamîya dema serokatîya xwe da Faîk paşa tenê karibû jimara desteya xwe bigihîne 11-12 hezara û ji wana jî jimara kurda ji 8-9 hezara derbaztir ne dibû.

Sebebên wê yekê ev bûn: 1) ji berê da li Wanê di wî karî da tivdîra xwe ne dîtibûn (zexîrên xurek, erebên cîguhastinê û yên mayîn hazir ne kiribûn); 2) hukumeta tirka soz dabû, ku wê di wextê da xurek û meaş bide mîlîsan, lê ne bû xweyê sozê xwe; wextekê tirka soz dabûn di mehê da 300 pîastra (weke 18 rûbl) bidne her siyarîkî, lê tu tiştek jî ne dan, ji ber ku di rastîyê da bin destê wan da ewqas pere tunebû jî, ku bidne mîlîsên kurd. Heta eskerên ordîyê jî perên xwe degme (kêm cara) distendin û di nav wan da jî kurd hebûn; 3) qedirê Faîk paşa di nav kurda da qet tunebû. Lazim bû, ku yekî wek Îzmayîl Hekkî paşa hebûya; 4) û ya dawî, ku hema bêje ya here sereke ye: kurd bi lez nediketin cî û warê xwe bihêlin û bigihîjine eskerên tirka, ew jî wî çaxî, ku şer hela destpê ne bûbû û hêvîya ku wê bikaribin talan bikin jî, tunebû. Ew deste dûrî sînorên rûsa dihate amadekirinê, ji ber wê jî kurda nikaribû bavîta ser talanên xelkê, ji ber ku eskerên ordîyê li wan deran bûn û li ber daxazên kurda, ku xelqê bişêlînin, dibûne asteng. Ew kurdên ku berevî Wanê bûbûn, nikaribûn demeke dirêj (dema amadekirina desteyê) xwe û hespên xwe têr bikin, ji ber ku wek me berê jî gotibû, hukumeta tirka derheqa zaxîrên xurek da qet ne fikirîbû.

Faîk paşa ketibû di nav rewşeke giran da. Ew yek ji wê têlêgrama wî xuya dibe, ku ewî ji Muxtar paşa ra şandibû û ew têlêgram di mehkema Faîk paşa da hatibû xwendin. Mehkeme jî ji bo wê yekê dihate derbazkirin, ku Paîk paşa di karê amadekirina desteya Wanê da bi ser ne ketibû.

20ê nîsanê, ango piştî wê yekê, ku desteya Êrîvanê Bayazîd zevt kir, Faîk paşa ji Muxtar ra têlêgram şand û tê da weha digot: “Desteya min serhevdu ji 380 eskerên redîfê yên li Wanê ne û ew jî kêrî tiştekî nayên”.

Bûyerên der-dorê Bayazîdê gihîştine hetanî Konstantînopolê û dîwana sultan, ku ji bo serneketina desteya Wanê ber xwe diket, di navbera 20-22ê nîsanê derheqa wê yekê da ji paşayê Wanê ev pirs û pirsyar kirin: “Gelo Şêx Ebdulle xwedî li sozê xwe derdikeve, gelo we pêra gîhand ji eşîrên cuda-cuda pareskera amade bikin?”. Paşa di bersîva xwe da awa got: “Ji karên şêx hetanî niha tu tiştekî berbiçav xuya nabe. Ji me ra gotine, ku eskerên ordîyê bi jimareke mezin va ji warên herêmê yên cuda-cuda dane ser rê û tên, lê ew yek tenê piştî wê yekê pêk hat, gava min çendik û çend cara kire bîra wan, zor li wan kir, min heta çend karmend jî şandine bal wan, heta ku em gihîştine armanca xwe”.

Di dawîya meha nîsanê da kurda çendsed mîlîs dan û Faîk paşa piştî ku Muxtar çend cara emirî li ser kir, ji Wanê derket û berê xwe da gundê Bergêrîyê. 2ê gulanê Faîk paşa elamî Muxtar kir (haya wî pê xist): “Heta niha ji pareskerên ku şêx soz dane, tu yek jî ne hatîye”. 10ê gulanê bal wî tenê 500 kurd hebûn, 20ê mehê – weke 1000, 25a weke 5000 û tenê 27ê gulanê jimara wan gihîşte 7-8 hezara.

Lê pey ewqas tiştî ra jî êrîşa li ser Bayazîdê gelek hêdî pêşda diçû û tenê 30ê gulanê eskerên desteya Wanê destpê kirin ji Alla-daxê derbazî wî berî bûn.

Sebebên derengmayîna êrîşa desteya Wanê ev bûn: 1) di desteyê da pirsa serokatîyê û safîkirina pirsa xurek hel ne bûbûn û 2) di nav kurda da dîsîplîn tunebû û wana emirê Faîk paşa û zabitan ser guhê xwe ra davîtin û bendî tiştekî ne dihesibandin. Ewana di rê da dibûne 2-3 perça, davîtine ser gundên nêzîk, milet dişêlandin, gorî dilê xwe çendekê li wan gundan diman, an jî diçûne malên xwe û h.w.d. Em wê jî bêjin, ku pir zehmet bû kurda berevî ser hev bikin. Rûpelekî berhema Norman(1) tam derheqa wan zordestîyan û talanan da nin, ku kurda kiribûn. Wana çi dikete ber wan dişêlandin, qet xema wan jî nîbû, kê xaçparêz e, kê musulman e.

Bona rewşa şêr ya li meydana Êrîvanê bînine ber çeva, lazim e em bi kurtî kar û barên desteya xwe da ji we ra şirove bikin.

12ê nîsanê sala 1877a desteya Êrîvanê (9,5 taxbûr, 22 bêlûk, 24 komikên eskera yên peya û 8 jî yên siyarî) li Îdirê bû. Karê desteyê yê yekemîn parastina herêma Êrîvanê bû. Ewê herweha gerekê dema şerê li meydana Qersê da ji alîyê çepê da êrîş bikira û gerekê alî ordîya me bikira bona em bi serketin biketana sînorên Tirkîyê.

Bona di wî karî da bi ser kevin, gênêral-milazim Têrxûkasov pêşnîyar kir, ku “pêşî êrîşî li ser Bayazîdê bikin, piştî zevtkirina wî berbi bakur va herin heta ser riya ku berbi Kerpî-kyoyê dibe, ji wira jî gerekê hêzên me yên sereke bigihîjine hevdu û êrîş bibine li ser Erzurumê”. Ev pêşnîyara bi tevayî bi dilê gênêral-adyûtant Lorîs-Mêlîkov bû, lê ew dij bû, ku êrîşî li ser Erzurumê bikin, ji ber ku ew ser wê bawerîyê bû, ku hela dem ne hatiye û em nizanin ewê çawa xilaz bibe. Lê destûra tenê pareke hêzên desteya Êrîvanê dan, ku êrîşî li ser Bayazîdê bike û emir kiribûn, ku 2 bêlûka, 1000 eskera û 2 taxbûra li Qaqizmanê bihêlin bona ew bi hêzên sereke ra bêne girêdanê û dema lazim bibe herine hewara wan.

Xênji van pirsdanînên me li jor anîn, sipartibûne desteya Êrîvanê, ku hukumê me di nav binecîyên kurd da bidne belakirinê, wana bînine alîyê me. Wek ku hatibû biryarkirinê, gerekê wî çaxî bi kurda ra biketana nava pêwendîyên xurt, dema desteya Êrîvanê derbazî êrîşa sereke bibûya(2).

12ê nîsanê bin destê tirka da hebûn: 1) rex Toprax Kelê û Qerekilîsê: 3 hezar eskerên peya û 1640 siyarî; 2) rex Daîrê û Delîbabê: 3 hezar eskerên peya û 6 bêlûk; 3) li Bayazîdê: 2 taxbûr, alayîk û 3 bêlûk û 4) li Wanê: desteya Faîk paşa, ku îdî hatibû amadekirinê. Ev hêzên tirka bûbûne du desteyên ji hev cuda, ku gerekê bi du alîyan va êrîş bikirana (li ser Wanê û li ser Erzurumê).

Ji ber ku desteya Wanê tivdîra xwe baş nedîtibû, di wan dema da em tam serdest bûn, ji ber ku himberî 9,5 hezar eskerên tirka (bi 15 topa va) yên ji hevbelabûyî, di bin destê me da 9,5 hezar esker (bi 32 topa va) hebûn û em li ser hev bûn. Evê yekê firsend dida me, ku em bi lez û serketî karê xwe pêşda bibin, lê pirsa xurek ya desteya Êrîvanê, ku rind nehatibû safîkirinê, tesîra xwe li ser pêkanîna daxaz û emelên bi aqilane yên gênêral-milazim Têrxûkasov dikirin.

13 û 14ê nîsanê desteya Êrîvanê destbi êrîşê kir, lê ji ber ku rê gelek xirab bûn û eskerên me gerekê pirî-hindikî ew tundurust bikirana, em hêdî pêşda diçûn û tenê 17ê nîsanê em gihîştine ber sînor. Hema wê rojê desteya serhing Fîlîppov (200 esker) şandine Bayazîdê û ew li wir hate bawerkirinê, ku di fikra tirka da tune Bayazîdê biparêzin. Çend nûnerên ji eşîra Heydarî bi rêberîya serekê malbetekê – Mîrze axa hatine bal serhing Fîlîppov û aminaya xwe hindava rûsa da dîyar kirin(3).

18ê nîsanê pareke hêzên desteya Êrîvanê bê şer Bayazîd hilda. Tirk ji wira bi riya Wanê bi lezo-bezo çûne berbi gundê Bergêrîyê û pêra negîhandin heta hebûna xwe jî bi xwe ra bibin.
Ji rûyê wê yekê da, ku ew hêzên 17ê nîsanê ji desteya Êrîvanê şandibûn, sist bûn, me nikaribû garnîzona Bayazîdê zevt bikira û ew yek bû sebeb, ku Faîk paşa di wextê da desteya Wanê damezirand.

Hetanî 25ê nîsanê desteya Êrîvanê li Bayazîdê ma ji bo fêrî şertên jîyanê yên nû bibe, pirsên peydakirina xurek û çêkirina riya safî bike. Di wan dema da siyarîyên me çend cara çûne nava kurda bona hukumê me di nav wan da bidne belakirinê. Komikeke me ya bi serokatîya serhing Mêdvêdovskî bi du taxbûra û 100 eskeran va berbi Şêx Elî va çûn, dû ra rex çemê Sari-sûyê va derbazî nav zozanên kurda bûn, rastî koçerên kurd hatin, pişt ra ser gundê Zûramê ra, rex çemê Dêre-sûyê ra vegerîyane Bayazîdê. Bi wê rêwîtîyê hate xuyakirinê, ku kurdên ber kenarê çepê yê çemê Sari-sûyê ji dest zordestîyên teterên Azirbêcanê û kurdên Farizistanê derbazî kenarê wî çemî yê rastê bûbûn, û li berpalên çiyayê Kopîsê yên alîyê bakûr û rohilatê da hêwirîbûn. Dema desteya me bi wê rê ra derbaz dibû, kurd pêşîya wan da diçûn, şabûna xwe dîyar dikirin û hîvî ji me dikirin, ku em wana ji êrîşên, ku ji alîyê Farizistanê li ser wan da tên, biparêzin.

Desteya mayîn (2 taxbûr, 100 esker û 2 bêlûkên siyarîyan) bi serokatîya mîrlaw Emîlexwarî berbi Dîyadînê va çû, lê ya sisîya (100 kazak û 50 kurd) bi serokatîya Domantovîç bi desteya mîrlaw Emîlexwarî ra tevayî çûne heta ber çemê Kurdugulê, dû ra vegerîyane gundên Kizil-dêzê, Kerekendê, Kemercîkê û bi riya Keregyozê vegerîyane Bayazîdê. Li ser wê rê me tu kurd ne dîtin(4).

Desteya Êrîvanê, ku alayîk, 500 kazak û 2 bêlûk li Bayazîdê hîştibû, 26 û 27ê nîsanê Dîyadîn û Sûrb Hovhannês zevt kir û heta 22ê gulanê li wir ma bona ku pirsa xurek û tundurustkirina riya berbi Sûrb Hovhannêsê hel bike, haziraya xwe bibîne bona ji hêla bakûr va êrîş bike, hilbet eger Serleşkerî destûrê bide.

Dema ku gênêral-milazim Têrxûkasov hate Dîyadînê, salix gihîştine destê wî, ku başûrê Alla-daxê, rex derya Sari-gyolê ji kurdên Heyderî du alayî hatine sazkirinê bi serokatîya serekeşîr Elî axa. Ewî 500 siyarîyên kurd, ku berê di garnîziona Bayazîdê da bûn, kiribû di nav alaya xwe û niyêta wî hebû êrîşî li ser Bayazîdê bike. Bona bizanibin ew salix rast in an na, serhing Fîlîppov bi 200 kazakan va şandine wan dera. 28ê nîsanê ew gihîşte Teperizê, lê 29ê mehê bi şiverêyekê ji Bayazîdê çû berbi Wanê. Ji Teperizê heta deryaya Sari-gyolê tenê gundekî kurda – Keregyol hebû, ku ne gelekî mezin bû û binecîyên wî jî berî hatina me ji wir koç kiribûn. Rex deryaya Sari-gyolê gundekî kurda yê mayîn jî hebû – Çoban-Kelasi û binecîyên wî derheqa tirka, xwesma eskerên tirka da ser fikireke gelekî xirab bûn, lê hema bawerîyta xwe bi rûsa jî ne dianîn.

Dema desteya me bi serokatîya mîrlaw Emîlahwerî 7 û 8ê gulanê careke din ji Alla-daxê derbaz bû, bi riya berbi Wanê, rex derya Sari-gyolê ra pêşda diçû, serekeşîrekî kurda rastî me hat, ku li deşta Ebaxê dima. Ewî aminaya xwe hindava me da dîyar kir û ji me ra got, ku tirk qestbende bi riya Wanê ra paşda vedikişin, bona rûsa bixalifînin, heta desteya wan digihîje gundê Bergêrîyê bona li wir zora rûsa bibin, ji ber ku tirk bi jimara xwe va zêdetir bûn. Ew malûmatî derew derketin, ji ber wê jî gênêral-çawîş Emîlahwerî biryar kir pêşda herin bona êrîş bibine li ser kurdên Elî axa (ji eşîra Heyderîya), yê ku ji hemîya zêdetir dijminaya me dajot. Lê gênêral-milazim Têrxûkasov emirî ser desteya Emîlahwerî kir, ku paşda vegerin. Ew dagera desteya me ya ji Alla-daxê tesîra xwe ya ne baş li ser kar û barên me hîşt. Faîk-paşa destxweda deng bela kir derheqa serketina xwe da, tirka usa nîşan didan, ku em ji dest sistîyê ji Alla-daxê dagerîyan, lê kurd jî diha har bûn û haziraya xwe dîtin bona talana û şêlandina. Tu şik tune, ku eger desteya Emîlahwerî bi riya Bergêrîyê êrîşa xwe berdewam bikira, meyê cezakî gotina te bida kurdên ku dijminaya me dikirin û emê li ser axa Kurdistana Biçûk hindava dijmin û neyaran da bi ser ketana. Wî çaxî meyê bikaribûya kurdên wî berê çiyayê Alla-daxê banîya alîyê xwe, ji ber ku şerên berê yên dijî tirka da em di wî karî da bi ser ketibûn. Têrxûkasov ji bo wê yekê emir kiribû, ku desteya mîrlaw Emîlahwerî paşda vegere, ji ber ku deng gihîştibû wî, ku desteya tirka, ku rex Kere-kilîsê bû, biryar kirîye êrîş bike.

Ji roja ku mîrlaw Emîlahwerî hate Sûrb Hovhannêsê, hate texmînkirinê, ku çûyîna wî berî Alla-daxê qet dest nade. Di wan dema da deng bela bû, ku kurdên wî berê çiyayê Alla-daxê cerda amade dikin. Piştî wan salixa 12ê gulanê desteya Şîpşêv (bi 400 kazak û 4 topavêja va) şandine wî berê Alla-daxê, lê gava ew gihîşte ber çemê Kurdugulê, îdî hew pêşda çû û tenê çend casûs şandin bona bizanibin çika kurd çi dixwezin, lê 15ê gulanê careke din vegerîya Dîyadînê(5).

Me hema bêje her tişt derheqa wê yekê da got, çika desteya Êrîvanê çi kirîye bona hukumê me di nav kurda da bide belakirinê û bona kurdên piş çiyayê Alla-daxê bînine alîyê me.
Gênêral-milazim Têrxûkasov texmîn kir, ku kurd dikarin belayê bînine serê wan û dikarin dema êrîşa desteya Êrîvanê ya berbi roavayê ji Wanê êrîş bibine li ser Bayazîdê û herweha ji tirsa, ku desteya tirka ya Kerekilîsê dikare berbi başûr va paşda vegere (berbi Xamûrê û Melazgirê) û ji wira dikaribû êrîş bibira li ser desteya Êrîvanê, ku wan çaxa îdî gihîştibû Derhem-daxê, hîvî ji Serekqumandarîyê kir, ku desteya wî bi hêztir bikin, bona bikaribe bi serketin pêşda here û li Bayazîdê bingeha garnîzonê saz bike bona bikaribe temamîya senceqa Bayazîdê biparêze. Ji rûyê kêmbûna wan eskeran da, ku di meydana şêr ya Qersê da bûn, gênêral-milazim Lorîs Mêlîkov nikaribû wê daxaza desteya Êrîvanê pêk bîne, ku li wê meydanê da şer dikir, ku ji bo me ne gelekî giring bû.

Di wan dema da rex Qersê hatibû biryarkirinê, ku destbi êrîşa li ser kelayê bikin û ji bo wê yekê, ku guhdarîya Muxtar paşa ji Qersê dûr bixin û wî li Soxanlixê bigrin, emirî li ser desteya Êrîvanê kirin “destxweda destbi êrîşeke xurt bikin û ber xwe nekevin, ku dikare biqewime ji me gelek kes şehîd bikevin”. Piştî vî emirî desteya Êrîvanê berbi roavayê livîya û 4ê hezîranê êrîş bire ser Derhem-daxê û 9ê hezîranê jî êrîş bire ser Dayerê.

Çavkanî:
1. S.B.Norman. Armenia and the Campaign of 1877.
2. Nameya gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo gênêral-çawîş Pavlov ya 21ê çileya paşin sala 1877a, hejmara 17a.
Doklada gênêral-adyûtant Lorîs Mêlîkov ji bo gênêral-milazim Têrxûkasov, ya 10ê çileya pêşin sala 1876a. (Arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê).
3. Destxeta hejmara 14a ya Para eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
4. Destxeta hejmara 14a ya Para eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.
5. Destxeta hejmara 14a ya Para eskerî-dîrokî ya rex Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev